Dema serlêdana hilbijartina dersa Kurdî ne diyar e: Dixwazin pûç bikin

Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê hê jî roj û dema serlêdana waneyên bijarte yên Kurdî eşkere nekiriye.

Di 19ê vê mehê de dibistan 15 rojan dikevin bêhnvedanê û girtî dimînin.

Eger pêvajoya serlêdana waneyên bijarte di bêhnvedana dibistanan de dest pê bike, wê çaxê tirs ew e ku gelek xwendekar nikaribin van waneyan hilbijêrin.

“Bila dema serlêdana waneyan 2 hefteyan dirêj bikin”

Serokê Egîtîm Bîr Sena Amedê Remezan Tekdemîr got, “Di 19ê mehê de somestir dest pê dike.

Ev bêhnvedan 2 hefteyan dewam dike. Bila 2 hefteyan dema serlêdana waneyan dirêjtir bikin.

Bila di wextekî fireh de malbat, zarok û mamoste van dersan hilbijêrin.

Ji bo vê yekê pêdivî bi demeke berfireh heye.”

 Hilbijartina waneyên Kurmancî û Zazakî hatine zehmetkirin

Ji ber nezelalbûna dema serlêdana waneyên bijarte dê û bav û xwendekarên ku dixwazin waneyên kurmancî û zazakî hilbijêrin heyirî mane.

Li gorî agahiyên Sendîkaya Mamosteyan Egîtîm Senê îsal pergala serlêdana waneyan jî guheriye.

Ev pergal dê li pêşiya hilbijartina Kurdî astengiyan derxe.

“Dixwazin bijartina dersên Kurdî pûç bikin”

Serokê Egîtîm Senê ya Amedê Serhat Kiliç wiha anî ziman, “Çi dersên ku zarok ji bo ezmûnan dixwazin hilbijêrin xistine vê beşê.

Zarokek divê muqayese bike ka ez dê matematîkê hilbijêrim an zanist an jî dersa Kurdî.

Par ne wisa bû. Dikaribû her sêyan jî hilbijêre. Îsal bi vî awayî jî dersa zimanên bijarte bi dersên akademik û matematik ve hiştine ku bêne muqayesekirin.

Dixwazin bi vî awayî van dersên Kurdî pûç bikin û hilbijartina dersên kurdî asteng bikin.”

Hem nezelalbûna dema serlêdanê û hem jî awayê hilbijartina waneyên Kurdî diyar e ku dê îsal pêvajoya hilbijartina waneyan aloztir bike.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *