M Salih Qadirî Nameya hişyariyê û banga aştiyê ya Barzanî ji bo Johnson û serokên cîhanê:…
Categorie: Nivîskarê Mêvan
Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê
Omer Ehmed Gelek sal in ku Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê heman gilînameya ji Bexdayê re vedibêje, vê carê bi zimanekî hinekî cudatir. Bexda wê budceya ku divê li gorî destûra Îraqê bide Kurdistanê naşîne. Raporeke nû ya Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ku ji 312 rûpelan pêk tê û taybet e bi salên 2019 heta 2025an, bi hejmar û belgeyan van giliyan radixe ber çavan. Dema ku Herêma Kurdistanê ji para xwe ya zagonî ya ji sedî 12,67an a budceya giştî dihat bêparkirin, mêjereke xeyalî ji samana giştî ya Îraqê bi awayekî aşkere dihat dizîn. Ev dizî ji aliyê berpirsên wan dezgehan ve dihat kirin ku ji birêvebirina wê siyasetê berpirsyar bûn. Amarên Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê eşkere dikin ku Bexdayê sala 2021an tenê ji sedî 8 heta 10ê mafên darayî yên Herêma Kurdistanê şandine. Her wiha xişteya berawirdkirinê ya salên 2024 û 2025an nîşan dide ku di wan du salan de ti mêjer ji Bexdayê ji bo Herêma Kurdistanê nehatiye şandin. Di nava heft salan de, ew pereyên ku Bexdayê ji para zagonî ya ji sedî 12,67an a Herêma Kurdistanê birîne û girtine bûne bi dehan trîlyon dînar. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di salên borî de di dabînkirina mûçeyên mûçexwiran de (945,8 milyar dînar e) ji bo 1,19 milyon meaşxwiran bi tenê ma. Diyar e Hikûmeta Herêma Kurdistanê neçar ma bi rêya dahatên navxweyî yên wekî gumrik û bacan beşekê dabîn bike lê eşkere ye ku ti carî nikarîbû wî pereyî vegerîne ku Bexdayê nedişand. Hikûmetên li pey hev ên Îraqê her tim ev mijar wekî nakokiya li ser yasaya budceyê û tênegihiştina li ser mekanîzmayên firotina petrolê yan jî wekî qurbaniya çikbestina siyasî ya li Bexdayê pênase kiriye. Lê belê bûyerên vê mehê yên li Bexdayê nayên piştguhkirin. Ew jî ew e ku heman sîstema federal a ku para Herêma Kurdistanê dibire, bi salan e nexwestiye yan jî nekarîye rê li ber berpirsên xwe bigire ku xezîneya dewletê talan bikin. Sala 2022yan lêkolerên Îraqî ew tişt eşkere kir ku medyaya navxweyî nav lê kir “Diziya Sedsalê.” Windabûna nêzîkî 3,7 trîlyon dînarî (nêzîkî 2,5 milyar dolarî) ji Desteya Giştî ya Bacan. Lêkoleran dît ku 247 çekên sexte li şaxên Banka Rafîdeyn a hikûmeta federal di navbera Îlona 2021an û Tebaxa 2022yan de hatine xerckirin. Ev çek ji aliyê pênc şirketên kartonî ve hatibûn kişandin ku ti mafekî wan ê yasayî di wan pereyan de tunebû. Tenê meha Hezîrana 2022yan de, 45 çek bi bihayê 775 milyar dînarî hatine xerckirin. Sala 2024an de 13 kes hatin cezakirin ku hinek ji wan di amadenebûna xwe de hatin sizadan ji ber ku li derveyî Îraqê bûn. Ceza ne giran bûn, hinek ji wan tenê sê sal bûn ji bo gendeliyeke darayî ku pişt re derket holê gelekî mezintir e ji ya ku destpêkê hatibû ragihandin. Dema ku dosye Gulana 2026an ji aliyê komîteyeke nû ya vegerandina pereyan ve hat vekirin, berpirsan qebareya gendeliyê derxist nêzîkî 5 milyar dolaran. Ango du qatê jimarên destpêkê. Ji bo ku em berawird bikin, hemû dahata nepetrolî ya salane ya Herêma Kurdistanê ku encama gumrik, baca xaniyan û baca şirketên hemû parêzgehan e, bi kêmanî ji 700 milyon dolarî di salekê de derbas nabe. Tenê dozeke gendelî û diziyê li Bexdayê ku di maweyê 12 mehan de bi rêya dan û standina kaxezan hatiye kirin, ji zêdetirî heft salên hemû wê dahatê re wekhev e ku Herêma Kurdistanê dikare bi tenê kom bike. Serokwezîrê nû yê Îraqê Elî Zeydiyê ku gulanê dest bi kar kir, ji wê demê ve pêngava herî berfireh a li dijî gendeliyê ya di nav gelek salan de daye destpêkirin. Di operasyoneke berbangê de li Navçeya Kesk a Bexdayê ya roja 28ê Hezîranê, yekîneyên dijîterorê bi dehan berpirs, parlamenter û bazirgan desteser kirin. Hejmara wan piştî berfirehbûna lêkolînan gihişt zêdetirî 60 kesî. Di nav desteserkiriyan de wekîlê berê yê Wezareta Petrolê heye ku tenê di dosyeya wî de dest danîne ser 107 milyon dolar pereyê neqdî, zêr, otomobîl û xaniyan ku hinek ji wan di bin erdê de veşartibûn. Desthilatdaran ev operasyon wekî qonaxa yekem pênase kir û tê pêşbînîkirin ku pêla duyem jî kesayetiyên siyasî û darayî yên bilind li xwe bigire. Niha berpirs û analîst texmîn dikin ku hemû ziyanên Îraqê yên ji ber gendelî û xerabiya birêvebirinê ji sala 2003yan ve di navbera 150 milyar û 300 milyar dolarî de bin. Ew hejmar in ku çend caran ji hemû aboriya Herêma Kurdistanê mezintir in.…
REHÎN GIRTINA PÊŞEROJ Û HÊVÎYÊ… /GELECEĞİ VE UMUDU REHİN ALMAK…
Pirsgirêka îro herî mezin a Kurdên Bakur, tenê ne zordestiya dewletê ya domdar e. Bêguman zordestiya…
Dijital Kale Seregola İntabê
Kamil Kadir İçinde yaşadığımız çağ çoğu zaman “bilgi çağı” olarak tanımlansa da aslında aynı zamanda büyük…
Yaşar Bazencir: ABD-İran Uzlaşısı, Gerçek Bir Barış mı, Zoraki Bir Statüko mu?
Dünya kamuoyunun gözü kulağı, İsviçre’de (Bürgenstock) imzalanacak ve ardından 60 günlük çetin bir müzakere sürecini başlatacak…
Kıro’nun Türk Cumhuriyeti’ni Demokratikleştirme Misyonu
Kamal Soleimani “Kıro” figürünün ve aklının Türk Cumhuriyeti’ni “demokratikleştirme” arzusu, en masum yorumuyla bile Frantz Fanon’un…
Kêlîka Bibîranînê û Dîrokek ji Şêst Salan
EYÛB ALACABEG (02.04.1947 – 24.05.2026) Me îro dostekî xwe bi bîr anî. Gelek Kurd ji bo…
Rola rewşenbîr û siyasetmedaran di çarenivîsa Kurdistanê de
Suleiman Sulevani Helwest: Pênaseya rastiyê ya rewşenbîriyêDi pêşveçûn û paşketina her neteweyekê de rola siyasetmedar û rewşenbîran yekcar mezin e. Siyasetmedar biryaran didin, rewşenbîr jî wan biryaran dinirxînin, civakê hişyar dikin û helwesteke rast nîşan didin. Entelektuel an jî rewşenbîr ne tenê kesekî xwendî yan akademîsyen e, ew kes e ku hiş û zanîna xwe ji bo ramanên rexneyî, analîzkirina civakê û refleksiyona li ser rastiyên heyî bi kar tîne. Erkê bingehîn a rewşenbîr ew e ku li hemberî desthilatdariyê rastiyê bibêje û normên heyî bixe jêr pirsiyarê. Bi gotineke din, têgiha rewşenbîrî bi helwestgirtinê ve girêdayî ye. Wekî ku fîlozofê navdar Jean-Paul Sartre dibêje: “Helwestgirtin, li ser milê rewşenbîr erkekî pîroz e. Dema ku neheqî û zilm tê kirin, rewşenbîr nikare xwe li pişt bêalîbûnê veşêre.” Ev helwest dikare li hemberî karên civakî yên piçûk be – mîna tevgerên neyînî yên hin hunermend, nivîskar, sazî û karmendên hikûmetê – yan jî li hemberî biryarên mezin û çarenivîssaz be, wekî pêşeroja gelekî û avakirina dewletê. Wekî mînak; mafê derbirînê yê Mem Ararat û gotinên wî yên di vîdyoya “Ji bo civata Kurdî…”, helwesta Diyar Dêrsimî ya li hemberî Alaya Kurdistanê û berevaniya, Erebkirina Kurdistanê û rexne û nirxandinên derbarê paşeroja welat. Ev hemû helwest ji bo bipêşveçûna me wekî milet girîng in. Lê helbet, etelektuel dikare nirxandinên erênî jî bike. Di mijara netewebûnê de rola ol û sekularîzmê Hin rewşenbîr dixwazin bi hinceta olên cuda, astengiyan bixin navbera Kurdan. Lê Kurd neteweyek e ku xwedî olên cuda ye û ol di mijara netewebûnê ya civakên modern de, ne xwedî roleke bingehîn e. Ol pêwendiyeke taybet û giyanî ye di navbera kes wekî ferd (îndîvîdual) û Xwedayê xwe de. Divê Kurd, bi taybetî Kurdên xwedî pênûs, pênasîn, zanîn û hişê vekirî, daxwaza civateke sekuler û pêşverû bikin, civatek ku tê de hemû ol azad bin, wekhev bên dîtin û ti ol ji felsefe yan oleke din bilindtir neyê girtin. Her kes divê li pêşberî qanûnê wekhev be û welat bibe yê hemûyan, bêyî cudahiya olî. Qonaxa nazik û paradoksa bêdengiyê Kurdistan di qonaxeke pir nazik re derbas dibe. Mixabin, Kurd nikarin wekî pêwîst ji derfetên heyî – ku carna zêrîn in – sûdê wergirin. Hin ji kesên ku xwe wekî “siyasetmedarên Kurd” didin nasîn, bûne antî-Kurdistan; elît, nivîskar û rewşenbîrên Kurd jî pasîf û bêdeng mane. Hin ji wan “rewşenbîran” jî bûne berdevkên dijminan. Bi vê bêberpirsiyarî û lawaziyê, ne tenê dagirker çavên xwe berdidin axa Kurdistanê, her wiha kêmneteweyên bêhêz ên ku li Kurdistanê dijîn jî dijminatiya Kurdan dikin. Mafên ku li Başûrê Kurdistanê ji bo wan hatine dabînkirin, li ti deverên din ên Rojhilata Navîn nînin. Ew ji ber şer û zilma li Îraqa Ereb direvin û tên Kurdistanê, li vir dibin xwedî mal û ewlehî lê paşê dijminatiya xwediyê malê dikin. Ev paradokseke nedîtî ye! Ev hemû ji neyekbûn û bêrêxistinbûna Kurdan tê. Heya ku vîzyon û planên neteweyî yên hevbeş nebin û Kurdistanîbûn nebe armanc, hêzên derve jî nikarin Kurdan bikin yek.…
Cemiyeta Jinên Kurd 107 salî ye!
Behîce Ferîde Demîr Şikestina ku Kanûna Paşîn a 2026an li rojavayê Kurdistanê pêk hat, ne tenê ji bo hêviyên me, ji bo jinên Kurd jî windahiyeke mezin e. Heta bi psîkolojî û encamên xwe ve şikestineke fikrî ne ji bo îdiaya doza jinên Kurd. Ji 1950î vir ve li Başûr û Bakur partiyên Kurdan bi nav û rêbazên cuda şer û mizakereyan dimeşînin. Serxwebûn, parlamenterîzm, federalîzm, xweseriya herêmî heta entegrasyon jî wekî modelên îdarî ji aliyê hêzên Kurdan ve tên gotûbêjkirin. Lê heta niha xêncî federalîzma li Başûr, Kurdan ti garantiya fermî bi dest nexistiye. Meha hezîranê ji bo van kêm destkeftiyan meheke alegorîk e. Bi gotina Mewlanzade Rifat Beg, hatina “komara leşkerî” û têkçûna serhildanên Kurdan vê mehê dike çerxoka alegoriyan. Di destpêka sedsalê de Kurdan jî wekî miletên din li Stenbolê xebat kirin û li gorî xwestekên siyasî, çandî û civakî hin sazî û komele ava kirin. Kom û kesayetiyên Kurdan him hewldanên miletî him jî maf û parastina wekheviya jinan di civîn, kovar û xebatên xwe de anîn rojevê. Jinên Kurd ên ku piraniya wan arîstokrat û burjuwa bûn, bi vê minasebetê 20ê Hezîrana 1919an li Stenbolê Cemiyeta Pêşketina Jinên Kurd ava kir. Rohat Alakom di gotara xwe ya di “Kürt Tarihi”yê de dibêje ku yekemîn seroka cemiyetê Emîne Xanîma jina Şerîf Paşa ye lê paşê bi awayekî Cemiyet di bin serokatiya Dr. Esma Encûm Yamulkî de li ser 46 madeyan sazkirina xwe îlan dike û dest bi kar dike. Her çi qasî cemiyet pir demdirêj nebe jî li gorî dewrê bandora wê xurt e. Cemiyet di pêvajoya xwe de miletê Kurd mixatabê sereke digre û dibîne. Lêkolêr Ekrem Malbat, çend sal berê nizamname ya cemiyetê bi forma pirtûkekê ji zimanê Erebî wergerand Kurdî û Tirkî û bi etîketa Nûbiharê ji weşand. Di pirtûkê de, Dr. Yamulkî di vekirina saziyê de mîsyona xwe bi van gotinan tîne ziman; “Xanimên hêja, yên ku tevlî komeleya me bûne, ew jin in ku ji Kurd û Kurdistanê hez dikin. Armanca me dijberiya Tirkan nîne. Berevajî ,em dixwazin ji wan re bibin alîkar û xwe bidin naskirin.” (K.K. Tealî Cem. Nizamnamesi – Ekrem Malbat, s-35) Tê zanîn, beriya Şerê Cîhanê yê Yekemîn, serxwebûnxwazî, mafê dewletbûnê, rola jinan, takekesî û xweîfadekirin di nav miletên bindest de wekî bayê rizgariyê belav dibû û her civakê li gorî xwe ev pêvajo dişopand. Lê mixabin Kurd ji van nîqaşên aqilane û çareser bê par derketin û hemî nasnameyên wan tevlihev bûn. Dîsa jî daxwazên serbixwetiyê ti carî ji jiyana Kurdan derneketin. Jinên ku endam an jî nêzîkî vê cemiyetê bûn xwediyê van ramanên zemanî bûn. Xebat û plansaziyên xwe jî li gorî vê taybetmendiyê dikirin. Vekirina dibistanan, xwedî derketina jin û zarokên bêkes û bêkar, perwerdekirina mamosteyan, avakirina rêxistinên sivîl û alîkariyên aborî û civakî armancên pêşî bûn. Lê wekî gelek planên Kurdan, Cemiyeta Pêşketina Jinên Kurd jî ji ber zextên siyasî di demeke kurt de hate girtin. Îro di derbarê cemiyetê de bi dehan gotar hene û nifşên nû dikarin van çend mehên zêrîn bi tevahî nas bikin. Lê ya ku wekî xeta sor divê bê parastin, mîsyon û armanca cemiyetê ye. Bûyerên dîrokî li gorî macerayên rojane nayên berevajîkirin. Ji xwe em biryarî û qenaeta endamên cemiyetê di nav salan de bi zelalî dibînin. Ew karên li Stenbolê nîvco mabûn, paşê li Kurdistanê bi tevlîbûna yên wekî Gûzîde Yamulkî û Rewşen Bedirxanê berdewam dikin. Mirov dikare bêje ew xeyalên li Stenbolê hatin ditin, li Rojhilatê Kurdistanê di 1946an de bi Komara Kurdistanê re bûn tevgera jinên Kurdistanê. Paşê jî 1952yan de Partiya Demokrat a Kurdistanê dengê jinên Kurd careke din gihande cîhanê. Ji xwe çend sal şûn ve di 1977an de jinên bakurî DDKDê (Komeleya Jinên Demokrat û Şoreşger- aligirên tevgera Dr. Şivan) ava dikin û dîroksaziya pêşengiyê ber bi Bakur ve diçerîxînin. Ji wê rojê heta 2026an dîroka jinên Kurd di navbera Başûr, Bakur û Rojava û diyasporayê ve diçê û tê. Di vê rûberiyê de rêxistinên jinan têkoşîna wekheviya zayendî û neteweyî gihand asteke piralî û pirxalî. Jinên Kurd pîştî ezmûna cemiyetê, di avakirina Ocaxên Şoreşgerî û Çandî yên Rojhilatê (DDKO) û komeleyên wek DDKDyê de jî pêşengtî kir. Lê reaksiyoneriya jinan bi van her sê periyodan jî sînordar nema. Lewra li Bakur piştî DDKDyê, di nav Partiya Karkerên Kurdistanê de jî jinên Kurd teorî û rêxîsînên nûh afiradin. Îro tevî hemî kêmasî û rexneyan jî em bi dikarin dîroka jinên Kurd li gor 1919an-1946 û 1977an şîrove bikin. Ev her sê destpêk jî hemû jinên Kurd re wekî nexşerêya entelektuelîzm û Femînîzma neteweper e. Fîgûrên wekî Dr. Encûm Yamulkî, Rewşen Bedirxan , Gûzîde Yamulkî aktivîstên bêhempa ne. Leyla Ejder, Leyla Qasim, Dr. Sevînç Işik Işcanli, Lamîa Baksî, Sakîne Cansiz, Hozan Mizgîn, Yayla Bucak, Nuran Maraşli, Leyla Zana, Gurbetelî Ersoz û bi sedan navên din jî rewşenbîr û parazvanên mafên jinên Kurd ên serdema me ne. Tevî hemî windahî û şaşiyan jî îro tevgera jinên Kurdistanê xwedî zanebûn û tecrubeyên dîrokî ye. Bê guman partiyên siyasî li gor berjewendiyên xwe dixwazin vê dirokê berevajî bikin. Lê ev ne mimkin e. Wekî Hozan Mizgîn di kilama xwe ya “Oy Gul” de dibêje: “Gulê bingeh danîne, keç û xort giş rabûne, bi xwendin û zanabûn” Belê, pîroz be 107 saliya me!
Occo Mahabad / Rıdvan Paşa Cinayetini Bedirhaniler mi İşledi?
Tanzimat Fermanı Padişah Abdülmecid döneminde 3 Kasım 1839 tarihinde Gülhane Parkı’nda Sadrazam Mustafa Reşit Paşa tarafından…
Elfabeya Latînî di navbera Erebê Şemo û Marogulov de
Deham Ebdilfettah Elfabeya Latînî di Navbera Erebê Şemo û Marogulov de[1] Dema ku elfabeya kurdî ya latînî sala 1929ê hat çapkirin û li komarên Sovyêtê yên kurdnişîn hat belavkirin, di nav nivîskar û rewşenbîran de weku bûyereke balkêş deng veda! Hin gotar di derbarê nirxandina elfabeyê de, di rojnameya “Elenda Rojhilatê” de hatine nivîsîn. Îshaq Margulov jî (2-3) gotar di heman rojnameyê de nivîsîne. Margulov di wan gotarên xwe de tekez dikir ku ew beşdarî amadekirina elfabeyê bûye. Anku wî û Erebê Şemo bi hev re elfabe saz kirîye. Vê gotina Margulov pirsgirêkek di nav rewşenbîran de peyda kir, pirseke berguman derxiste holê: Gelo danerê vê elfabeyê kî ye!? Yan jî kî ne!? 1- Celîlê Celîl di pirtûka xwe de ya ku bi sernameya “13 Rûpelên Balkêş ji Dîroka Gelê Kurd”[2] de dibêje: Ishaq Margulov elfabeya kurdî ya latînî amade kiriye. Anku tu kes pê re nebûye beşdar! 2- Cewdet Huşyar di lêkolînên xwe de, li ser zimanê Erebê Şemo, çîroka elfabeya latînî vedibêje: Erebê Şemo û Moravyan: Rojekê ji rojê buhara 1925ê nameyek ji wezîrê perwerdeyê Muravyan gihişte min. Di wê nameyê de wezîr ji min xwestibû ku ez serdana wî bikim. Di dema destnîşankirî de ez derbasî nivîsgeha wezîr bûm. Bi germî pêşwazîya min kir û nêzî xwe ez dam rûniştin. Piştî gotebêjeke kurt got: – Tu zanî ku tu Kurdê yekemîn î ku bawernameyeke bilind ji peymangeha rojhilatnasînê (Lazarêf) wergirtiye!? Ev jî erkekî pêwîst dide ber te! Tu tenê jî dikarî vî erkî pêk bînî! Tu dizanî ku elfabeya ermenî bo zimanê kurdî ne guncaw e! Te bi xwe jî li ser vê mijarê nivîsîye. Vêca pêşniyaz ew e ku tu elfabeyeke kurdî ji tîpên latînî amade bikî! Ka tu çi dibêjî!? – Ez nizanim ka ez ê karibim an na! Ji hêleke dî ve jî ez endamê komîta navendî ya partîyê li Ermînya me, bêyî destûra komîtê jî ez qet neşêm tiştekî bikim! – Rast e, lê ev pêşniyaza komîtê ye ne ya min e û pêşniyazên komîtê jî biryar in, ne pêşniyaz in, wekî ku tu jî zanî! Ez ji nivîsgeha wezîr derketim bêyî ku ez bibêjim erê yan na!! Ez dû salan li ser elfabeyê xebitîm (1925-1927). Min fonîtîka zimanê kurdî vekola, min ew û dengên tîpên latînî beranberî hev kirin heta ku ez gihiştim raweya herî guncaw. Bi vê yekê elfabeya latînî sergihayî bû!!…
ÖCALAN PARADİGMASININ ROJAVA’DA SİYASİ VE ASKERİ İFLASI
Yaşar Bazencir David L. Phillips’ın The Jerusalem Post’ta Yayınlanan Analizi Üzerine ÖCALAN PARADİGMASININ ROJAVA’DA SİYASİ VE…
Kürt Şiirinde Estetik Modernizm, Coğrafya ve Felsefenin Buluşması: Peyama Agir
Kürt Şiirinde Estetik Modernizm, Coğrafya ve Felsefenin Buluşması: Peyama Agir Kamil Kadir Kürt edebiyatı, köklerini kadim…
Nijadperestiya li dijî Kurdan û rûyê din ê dîrokê
Jan Îlhan Kizilhan Dema ku gotinên karsazê Tirk Rahmî Koç ên li ser jinên Kurd vê dawiyê bûn sedema nîqaşên giştî, di nihêrîna pêşîn de wisa xuya dikir ku ev tenê gotinek e. Lê belê tundiya bertekan tiştekî kûrtir nîşan da. Nîqaşên giştî yên bi vî rengî kêm caran li ser gotineke tenê ne. Berovajî vê, ew qatên bîrê, pêşdaraziyên mîrasmayî û hiyerarşiyên civakî derdixin holê ku dîroka wan ji kesê ku wan tîne zimên gelekî kevntir e. Tiştê ku di van kêliyan de derdikeve holê ne tenê nêrîneke kesane ye. Ew berdewamiya wan vegotinan e ku bi nifşan têkiliyên di navbera Kurdan û civakên derdora wan de şekil girtine. Li Rojhilata Navîn pêgeha Kurdan Zêdetirî sedsalekê ye Kurd di xeyalên siyasî yên Rojhilata Navîn de xwedî pêgeheke taybet in. Ew li herêmê neteweya herî mezin a bêdewlet in. Ew ne tenê rastî êrişên leşkerî, koçberiya bi darê zorê, çewisandina siyasî û cudakariya çandî hatine. Di heman demê de ji aliyê kesên din ve tim û daîm hatine pênasekirin. Ziman, dîrok û nasnameya wan gelek caran bi rêya vegotinên cuda hatine şîrovekirin. Di van vegotinan de Kurdbûn ne wekî hebûneke rewa lê wekî dûrketina ji projeyên neteweyî yên serdest hat nîşandan. Ji ber vê yekê, serpêhatiya Kurdan ne tenê çîrokeke siyasî ye. Di heman demê de çîroka pêşdarazî, nîjadperestî, desthilat, bîr û paşeroja ramanan e. Avabûna netewe-dewletan û nasnameya Kurdî Piştî rûxîna Împaratoriya Osmaniyan, avabûna netewe-dewletên nûjen, Pirsgirêka Kurdan veguherand yek ji pirsgirêkên sereke yên çaresernebûyî yên sedsala 20an li Rojhilata Navîn. Tevgerên neteweyî yên Tirk, Ereb û Farisan xwestin vegotinên yekîtî, serwerî û berdewamiya dîrokî ava bikin. Lê hebûna nifûseke mezin a Kurdan ev daxwazên wan tevlîhev kirin. Nasnameyên neteweyî kêm caran tenê bi rêya tevlîkirinê tên avakirin. Ew gelek caran xwe bi diyarkirina kesên li derveyî civaka xeyalkirî pênase dikin. Xêza ku “em” û “wan” ji hev vediqetîne dibe ku xwezayî xuya bike lê ew bi piranî berhema xebateke siyasî û çandî ye.…
Paris’te Jöntürkler, Stockholm’de Jönkürtler
Yüz yıl arayla Avrupa’ya (Jöntürkler Paris’e, Jönkürtler Stockholm’e) giden genç Türkiyeli münevverlerin buralara gidiş sebepleri; ülke…
Metirsiyên li ser Hêzên Pêşmergeyan
Arîf Qurbanî Ez bala we dikişînim ser gotareke xwe ya berê (Plana Navneteweyî û Çekdarên Nedewletî), ku min di meha ewil a rûxîna Esed û derketina Ehmed Şer de nivîsîbû. Min li wir bi awayekî zelal amaje bi metirsiyekê kiribû. Ez wê yekê dûr nabînim ku di çarçoveya plana navneteweyî ya ji bo nehiştina çekdarên nedewletî de, planekê li dijî Kurdan jî bikin. Bi taybetî gava ku mijar were ser danîna çekan a ji aliyê komên Heşdî Şebiyê ve, dibe ku çarenivîsa wan koman bi çarenivîsa Hêzên Pêşmergeyan ên Kurdistanê ve girê bidin. Niha em hinek dengên neçê yên nav mala Şîeyan û hinek navendên Amerîkayê dibihîzin ku ew dixwazin Pêşmerge û Heşdî Şebiyê bi hev ve girê bidin. Çend hefteyên borî nûçeyeke rojnamegeriyê li ser vê yekê hat belavkirin. Tê îdiakirin ku Birêvebirê berê yê CIAyê David Petraeus, bi erkekî taybet ê li ser mijara komên çekdar hatiye Îraqê û li ser vê mijarê bi berpirsên Bexdayê re civiyaye. Petraeus di dema pêvajoya rûxandina desthilata Sedam de fermandarê hêzên pirnetewe bû. Tê gotin ku wî planek daye Serokê Amerîkayê Trump û desthilatdarên Îraqê da ku wezaretake nû di hikûmeta Îraqê de were avakirin û komên Heşdî Şebiyê û Hêzên Pêşmergeyan di wê wezaretê de bên komkirin. Her çend heta niha ne ji Koşka Spî û ne jî ji Bexdayê li ser vê mijarê ti daxuyaniya fermî nehatiye belavkirin jî wekî ku Kurd dibêjin ti dûkêl bê nê bê agir e. Ew beşa agahiyan hatiye piştrastkirin ku Petraeus ji bo pirsa bêçekkirina komên çekdar ên Îraqê hatiye Bexdayê. Tê gotin ku wî di hevdîtina bi Serokwezîr re avakirina Wezareta Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê ji bo lixwegirtina hemû komên çekdar gotûbêj kiriye. Çend hêzên çekdar ên Şîe yên di nav Heşdê û derveyî Heşdê de jî amadehiya xwe nîşan daye ku ji bo biserxistina vê pêvajoyê bibin alîkar. Li gorî wê pêvajoyê divê çek tenê di destê dewletê de be. Tiştê ku pêwendiya wê bi Bexda û komên ser bi Heşdî Şebî û Eniya Berxwedanê ve heye, dikare wekî beşek ji wê stratejiya Amerîka û Îsraîlê bê dîtin ku ji bo ewlehî û aramiya herêmê pêşkêş kirine. Bi taybetî ji destpêka şerê Îran, Amerîka û Îsraîlê ve, zêdetir balê dikişînin ser wê yekê ku nabe li Îraqê çek di destê komên derveyî dewletê de bin. Guvaşên Amerîkayê yên li ser aliyên Îraqî di dema avakirina kabîneya nû ya hikûmetê de û nakokî û milmilaneya nav hêzên Şîe, di dawiyê de bûn sedem ku ew komên nêzîkî Îranê jî biçin bin barê mercên Amerîkayê. Loma tê çaverêkirin ku hatina Petraeus a Bexdayê ji bo vî erkî be. Lê têkelkirina navê Pêşmergeyan û girêdana wan bi pirseke hestyar a bi vî rengî, cihê rawestandin û fikirînê ye. Çimkî armanca sereke ya wê plana navneteweyî parastina ewlehî û aramiya Îsraîlê û berjewendiyên Amerîkayê yên li herêmê ye. Hemû ew komên çekdar ên ku ji Xezeyê heta Yemen, Libnan û Îraqê navê wan tê bilêvkirin, ew kom in ku ser bi Eniya Berxwedanê ve ne û ji aliyê Îranê ve ji bo berjewendiya Îran û Şîeyan tên arastekirin. Gelo têkiliya Kurdan bi wan re çi ye? Nabe Herêma Kurdistanê tenê wekî mijareke medyayî yan nûçeyeke nerast li vê yekê binêre. Her çend navdariya Pêşmergeyan baş be jî hîn di nav hinek navendên desthilata Amerîkayê de nêrîneke bi vî rengî li hemberî wan heye. Hinek navend wekî komeke çekdar a nedewletî yan komeke çekdar a derveyî qanûnê li Pêşmergeyan dinêrin. Piştî rûxîna desthilata Sedam û di hewldanên avakirina Îraqê de, serpêhatiya guvaşên Paul Bremer hîn li ber çavên me ye. Wî dixwest Pêşmerge û Artêşa Mehdî wekî komên çekdar ên ji qanûnê derketî bişibîne hev.…
KÜRDİSTAN TEALİ CEMİYETİ’NİN LİDERİ SEYYİD ABDÜLKADİR
Occo Mahabad Hakkâri’nin Şemdinli ilçesinde bulunan Nehrî Tekkesi, bölgenin dini ve siyasi tarihinde önemli bir yer…
ABD’NİN İRAN POLİTİKASINDA TRUMP DÖNEMİ: MAKSİMUM BASKI STRATEJİSİ, JEOPOLİTİK SONUÇLAR VE KÜRTLER ÜZERİNDEKİ ETKİLERİ
Yaşar Bazencir ABD’NİN İRAN POLİTİKASINDA TRUMP DÖNEMİ: MAKSİMUM BASKI STRATEJİSİ, JEOPOLİTİK SONUÇLAR VE KÜRTLER ÜZERİNDEKİ ETKİLERİ…
Putin, Şi’den ne istiyor?
Çin Devlet Başkanı Şi Cinping’in ABD Başkanı Donald Trump’ı ağırlamasından sadece birkaç gün sonra Pekin, bu…
Bu “Roja Zimanê Kurdî” nereden çıktı?
Rıza POLAT PKK ve uzantıları, bütün Kürt ulusal değerlerini yerle bir etmek için ellerinden ne geliyorsa…