Bîranîna Nûredîn ZAZA

Gelî heval û hogirên Ezîz,

Kurdistanîyên qedir bilin û hêja,

Pêşîyên me gotine:

“Dinya weke gulekê, bi hevalên xwe re bîhn bike û bimeşe!”

Em bi hişmendîyek netewî, lehengê Kurd Dr Nureddîn ZAZA ku 32 sal berê ji  nav me koç kir, bi rêz bi bîrtînin û bejna xwe li ber ked û xebatên wî ynê pîroz ditewinîn.

Nûreddîn Zaza, di heman deman de, pêşkêş û rêberekî zana, mamoste, rewşenbîr, sîyasetmedar, civaknas, komelvan, rexistinsaz û kesayetekî xwedî asoyek zelal bû.

Nûreddîn Zaza,  serokê PDK Sûrî,  têkoşer û pratîsyenê tevgera netewî bû. Mamoste û damezrênerê komela xwendekarên kurd yên li derva ye. Pêşkêşê, “Civata şagirdên Kurd li Ewropa”yê bû.  

Nureddîn ZAZA, berpirs û dîplomatê hemû beşên Kurdistanê bû.

Nûreddîn ZAZA kedkar û xebatkarê doza netewî bû. Di hêmû deman de, hîxmetkarê gelê xwe, têkoşerekî rizgarîxwazê netewa Kurdistanê bû.

Em ji bakûrê Kurdistanê, weke şopger û hevalbendê Nureddîn ZAZA cardin dibêjin:

“DUNYA WEKE GULEKÊ, Bİ HEVALÊN XWE RE BÎHÎN BİKE Û BİMEŞE!”

Silav û rêz…

Cano Amedî / AMED

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *