RAPOR | Amerîkayê binpêkirinên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê eşkere kir

Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser binpêkirinên mafên mirovan li Sûriye û herêmên dagirkirî yên Rojavayê Kurdistanê yên di bin kontrola komên çekdarên Tirkiye piştevaniya wan dike de raporek belav kir.

Di raporê de rewşa mafên mirovan a 2023yan li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hate eşkere kirin. Hate diyarkirin, ‘Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê’ ku ji komên çekdarên opozîsyonê yên nêzî Tirkiyê pêk tê, kiryarên nemirovî berdewam dike û bi taybet jî li navenda girtigehên çekderan ên li Efrîn, Serêkanîyê û Ezazê îşkence û kuştin pir zêde bûye.

Di raporê de, belgeyên fermî yên li ser kuştina hovane û derqanûnî, windakirin, îşkence ji aliyê rejîma Sûriyê û çekdarên  ku Tirkiye piştevaniya wan dike hatine rêzkirin.

Hate gotin rejîma Sûriyê û Tirkiye tu tedbîr li hember kesên van sûcan dikin, negirtine û herwiha komên milîs ên Sûriyê gelek sûc, komkujî û kuştinên ketober kirine, sivîl revandine, li wan dane û girtine.

Tawanên herî zêde li ser Kurd û Êzidîyan hatine kirin

Di raporê de hatiye destnîşankirin ku çekdarên bi Tirkiyê ve li bakurê Sûriyê herî zêde tawan li dijî Kurd, Êzidiyan û gelek sivîlan kirine. Wezaretê diyar kiriye, lêpirsîn li ser girtiyên Kurd tê kirin û ji av û xwarinê têne mehrûmkirin.

Herwiha tê bibîrxistin, komên çekedar mal û milkên sivîlan desteser dikin, sivîlên girtî derbasî Tirkiyê dikin, zarokan dikin leşker û êrîşî perestgehan dikin.

Hatiye gotin, çekdarên “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê” ku Tirkiye piştgiriya wan dike, nahêlin sivîl mal û milkên xwe bi kar bînin, yan jî bi bedêla bacê destûrê didin wan.

Amerîka: Li girtîgehên Efrîn û Serêkaniyê Îşkence û kuştin heye

Herwiha Wezareta Derve ya Amerîkayê bal kişandiye ser guhertina demografiya herêma ku piraniya wan Kurd in û dibêje, Komîteya Lêpirsînê ya NY ya têkildarî Sûriyê ku li navendên girtinê yên “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê” bi taybet li Reco, Serêkaniyê û Hewar Kilisê îşkence û kuştin hene.

NY: Di dema lêpirsîn û îşkenceyan de hêzên Tirk jî amade ne

Di raporê de lêkolînên Komîteya Lêpirsînê ya NY û gelek rêxistinên mafên mirovan hatine bibîrxistin û hatiye diyarkirin, rayedarên Tirk li navendên girtinê yên “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê” ne û di lêpirsîn û îşkenceyê de amadehiyê dikin. Herwiha hatiye bibîrxistin, revandin û lêdana jinên kud li Efrîn û Serêkaniyê berdewam dike.

PK

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *