Nêçîrvan Barzanî: Em daxwazê ji aliyên siyasî dikin zêdetir giringiyê bidin kandîdkirina jinan

Serokê Herêma Kurdistanê peyamekê bi helkefta Roja Cîhanî ya Jinan belav dike û tê de radigehîne, “Em bi geşbînî û bi hêvî û umêd li çalakî û tevlîbûn û hevpariya jinan di tev warên jiyanê de li Kurdistanê dinêrin”.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê îro (Înî, 08.03.2024) peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta 8ê Adarê, ku Roja Cîhanî ya Jinan e, belav kir.

Ev jî deqê peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye:

Ez roja 8ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan, bi germî li hemî jinên Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz dikim, di bizav û kar û xebata wan de ji bo bidestxistina wekhevî û tevaya mafên jinan, wekî her car ez bi hemî bawerî û îmkan ve alîkar û piştevanê wan im, ez daxwaza pêşveçûnên berdewam û serkeftinê ji wan re dikim.

Em di vê bîranînê de bi rêz û hurmet tevaya wan jinên wêrek li bîr tînin, ên ku di karwanê xebata xwe de ji bo parastin û bergiriya ji mafên xwe serê xwe danaye, an jî bi neheqî bûne qurbaniyên tundûtîjiyê û hizra tundrê û paşkeftinê. Em tekez dikin ku em dê bi hemî îmkanên xwe li beranberî her hizir û gotin û stem û destdirêjî û zilm û neheqiyeke li jinan tê kirin rabiwestin.

Di demekê de ku em bi geşbînî û bi hêvî û umêd li çalakî û tevlîbûn û hevpariya jinan di tev warên jiyanê de li Kurdistanê dinêrin, em tekez dikin ku em li benda zêdetirê ne û wekî herdem dê li ser kar û bizav û têkoşîna xwe ji bo zêdetir misogerkirina rol û amadeyî û derfet û pêgeha jinan di tevaya biyav û warên jiyanê de berdewam bin. Her li vê derê em daxwazê dikin ku aliyên siyasî di hilbijartinên bê de zêdetir giringiyê bidin kandîdkirina jinan.

Civakeke azad û şaristanî ya pêşkeftî ku aram û tena be, ku nifşekî durist û zîrek peyda bike û paşerojeke baştir ava bike, bê azadî û wekhevî û mafên jinan peyda nabe, lewma erkê me tevan e li ser tevaya astên civakê bi vê baweriyê û têgehiştinê piştevaniya xebata jinan bikin û heta serkeftinê bi wan re bin.

8ê Adarê li tevan pîroz be.

 

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

8ê Adara 2024ê

K24

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *