“Nivîskarên kurd xwedî bextekî zor ronî, pîroz û bêhempa ne”

Lokman Polat – Pirs: 1 – Birêz Mehmet Oncu ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

Ez Mehmet Oncu, di sala 1961ê de li Taxa Xarxarê ya Semsûrê, ji dayik bûme. Herçiqas ku kêfa min bi perwerdeya dibistanî re neyê û ez xwandina li akademiyên dewleta tirkan weke pîvan nebînim jî min dibistana seretayî û ya navîn li Semsûrê xwendiye û ji Zanîngeha Anadoluyê, Beşa Kargêriyê mezûn bûme. Lew ku kesên ji dezgeyê perwerdeya tirkan re derbas dibe, herçiqas xwedî estrûmanên baş be jî nikare denklemên rast damezirîne, ji ber ku di serê wan de qodên şaş hatine danîn nêrîna wan ya zanist, objektîf û bêteraf tune. Bi ya min ji hêla çavdêriyeke baş de, kurdekî şivan, ji profesorekî ji dam û dezgeyê perwerdeya tirkan re derbasbûyî baştir û bêtereftir e. Bila ew bibe mijara nîqaşeke din em vegerin ser mijara xwe.

Di destpêkê de bala min li ser edebiyatê, berê min jî ber bi nivîsa helbestê bû, cara pêşin min bi nivîsandina çend helbestên tirkî dest bi nivîsê kiriye. Gelek helbestên min di kovarên tirkî de hatine weşandin. Belê meraqa folklora kurd di dilê min de şewq vedabû, bê haya min bal û hizra min li ser folklor û zargotina kurdan kom bûye. Serencama min ya destpêkirina berhevkariya folklora kurdan, gelek dûr û dirêj, bi qasî dûr û dirêjiya xwe jî balkêş û enteresane. Ji ber ku di min de hişariya nasnameya netewî li ciwaniya min rast hat, ciwaniya min jî li dema koçberiya gundiyên kurd ên ber bi bajaran rast hat, min karî xwe bigînim gelek çavkaniyên xurt û şaraza. Wê demê mala me li gûçê bajêr bû, kesên ku ji gundan ber bi bajêr koç dikirin, dihatin li taxên gûçê bajêr binecî dibûn. Vê yekê jî derî li ber tomar kirin û berhevkariyeke zor zêde vedikir. Min gelek berhemên gelerî tomar kirin. Di nav van berhemên ku min bi rêbaza yek û yek, hevpeyvîn û hevdîtinan ji devê çavkaniyan tomar kirî de beşên cûrbecûr hebûn. Ji van hinek gotinên pêşiyan, hinek biwêj, hinek çîrokên dirêj û efsaneyîbûn, hinek kurteçîrok û serhatîbûn. Hinekên van lezbare, zûgotinok û çîvenokbûn, hinekên wan tiştanok, hinek hevalok, hinek sêxişt bûn, birek ji wan stran bûn, birekên van efsanebûn. Min di domaniya demê de tasnîfa materyalên ku min berhev kirî kir û berhemên cûrbecûr derketin holê.

Min di sala 1983an de, li bajarê Semsûrê (Adiyeman) di wezareta perwerdeyê de, wekî memûr dest bi kar kir. Di heman salê de bi awayekî berfireh li ser zargotina kurdan dest bi xebatan kir, ji wê salê şûnda bi navê “Hemo Pêşeng” gelek berhem, nivîs û helbestên min di kovar, rojname û malperan de hatine weşandin.

Ji salên 1990an şûnde gotar û nivîsarên min ên li ser folklora kurdan di kovarên wekî Rewşen, Nûbihar, Govend, Zend, Çirûsk, Jiyana Rewşen, Kovara W, Tîroj û Dilopê de hatine weşandin. Min di sala 2010 an şûnde tevî hevalê xwe yê qedîm Mamoste Mehmet Akar, li Semsûrê rojnameyeke bi navê “Semsûr” derxist. Min di rojnameya xwe ya ku bi kurdî û tirkî weşan dikir de, demekê di quncikê xwe yê bi navê “kenêrk” de li ser folklor û zargotina Kurdan nivîsî. Di vê navberê de ez di sala 1994an de ji wezareta perwerdeyê derbasî wezareta çandê bûm, min mehmûriyeta xwe heta sala 2002yan li şarî Şirnex kuta kir. Di sala 2002an de ez hatim Şarî Riha, min 5 salan heta sala 2007an jî li wê derê karê mehmûriyetê kir, ez di sala 2007an de hatim Şarî Adiyeman û min li wê derê mehmûriyeta xwe berdewam kir, di sala 2017yan de ez malnîşîn bûm. Zewicî, bavê kurek û du keçan im. Min hima di her mijarê de berhemên curbecûr û bi zarê kurdî, zaravayê kurmancî nivîsandine.

Lokman Polat – Pirs: 2 – Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Berhema te ye pêşîn kîjan e? Û naveroka wê li ser çiye?

Bêguman ew pirsek li rêzê ye, belê bersiva wê ya ligel min zorgirîng û balkêşe. Destpêkirina min ya nivîsandina bi zarê kurdî, bi çîrokekê destpêdike, bi serhatiyekê jî kûr dibe. Di sala 1978an de hîn ku ez ciwanekî hevdeh salîbûm, wê demê min, dinya hîn têretêr nas nedikir, bi şaşwaziya çêlika nû ji hêka xwe derketî li dora xwe dinêriya. Di meha adarê de rojekê ez li sersehkirinekê rast hatim. Polêsên wê demê li serê cadeya Eskîsereyê[1] meriv didan sekinandin, beriyên wan se(h)dikirin, nav û paşnavên wan dipirsiyan, ên ku şik û guman li ser heyî dibirin li qereqolê Eskîserê hişkeço[2] dikirin. Wê demê ez jî hatim rawestandin, di beriya min de vîtikek (kaxesek ku not li ser tên nivîsandin) derket. Li ser wê vîtikê 21 yek heb (2 hebên wan ne gotinê pêşiyan biwêj bûn) gotinên pêşiyan hatîbûn nivîsandin ku min ew ji devê diya xwe girtîbûn. Wan deman haya me li elfabeya nemir Celadet Elî Bedirxan tunebû, min bi elfabeya tirkî ya latînî ew gotin nivîsandîbûn. Serqomsêrê ku ew vîtik di beriya min de dîtî, bala xwe dayê, nekarîbû tiştekî jê fam bike, ji mehmûrê xwe re gotîbû: Vî xortî jî bibin qereqol. Li ser fermana wî, du polêsan bi çengê min re girtin ez birim qereqolê Eskîserê. Ez li qereqol xistim nezaretê, deriyê wê yê hesinî ji ser min re girtin û çûn. Bêguman wan deman min ew gotin bi mebesta tomarkirinê ne nivisîbûn. Min xwestîbû ku ez wan fam û jiber bikim, lewma min ew li ser kaxetê nivîsandîbûn. Piştî çend saetan serqomsêr vegeriyabû qereqol, ji mehmûrên xwe re gotîbû: Herin wî xortî bînin hizûra min. Dema polêsan hat, ez ji nezaretê derxistim û birim cem wî, min bala xwe dayê ku ew notên di berîka min de hatî derxistin di destê wî de ne, çawa dike tiştekî jê fam nake, ji min re got:

  • Ew çine? Wê çaxê min nekarî navekî bi kurdî li wan bikim, min jî wî re got:
  • Ew gotinê kal û pîranin, yanê atasoziyê me ne. Camêr serê xwe hêjand, got:
  • Helahela, ma gotinên pêşiyê kurdan hene? Min got:
  • Hene û ewên di dest te de ew in. Serqomsêrê ku di derbarê çand û kelepora kurdan de ne xwedî zanînekêbû (dibe ku ew jî kurd be) û bi tiştên min gotî birastî jî heyîrîbû, li polêsên di bin destê xwe re got:
  • Vî bibin têxin darê feleqeyê. Du polîsan ez birim nezaretê, lingên min xistin darê feleqeyê (di wan salan de hima li her qereqolekî feleqe hebû, kesên ku dêxistin lêpirsîn û vepirsînê dikirin feleqeyê). Wan deman yên ku dêxistin feleqeyê, lêdana wan bi bekçiyan (pandî[3]) dihat pêkanîn. Bekçiyekî girt, yê din jî bi çovê ku li ser “haydar[4]” hatî nivîsandin li bin lingê min da. Dema bekçî bi çovê di dest xwe de li bin lingê min dida, min ne bi dest xwe ew çov dêjmartin. Dema çovê 52 yan li binê lingê min da, qewarên di binê lingê min de pêkhatî teqiyan, xwîn tê hat. Bekçî bi vê yekê gelek aciz bû, çovê di dest xwe de avêt û dijûneke pîs da serqomsêr, ji deriyê nezaretê re derket û çû. Ji ser çûna wî re demeke pir derbas nebû, ew bekçî tevî serqomsêrê xwe vegeriyan nezaretê. Qomsêr, dît ku xwîn ji binê lingê min diçe, ji min pirsî got:
  • Tu yê carekî din tiştên wiha beredayî binivîsî? Ewqes canê min êşiyabû ku min wê demê dixwest yek bê min bikuje û ji wê janê xilas bike. Min bi wê aciziyê ji wî re got:
  • Kuro hîn ku derfet di destê te de ye min bikuje! Ger ku tu min nekujî, ezê ji şûna wan nozdeh heban nozdeh hezar heban kombikim, bila haya te lê hebe! Bê guman serqomsêr fam kirîbû ku min ji êşa canê xwe re wîsa gotiye. Wiha ji bin çavan re weke min re bibêje; “Çiqes ehmaqe!” li min nêrî, got:
  • Bibin lingê ewê ehmaq bişon, pêlavê wî bidin dest bila biçe. Wê demê ez fikirîm ku tiştên li ser wê kaxesokê hatî nivisîn gelek grîng û mohîmin, ger ne wîsabûye ew qes rênc û heqaret li min nedihat kirin. Ew gotinên li ser wê vîtikê hatî nivîsandin ji min re bûne rehber, min di wan salan de dest bi tomariya gotinên pêşiyan û biwêjan kir.

Rûdana dûyemîn ew bû ku; min rojekê helbesteke tirkî ji kovareke tirkan re şand. Wê demê berpirsê wê kovarê yê weşanê şaîrekî navdar bû, min tevî helbesta xwe pirseke wiha li wî kir û got: “Ez dixwezim di jimara pey vê re helbesteke bi kurdî bişêynim, hûn dikarin vê helbesta min di vê kovarê de biweşînin? Bersiva vê pirsê bi nameyekê min dane zanîn. Di nameya xwe de tiştê ji min re nehatî gotin nemabû, gelek heqaret li min û zarê kurdî hatîbû kirin, min jî bi nameyeke din, ji wan re got: “Bila ehd be ku ezê ji vê pêve bi zarê tirkî berhemekê nenivisîm. Min li ser vê rûdanê ve ji nivîsa tirkî berda, dest bi nivîsandina kurdî kir.

Te di sêrî de pirsa berhema min ya siftê kirîbû, berhema min ya pêşî di sala 2006 an de ji hêla weşanxaneya dozê ve hat weşandin. Navê berhemê “Çîrokên Kurdan-1” bû, ji 430 heb kurteçîrokan pêk dihat. Berhemeke folklorîk bû û ji çîrok û serhatiyên kurt ên ku min li qadê tomar kirî pêkdihat. Min di dawiya kitêbê de lîsteya navên çavkaniyan û ferhengeke biçûk ku ew jî ji peyvên heremkî pêk dihat weşandîbû. Ji wê peyva ez fikirîm ku Yaşar Kemal û Ahmet Arîfê zimanî tirkî hene çi hewce bi min heye? Bi vê fikrê min berê xwe da berhemên bi zarê kurdî, zaravayê kurmancî. Belê gelek şad û bextewarim ku min biryareke wiha daye.

 

Lokman Polat – Pirs: 3 – Hinek nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, bi tirkî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in lê bi tirkî, arebî, farisî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî, arebî, farisî ne? Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (tirkî, erebî, farisî) dinivîsînin çi difikirî?

Bêguman di nav her gel û miletekî de nivîskarên ku berhemên xwe bi zarên ne aîde xwe û xelkê xwe dayî hene. Weke tê zanîn Frans Kafka kesek ji xelkê çek e. Ji bilî nameyên ku bi zarê çekan ji Mîlena Jesenka yê re nivisandî, hemû berhemên xwe ên giranbiha ku gelekên wan di nav edebiyata dinyayê de bûne şah berhem bi zarê almanî nivîsandine. Lê belê peyvendiya zarê alman û çekan ne weke ya zarê kurdî û farisî, tirkî û erebiye, lew ku tirk, ereb û faris serdest û qedexekarê zarê kurdîne. Herçiqas ku kesên me ên weke Ahmet Arîf û Yaşar Kemal kurd bin jî berhemêm xwe bi zarê tirkî nivîsandine, meriv nikare wan weke nivîskarên kurd binav bike. Gerek şairên wek Ahmed Arîf (jimara wan ne diyare, Cahît Sidki, Cemal Sûreya û hîn gelek şaîrên dinên qedirbilind jî kurd in), gerek romannûsên weke Yaşar kemal bi giranî çand û kelepor, têkilî û peyvendiyên gelê kurd bi zarê tirkî vegotine. Dema ku meriv li berhemên wan dinêre di berhemên wan de hin hevok û formên ku berê di zarê tirkî de tunene dibîne. Gava mirov li ser wan hevokan lêhûr dibe, ji ber ku vegotina wan rûdanan di zarê tirkî hilnehatiye, dibîne ku wan havokan zarê tirkî veçirandine û di wî zimanî de şêwazek hevok û vegotinên nû derxistine holê. Yanê zarê tirkî bi vegotinên van nivîskaran gihaye qadeke nû, solixeke berfireh û nû bi ber xwe ve aniye. Herwiha zarê tirkî bi nivîsar û pexşanên van nivîskaran, di qada navnetewî de bûye xwedî cihekî bilind û bala. Zimanê tirkî di nav binemalên zimanên dinyayê de bûye xwedî asteke bi rûmet, vî zimanî xelata Nobelê jî wergirtiye. Weke tê zanîn Xelata Nobelê ne bi tenê didin nivîskar, di heman demê de ew xelat ya zarê ku nivîskar bikaraniye jî.

Helbestên Mehmet Oncu | BernamegehLokman Polat – Pirs: 4 – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

Bêguman xelkê kurd, bi taybet jî nivîskarên kurd xwedî bextekî zor ronî, pîroz û bêhempane, lew ku derfetên zarê kurdî derdêxe ber nivîskarên kurd, bi jimara xilas nabin. Zarê kurdî dihêle ku nivîskarên wî bi vegotinên berfireh, bi şêwazake bedewkar berhemên xwe biafirînin, ji ber ku pirsgirêka peyv û têgîhan di vî zimanî de tuneye. Ji xwe sedan sal berî niha problemên vî zimanî ên nivîs û vegotinê ji hêla kesên wek Baba Tahîrê Hemedanî, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Melayê Batê, Feqê Têyran û şairên dinên ku bi kurdî berhem nivîsandine ve hatine çareser kirin. Ger ku mirov di warê nivîsa bi zarê kurdî de dest bavêje kîjan mijarê û di kîjan qadê de bixebite, dikare materyalên giranbiha bêxe destê xwe û xebata xwe bi rehetî bidomîne.

Ger ku mirov di vê mijarê de çend derfetên zarê kurdî bêxe pey hev:

Hemû dinya dizane ku li ser rûzemînê zimanê herî kevn yek jê kurdî ye. Herwiha bi vê yekê ve girêdayî berhemên herî kevn aîde vî zimanîne (mayîndeyên li ser çiyayên Zagros û yên Bêstûnê xweş mînak in). Ji ber ku nivîsa pêşî li ser xaka kurd lê dijîn hatiye afirandin (bizmarnivîsên hûrî[5] û sûmerî), gelek kîtabe (yên li ser ber û zinaran hatî nivîsîn) û gilkevalên aîde zımanê hurî hene.

Ya duyemîn di kurdî de berhema Ehmedê Xanî ya bi navê “Mem û Zîn” heye ku ew berhem li gor pîvanên dinyeya modern şahberheme. Herçiqas Romeo û Jûlyet nêzîkatî 100 sal ji berî wê di sala 1597 an de ji hêla Willim Shakespeare vê hatibe nivisîn, Mem û Zîn ne kêmtirî wê berhemê ye. Di kurdî de nivîskar û helbestkarên weke Baba Tahîrê Ûryan, Elî Herîrî, Melayê Cizîrê, Melayê Batê (Mewlûda Meleyê Batê jî Şahberhemeke) û Feqeyê Têyran hene. Ji van helbestkaran Baba Tahîrê Ûryan weke pîrê helbesta xelkên arî tê qebûl kirin ku gelek wêjevanên Îranî edebiyata Îranê bi Baba Tahîrê Uryan didin destpêkirin ku ew rast e. Helbesta farsan li ser koka helbestê Baba Tahîr geşe daye û farisan helbestê wî ji xwe re esas girtiye. Îro di roja me de jî tu kes negihaye asta Melayê Cizîrê û ji ber ku saziyên vî zimanî tunene, Hîn jî Melayê Cizirî nehatiye fam kirin. Şerhên ji dîwana wî re hatî nivisîn têra fam kirina helbesta Cizirî nakin.

Di kurdî de, di pêxember Manî de bigrin heta Mazdek, Pawlê Semsatî, Nastûr, birek helbestkarên yaresan ên weke Behlûl û yên wanên bi nasnava “Baba û Dayê” tên nasîn, Şêx Evdilqadir Geylanî, Şêx Adî, Mewlana Xalit, Beyazid Bestamî û Şihabetîn Suhrewerdî hene ku wan kes û kesayetiyan cereyanên ku dikarin ji ol û baweriyan re bibin bingeh bi rêxistin kirine. Van kesan bi fikr û ramanên xwe bandorên mezin li ser xiristiyanî û îslamê kirine. pêşî ji derketina gelek ol û bizavan vekirine. Xaka ku kurd lê jiyan dikin herdem bûye navend û nîveka ol û baweriyên cûrbecûr. Weke tê zanîn dînê Mêhrdat (bi zarê Ewrûpiyan Mîtra) baweriyeke aîde kurdane. Paşê hemû lejyonên Dewleta Romayê ew bawerî qebûl kirine û paşê ew bawerî bi navê “Jûbîtel Dolîkanûs[6]” bûye baweriya xelkê Romayê jî. Wek tê zanîn Pawlê Semsatî yê ku ji piştî zayînê di sedeya sêyem de jiyan kirî, bi fikr û ramanên xwe li Şarî Antakya ceryanek pir xurt bi rêxistin kiriye. Paşê kesên weke Aryûs û Nastûr bûne şopîner û peyrewên wî ku fikriyata wan bûye sedema zayina dêra Sûryaniyan û Nastûriyan (Nastûr bixwe jî kurdekî Meraşiye). Bila ew mijar bibe wateya xebateke din, emê dîsa vegerin ser mijara edebiyata kurdî.

Di zargotina kurdan de berhem û efsaneyên bi wî rengî hene ku di serdema kevnar de tesîr li ser xelkên dinyayê ên weke grek û roma kirine. Kuliyeta baweriya xelkê yewnan rûhê xwe ji efsaneyên kurdan distîne. Hîç leheng û xwedawendekî yewnanî yê ku himberê wan di zargotina kurdan de tunebe nîne.

Gotinen Peşiyan - 4 Kitap Takım (Mehmet Oncu) - Fiyat & Satın Al | idefix

Di zargotina kurdan de bextekî ronî jî heyîna dengbêj û çîrokbêjên kurdane. Berê dîwanxaneyên axa, beg û mîrên kurdan hebûn. Ji bilî van dîwanxaneyan, di asta jêrin de jî odeyên gundan ên ku xelkê şevbêrka xwe lê dikir hebûn. Di şevên peyîz û zivistan ên dirêj de, her şev li van dîwan û odeyan heta destê sibê, serhatî, serborî, çîrok, çîvenok, stran û berhemên gelerî dihatin vegotin. Bêguman çîrokbêj û dengbêjên kurdan hostayên peyvê bûn, di siya wan de herdem, zarekî kurdan yê rewanbar û xwedî vegotineke têr û tijî pêkhatîbû.

Belê edebiyata kurdan ya niviskî jî li gor ku ew dused salê dawî ewqes qedexe û tune hesibandineke zor giran li ser zar û edebiyata kurdî heye, dîsa jî bîna xwe distîne, ger aloz be jî heye. Belê pêdiviya wêjeya kurdî bi pêşî lê vekirineke xurt heye. Dema ew derfet ji bo edebiyata kurdî pêk were, bawer bikin dê di demeke kin de bi firêkeve û ji demekê pêve jî wê karibe bazkên xwe bişixûlîne. Îro jimara gelheya kurdan ne diyare lê tê texmînkirin ku jimara kurdên li dinyayê di navbera 40 û 60 milyon kesan de ye. Li rûzemînê mînakek wek ya kurdan tune, zarê girseyek ewqes mezin li tu deran nehatiye qedexe kirin. Îro zarê kurdan yê qedîm bi hewldanên rewşenbîr û nivîskarên canfîda li ser piyan maye, gelek astên nivîsandinê ên li ber xwa temam kirine. Di temenê min de hima ne pir sih sal ji berî niha her nivîskarekî bi rêbazekê dinîvîsand, her weşanxaneyekê ji xwe re zarekî çêkirî pejirandîbû. Belê îro me nivîskarên vî zimanî gelek ast li pey xwe hiştine û di mijara rastnivîs û rêbazên nivîsandinê de bi giranî lihev kiriye. Hima her kurdekî ku dinivîse elfabeya nemir Celadet Elî Bedirxan ji xwe re esas girtiye. Pexşan û nivîsarên xwe li gor esasên ku wî danî dinivîse. Dema mirov bi ser ve lê dinêre, weke ku dengên vê elfabeya nû, têra bilêv kirina hemû dengên di fonetîka zarê kurdî de heyî neke xuya dike. Lê belê ew rastî ji bo gelek zimanan heye, di nivîsandina wan de pirsên zor giran derdêxe pêş. Piştî astengiyên li ber zimanê kurdî rabin, di domaniya demê de ew pirs bixwe çareser dibin.

Tiştanoken Kurdi - Mehmet Oncu | kitapyurdu.com

Lokman Polat – Pirs: 5 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

Bêguman şano ne tê de min hima di her mijarê de kêm û zêde berhem nivîsandine. Şik nîne ku her şaxek li gorî xwe grînge. Lê belê nivîskar di her kîjan qadê de bixwebite, lazime karê xwe baş bike. Bi ya min, divê helbestkar helbesta xwe bi peyvên kêm, bijarte û darivî, binivîse. Helbestkar peyvan çiqes darivîne ewqes helbesteke peyam bilind derdikeve ortê. Bêguman di helbestê de nîgaş, xiyal, rîtm û lihevhatina peyvan mohîme. Lazime haya helbestkar li dinyayê hebe, hemû helbestkarên dinyayê bişopîne. Zanibe Rîmbaud çima bûye Rîmbaud, Lûîz Aragon kî ye, Pablo Nerûda çi nivîsandiye, çi tiştî Nazim Hîkmet kiriye Nazim Hîkmet. Gelo Omer Hayam çi nivisiye? Lê belê ya herî mohîm klasîkên kurdan in. Bi ya min kurdekî ku haya wî li helbestkarên yarasan, Baraboz, Baba Tahîrê Hemedanî, Elî Herîrî, Melayê Cizîrê, Feqeyê Têyran û Ehmedî Xanî tunebe nikare ristên helbesta kurdî binivîse. Yanê yê ku mewlîda Melayê Batê nexwandî çizane estetîk çi ye. Ger ku şaîrekî kurd Cegerxîn, Qedrîcan, Pîremerd nizanibe, ger ku Osman Sebrî nasneke, Şerko Bêkes, Berken Bereh, Arjen Arî nexwîne, Evdila Goran, Mewlevî, Zapsu, Babek, Dîldar û Ferze nezanîbe, negêştibe kurahiya helbesta Hecîqadirê Koyî, Xana Qubadî, Mestûre Xanima Erdelanî, Nalî, Seydayê Tîrêj û Tosinê Reşît dê çawa bibe helbestvan. Ji bo şaîrekî ya herî girîng jî nasandina awaza dengbêjên kurd e. lew ku dengbêjên kurdan birastî jî helbesta hemû deman nivîsandine, bi estetîka di stranên xwe de ew raberî me kirine, heta helbestkarek bi roj û şev guhdariya dengbêjan neke ne kane rista helbesta kurdî nas bike, ne jî kare ristên nû û bi kakil birêse.

Bêguman roman û çîrok jî wîsane. Kesê dixweza çîrok û romana kurdî binivîse lazime haya wî li zargotin û kelepora kurên kevn û nû hebe. Lazime di derbarê pêjgeh, kevneşopî û tebîeta xelkê kurd de zanîn û agahiyên wî hebin. Çima min şertê zargotinê da ber çîtoknûs û romannûsan, ez bersiva wê bidim. Cara yekem gelek teknîkên hêjayî ceribandinê di nav çîrokên kurdan de hene ku divê çîroknûsên modern van teknîkên hêjayî pesnê biceribînin û neçin li dereke din li teknîkên pevxistin û nivîsê negerin. Lew ku çîrokbêjên kurd gelek çîrokên kurdan bi teknîk û rêbazên enteresan vegotine. Carna meriv dibîne ku çîrokbêj di çîroka xwe de bi eyarê demê lehîstiye, di serê çîrokê de di dawiya çîrokê de destpêkiriye aniye sêrî. Carna meriv dibîne ku çîrokbêj, gelek çîrok di nav yek çîrokê de gihandine hev, carna jî mirov dibîne ku di zemanekî de derbasî rehbenda zemanekî din bûye. Çîroka “saetek hezarsaet, hezarsaet saetek” mînakek başe. Lehengê vê çîrokê mîrê herêmekê ye, tevî xulamê xwe diçe dikevin avê, dema xwe noqî avê dike, ji dema tê de dijî derbasî rehbenda demeke din dibe, çavên xwe li wê derê vedike ku bûye jineke por dirêj. Paşê weke jin mêr dike (şû dike) sê kur û keçeke wê çêdibin, vê carê bi ketina bîrekê dîsa vedigere zemanê xwe, dinêre ku dîsa mîre, ew û xulamê xwe di nav ava ku ketîbûnê dene. Di zargotina kurdan de bi sedan çîrokên wiha hene. Ya herî girîng ew e ku çîroknûs û romanûsên kurd hewl bidin, bixebitin û rewanbariya zarê zargotinê ragînin edebiyata kurdan. Ew jî têrê nake lazime çîrok nûs û romanûsên kurdan edebiyata dinyayê baş bixwînin û nas bikin. Divê zanibin Tolstoy kîye? Dostovyeskî, Pûşkîn, Dîderot, Zewîng, Hugo, Zola, Kafka kîne çi kirine, çawa bûye ku ew bûne klasîk nivîserên dinyayê. Lazime em bigêjin kurahiya vegotina wan û çîrokên xwe bi awayekî bêkêmasî têxin nav vegotin û pexşanên wan.

Tiştanoken Kurdi Mehmet Oncu

Lokman Polat – Pirs: 6 – Li gor bîr û raya min, nêrîn, dîtin û ramanên min, rexnegirî tena serê xwe rexne nîn e. Digel rexneyê berhemê fêmkirin, şîrovekirin, ravekirin û nirxdayin e. Bi gotineke kin û kurt, rexnegirî: Hunera şîrovekirin û nirxandina bi hişê têgihîştî ye. Rexnegirî, hunera nirxandinê ye. Şîroveya berhemê ye. Xwendina berheman e û herweha kar û xebateke lêkolînî ye. Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?

Bêguman ji bo berhemekê rexneyeke baş û ji hêla rexnegerekî têgêştîve hatî kirin, bo wesp û çawaniya wê berhemê pîvaneke. Rexnegerekî baş û têgêştî dema bi rêbazên edebiyatê ên zanist li ser berhemekê raweste dikare nirxê wê berhemê raberî xwandevanan bike. Xebateke bi wî rengî him ji bo xandevanan him jî bo nivîskaran rêşanîdare, ji piştî wê rexneyê xwandekar fam dikin ku ji wê pêva dê çi bixwînin, nivîskar jî tê digêje ku dê berê xwe bide rêyeke çawa û dê çawa nirxê berhemên xwe berz bike. Bi kurtasî, ger ku di edebiyata gelekî de saziya rexnegeriyê pêkneyê, edebiyata wî gelî bipêş nakeve, wesp û çawaniyeke baş di wê edebiyatê de çênabe.

Lokman Polat – Pirs: 7 –Tu difikirî ku rexnegir bi têra xwe girîngiyê didin xebatên te? Eger wisa nafikirî, sedemên vê yên girîng çi ne?

Bêguman berhemên min bala gelek kesan kişandine û nivîsên xweş û baş li ser hatine nivîsandin. Herçiqas ku ewyek kêfa min bîne jî ew ne pîvana berhemên min e, pîvan û nirxên wan dê li piştî rexneyên bi zanist û li gor pîvanên edebiyatê dê derkeve holê. Em nikarin bibêjin di edebiyata kurdî de saziya rexnegeriyê pêkhatiye, lê belê em dikarin vê mizgîniyê bidin wêjehezên kurd ku di vê mijarê de hewldanên gelek baş û giranbiha hene. Gelek kes dixweze valahiya vê saziyê dagirin, lê hîn ji bo vê demek heye. Lazime pêşî qedexe û astengiyên li ber zarê kurdî rabin, ziman û wêjeya wî zimanî bigêje asteke ku bikare bêhna xwe têr hilmije. Wê demê dê di vî zimanî de saziya rexnegeriyê hîn rihetir pêkwere. Tevî piştgiriya dewlet û saziyên din jî îro di edebiyata tirkan de asteke rexenegeriyê pêkhatiye, lê ne pir objektîfe. Kesên weke Ahmet Hamdî Tampinar, Yahya Kemal, Cemîl Merîç, Fethî Nacî, Mehmet Kaplan, Nurulah Ataç, Bedretîn Comerd, Berna Moran, Omer Turkeş, Cemal Sûreya, Selîm Îlerî, Jalê Parla û Pinar Kûr hene, lê dîsa jî ew saziya di edebiyata tirkan de hîn negihêştiye temamiya xwe.

Tiştanoken Kurdi Mehmet OncuLokman Polat – Pirs: 8 – Rexnegiriya kurdî di çî radeyê de ye? Li gor te, çima rexnegirî? Û fonksîyona rexnegiriyê çiye?

Bi bersiveke rast û vekirî, di kurdî de saziya rexnegeriyê tune. Bêguman hinkesên dilsozê vê saziye hene, dixwezin vê saziyê pêk bînin lê bi tenê serê xwe hewldanên wan têra pêkhatina vê mûeseseyê nayên. Lazime pêşî edebiyata kurdan bigêje piştgiriya dewlet an hin saziyên xurt. Ger newîsa be, hewldanên takekesî me nikarin bigînin hin deran. Di vê mijarê de derketina kovarên wêjeyî pir girînge, lazime pêşî kovarên wêjeyî pir bibin û ji hêla xwandevanan vê bên şopandin. Heyîna kovarên wêjeyî ji bo wêjeyeke xurt zor baş in.

Lokman Polat – Pirs: 9 – Mijara berhemên te bi giranî liser çinê?

Bêguman min bi gelek şêwazan û di mijarên cûrbecûr de berhem nivîsandine, em dikarin van weke folklor, ziman, edebiyat û lekolîn bikin sê beşan. Pêşî ez li ser folklora kurdan xebitiyame û min di vê mijarê (Folklor) de gelek berhemên gelerî ên giranbiha tomar kirine. Di nav berhemên ku min bi rêbaza tomariyê pêkanî de çîrok, çîvenok, fabil, serhatî, serborî, mesel, anektot, biwêj, gotinên pêşiyan, sêxişt, stran, hevalok, peyîzok, stranên dawetan, destan, mamik (tiştanok), lezbare, zûgotinok, lîstikên zarok, xort û kalan, reqs û govend, xwarin û vexwarin, cil û berg û hwd.

Mijara duyemîn zimane ku min di vê mijarê de çend heb ferheng û gotar nivîsandine.

Mijara sêyemîn edebiyate. Di vê mijarê de min berhemên wek helbest (çarîn û helbestên serbest), çîrok, roman, cerebe û name nivîsandine.

Mijara çaremîn lekolîn in. Di vê mijarê de min li ser folklora kurdan gelek gotar û lekolîn nivîsandine.

Gogercina Perbiçin (Mehmet Öncü) - Fiyat & Satın Al | D&RLokman Polat – Pirs: 10 – Dibêjin ne hemû bin jî piraniya nivîskarên kurd pirtûkên hev naxwînin, tu pirtûkên nivîskarên kurd dixwînî?

Bersivandina vê pirsê di derûniya min de kelecaneke pîroz anî pê. Ez xwe bextewar dibînim ku ji aliyê cenabê we ve pirseke wiha li min hatiye kirin. Belê ez pirtûkên hemû nivîskarên kurd hêjayî xwandinê dibînim. Ma kî dikare berhemên Mehmet Uzun, Bextiyar Elî, Hesenê Metê, Firat Cewerî, Helîm Yusuf, Recep Dildar, Berken Bereh, Omer Dilsoz, Şener Ozmen, Yildiz Çakar, Arjen Arî, Şerko Bêkes nexwîne. Kî dikare berhemên Osman Sebrî, Qedrîcan, Celaled Elî Bedirxan, Nûrî Dêrsimî, Cegerxwîn, Perwîz Cîhanî, Ezîzê Cewo, Celîlê Celîl, Amed Tîgrîs û Bavê Nazê nexwîne? Kî dikare dev ji kilasîkên kurdî berde, helbesta Baba Tahîrê Hemedanî, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqeyê Têyran û Melayê Batê nexwîne? Ma qey dîwana Melayê Cizîrî ji ya Mewlana Celaledînî Romî kêmtire. Gelo berhemeke ku beremberê Mem û Zîna Ehmedê Xanê were, karibe giraniya vê şahberhemê bikşîne heye?

Mehmet Öncü Kimdir? - En Sevilen ve En Çok Satan KitaplarıLokman Polat – Pirs: 11 – Rexnegiriya helbestan ji ya romanê û çîrokê cuda ye. Rexnegir carna maneyên ku helbestvan qest nekiriye didine helbestê. Di eniya Wêjeya Kurdî de helbestvan gelek in lê rexnegirên helbestan kêm in. Tu li ser vê mijarê çi difikirî?

Rexneya çîrok yan romanekê li gor pîvanên zanistê tê kirin, rêzik û rêbazên wê hene. dema rexneger bi awayekî zanist berhemê bide ber xwe dikare bigê encamekê. Lê belê rexneya helbestê ne wek ya pexşanê ye. Belê weke cenabê te anî zimên rexneya helbestan gelek zehmete û ji ber ku rista helbestê hêmayên kûr û giran jî li xwe bar dike, hin caran fam kirina helbestê jî tengasiyan derdêxe ber rexneger. Dîsa wek te gotî kesên ku bi kurdî helbestan dinivisînin zor zêdene ji ber ku dîroka helbestê ya di nav xelkê kurd de gelek kevn û qedîme. Lewma mijara helbestê ji bo kurdan grîng e. Dema mirov li dîroka helbestê ya dinyayê dinêre, derdikeve holê ku mînakên helbestan yên herî kevn hinek aîde xelkê kurd in. Ji ber ku mijara helbestê di nav kurdan de gelek kevne, her dayikeke kurd bi lorîn û lezbareyên ku ji zarokan re dibêje, bi serê xwe helbestkareke. Di çanda kurdan ya kevnar de kurdan her kar û barê xwe, her peyvendî û têkiliyên xwe bi helbestekê rêve birine. Di jiyana kurdewar de her asta xebatekê bi stran û xweşgotinekê ve hatiye girêdan. Weke tê zanîn di zargotina kurdan de li ser çandina cê û gênim sitran hene, paleya wan bi stranan tê kirin. Qezenca salê bi helbest û stranan tê bêderê, dan bi helbest û stranan tê kutan, destar bi xweşgotinok û stranan tê hêran. Herwiha ji bo hercûre karekî, heta ji bo her asta cûrekarekî xweşgotinok, stran û helbestên ji hev cûda hene.

Lokman Polat – Pirs: 12 – Ev rastiyek e ku gelek nivîskar tehamulî rexnekirina berhemên xwe nakin. Helwesta te li hemberê rexneyên li pirtûkên te hatine kirin yan jî rexne lê bêne kirin çiye?

Ez di wê baweriyê de me ku di wêjeya miletekî de saziya rexnegeriyê pêk neyê, wêjeya wan nakemile û nikare bigihê cihê dixweze biçê. Ez dibêjim; ger rexneger têgihêştî, objektîf, zana û pirsporê karê xwe be, acizbûna ji wî yan ji hişên kêm, yan jî ji zanîna kêm e. Lew ku rexnegerekî baş di heman demê de nirx û bihayê berhemê derdêxe holê, eyarê berhemê raberî xwandevanan dike. Di wêjevaniyê de rexnegerî ne cihê ku wêjevan jê bitirse, cihê ku wêjevan pê şanaz û serbilind bibe ye.

Lokman Polat – Pirs: 13 – Berpirsiyariya nivîskar û rexnegir li pêşberî hev çine? Helwesta wan a li hemberê hev divê çi be, çawa be?

Bêguman herdu kar bi hev ve girêdayîne. Ger li holê berhem tunebe rexne nabe, lew ku rexne li berheman dibe. Berhema rexne lê hatî kirin, di wêjeya gel de cihê xwe yê rast dibîne. Belê guman nîne ku divê rexne bi awayekî zanistî û li gor rêbazê bête kirin.

Mehmet Öncü kimdir? - Kitapları, Özgeçmişi, İletişim bilgileriLokman Polat – Pirs: 14 – Çêbûna atmosfera rexneyê bi çi ve girêdayî ye? Çima rexne nayê pêşwazîkirin?

Çêbûna atmosfera rexneyê bi heyîn û pirbûna berheman ve girêdayiye. Li gorî min pêşwazî nekirina rexneyê jî ne tiştekî rast e. Lew ku saziya rexneyê pêşî li berhemên baş û ji zêdehiyên xwe aza bûyî vedike. Ger ku saziya rexneyê baş û bi awayekî zanistî kar bike, berhemên bi kakil derdikevin holê. Loma ez dibêjim; “berhema rexne lê nehatî kirin, cih û eyarê xwe nabîne, divê teqez di wêjeya gelekî de saziya rexneyê hebe, ji xwe rexne parçeyek ji wêjeyê ye”.

 

Lokman Polat – Pirs: 15 – Çawa ku di berhemên edebîyata cîhanê de erotîzm, pevşabûnên pornoyî hene, pir tebiiye, normale ku di berhemên kurdî de jî hebin û ji xwe di hinekan de hene. Kurd neteweyek in û ji bilî dewleta wan tişteke wan kêmê neteweyên din nîn e. Dive erotîzm û pornoya wan jê hebe. Lê hinek nivîskar şerm dikin û erotîzmê û pornoyê li cihek bêhil, qet hevûdu ramîsanê, hev maçî kirin jî di berhemên wan de tunin. Tu di vê mijarê de çi difikirî?

Bêguman divê em pêşî erotîzm û porno ji hev veqetînin. Çima ku porno nikare bibe mijara edebiyata gelekî. Divê bê zanîn ku sirên însên hene, dema sirên însên îfaşa bibin postê însên diçe bazarê û rûmeta wî namîne. Li xwezayê tiştê ku mirov ji giyanwerên din vediqetîne, cûdatiyê dike navbera wan û mirov yek jê ehlaq e. Belê li daristanê di nav ajalan de ehlaq tune, bi tenê rist, rêzik û distûrên xwezayî ên bi awayekî xweser dixebitin hene. Weke ku li daristanê tazîbûna ajalekî ne pirseke girîng e, têkiliya zayendî jî veşartîbûnekê naxweze. Her tişt eşekere û li ber çavane. Herwiha mirov li sûkê, di nav xelkê de û li ber çavên gel nikare bi hev re bikeve têkiliya zayandî, lew ku ehlaq ji vê yekê re dest nade. Lê belê herkes zane ku di navbera mirovên mê û nê de têkiliya zayendî heye. Ger ku em vegerin ser mijara erotîzmê, erotîzim jî weke romantîzimê xeml û xweşiyeke jiyanê ye. Di wêjeya gel de dengbêj û çîrokbêjên kurdan eyarê wê xweş daye, divê wêjevan jî sûdê ji pîvanên dengbêj û çîrokbêjan wergirin.

Lokman Polat – Pirs: 16 – Di hinek romanên min de û di hinek romanên Mehmed Uzun, Firat Cewerî, Bavê Nazê, Mîr Qasimlo, Helîm Yûsiv, Mihemed Şarman, Siud Kîkî, Devliken Kelogirî, Sevda Kaplan, Yildiz Çakar, Gabbar Çiyan, Nîhad Ekîncî, Cîhanroj û hwd, de sahneyên erotîk hene. Cenabê te romanên van nivîskarên ku min bi nav kir û yên din ku di wan de pevşabûn û şadimaniyên seksê hene xwendiye yan na? Heger te xwendiye tu wan berheman çawa dinirxînî?

Bêguman seks parçeyek ji jiyana mirove, ew pevşabûn û seksa ku ji hêla hin kes û baweriyan ve weke nehlê lê barî hatî êlan kirin, weke hemû giyanwerên li gerwêrka me, sedema zayîn, pirbûn û jiyîna nifşên însêne jî. Yanê ku peyvendiya zayendî nebe, însan nikare nifşên xwe biparêze û xwe li jiyana vê dinyayê ragire. Lewma ez dibêjim heta ku jiyan hebe, peyvendiya zayendî jî dê hebe û lazime di edebiyata xelkên dinyayê de li gorî pîvanên çand û kelepora gelan cihê xwe bigire. Herwiha ji ber ku kurd jî xwedî çand û keleporeke qedîmin, lazime di edebiyata kurdan de jî heyîna xwe bi awayekî estetîk biparêze. Ji xwe kesên li dijberê vê yekê diyare ku guhdariya dengbêja nekirine. Bêguman min ew berhemên ew nivîskarên qedirbilind ku we li jor nîşandayî min xwandine. Li gor pîvanên min tiştekî ku ez bibêjim zêdeye û lazime nehatiba nivisîn tuneye…

Lokman Polat – Pirs: 17 – Di berhemên edebî yên kurdî de bandora kîjan ekola cîhanê a navnetewî heye?

Di berhemên kurdî yên edebî de zêdtir bandora wêjeya klasîk ya dinyayê bi bandore. Ez bawer dikim va qonaxeke û lazime wêjeya kurdî xwe ji vê qonaxê re bi xurtî derbas bike.

Lokman Polat – Pirs: 18 – Tu derbarê realîzm, surrealîzm, modernîzm û postmodernîzmê de çi difikirî? Di nav berhemê kurdî de ev cure berhemên li gor van ekolan hene yan na?

Weke min li jor jî diyar kirî, piraniya berhemên di wêjeya kurdî de bi teşbî klasîkan hatine nivisîn, belê îstîsnayên wan ên weke Bextiyar Elî hene. Bêguman di pêşerojê de peyrewên wî û yên bi şêwazên din berheman dinivîsin jî dê hebin.

Lokman Polat – Pirs: 19 – Nivîskar afirîner e. Afirînerî beriya hertiştî bi xeyalê pêk tê. Ji bo afirîneriyê xeyal, hest û eqil pêwîst e. Li gor min di edebîyata kurdî de xeyal kêm e, realîzm zêde ye. Li gor te di roman û çîroka Kurdî a nûjen-modern de xeyal çiqas heye?

Bêguman ew asteke, belê divê bê zanîn ku di wêjeya gelê kurd a devkî de biqasî ku tu bibêjî bes xiyal heye. Herwiha di asta kemilînê de wêjeya kurdî dê vegere eslê xwe û ji binyata xwe xwe xadî bike, wê demê xiyala di edebiyata kurdî de jî wê li gor realîzmê hîn zêdetir derkeve holê.

TELE1 KİTAPLokman Polat – Pirs: 20 – Afirînerên edebiyatê avahîsazên cîhaneke wêjeyî ne û cîhana wêjeyî wê bibe çîrok, roman, avahî û naveroka wê çîrokê, romanê dê hebe. Ji bo wê jî mijar hewce dike. Mijar, bi xeyal, hest û mêjî ve di hundirê şiyana afirîneriyê de ye. Li gor min piraniya mijarên berhemên gelek nivîskarên kurd biyokrafîk in, hinek jê jî otobiyokrafîk in. Li gor te mijara berhemên kurdî ên nûjen li ser çine? Û herweha mijara berhemên te çînê? Û Tu bi gelemperî ji bo mijara berhemên edebî çi difikirî?

Bêguman di edebiyata kurdî de jimara berhemên biyografî ne kêm e. Min bixwe jî heta vê gavê du romanên ku mirov tam jî nikare bibêje biyografîne nivîsandine. Ji van yek romana nemir Osman Sebriye, ya din romana Baba Îshaqe. Ji bo edebiyata gelekî pêdivî bi nasandina lehengên weke van hene. Raste herçiqas ku ew herdu leheng jî kesên rast in jiyane û berê ew herdu hene jî, di van romanan de teknîk û vegotineke balkêş heye. Di van herdu romanan de lehengên nû jî hene e, belê dîsa jî nivîskarê romanên bi vî rengî, bi sîrûşt û keseyatiya lehêngên xwe ve girêdayiye û nikare pir jî derkeve derê xêzê. Helbet di edebiyata gelekî de ew asteke, lazime edebiyata gelekî ji van astan re derbas bibe û bigê kemla xwe. Ji ya min ve eger min, romana Osman Sebrî û ya Baba Îshaqê Kefersûtî nenivîsanda, ew herdu leheng dê di bîra gelê kurd de jar xuya bikirana. Ya herî xirab jî ew leheng dê bi kincên ku xelkên din li wan kirî bihatana xuyanê. Belê ez dibêjim qey min bi nivîsandina van herdu romanan cil û bergên netewî li wan herdu lehangan kirin û ew li war û wargehên xelkê kurd gerandin û xwarinên kurdewar dane ber wan. Yanê bi gotineke din dîmenên wan herdu lehengan di çavê xelkê kurd de zelal û ronî kirin. Piştî xwandina van herdu romanan xelkê kurd dê di derbarê fikr û hewldanên Osman Sebrî û Baba Îshaq de bigêje agahiyên zêde, baş û ku qalik li ser nemayî. Yanê romanên biyografî û otobiyografî jî lazimin. Ez difikirim ku gelek lehengên kurdan ên ku romanên wan ên biyografî lazime bê nivîsandin hene. Kesên weke Elîşêr û Zarîfe, Îsan Nûrî Paşa û Yaşar Xanim, Hûsên Hiznî Mûkrûyanî û hîn gelekên din lazime bên nivîsandin. Lazime di wêjeya kurdî de ew ast bê temam kirin.

Ez bawerim edebiyata kurdî wê di domaniya demê de xwe ji vê asta ku ji bo wê ezmûneke xilas bike. Wê xwe bigîne ast û qadên nû û moderntir. Ji bo edebiyateke xurt, divê çîroknûs û romanûsên kurd lehengên nû û xurt biafirînin. Lew ku pêdiviya kurdan bi vê heye, şûna ku xelk kurdan binivîse û ji kurdan lehengên ji bo xwe biafirîne, divê kurd xwe binivîsin, xwe bi pênûsa xwe bi xelkên dinyayê bidin nasîn û lehengên wêjeya xwe bi dest û hestên xwe, mêjî û hûnera xwe biafirînin.

Şik nîne ku him zarê kurd, him jî edebiyata wî, van taybetiyan dinimîne, ez di vê mijarê de bi hêvîme. Min ji piştê van herdu romanên ku mirov dikare têxe senifa romanên biyografî Gogercîna Perbiçîn nivîsand ku hemû lehengên wê romanê min afirandine, afirîna wan lehengan ji xewn û xiyalên kurdan in. Paşê min romaneke bi navê “Mij” nivîsand. Ew roman ji sê romanên pey hev pêk tê, ji van yek Helkîna Bayê Xerbî, ya duduyan Peşkên Baranê, Ya sisiyan Pirîskên Berfê ye. Bêlê ew roman çîroka rûxîna dewleta osmaniyan û damezirîna komara tirkiyê vedibêje. Her çiqas ku tevna van rêzeromanan sûda xwe ji rûdanên berê rûdayî distîne jî lehengên wê ji hêla min ve hatine afirandin. Belê bi heman navî lehengê wê yê sereke berê heye lê kesî nedizanî çi, çawa û bi çi şêwazê çîroka wî qewimiyaye. Bêguman ew jî ji bo geşedana romanûsiya min merhaleyeke.

101 Gotınen Peşıyan 101 Çirok (Kapak değişebilir) : Mehmet Öncü:  Amazon.com.tr: KitapLokman Polat – Pirs: 21 – Di dema çûyî de yekê li Fransê, yekê li başûrê Kurdistanê û du kesan li Swêdê gotin romana kurdî tune. Yên ku weha gotin ji wan du kesan wan bi xwe çend roman nivîsîne, du kesên din jî kurteçîrok nivîsîne. Tu derbarê vê mijarê de ango dîtina romana kurdî tune de çi difikirî?

Ew îdea ne raste. Lê belê meriv dikare bibêje di roja me de romana kurdan hîn di asta çarlepkê de ye. Ji bo edebiyateke xurt dem û derfet gerege, di roja me de dem û derfeta kurdan ya ku edebiyateke zordewlemend û rengîn biafirînin tuneye. Belê bi berxwadanên takekesî ew tu kar nikarin bigêjin astên zorbilind. Lew ku bi sedema bêdewletiya kurdan dam û dezgeyê xelkê kurd nîn in, Belê meriv dikare vê  wek bapîrê kurdan gotine, “îşê nezanên neguhdar zehmete” bêguman ku ew rast e.

Helbet ev dîtina wan e. Li gor min û piraniya nivîskarên kurd ev dîtineke şaş e, tewş e, nerast e, heta hinekan got pêwîst nake mirov minaqeşe ya vê dîtina beredayî bike.

Lokman Polat – Pirs: 22 – Tu kîjan nivîskarên kurd nêzikê xwe dibînî û ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?

Bêguman ez şagirt û pêyrewê Osman Sebriyê nemir im. Osman Sebrî hemwelatiyê mine û kêfa min pir bi zimanê ku wî bikaranî tê. Divê bê zanîn ku her nivîskarek weke xwe ye û ez jî bi qasî wan weke xwe me. Ger tu bêjî kêfa te ji kîjan nivîskarî re tê jimara wan qet jî ne hindik in. Di romanê de Mehmet Uzun, Hesenê Metê, Jan Dost, Recep Dildar û Helîm Yûsuf gelek baş in û kêfa min gelek bi berhemên wan re tê. Wekî din Eta Nahiyan, Bextiyar Elî zor baş in. Ger tu helbestkaran pirs bikî pîrê min Berken Bereh e, Nemir Arjen Arî, Abdûla Peşew û Şerko Bêkes jî hêjayî rehber girtinêne.

Lokman Polat – Pirs: 23 – Te qet pirtûkên min xwendiye?

Belê ez zanim çîrok û romanên te ên bi navên wek “Bayê Azadiyê, Borana Hovîtiyê, Evîn û Jiyan, Evîna Feqiyê Têyran, Evîndar, Mêrxwas, Hawar û Qêrîn, Jin û Zindan, Kewa Marî, Narîna nivîskar, Neviya Şêx Seîd, Nurheyata Lîcî, Paradîs, Qot Nav Viyan, Rojnamevan, Xwîn û Hêstirê Çavan” hene. Cenabê te yê berhemdar çîrok, lekolîn û vegotin jî (Kaniya Stockholmê) nivîsandine. Mixabin min ji van berhemên giranbiha bi tenê Paradîs, Bîst Romanên Kurdî, Sih Romanên Kurdî û Pêncî Romanên Kurdî xwendine.

Lokman Polat – Pirs: 24 – Niha li ser çi dixebitî? Di nêz de berhemeke nû heye an na? Di pêşerojêde dê kîjan berhema te bê weşandin?

Şik nîne ku heta enerjî di min de hebe, ezê di ber kurdî re bazdim. Eşqa min ya bi zimanê kurdî re tu caran zelûl nabe, her bi rîtim û coş ezê li ser vî zimanî bixebitim û berhemên nû biafirînim. Di derheqê nivîsara min ya bi zimanê kurdî de pîlanên min ên bi rêk û pêk hene, pêşî ezê kuliyateke çîrokên kurdî binivîsinim, paşê jî ezê romana Bozê Çindê binivîsim. Bozê Çindê firariyekî leşkeriya dewleta osmaniyane, neçûye leşkeriya şerê cîhanê yê yekemîn, derketiye serê çiyan çeteyek pêkaniye. Hemû kesên ku ji ew şerê bêxêr revî, berê xwe dane wî, çûne beşdarî çeteyê wî bûne. Çeteyê Bizo ji dewlemendan zalim û zulimkarên wê serdemê standiye, li jar û hejaran belaw kiriye.

Lokman Polat – Pirs: 25 – Gotina te ya dawî…

Dema ku mijar tê ser kurdî, gotin bi dawî nabe. Lew ku zimanê kurdî behereke bêser û bere meriv dikare bi saetan tê de soberî bike û aciziya wî tuneye. Ehmedê Xanê dibêje; Qumaş pir rinde lê bazara wî tune. Başe. Lê belê ez dibêjim, pêşî li ber pêkhatina bazara zimanê kurdî hatiye girtin, dema pêşî li zimanê kurdî vebe, dê carekê re bi hezaran şax vede û geşebide. Ew îdeaya mine, kes ne mecbûre lê bawer bike. Ez dibêjim; ger ku pêşî li zimanê kurdî bête vekirin, ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li serenserê Tirkiyê di zikê deh salan de, zarê kurdî wê sêrî li hemû zimanên ku li Tirkiyê tên axaftin bistîne. Zimanê kurdî wê di demeke kin de bibe zarê sereke, lew ku ew potansiyel li vî zimanî heye. Tê zanîn ku termînolojiya zanistê gelek tişt ji kurdiya kevnar standine. Weke ku gelek peyvên riwêknasiyê bi zarê kurdî di ferhenga zanistê de cihê xwe girtine, gelek têgihên weke “jinekolojî û pediyatrî” jî bi eslê xwe binyata xwe ji kurdî distînin. Mînakeke biçûk, fransiyan peyva “pa” ji kurdî girtiye. Peyvên wek “pantolon, pardêsû, sep(h)a, pîjama, pîlot, piyade, piyon” ji peyva “pa/pî” çêkirine. Ew peyv di ser fransî re weke gelek zimanên din ketine tirkî û ji tirkî careke din derbasî kurdî bûne. Haya kurdên me ji vê yekê nîne.

Lokman Polat – Spas ji bo bersîvên te.

Her û her spas xweş, başe ku te ew pirs li min kirin, me di siya van pirsan de daxên li ser dilê xwe daweşandin.

[1] Eskîsere: li Şarî Semsûr navê semtekê ye

[2] Hişkeço: xistina bin çokan, lêdana bi ço

[3] Peyva “pandî”, nemir Osman Sebrî di wateya “bekçî” de, di berhema wî ya bi navê “Bîranînên min” de hatiye bikaranîn.

[4] Şik nîne ku “haydar” navê Îmamê E’lî ye, ew nav bi zanîn dabûn çovê ku pê li lingê însanan didin. Ew helwesteke bi zanebûniye, di vir de êrişa baweriya “Riyaheq (Qizilbaşî)” heye. Dema mirov têr lê bikole dibîne ku di qodên vê desletê de heqareta li baweriyan heye.

[5] hurtî, gurtî û kurtî heman navin.

[6] Navê Entawê yê kevn ku bi şêwaza “Dolîk an Dîlok” tê binav kirin binyata xwe ji vê baweriyê distîne û îro jî li Entawa kevn bi navê “Dolîk Baba” ziyareteke kevnar heye.

Hevpeyvîn: Lokman Polat

Leave a Reply

Your email address will not be published.