“Ma qey em Meymûn in!”

Çelê havîna 1981ê bû. Li zîndana Amed ya numro 5 Tîpa E, îşkenceya leşkerê tirk gûr bûbû. Gardîyanan bi me talîma leşkerî dikirin. Her cara ku me derdixistin hewşê, divîyabû me bi talîmê re li dor pêncî merşên leşkerî bigota. Gerek dengê me sed hêsîrî, mîna dengê yek mirovî derketa û ji ber dengê me, mîna ku ezman biçirîya! Gerek çongên sed hêsîrî, mîna çongên yek mirovî bi hev re hilbiba û li defê sîngên me biketa û ew sed lingana mîna yek lingî bi hev re li zemîna betona hewşa zîndanê biketa û zîndan tev ji gurmîna lingên me yê bi xof û hêrs bihejîya!..

Kesê ku dengê wî cuda derketa, argûşk, poz û diranê wî ji alî zebanîyên gardîyanê leşkerên tirk ve dihatin şikenandin! Yên milê wî bê aheng raba an daketa, lingê wî bêaheng raba yan li erdê biketa, mil, parsû an çîp dihat şikenandin!

Lê me xwe biçiranda û em mîna cin û afrîdan bi ezmanan ketana jî, dîsa talîmkirina me nebaş bû; çimkî armanc ji bo radestgirtinê lêdan û îşkence bû!..

Rojek ku leşkeran em derxistibûn hewşê, gotin:

“Çar, çar têkevin rêza meşînê! Bi gavên bi aheng meş! Her tirk leşker çêdibe!” Em jî bi dengê heta di me de hebû diqîrîyan:

“Her tirk leşker çêdibe! Her tirk leşker çêdibe! Her tirk leşker çêdibe!” Leşker dîsa diqîrîya:

“Şabûn e yê divê ez tirk im! Tirkek berdêlî cîhanê ye!” Me jî diruşm dubare dikirin. Lê gardîyan, bi bilindbûna dengê me razî nedibû, bi zirt digot:

“Deng tune ye, deng, deng qûnekno!”

“Dest bi merşa `Dîrokê Bizîvirîne` bikin!” Her ku me ristek dixwend, wê leşkeran bi qîrîn bigotana; “Deng, deng, deng ne bes e! Nûtikno, dêqahpno, hûn ji qazî deng dernaxin! Merşê bibirin! Vekevin! Heta dîwarê hember, bi zikkişkê bilezînin!”

Bi qalas û mirdîyaqên hişkedaran û copan, bi hemû hêza xwe, li yên bi şûnde diman didan. Gava em digehîştin dîwarê hember, digotin:

“Vegerin, bi piştkişkê bi lez, yek, du, sê, bigehên dîwarê hember! Yê dereng ma, me nîha dêya wî!” Heta ku em ji halê me de xistin, em hingavtin. Êdî nêrîn ku em nema karin gavekê jî xwe kaş bikin, gardîyan got:

“Rabin ser xwe!”

Gava em rabûn ser xwe, gardîyan li şûna me pakêtek cixara “Bafra” û niftikek li erdê dît û got:

“Vê pakêta û niftika ya kê ye!?” Kesekî dengê xwe dernexist. Xwanê bû ku xwedîyê pakêtê tirsîya û negot. Yên zanîbûn jî lê mukur nehatin.

Leşkeran, em tev xistin rêzê, her destekî me deh dar lê xistin. Dîsa em li ser dev û ser pişt, qederekî kaş kirin. Dîsa em sekinandin û gardîyan got:

“Ya kê be, kî zanibe ya kê ye ku mukurê, bi soz ez lê nadim!”

Lê kê bawerî bi soza leşkerê tirk tanî êdî! Wê gavê lê nedaya jî, piştre wê di pozê wî û bavê wî re derxista. Loma deng ji kesî derneket. Gardîyanekî got:

“Heywanên mîna we bêheş û famkor, ne bi lêdanê be, nabe mirov; divê her roj mirov wawayî we bike û copa di weke!”

Gardîyanan, em xistin rista lêdana tilmeqûnê, bi hemû hêza xwe, her yek ji me deh hişkedar li tilmeqûna me dan. Dilê wan rehet nebû û em xistin rista feleqeyê, her yek belkî sed dar li lingên me dan. Dîsa dilê wan rehet nebû, destpêkirin li hestîyê rûyê ling û nenûkên me dan. Gardîyanekî got:

“Rabin ser pêyan! Kesên ku çixarê nakişînin, bila veqetin û li ber sîya dîwêr rûnin!” Ji yên cixare dikişandin jî qederekî gotin:

“Rabin!.. Rûnin!.. Vekevin!.. Rabin!.. Heta sisêya, li ser-dev bi zikkişkê heta dîwarê hember biçin!.. Ser-pişt heta dîwarê hember xwe kaşbikin, ye.., do, sê!.. Dêmek hûn me bi tiştekî hesab nakin ha..! Têkevin rista mekîkê, hûn`ê sed mekîk bikişînin!” piştre gardîyanekî got:

“Bisekinin! Yên çixareyên qûnpembo dikişînin veqetin, herin ber sîya dîwêr rûnin!” Yên mayî, dîsa li ser-dev û ser-pişt dan kaşkirin.

Kelikela germa havîna Amedê bû. Du rojan dilopek av bi devê me nebûbû. Ji tîhna nav û dilê me dişewitî. Pişikên me zuha bûbûn. Devê me ji tîhna zuha bûbûn û lêvê me qelişî bûn. Ziman ji devê me kişîyabûn! Kîdera çermê me digehîşt betona sincirî, mîna şîrêzê pê ve zeliqî dima! Gardîyanekî ji wî birrê cixarê bê qunpembo vedixwarin re got:

-“Werin, yek bi yek ala tirk maçî bikin!”, piştre got:

-“Sola min maçî bikin!”  Piştî wê jî got:

-“Li ser kêlekê xwe bigindirînin, heta dîwarê hember bilezînin!” Piştî gêrkirinê, gardîyankî jî got:

-“Bisekinin!..” Yekî din got:

-“Bigirîn!..” Hêsîr, li ser fermanê girîyan! Got:

-“Bikenin!” Hêsîr kenîyan! Nema di hêsîrekî hilat (belkî xwedîyê çixara Befra bû) û bi kerb got:

-“Ma qey em meymûn in ku hûn qeşmerîyê xwe bi me dikin!..”

Tu hêsîrê destê leşkerê tirk be û tu vê gotinê bibêje! Gardîyan bi hêrs:

-“Dêmek tu li hember me serî hildide û asê dibe ha!” got. Piştre ji hêsîrên mayî re jî got:

-“Ji xeynî vî heywanî, yên din jî herin ber dîwêr, tevlî yên wir bibin!”

Gardîyanê qawîşa me, di guhê gardîyanekî din de tiştek got û ew rêkir hundir. Li gor texmîna me ew şand ba Fermandarê xwe Esat Oktay Yildiran, ji bo ku wê çi bikin û çi cezayî bidin wî hêsîrî. Piştî deh deqeyekî, ew gardîyan, tevlî 5 gardîyanê din hat û bangî yên din jî kirin, tiştin ji wan re got û dest bi karê xwe yê îşkencê kirin!..

Ew hevalê me birin salona sînema, ya ku tenê ji bo îşkencê bikar tanîn. Gava ku ew bi şûnde anîn, nikarîbû li serxwe biedilîya. Koka copê lastî, yê gardîyanekî jêbûbû, darê di destê gardîyanekî jî nuh şikestibû!

Xwîn ji dev û pozê hevalê me dihat. Lêvên wî perçivîbûn. Rûyê wî û dora çavên wî werê werimîbû ku êdî bizor karîbû çavên xwe vekira. Ji bo ku çavê me bitirsînin, li hewşê îşkenca xwe dewam kirin.

Gardîyanan bi dorê, pêşî bi şîlmaq û kulmukan li rûyê wî dan! Piştre yek bi yek jê vedikişîyan û bi bazdan, bi her du lingan, yan li defa sînga wî, yan li pişta wî didan: ew jî her carê du-sê metreyan dipengizî û ji qam de li ser wê betonê diket! Werê ku heta nikarîbû li ser pêya bisekinîya li wî xistin.

Birayê wî hêsîrî jî tevlî me li ber dîwêr rûniştîbû. Me tevan, di nava hisek radestî de, bi tirs, xem, fedî û hêrsek naçar(!) de, wê îşkenceya bi dilhişkî û hovîtî ku li hevalê me dihat kirin, temaşe dikir!!

Hîna jî îşkenceya xwe berdewam kirin: bi postalên xwe li ser wî gêre kirin. Pê li mil û destên wî kirin, bi koka darên di destê wan de, li nenûkên wî yên li ser betonê dan, bi her derbê re nenûkek wî, ji serê tilîyên wî dipengizî!! Di wî halî de, jê re gotin:

“Çiqas qirşûqal û gemara li hewşê hey e, tê tevî bi devê xwe bide hev, ku devê te tije bû, tê derxe têke bêrîka xwe!” Di vê navbênê de, ji me yên rûniştî re gotin:

-“Hûnê hemû, her yek çixareyekê vêxin! Yên çixarê nakişînin jî divê ji hevalê xwe bistînin û vêxin! Gava we cixara xwe qedan jî boçikên xwe venemirînin û bavên erdê!”

Piştî ku me boçikên xwe avêt (ku me hinekan jî di berxwe de vemirand û navêt), gardîyanan ji hevalê me yê ku bi deva hewş paqij dikir gotin:

-“De bi zikkişkê, van boçikên cixaran yek bi yek bi devê xwe bide hev!” Wî jî wan boçikan yek bi yek bi devê xwe da hev. Piştî ku devê wî tije bû, gotin:

-“Wan boçikên devê xwe, valake bêrîka xwe û yên mayî bide hev!” Ji ber wan boçikên ku ji devê xwe valayî bêrîka xwe dikir, yên nevemirî, derpîyê wî yê naylon dişewitî!

Piştî ku boçik qedand, ew birin “bin pêlingê”, em jî birin hundir. Piştî demekê ew di rewşek gelek xerab de anîn hundir. Him parsû û gelek hestîyên canê wî şikestibûn û ya herî giran, berxwedarî, şeref û kesayetîya wî hatibû binpêkirin!

Lê qet nebe wî li hember kiryarên gardîyanên hov yê kirêt helwestek rêdabû û serî hildabû!..

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *