Li Mêrdînê dê 1emîn Pêşangeha Pirtûkan bê lidarxistin

Li Mêrdînê dê Yekemîn Pêşangeha Pirtûkan bê lidarxistin.

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin, gelek weşanxane, nivîskar, helbestvan, pêşkêşvan, derûnnas û rojnamevan dê beşdarî pêşangehê bibin.

Pêşangeh dê li Qada Fuarê ya Artukluyê ya Mêrdînê bê lidarxistin, qasî 70 weşanxane dê stantên xwe ava bikin û pirtûkên ku tên hezkirin bifiroşin.

Di pêşangehê de nivîskar dê pirtûkên xwe îmze bikin û panel jî dê çêbibin.

Pêşangeh dê 19ê Sibatê dest pê bike û heta 28ê Sibatê berdewam bike.

Kesên bixwazin herin pêşangehê dê bikaribin di navbera saet 09.00-20.00î de lê bigerin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *