HAWAR û Celadet Alî Bedir-Xan

Hawar dengê zanînê ye. Zanln xwe nasîn e.
Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike.
Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin.
Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide nas kirin.
Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e.
(Celadet Alî Bedir-Xan)

Xwedî û berpirsiyarê HAWARê Celadet Alî Bedir-Xan di sala 1897an de li Stenbolê hatiye dinyayê. Ew kurê Emîn Alî Bedir-Xan û birayê Kamiran û Sureya Bedir-Xan e. Di warê siyasî, kulturî û edebî de, rola Celadet û malbata wî mezin e. Malbata Celadet ku bi têkojîna xwe ya ji bo avakirina Kurdistanê navdar e, piştî avakirina cumhûriyeta Tirkiyeyê, ji allyê karbidestên cumhûriyetê ve tê surgunkirin.

Bavé Celadet, Emîn Alî û birayê wî Sureya li Misrê bi cîh dibin û Celadet û birayê xwe Kamiran jî ji bo xwendinê diçin Almanyayê. Celadet li Almanyayê doktoraya xwe ya huqûqê dike û di salên sihî de vedigere Şamê. Şam hingî di destên Fransizan de ye.

Celadet li wir dest bi têkojîna kurdayetiyê dike û dibe yek ji pêşengên tevgera Xoybûnê yê girîng. Piştî ku serîhildana Agiriyê têk diçe, Celadet Bedir-Xan destê xwe ji siyasetê dildşîne û xwe bi hemû hêza xwe dide kultur û edebiyatê.

Ew di sala 1932an de dest bi weşandina kovara HAWARê dike. Ji sala I932an heta 1943an 57 hejmarên HAWARê derdikevin. Ji bilî kovara HAWARê jî wî ji nîsana I942an heta adara I945an bi navê RONAHÎyê kovareke din derxistîye. Ev kovara ha jî xwerû bi kurdî bû û li ser hev 28 hejmar derketine.

Ji bilî kovarên HAWAR û RONAHÎyê Celadet Bedir-Xan ev pirtûkên ha jî nivîsandine: Elîfba Kurdî, Rêzimana Kurdî, Ferhenga Kurdî, Rêzana Elfabeya Kurdî, Rûpelên Elfabê, Dibaca Mewlûdê, Dibaca Nivêjên Êzdiyan, MektûbjiMustefa KemalPaşa re, Ji Mesela Kurdistanê, wergera çîroka Conî û Cimêma û bi dehan nivîs û gotarên çapkirî û neçapkiri. . .

Herweha Celadet Bedir-Xan digel birayê xwe Kamiran bi riya weşanên Hawarê bi dehan pirtûk pêşkêşî pirtûkxaneya kurdî kirine.
Celadet Bedir-Xanê ku ji bilî navê xwe li dor deh navên din jî bi kar anî ye, di 15. 7. 1951ê de mîna gelek pêşeng û rewşenbîrên kurdan, ji welatê xwe dûr, li Sûriyê wefat kir. Ew niha li goristaneke Şamê vejartî ye.
Hawar 19

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *