Li Zîndana 5 Nolî Berxwedana Çille

Raya giştî tev pê hesîya di demek nêzda Navê Amirê Ewlehîya Hefsa 5 Nolî Esa Oktay Yildiran li Buca Îzmîr li dibistanek Zarokan hat kirin. Gruba Bîrdanka Hefsa 5 Nolî di 3 Çille de bi pêşandan û daxuyanîyekê ev kiryar şermezar kir.

Serpêhatîya 3 Çille li her qawîşek hefsê bi awakî trajîk qewimî. Di serê her merivekî re jî bûyerên cuda derbas bûn. Ev jî çîroka ku 40 sal berê di serê min re derbas bû ku bi qasî tê bîra min!

Di 03.01.1984 de, dema berxwedana 3.yê Çille dest pêkir, em li qawîşa 28an bûn. Piştî berxwedana 5 Îlon 1983yan em her yek ji qawîşkê anîbûn 28a. Ez jî ji qawîşa 26an anîbûm wir.

Li vê qawîşê, ji rêxistinên PKK, Kurtuluş, TKEP, Pêşeng/DDKD û TKSP/Ozgurluk Yolu hebûn. Ji dawa me Cano, Mahmût, Recep, Sidîk û hevalek dudê din hebû.

Mudûrê 5 Nolîyê û komutanê Esat Oktay Yildiran Binbaşı Bîrol Şen (yan jî Alaattin Bayar), ji 5ê Îlona 1983an de mîna serxweşa heta sibehê ranediza û mîna gardîyanên, çima em di temena leşkerî de ranezane, nîvê şevê em ji xew radikirin û li me didan, kî şîyar ba bela xwe di wan dida û bi hêrs digot? “çima tu hîna şîyar e!?” û bi me re pevdiçinî. Yanî ji bo ku êrîşî me bike li me û mahna digerîya.

Egera vê helwesta Serdarê ordîya tirk (yê ku midûrê zîndana 5 Nolî bû), xewe perwerdekirina hêsîrên Kurd û xweparastinên wan yên sîyasî û welatperwerî ya li dadgehên wan yên leşkerîya awarte bû.

Leşkerên gardîyan, copên wan di destên wan de, destpê kirin ketin hewşên ku em lê li ser xwe digerîyan û ciyê me lê bîhna xwe derdixist. Ji bo ku gardîyanan peyv davêtin me û bela xwe di me didan. Me derketina hewşan red kir.

Leşker, di çûn û hatina serlêdan, nexweşxane û dadgehan de em zivêr û tengezar dikirin û dest bi êrîşkarî û tadê kirin. Ji têkilî û axaftina hêsîran û parastinên li dadgehan, dibûn asteng.

Roja 03.01.1984`an, li hember parastina sîyasî ya beşek hêsîrên PKK ku çûbûn Dadgeha Rêvebirîya Awarte ya leşkerî, astengkirina parastinê ya ji alî dozger û dadgeran, bûbû egerê protestoya hêsîran!..

Birrek hêsîr diçin serlêdanê. Ji xwe serlêdanîyên me gelekan bi tirkî nizanîbûn û yê min bixwe jî bi tirkî nizanîbûn. Wê gavê hinek hêsîr bi serlêdanîyên xwe re bi kurdî dipeyivin, lê leşker zimandirêjî û destdirêjîyê dikin, bi wan re dixeyidin û dawî li serlêdanê tînin! Ew jî wek riswakirin, camê qabîneyan dişkînin û dest bi diruşman (slogan) dikin. Wê gavê, me jî li qawîşan dengên diruşmên wan bihîst; digotin:

“Bimre îşkence!.. Bimre zordarî!.. Wê Rûmeta Mirovahîyê Zora Îşkencê Bibe!..”

Me jî li temamê qawîşan bi yek dengî wan diruşmana ducar kirin! Dîsa bû qîrîn û hawar! Êrîş û îşkence, dîsa bû beşek jîyana me! Tirs û xofa mirinê, wek rûberekî ji xemê me pêça! Çimkî divîyabû me her yekî bi serê xwe biryarek girîng bida: ya em`ê radest bibana û meyê ji daxwazên mêtinkarên nîjadperest û îşkenceyên wan re bigota erê, yan jî me dê di berxwe bida, yan bi rûmet bimira û yan jî bi serbilindî bijîya!..

Ez ne şaş bim, rêvebirên pkk yên di qawîşan de Mehmet Şener di qawîşa 24an û Muzafer Ayata di qawîşa 19an de bû. Qawîşa 24. Carna tanîn hewşa me û 29an. Necmetîn Buyukkaya jî bi M.Şener re li qawîşa 25an dima. Ji Dawa me jî Abidîn Enez li wê qawîşê dima.

Piştî berxwedan destpêkir û slogan hatin avêtin, ji bo ku di nava qawîşa me û ya 24-19 de korîdor hebû, berpirsên pkk, biryarên ku distendin, bi dengê bilind, qawîşa hember ya 33.yan agedar dikirin, qawîşa 33.yan jî bi qêrîn em agedar dikir. Bi çi awayî biryar girtin, em nizanin, lê gotin gerek her kes brîkatê li devê derîyê qawîşa xwe deynin. Di wê navbênê de, 5-6 kesê wek kadro û lîder tên dîtin, navê wan hat xwendin, ji qawîşa me birin hucrê.

Ji bo li qawîşê girtîyên pkk di piranîyê de bû, berpirsiyarê kawîşa me jî endamê pkk Mahmût Aslan bû. Mahmût Aslan jî wek usûl ji me pirsî û got: “hevalê me, `ji bo hemî qawîşan, biryara li paş derîyan danîna barîkatan` dane; gelo nerîna we çi ye?”

Endamê partî û rêxistinê dervî pkk`ê, her yek bi hev şêwirîn û bi yek dengî nerîna xwe gotin: “em danîna barîkatê rast nabînin û tu maneyê jî nadinê! Heger em bi xwe bawerin ku emê di berxwe bidin û dîsa nema serî ji wan re ditewînin, çima emê barîqatê deynin!?” Berpirsên wan deng li hevalê xwe kirin û nerîna me ji wan re got. Wan jî di bersîva xwe de got: “kesên li dijî danîna barîkatan dertên, derî vekin û bi ku de diçin bila biçi!” Me jî ji wan re got: “em bi derekê de naçin û kêfa îdareya îşkencedar naynin, lê em barîqatê jî danaynin. Hûn dixwazin, hûnê barîqatê deynin. Berpisîyarî jî aîdî we ye!” Gotin: “temam em wê berpirsîyarîyê qebûl dikin!” û barîqat danîn.

Ji ber barîkatê, tam 30 rojî me xwarin negirt hundur. Me biryara rojîya birçîbûn ya mirinê negirtibû; lê ji bo barîkatê me xwe xistibû rojîyek şikl û dema wê ne dîyar. Piştî ku gelek qawîş, îdare dîwar qul kir û ketê ku me bihîst gelekan xwe şewitandiye û gelek ji alî leşkeran hatine seqetkirin û nîvê pir yên qawîşan teslîm bûne. Ji van qawîşan jî yek jê ya 24an bûye û welatperwerê Kurd Necmettîn Buyukkaya di 24ê mehê de birine hemamê û wî bi îşkencê li wir qetil kirine. Di nav wan rojan de Yilmaz Demîr û Remzî Ayturk jî xwe dikujin. Lê hayê me ji kuştina Yilmaz, Remzî û Necmettîn tunebû. Piştî 25 rojan, çend cara gardîyanê qawîşa me taqa derî vekir û ba berpirsê qawîşê dikir û jê re: “wele ez betilîm, hingî qerwana tije tînim û tije dibim! Ma heta niha mi bi xwe li we îşkence nedikir; welleh wek însan êdî dilê min bi we dişewite! Her kes xwarina xwe digire, hûn û qawîşek din tenê mane! Rêvebirên we tev li qawîşa 35 û 36. Ne; him cilên Yek-Tîp li xwe kirine û him jî xwarina xwe digirin; ez fam nakim çima hûn nagirin?

Li ser van gotinên gardîyan, gelek meriv ketin şikê û bi taybet yên barîkat danîbûn gotin: “ka em sibehê du hevalan bişînin mahkemê, bê ev tiştên gardîyan dibê rast e yan derew e!” Me got: “hûn zanin!” Bu sibe, makema pkk hebû; du meriva xwe amade kirin û berpirsê qawşê bangî gardîyan kir got: “du merî dê biçin dadgehê!” Barîkat rakir û ew şandin dadgehê. Dema êvarî vegerîyan gotin: “wele tiştê gardîyan gotiye, tev rast e!” Yên ji doza pkk li hev vehewîyan, piştre herdu girtîyên çûbûn mahkemê gotin: “hevalên li hucrê û îdareyê heta ciyekî li hev kirine, loma dema ku diçin mahkemê Yek-Tîp cilê hefsê li xwe dikin.” Piştre berpirsê qawîşê got: “grûba me biryar daye ku barîkatê rakin, nerîna we çi ye hevalno?” Me got: “em ji serî de li dijî barîkatê bûn; bi ser de we heqaret li me kir; niha jî em destê xwe nadinê; we ji xwe re daniye, hûnê rakin!” Pkk`yîyan barîkat rakir. Piştî heyvekê qerewan ket hundir.

Êvarî Amirê Parastina Hundir yê ketibû dewsa E.O. Yildiran, Yuzbaşi Abdullah Kahraman, ew û leşkerên xwe hatın hejmartinê. Ji me re got: “ji niha û pêde hûnê li gor nîzama berê tevbigerin! sibehê emê we derxin hewşê, hûnê wek berê talîmê bikin û merşan bêjin!” Min nerî kesî dengê xwe nekir; lê min û hinek hevalên xwe, me sozek dabû xwe: “êdî çi dibi bila bibe, em nema daxwazên bêkesayetkirina zîndanê qebûl dikin!” Min jê re got: “Yuzbaşî, em ne leşker in, em girtîyên Kurd yên sîyasî ne; em talîm û terbîya we nema qebûl dikin! Ji xwe em her yek bûne nîv însan, bê hal û bê taqet mane; me rehet bihêlin!” Yuzbaşî, got: “em sibehê tên û emê hev bibînin; bê hûn talîmê tikin ya na!” Min jî got: “emê bibînin Yuzbaşî!”

Bû sibeh, piştî taştê û hejmartinê, gardîyan derî vekir û got: “qawîş, derkevin der!” Tenê berpirsê qawîşê got: “dilê min bi qul e, ez nikarim derêm!” yên din em tev derketin der. Ez di serî de bûm. Hewş tije leşkerên Komando kumê şîn li serê wan û şirîtên badayî yên qalind di destê wan de hebû. Efserek di serê wan de, ji me re got: “têkevin rêza asayî!” Min û hevalên xwe, me xwe da ber dîwêr û em rûniştin. Ez di serî de bûm û efser hat li ber min sekinî û got: “ez ferman didim, rabe ser xwe!” Min lê nerî û serê xwe kil kir û got: “ez ne leşker im, li te gohdar nakim!” vê carê peînek li min da û got: “ez ji te re dibêm rabe!” Min got: “ez ranabim, tu yê çi bikî bikî!” Bi beskura min girt û ez rakirim ser linga. Min xwe dîsa bera xwar da. Dest pêkir, bi kulmukan li dev û rûyê min da û dîsa bi beskura min girt û ez ji erdê bilind kirim. Got: “heta du bi ya min neke, ezê li te bidim!” Min jî got: “tu vala serê xwe bi min diêşîne, dev ji min berde!” Got: “ez devji te bernedim tê çi bikî?” min jî got: “ez nikarim bi we, lê ez karim bi xwe, pir pir ezê xwe bikujim!” Got: “waa tu ewqas mîrxas e; de ka xwe bikuje em te bibînin!” Wê gavê ez zîvirîm û min serê xwe li dîwarê beton yê hewşê xist. Bi min re hevalê min jî serê xwe li dîwêr didin! Dema efser got: “leşkerno, ev rast dibê, wî bigirin û min girtin; min dît wan hevalê min jî serê xwe li dîwêr didin. Di wê kêlîkê de, du hêsîran ji paca qawîşa jora me ya 29an, gotin: “heval bijî ji we re, di berxwe bidin!” û destê xwe di pacê re derxistin û cilêt avêtin şah damarên xwe; wê gavê xwîn pijiqî nîvê hewşê!

Wê gavê du leşkeran ez birim ber bi derîyê korîdorê de. Ez lê hay bûm ku midûrê hefsê Bînbaşî, Amirê Hundir Yuzbaşî, Usteymen û neh-deh çawîş û leşker di paca korîdorê de li me dinêrin. Wana ez birim salona mezin, yekî peîn li pişta min da û tevan bi hev re bi peîn, dar û copan li mi dan. Lêdanek wesa li min kirin, min nekarê mîza xwe bigirim. Canê min tev di ber hev de kutan. Ez dixeliyam ku ji hişê xwe biçim; Yuzbaşî ez rakirim û ji mir got: “ tu li me qahremantîyê dike, de ka xwe bikuje, ez te bibînim!” Min got: “Yuzbaşî, tu zen dike ku ez blof dikim, ezê xwe bikujim, ger tu min bigire, ji bêşereftir tunebe!” Ez ber bi dîwarê korîdorê beşişîm û bi hêrs û xurttir min serê xwe li dîwêr da, heta xwîn bîdîwêr herikî. Yuzbaşî ji leşkerê xwe re got: “ev meriv bi rastî wê xwe bikuje, wî bigirin!” du leşkera ez girtim. Yuzbaşî got: “destê wî li pişt wî girêdin û li ber derîyê qawîşê li ber nobetê bigirin, heta bi hişê xwe were!” Niha jî nayê bîra min ku çend saetan di wê rewşê de mam. Duvre min avêtin qawîşê. Di eslê xwe de divîyabû min jî bavêjin hurcê; lê ji bo ku qawîş berxwe bidin û cîh li yên hucreyan bêtir teng nebe, kilîtên hucra bi darika tev xerakiribûn. Çimkî her hucreya ji bo yek merivî û du metre çarçiv ji pênc kesan zêdetir meriv têde bûn. Hinek jê belkî deh kes jî tê de bûn.

Bû sibeh, berê me dan salona sînema. Pazde bîst leşkerên komando, tev şerît jop û dar di dest wan de. Em birin nîvê salonê û ji me re gotin: “vekevin!” em tev veketin, lê du meriv rûniştin, yek jê ji dawa Kurtuluş, Selahattîn Sekîz Kardeş, yê din jî ji dawa pkk Osman Erdal bû. Selahettîn nexweşîyek wek sara pê re hebû û dema têketa rewşek werê, masûlkeyên wî radikşiyan û nikarîbû tevbigere. Osman jî demek di nav cîya de bû, wek şimê zer bûbû; mîna ku zerikî be. Leşker tev li serê wan hat hev û li wan da. Her çeiqas min ji yê dora xwe re got: “law rabin, wan kuştin!” kes ranebû, lê min xwe negirt û ez rabûm, min leşker def dan, min ji wan re got: “bisekinin!” Wê gavê Efserê leşkeran hat û ji min re got: “ma qey tu qahreman e, tu dixwaze bibe qahreman!” min jê re got: “na, derdekî min ku bibim qareman tune ye, lê ev her du merivana giran nexweş in û ji nav ciya hatine vir. Ger hûn dixwazin wan bikujin bibin bikujin, yan na ew nexweş in!” Min ferq nekiribû ku doktorê rewîrê li wir li me temaşe dike. Efser bangî doktor kir û jê pirsî: “Doktor ka were, bi rastî ev herdu meriv nexweş in yan evîya derewan li me dike!?” Doktor got: “rast dibê komutanim, her du jî nexweş in!”

Wê gavê efser ferman da leşkerên xwe û got: “vana bibin rewîrê! û vî qahremana jî têr bikutin!” Ew leşkerên li wir tev li min vehewîyan û dest bi min kirin, min di nava xwe de lînc (nehawî) kirin. Duvre bi rêzê, me yek bi yek, ji Yuzbaşî, heta bi gardîyanê qawîşa me, wek melkemotê mirinê, dihatin ser serê me, ji me dipirsîn û digotin: “hûnê rê û rêbazê me pêk bînin ya na!” me digot: “na!” wê gavê heta biwestiya li me dida û dê yekî din bihata û dîsa li me bida û pirsa teslîmbûnê dubare bikira. Me heta dawîyê got:”na, na, na û na!” Yekî bi tenê jî nikarîbûn ji me biqetînin. Lê em tev hatibûn halê ber mirinê.

Di wê navbênê de midûrê hefsê bînbaşî hat û ji amirê parastina hundir Yuzbaşî pirsî: “rewş çawa ye Yuzbaşim!” Yuzbaşî lê vegerand: “komutanim, ger em çenekî din bi ser wan de herin, dê tev bimirin! Bînbaşî got: “van bêşerefan jî bavêje hucrê!” Me wê gavê bêhnek ji kûr kişand û berda, di dilê xwe de me kêf kir û me got: “vê carê jî him em ji mirinê filitîn û him jî me zora wan bir!” Me famkir ku êdî wê me nekujin. Lêdana me sekinandin. Leşkerekî ji bêbavî wek lîstik pîvaz di bêvila hevalekî radikir. Leşkerekî din jê re bi hêrs got: “tu ji îşkencekirina van rebenan têr nebûye lawê min!  Aniha ji bo vêya kesî ferman daye te? Tu ji mirovîya xwe fedî nake; ma qey tu ne mirov e!?” Dûvre jî got: “lawo helal be ji we re, ez çavê we bixum, we xweş di berxwe da; heger pola jî ba, niha li ber van îşkenceyan mihiya ba!”

Ji bo ku kilîtê hucreyan hatibû xerakirin, em nebirin hucrê. Berê em birin salonê, li kêleka hev bi du metre navbên rêz kirin û kelepçeyên me vekirin. Her yek ji me cilên Yek-Tîp yên hêsîra li ber me danîn û gotin: “li xwe bikin!” Asteymenekî musluman hebû, li hember min sekinîbû, qey dilê wî bi halê min şewitî, got: “bise, ez qencîyekê bi vî hêsîrî bikim!” Hat li ber min sekinî û got: “Tu guneyî pir zor li te hat kirin; tu bi riza xwe wan cila li xwe neke, wê cilên ser te biçirînin û bi darê zorê li ti bikin; a baş e tu bê lêdan û bi rahêjê li xwe bike!” Min jî jê re got: “ezê pirsekê ji te bikim, tê rast bersîva min bide?” wî jî got: “erê!” Min jê re got: “heger tu di dewsa min de ba, du sed hevalên te di rojîya mirinê de ba û te soz daba wan û ji wan re gotiba: `heta ku hûn di rojîya mirinê de bin, ezê jî we tenê nehêlim û berxwe bidim!`, wê gavê te yê bi riza xwe karîba van cila li xwe bike!?” Asteymen, ziq li çavê min nerî, nerî û ji min re tiştek negot, berê xwe guherî û ji min bi dûr ket.

Pênc-şeş leşker bi lêdan cilên min bi zorê û bi çirandin ji ser min şeqitandin û yên Yek-Tîp li min û bi vê şêweyê li hevalê min jî kirin. Destê me ji paşîyê de kelepçe kirin û li ber dîwarê salonê em li kêleka hev ser-dev vexistin. Bi mekîneyên por-qusandinê yên desta porême wek xaç; di nîvê serê me re, xetek ji pêşî û heta dawî û yek jî ji cênîkê ve heta cênîka din bi cûtin û ji kokê de rakirin kişandin. Em birin bi wî halî avêtin qawîşê. Me jî ji qawîşê wan cilan ji xwe kir û di paceyan re avêt derve.

Heta kilîtên hucreyan tamîr kirin, qawîşa me, ya 19 û 25 çend rojan li qawîşa 24 ya bê nivîn hîştin û ji wir birin qawîşa hucrê ya 35an. Heta bi kesên di rojîya mirinê de li hevhatin çêbû em li wir man. 13.01.2024

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *