Değişim Söylemi ile Statükonun Yeniden Üretimi
Celal Hoca Amed Değişim deniliyor. Demokratik yapılanmadan söz ediliyor. Halkın özne gücü olduğu ifade ediliyor. Birlikte…
Îsraîl: Em ji Libnan, Sûriye û Xezeyê venakişin
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku artêşa welatê wan ji wan herêmên krîtîk ên…
Axios: Netanyahu ji nêzîkbûna rêkeftina Washington û Tehranê nîgeran e
Malpera nûçeyan a navdar a Amerîkî “Axios”, di raporekê de aşkere kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin…
Rêberê Bilind ê Îranê bi reşnivîsa rêkeftina li gel Amerîkayê razî bûye, lê supaya pasdaran li dij derdikeve
Li gorî nûçeyeke rojnameya navdar a Amerîkî New York Times (NYT), di peywendiyên navbera Washington û…
Mesrûr Barzanî: Mijara mûçeyan bi mûçeyê hemû xelkê Iraqê ve hatiye girêdan û em hêvîdar in tevlî mijarên siyasî neyê kirin
Îro çarşemê 10.06.2026an, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civîneke rojnamevaniyê de ragihand: “Em bi…
Sekreterê Civata Wezîran: Şandeke Herêmê serdana Bexdayê dike û pirsgirêka mûçe bi yekcarî tê çareserkirin
Sekreterê Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê aşkera dike ku pirsgirêkên taybet bi mûçe û neftê yên…
Rêjîma Îranê bi fermî serwet û heyîya xelkê talan dike
Cinayetkarekî rêjîmê yê bi navê “Esedullah Ceiferî” ku dadstanê rêjîmê li parêzgeha Îsfehanê de ye, bi…
Îsraîlê haydariya valakirina 20 bajar û gundên li başûrê Libnanê da
Artêşa Îsraîlê roja 23’yê Cozerdanê tevî agirbesta di şerê ligel Hizbullahê de, hişyarî da li ser…
Ahmet Turk li ser pêvajoyê axivî: Baweriya gel zêde nemaye
Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ragihand ku ew wekî aliyê Kurd nabêjin pêvajo xetimî ye lê heta niha ji aliyê hikûmetê ve ti gaveke berçav nehatiye avêtin û ji ber vê yekê baweriya gel zêde nemaye. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ku li şûna wî qeyûm hatiye danîn ji Rûdawê re pêvajoya çareseriyê nirxand. Ahmet Turk da zanîn ku gelê Kurd heta îro ji bo aştî û biratiya gelan gelek gavên berçav avêtine lê bersiveke erênî nedîtine. “Gelo projeya wan çiye?” Ahmet Turk diyar kir ku hikûmeta Tirkiyeyê heta niha ti pêşniyaz û projeyek ji bo pêvajoyê nedaniye holê û wiha axivî: “Gelo projeya wan çiye? Dixwazin çi bikin? Di vê derbarê de bi rastî jî em ne agahdar in. Ji ber vê yekê, gel jî îro dibêje ‘baweriya me pê nayê’. Heta niha tiştekî berçav li holê nîne.” Ahmet Turk destnîşan kir ku mesele ne tenê pirsgirêka qeyûman e û got: “Îro gelê Kurd miletek e. Li ser nasname, ziman û çanda vî gelî heta niha ti gav nehatine avêtin. Meselê ne tenê şerê çekdarî bisekine ye, pirsgirêk ev e, divê bi rêya demokrasiyê gav werin avêtin.” “Sebra millet nemaye” Siyasetmedarê Kurd destnîşan kir ku ew tim dibêjin bila biratiya gelên Kurd û Tirk pêk were lê ji bo biratiyê ti gav nayên avêtin û wiha domand: “Rast e, em nabêjin pêvajo xitimî ye lê sebra millet jî pir nemaye. Em dixwazin bizanibin gelo ji bo paşerojê niyeta wan çiye, dixwazin çi bikin? Pêwîst e em jî agahdar bin lê heta îro me tiştekî erênî nedîtiye.” Ahmet Turk da zanîn ku ew dê bi sebir vê pêvajoyê bişopînin û naxwazin careke din were gotin “Kurdan pêvajo xera kir” û wiha pê de çû: “Em dixwazin hemû gelê Kurd û yê Tirk jî bibînin ku eger ev pêvajo xera bibe, sedema wê ew e ku hikûmetê daxwazên gelê Kurd bi cih neanîne. Em naxwazin ev qonax wisa bi dawî bibe, ji ber wê em bi zelalî nêrîna xwe tînin ziman.” (Rûdaw)
Êzîdiyan bi kultûrê xwe reng da Festîvala Şel û Şepik
Di çarçoveya 4emîn Festîvala Şel û Şepikan de li bajarê Zaxoyê, hunermend û ciwanên Êzîdî bi…
Serokwezîrê Pakistanê: Rêkeftina Amerîka û Îranê di nava 24 saetan de tê îmzekirin
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf ragihand, ew gihîştine qonaxa dawî ya rêkeftina aştiyê ya di navbera Amerîka…
CENTCOM: Me li Tengava Hurmizê rê li ber êrişeke Îranê girt
Artêşa Amerîkayê ragihand, wan li Tengava Hurmizê çend dronên Îranê xistine. Tevî vê aloziya serbazî, daxuyaniyên…
Beşek ji axaftina Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk ya di konferansa Qoserê de
Beşek ji axaftina Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk ya di konferansa Qoserê ya roja 07.06.2026ê li dar…
Berpirsekî Koşka Spî hûrgiliyên qonaxa dawî ya peymana Amerîka û Îranê eşkere kirin
Berpirsekî payebilind ê Koşka Spî yê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, hûrgiliyên qonaxa dawî ya peymana navbera Amerîka û Îranê eşkere kirin. Wî berpirsî hûrgilî ji rojnamegeran re eşkere kirin û Nûçegihanê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde jî di wê civînê de amade bû. Berpirsê Koşka Spî angaştên ku “Îran dê tenê li hemberî îmzekirina peymanê bi milyaran dolaran wergire” red kirin û hişyarî da ku divê bawerî bi “propagandaya” medyaya Supaya Pasdaran neyê kirin. Berpirsê payebilind ê Koşka Spî ragihand ku peyman dê hemû wan armancên ku Serokê Amerîkayê diyar kirine pêk bîne ku ew jî ev in: Vekirina Tengava Hurmizê: Azadiya çûyîn û hatinê dê were misogerkirin. Nehiştina Bernameya Nukleer: Îran dê bernameya xwe ya nukleer bi temamî ji holê rake. Destdanîna Ser Uranyumê: Amerîka dê dest deyne ser uranyuma meyandî ya Îranê. Li gorî peymanê, ew made dê li cihê xwe were tunekirin û paşê dê derkeve derveyî Îranê. Aştiya demdirêj: Ji bo misogerbûna aştiyeke demdirêj, Îran êdî dê piştgiriya aborî ya komên çekdar ên li herêmê neke. Li hemberî vê, hemû alî dê rêzê li serweriya axa Îranê bigirin. Pergaleke kontrolê ya tund: Ji bo pêkanîna pêbendbûneke demdirêj, pergaleke pişkinînê (kontrol) ya tund ji bo bernameya nukleer dê were avakirin. “Îran dê li hemberî gavên xwe bê xelatkirin” Berpirsê Amerîkayî diyar kir, ger Îran pêbend bibe, dê ji zextên aborî yên salan xilas bibe û tev li aboriya cîhanî bibe û got: “Ew dê li hemberî tevgera xwe ya wekî welatekî asayî, ne wekî dewleta herî mezin a piştgiriya terorê dike, bên xelatkirin. Lê ev sûd tenê wê demê tê bidestxistin ku ew gavên pratîk biavêjin.” Wî angaştên derbarê mijara ku pereyên “cash” (pereyên kaxez) bidine Îranê red kirin û wiha axivî: “Ez dibînim kes hene dibêjin bi îmzekirina vê belgeyê Îran dê 12 milyar, milyarek an 6 milyar dolaran wergire. Ev hemû ji rastiyê dûr in. Îranî ne dema îmzekirinê û ne jî dema dan û standinan tiştekî werdigirin.…
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Piştî girtina Tengava Hurmizê û qutbûna rêyên deryayî yên veguhastina enerjiyê ya ji ber şerê Amerîka û Îranê, Sûriye hewlên xwe zêdetir kirine ku bibe alternatîva wê rêya stratejîk. Sûriye dixwaze wekî navendeke mezin a veguhastina enerjiyê ya li herêmê derkeve pêş. Cografyaya Sûriyeyê wiha kiriye ku ev mijar li Washingtonê bibe cihê bala hinek navendên lêkolînê. Di heman demê de hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û piştgirên wê jî girîngiyeke zêdetir didin vê mijarê. Di vê çarçoveyê de, Peymangeha New Linesê ya li Washingtonê gotûêjeke taybet a bi navê “Destpêşxeriya Girêdana Çar Herêmên Avî” saz kir. Di civînê de projeya ku Sûriye bibe navenda vê girêdanê hat nirxandin. Projeya “Girêdana Çar Avên Sereke” Lêkolera Peymangeha New Linesê Dana Arassiyê diyar kir: “Niha aboriya cîhanê ji ber Tengava Hurmizê rûbirûyî astengî û qutbûnan bûye. Ji ber van aloziyan pêdiviya me bi rêyeke din heye ku em xwe nespêrin Tengava Hurmizê. Em li vir kom bûne ku rêyeke alternatîv pêşkêş bikin çimkî bandora vê krîzê ne tenê welatên Kendavê, Amerîka û Îranê û hemû herêm li xwe girtiye.” Dana Arassiyê li pey çû û ragihand: “Ev rêya alternatîv di bingehê de ji girêdana çar herêmên avî yên sereke pêk tê: Deryaya Navîn, Deryaya Ereban (Kendav) û Deryaya Xezerê. Ev yek dê bi rêya korîdoreke bazirganî be ku ji Sûriyeyê dest pê dike, ber bi welatên Kendavê û Tirkiyeyê ve dirêj dibe û ji wir jî diçe Ewropayê.” Mercên veberhênana Amerîkayê Axaftina li ser vê mijarê ya li paytexta Amerîkayê xwedî girîngiyeke taybet e.…
Ji bo derûnnasiya bi Kurdî çavkaniyeke nû: ‘Ferhenga Têgihên Derûnnasiyê’
Weşanên Avestayê pirtûkeke nû ya bi navê “Ferhenga Têgihên Derûnnasiyê” çap kir. Ev ferheng bi sê zimanan (Kurdî, Îngilîzî û Tirkî) hatiye amadekirin û tê de 2 hezar û 755 têgihên zanistî cih digirin. Weşanên Avestayê li ser weşandina ferhengê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku ev berhem encama 10 salan a lêkolîn û tecrubeya kovara Psychology Kurdiyê ye. Hat destnîşankirin ku derûnnasî wekî zanisteke ku rasterast bi hest, raman û tevgerên mirovan re têkildar e, bêyî zimanekî xurt û standard nikare bi pêş bikeve. Çavkaniyeke bingehîn ji bo pisporan Ji bo ku ferheng bi hêsanî were bikaranîn, bi awayê 3 beşan hatiye amadekirin. Beşên ferhengê wekî Kurdî-Îngilîzî-Tirkî, Îngilîzî-Kurdî-Tirkî û Tirkî-Kurdî-Îngilîzî hatine rêzkirin. Armanca vê xebatê ew e ku ne tenê ji bo derûnnasan, di heman demê de ji bo pisporên zanistên civakî jî bibe çavkaniyeke bingehîn. Her wiha hat eşkerekirin ku ev ferheng nîşan dide ku Kurmancî dikare têgihên herî aloz ên zanistî hilgire. Amadekarên ferhengê kî ne? Ferhenga ku ji 392 rûpelan pêk tê, ji aliyê tîmeke pispor ve hatiye amadekirin. Di nav amadekarên pirtûkê de Abdulsittar Ozmen, Siyabend Aslan, Abdulsamet Dogan, Gulperî Gunduz, Leyla Turhan û Azad Dildar cih digirin. Weşanên Avestayê ragihand ku her peyva di ferhengê de, gaveke ji bo avakirina “Dibistana Derûnnasiyê ya bi Kurdî” û xurtkirina hesta aîdiyeta miletê Kurd e. Tê hêvîkirin ku xebatkarên qadê û hemû kesên têkildar bi hêsanî ji vê çavkaniyê sûdê wergirin. (Rûdaw)
Occo Mahabad / Rıdvan Paşa Cinayetini Bedirhaniler mi İşledi?
Tanzimat Fermanı Padişah Abdülmecid döneminde 3 Kasım 1839 tarihinde Gülhane Parkı’nda Sadrazam Mustafa Reşit Paşa tarafından…
Ez bawerim peyva “Xaltî” bi “Xaliq” ve girêdayî ye û ji navê xwedayê Urartû “Haldi/Xaldi” kevntir e
Di gelek pirtûk û lêkolînan de, peyva Xaltî rasterast bi Haldi (Xaldi), xwedayê sereke yê dewleta…
Antolojiya helbestên Rûsî
Yusuf KAYNAK Antolojî, pirtûkên ku bi hilbijartina perçeyên helbest an pexşanê têne berhevkirin in. Her çend…
Öcalan’a Özgürlük Mitingi “Judenrat’ın” Tarih Seçimi
Şefîk ÇOLAK Hukukta esas kadar usul de önemlidir. Usule uygun olmayan hukuksal bir çalışma modern dünyanın…