Civaka kurdên li Swêdê û beşdarîya hilbijartinan

Mehmed Dehsiwar

Swêd welatekî ku dikeve başûrê Skandînavyayê û bêtirîn ji sedî bîst şênîyên wê ji bîyanîyan pêk tê. Hejmara nifûsa welêt nêzî deh mîlyonan e hejmara bîyanîyên ku ji çaralîyên cîhanê ji sedemên têkel hatine û li wir bi cî bûne jî ji sedî bîst e. Li Swêdê her wiha pênc eqalîyetên ku ji mêj ve li ser axa Swêdê bi cî bûne hene ku li ser pêşnîyara Yekîtîya Ewrûpayê ji destpêka sala 2000ê ve weke fermî tên nasîn. Her pênc gel an ku samî, tornedalî, romanî, fînîyên Swêdê û cihûyên Swêdê ji destpêka sedsala nû ve beşdarî pêşxistina civakê bûne û her yekê ji bo pêşkeftina xebata gelê xwe ji dewletê weke fermî alîkarî werdigirin.

Hejmara samîyan, ku gelê bingehîn û kevintirîn yê Swêdê tê hesibandin nagihîje mîlyonekê û wek gelhe li bakurê Swêdê dijîn. Cihû nêzî 25 hezaran, romanî nêzî 100 hezaran, fînî nêzî 700 hezaran û tornedalî jî nêzî 100 hezaran in. Xebat wan bêtirîn li ser pezkovî û xezalan e û debara wan jî pê dibe. Hejmara her çar gelên din ne zêde ye û li çaralîyên welêt bi cî bûne. Îro dewleta Swêdê di karûbarên kulturî û aborî de bi her awayî alîkarî dike û samî xwedîyê parlamentoyeke herêmî ye. Şagirdên hemû kêmatîyan zimanê xwe bi fermî di xwendegehan de heta ku lîseyê biqedînin dixwînin û ger bixwazin dikarin di xwendegehên bilind de jî perwerde bibînin.

Digel eqalîyetan/kêmatîyan ku bi îngîlîzî minority tên binavkirin bêtirî du mîlyon jî gelên ku ji welatên cuda hatine û li Swêdê bi cî bûne hene. Ev gel jî ku bixwazin dewlet ji bo zarokên wan mamoste dixe kar ku bi zimanê xwe jî perwerde bibînin. Hejmara kurdên Swêdê nêzî 150 hezar tê hesibandin lê pir zor e ku mirov bikaribe hejmareke pêbawer derbixe ji ber ku kurd weke hemwelatîyê Tirkîyê, Sûrîyê, Îranê yan jî Iraqê tên nivîsîn. Yên Kafkasya û Lubnanê jî her wiha qeyd dibin.

Kurd di civaka Swêdê de bi gelek awayên têkel bi pêş ketine û bi xurtî beşdarî kar û xebatên civatê dibin. Di parlamentoyê de bêtirîn ji deh parlamenterên ku di cûrbecûr partîyên swêdî de endam in hene. Kurd her wiha di parlamentoyên gelek beledîye û wîlayetan de jî cî werdigirin û li gorî bîr û bawerîya xwe xîzmetê dikin.

Kurdên Swêdê di kar û barên komelayetî de jî pir bi pêş ketine û bi sedan komele û rêxistin ava kirine. Mezintirîn komeleya kurdên Swêdê bêşik Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ye. FKKS ji gelek komeleyên ku li çaralîyê welêt hatine damezrandin pêk tê. Digel vê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê jî ku endamê FKKSê ye di nav rewşenbîrên kurd de cîyekî xweser werdigire.

Di hilbijartinên dawî ku di 11 îlonê de pêk hatin, gelek kurdên endamên partîyên swêdî jî di lîsteyan de hebûn û gelek ji wan jî di cîyên hilbijarbar de bûn. Îsal serîlêdana Swêdê ya endametîya Natoyê dikare tesîrê li ser hilbijêrên kurd kiribe ku kêm kurd biçin û dengê xwe bidin. Ew jî dikare ji ber ku hikûmetê ji tirsa ku Tirkîyê ew weke endam nepejirînin, peymana ku bi wan û Fînlandîyayê re hatibû pêkanîn baş eşkere nekiribûbn û di daxuyanîyên xwe de lawaz tevgerîyabûn.

Piştî hilbijartinan dîyar bû ku partîya nîjadperest Demokratên Swêdê ku bi dijberîya biyanîyan tê naskirin, ji sedî 20,7 dengê hilbijêran wergirt û herî bêtir bi pêş ve çû. Ev partî di parlamentoyê de piştî Sosyal demokratan bû partîya duyemîn. Digel vê hêzên rast û burjuva di parlamentoye de bi du endaman kete pêş û dîyar e ku ew ê bi alîkarîya partîya nîjadperest hikûmetê damezrînin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *