Hin encamên kedîkirinê û numûneyên sosretê / Peymana Sevrê û tevlîhevîya civata kurdî

Siddik BOZARSLAN

”Şerîf Paşa, dema domkirina Konferansa Parisê, ji alîyek ve bi temsîlkarên dewletên Ewrûpî ra peyivîye û doza gelê Kurd bi wan daye zanîn, di heqê doza gelê Kurd da ew serwext kirine; ji alîyekî dî ve jî bi temsîlkarê Ermenîyan Nobar Paşa ra peyivîye û sazkirina dewleteka xweser jibo gelê Kurd bi wî jî daye qebûlkirin û her duyan di heqê sazkirina dewleta Kurdistanê ya xweser da beyaneka tevayî îmza kirîye û daye konferansê. Bi wî awayî, ew xebata Şerîf Paşa ya diplomasî jî berdar bûye.” (Jîn, Cild I, r. 34, ji tîpên erebî bo latinî û tirkî û kurdîya xweser, M. Emîn Bozarslan)

Di dûwayîya konferansê da, di tarîxa 10.08ê1920î da li derê Parisê di Koşka Sêvres da ”Peymana Sevrê” hatîye îmzakirin. Li gora wê peymanê, ji çemê Ferat heta sînorê Ermenistanê û Îranê Kurdistan hatîye naskirin û heqê kifşkirina pêşedema xwe bi xwe ji neteweyê Kurd ra hatîye qebûlkirin. Her weha hatîye qebûlkirin ku, eger gelê Kurd bixwaze dikare li ser axa xwe dewleta xwe ya xweser jî saz bike.(Z. Silopî, Doza Kurdistan, r. 56- 58)

Bi wê peymanê, di dîroka Kurdistanê da cara pêşîn heqê gelê Kurd di meydana navberneteweyî da hatîye naskirin û hem dewleta Osmanî, hem jî dewletên Ewrupî jibo naskirina heqê gelê Kurd îmza dane. Ji ber wê yekê, Peymana Sevrê di tarîxa neteweyê Kurd da belge û wesîqeyeka pir giring e, welew ew wesîqe di arşîvên dewletên îmzakirox da mabe jî û nehatibe pêkanîn jî.

Qet guman tune ku Peymana Sevrê li Kurdistanê di nava kîtleyên gelê Kurd da şayî û kêfxweşîyeka bêsînor afirandîye. Dr. Nurî Dêrsimî di vî babetî da weha nivîsîye:

”Ew roja ku dewletên hevgirtî di heqê sazkirina Kurdistaneka xweser da li Sevrê amade kiribûn, di nava tebeqên gelê Kurd ên fire da şayî û heyecaneka kûr afirandibû û ew neteweyê ku ji sedsalan virda di binê nîrê bîyanîyan da dinalîyan, rakiribû ser lingan.”       (Dr. Nurî Dêrsimî, Di Dîroka Kurdistanê da Dêrsim-Kurdistan Tarihinde Dersim- r. 171)

Lê mixabin rewşa civata ma ya wê demê, tevlîhevîyeke mezin jî nîşanê me dide. Ji alîyek ve ew nuqteya ku li jor me bi rîya pênûsa Zinnar Silopî raxist ser kaxid, ew kêfxweşîya kurdan jibo Peymana Sevrê û lihevhatina kurd û ermenan nîşan dide; lê ji alîyeke dî da jî nerehetî û protestoyên ji nava civata kurd û di TBMM da xwedêgiravî gelwekîlên kurdan bi nutqên xwe yên xulamîyê jibo sistema nû ya Ankarayê raxistine pêşîya me. Ez pêwist dibînim ku pêşî piçek behsa wan protestoyên ku ji hin herêmên Kurdistanê hatine kirin û paşê jî gengeşeyên li TBMM jî raxînim pêşberî we hêjayan.

Nerehetî û protestoyên hin derdorên kurdan tên merhaleyek ku hin ji wan Şerîf Paşa wek xaînek îlan dikin, ji ber ku wî bi ermenan ra peyman çêkirîye û dixwaze ji osmanîyan cîyê bibe. Di vî derbarî da hin telgrafên ku xwedêgiravî li ser navên serok eşîran hatine şandin, nawerokên wan ên wek hev nîşan didin ku ew ji alîyê rêvebirên dewletê ve hatine organîzekirin.  Telgrafa ewil li ser navê hin eşîrên kurd di 1ê çirîya paşîn 1919an da ji Sêrtê hatîye şandin bo Wezareta Derve (Dahiliye Nazirligi). Di telgrafê da hewildana KTC (Kurdistan Tealî Cemîyetî) jibo ku dixwaze Kurdistanê ji Împaratorîya Osmanî cîye bike, hatîye gunehbarkirin û protestokirin. Yek ji vê telgrafê jî dîsa di 1ê çira paşîn 1919an da di rojnameya Îfhamê da hatîye weşandin.  Heman telgrafan di rojnameyên cuda yên Stanbolê da di navbera rojên 1-6ê çirîya paşîn 1919an da hatine weşandin.

Bê guman van telgrafan, kêfa wezareta derve anîye û loma wezaretê di 10yê çirîya paşîn 1919an da spasîyên xwe jibo wan eşîrên kurdan bi telgrafên cîyê dane zanîn û bi cîanîne.

Van hewildan û telgrafên kurdan jibo ”Biratîya Kurd-Tirk”, li Stanbolê ji alîyê çapemenîyê ve dibe semedê heskirin û coşeka mezin ku ew hemî girêdayê dewletê bûne. Di 11yê çirîya paşîn 1919an da di rojnameya Îlerîyê da nivîsareka ”Ji kurdan ra spas” dertê û di rojên piştî wê da di gelek rojnameyan da nivîsarên spasdarîyê û heskirinê tên weşandin. Di 12yê çirîya paşîn da jî di rojnameya Îfhamê da bi îmzeya Ahmet Ferît Beg makaleyek tê çapkirin. Di wê nivîsarê da behsa Peymana Îdris-î Bidlîsî û Yavuz Sultan Selîm tê kirin ku di 1514an da çêbûye û di bin sernivîsara ”Sedeqata Kurdan” da tespîteka balkêş heye. Ew tespît weha ye:

”Tirk û kurdan çarsed sal berê ne bi îradeya şûr, dibe ku bi îradeya dil yekbûyîya du neteweyan bûne yek û çarsed sal paşê di derdora heman tac û text da jibo pêkvejîyanê ev wefa û sedeqata ku nîşan dane, jibo bextewarîya mustaqbela (serbixwe) me tirk-kurdan dibe mizgînîyeka bilind.”

Tê gotin ku wê demê di navbera  Hukumeta Bab-î Alî û KTC da gengeşe li ser şola kurdî çêdibe û encameka baş an heyînî dernakeve meydanê. Loma piştî wan gengeşeyên neyînî di rojnameya Vakitê da nivîsareka balkêş derçûye ku ew rojname girêdayê hukumetê bûye. Nivîsara ku di 17yê çirîya paşîn 1919an da derçûye, binê xalek hatîye çixêzkirin ku ”behskirina serxwebûna Kurdistanê, ji alîkarîya ermenan ra dike û yên ku di van bawerîyan da ne, têkilîyên wan bi kurdan ra tunene. Eger weha bibûya, yên ku li Stanbolê rudinin û leqleqîyê dikin, ew dê biçûna Kurdistanê û gelê xwe yê nexwenda hişîyar bikirana û kultûra wan pêşta bibirana. Di van mercan da yên ku serxwebûna Kurdistanê dixwazin, dijminê herî mezin ên kurdan in û wd.”

Di aynê rojê da di Kovara Jînê da jî nivîsareka di çarçoveya bersivdayînê da derçûye û rexne li hukumetê hatîye xistin. Di wê nivîsarê da hatîye balkişandin ku ”dema kurd çareserkirina mafên xwe xwestine ku wan şolan bi sedsalane hatine domandin û çareser nebûne, hukumet li dijê wan daxwazan rawestîyaye û wan daxwazan wek serhildan bi navkirîye ku ev şaş e, ne tesbîteka rast e û loma ew bêdengkirina van gilînameyan dixwazin û wd.”

Di wê çarçoveyê da gengeşe didomin. Mesela, di 2yê kanûna paşîn (an çileya paşîn) 1920an da li ser navê ”Maqulên (an pêşevayên) Kurdên Bidlîsê)” telgirafek jibo hukumeta Stanbolê tê rêkirin û tê da hatîye behskirin ku ”Hin kesên xwedî nîyeta xirab bi daxwaznameyek beyan kirine ku ew Kurdistaneka di bin parastina dewleteka bîyanî dixwazin, ev daxwazname ne rast e, em lanetê li wan tînin.”

Di 2yê kanûna paşîn 1920an da M. Kemal bi telgrafek spasîyên xwe jibo Serekê Eşîra Mutkî Hacî Musa Beg û Cemalettin Efendî yê li Hacîbektaşê rêkirîye, ku wan alîkarîya ”Mistoyê Kor” kiribûn û H. Mûsa Beg jî jibo ku Kurdên Balayê (Ankara) alîkarîya M. Kemal bikin, xebitîye û wd…

Di 5ê kanûna paşîn 1920an da jî li ser navên eşîrên kurd yên Dêrsimê û Erzincanê jî xwedêgiravî telgrafeke piştgirîya TBMM kirîye ku ew li Sêwasê di rojnameya Îrade-i Millîye da çap bûye ku ew rojname ji alîyê M. Kemal ve hatîye neşirkirin. Di telgrafê da hatîye nivîsîn ku kurd tu car naxwazin ji tirkan cîyê bibib û 1000 sal e ku biratîya kurd û tirkan dimeşe û ew li dijê veqetandinê û û wan dîtinan bi nefretê red dikin. Yên ku wê telgrafê şandine jî ev in: Reîsê Eşîra Abbasuşagiyê Seyît Alî, Reîsê Eşîra Keçilî Gazî Beko û ji Eşîra Keçîlî Yusuf, ji Eşîra Kureyşan (Korişli) Dursun, Reîsê Eşîra Hişanli Şêxê Bogasa Dêrsimê Alî, Reîsê Aşuran (Avşanli) Çeko Îsmaîl, Reîsê Eşîra Balabanê Paşo.

Di 6ê kanûna paşîn 1920an da Kazim Karabekir nivîsek rêdike Stanbolê û baldikşîne ser hewildanên kurdan û dîyar dike ku divê xebatên kurdan li Stanbolê werin qedexekirin û dema kurd û tirk ji hev cîyê bibin, ew dê kêrî ermenan were û wd.. (Celal Temel, 1918-1923 Mondros´tan Lozan´a Kürtler, İBV Vakfı Yayınları, s. 142-145, İstanbul 2017)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *