Artêşa Îraqê li Kerkûkê destê xwe danî ser zeviyên cotkarên Kurd
Artêşa Îraqê li gundê Topzawayê yê girêdayî parêzgeha Kerkûkê dest bi lêdana xendekeka ewlehiyê kir; bi…
Li Serê Kaniyê êriş li malbatên vegeriyayî hat kirin
Malbatên koçber ên Serê Kaniyê ku piştî 7 salan îro vedigeriyane bajarê xwe, rastî êrişa çekdarî…
Qebareya bazirganiyê ya 4 mehan a Îran û Herêma Kurdistanê nêzîkî milyarek dolaran e
Li gorî amarên fermî, qebareya bazirganiyê ya 4 mehên destpêkê yên îsal a Îran û Herêma Kurdistanê nêzîkî milyarek dolaran e. Di navbera Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê de 7 deriyên sînorî hene. Sê deriyên Hacî Omeran, Başmax û Perwêzxanê fermî ne. Deriyên Seyranben, Kêlê, Şuşmê û Piştê jî nîv-fermî ne. Serokê Yekîtiya Hinardekar û Hawirdekaran a Kurdistanê Mistefa Şêx Ebdulrehman ji Rûdawê re ragihand ku qebareya salane ya dan û standinên bazirganiyê yên navbera Îran û Herêma Kurdistanê digihe 5 milyar dolaran. Berpirsên parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê jî amarên bi hûrgilî yên qebareya bazirganiyê eşkere dikin. “Pirtirî 8 hezar û 500 barhilgiran di Hacî Omeranê re derbas bûne” Li gorî gotina Serperiştê Gumrika parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê Xalid Cengcu, di 4 mehên pêşî yên îsal de (21ê Adara 2026an heta 21ê Tîrmeha 2026an) bi bihayê milyarek û 500 milyon dolarî kel û pel ji deriyên sînorî yên parêzgehê ber bi Herêma Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê û Komara Azerbeycanê ve hatine hinartin. Birêvebirê Veguhastin û Rê û Piran ê Urmiyeyê Erselan Şikrî diyar kir ku di 4 mehên destpêkê yên îsal de ji 60 hezar barhilgirên ku di 6 deriyên sînorî yên parêzgehê re derbas bûne, 8 hezar û 660 barhilgir ji Deriyê Sînorî yê Hacî Omeranê bûne. Ev yek nîşan dide ku dan û standineke zêde ya kel û pelan di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de heye. Sala borî di heman demê de qebareya hinartina kel û pelan a ji Deriyê Sînorî yê Hacî Omeranê nêzîkî 200 milyon dolarî bû. Kolber Ji bilî dan û standinên bazirganî, ji Hezîrana 2025an ve ji bo zêdetirî 10 hezar niştecihên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Îranê ve “karta kolberiyê” hatiye çêkirin û ew bi awayekî fermî hatûçûnê dikin. Li gorî amarên Gumrika parêzgeha Urmiyeyê, di wan 4 mehan de bi bihayê 170 milyon dolarî kel û pel bi rêya kolberiyê hatine hawirdekirin. Deriyê Hacî Omeranê ku li aliyê Rojhilatê Kurdistanê wekî Temerçiyan tê naskirin, di navbera Hacî Omerana Soranê û Pîranşarê de ye. Sine Di heman demê de li parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê çend deriyên sînorî yên wekî Başmax, Seyranben û Piştê li gel Herêma Kurdistanê hene. Serperştê Gumrika Sineyê Feramerz Umîdî amarên dan û standinên bazirganiyê yên 4 mehan eşkere kirin.…
Ulusal Mücadeleye Karşı Konumlanış: PKK’nin Tarihsel Rolü ve Öcalan’ın Yeni Sadakati
Kürdistan siyasal alanında PKK ve Abdullah Öcalan’a ilişkin algıların, örgüt muhalifleri arasında dahi ciddi bir kavramsal…
Bağdat’ta İHA operasyonu: 3 kişi gözaltında, iki siyasetçi hakkında tutuklama kararı
Irak Terörle Mücadele Teşkilatı’nın Bağdat’ta düzenlediği operasyonda, İHA üretiminde kullanıldığı belirtilen hücre ve ağların yanı sıra…
Îran: Projeyasaya stratejîk a ji bo ewlehiya Tengava Hurmizê hat pejirandin
Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Parlamentoya Îranê, projeyasaya “Destpêşxeriya Stratejîk a bo Ewlehî û…
Antolojiya Helbestvanên Jin ên Kurd
Behîce Ferîde Demîr Tê gotin ku gava Anton Çexov di rojên xwe yên dawî û herî ne xweş de bûye, hevjîna wî xwestiye ku hebek cemedê bide ser dilê Çexov da ku êşa wî kêm bike lê Anton Çexov ev daxwaz red kiriye û ji xanima xwe re gotiye: “Cemedê nede ser dilê vala.”Helbet mebesta nivîskarekî wekî Çexov ne neçariya tibî ye, qesta wî kêmbûna hestan an jî xilasbûna emr e. Yanê nexweşiya tibî jî û bêhestî jî ji dil re mirinayî ye û “dil” bi her awayî girîng e. Wer neba, Feqiyê Teyran wê negota “Dil ji min nakit xeyalan” û Îngilîzan jî ji qralê xwe yê şervan re negota Richardê Dilşêr. Helbet dil û dilşêrî tenê para mêran e û girêdayî şerkirinê nîne. Kurdan dil û dilşêrbûn wekhev kiriye û gotiye: “Şêr şêr e, çi jin e ha çi mêr e.” Jinên dilşêr an jî yên ku bi qesta Çexov dil ji perçeyekî laş zêdetir wek barkêş û parvekarê hebûnê hesibandine, bi hezaran in û her yek li gor xwe jî xwedî dîrokê ye. Nizanim ez bêjim êdî bendewarî û qelewbûna dilan nemaye, dê pir şaş be. Her ku teknolojî bi pêş de diçe, psîkolog û şêwirmendên online derketine û pêwendî hêsan bûne, hestewarî jî dimiçiqe û romantîzm dimire. Takekesiyeke egoîst û bi qisasî di nav têkiliyan de bi cih bûye û li şûna sosyalîtiyê çandeke sanal tê jiyîn. Ew gotin, xeyalkirin û kesîretiyên ku bi hest û ramanan romantîze û destanî dibûn, êdî nemane. Lewma jî em gava berhem an jî gotinên li ser dil dibihîzin, nabza me hevekî zêde lê dixe, xem û merezên kewgirtî çîk dikin û dilê me diêşînin. Stranek, nameyek, sohbetek an jî hevokeke edebî bi pir caran rê li mijûliyên dil dilî vedikin lê êşbirîn û aşkirina helbestan hîna heye. Lewma jî helbestkar di vê sedsalê de hunermendên bi şans in û dîsa dikarin agirê romantîzmê geş bikin. Ji biharê ve ez helbestên jinên Kurd ên hevsalên xwe dixwînim û qasê ku demê dibînim li ser van hin gotaran jî dinivîsînim. Ez li benda gotara xwe ya nû bûm, Cemîl Turan Bazîdî li hewariya min hat. Helbet nivîskar, konsul û dîplomatekî wek Bazîdî tevî berhemekê û tewr bi antolojiya jinên Kurd bibe mêvanên mirov, ev jî miyaserbûnek e. Cemîl Turan Bazîdî zêdetir bi romannivîsî û dîplomatbûna xwe tê naskirin lê piştî çend salan, ew bi xebateke bijare û dîsa bi zimanê Yewnanî vegeriya nav cîhana me ya edebiyatê. Bazîdî berhemên xwe bi Yewnanî dinivîse û paşê berhemên wî li Kurdî tên wergerandin. Lê wî dîsa berhemeke Kurdî wergerandiye Yewnanî û gelek jî wext dayê. Ew bi xwe, armanca vê antolojiyê di pêşgotina pîrtûka xwe da wiha pênase dike: “Antolojiya li ber dest ne sozek bû lê mecbûriyetek bû ji bo van jinan ku ji bo wan peyva ‘azadî’yê ne tenê dirûşmek e, lê nefesek e, şertekî jiyanê ye. Ew çîroka dapîr û dayikên wan e ku bi wêrekî lûleyên çekên xwe li dijî dagirkeran zivirandine; ew çîroka jinên ku ji bo ku nekevin destê dijmin ji zinaran ketine xwarê.” Bi ya min, ev pêşgotin ne tenê ya antolojiyê ye, di heman demê de ya dîroka jinên Kurd ên ku nivîskariyê dikin e jî. Jinên Kurd, her çi qasî bi şer û koçberiya li hundir û derveyê welat werin naskirin jî xebat û cehda wan a di nav jiyanê de ji şer û qeyranan zêdetir e. Bi taybetî mirov dikare ji bo dîroka jinên Kurd ên hunermend behsa du serdeman bike. Serdema yekemîn û herî dirêj serdema bênivîsîn û nenivîsînê ye. Jinên Kurd di van deman de çi gotine û çi hilberandine, bûne malê mêran û li ser navê wan hatiye qeydkirin, lewma jî di dîroka nivîskariya Kurdistanê de nav û berhemên jinan gelekî kêm in. Di serdema duyemîn de ev kêmasî serûbin bibe jî hîna ked û mafên jinên Kurd nayên dayîn û dîtin. Hîna cihana entelektuelan, partî, sazî û raya Kurdan bi piranî di destên mêran de ne; ew biryaran didin û neyê hesabê wan jî karê jinan piçûk dibînin. Lê Antolojiya Cemîl Turan Bazîdî û nivîskarên di vê antolojiyê de, vê mantiqê hevkî vala derdixin û xebatên jinan rave dikin. Antolojî xwedî hinek taybetiyên din e jî. Risteyên jinên Kurd tevê wêne û kurteçîroka jiyana wan bi helbestên wan re cih digirin û di bergê pirtûkê de jineke Kurd pişta xwe daye tava ala Kurdistanê û li me dinerê. Helbestvanên ku di vir de cih girtiye bi pîranî modernîst in û nîvê wan li diyasporayê dijîn. Hinek ji wan gelekî naskirî ne, hinek jî li ser rêya naskirinê ne. Helbestvanên ku beşdarî antolojiyê bûne: Hîcran Aslan, Sultan Yaray, Narîn Yukler, Dilşa Yûsif, Gulîzer, Kejal Ehmed, Vejîna Kurd, Tara Mamedova, Gohar Mamo, Mîdiye Merwan Berekat, Merwa Birîm, Karîna Osêyan, Reşê, Fatma Savci, Bayan Salman, Narîn Omer Seyfedîn, Evîn Şikakî, Helale Sohrabî, Beyan Sohrabî, Dîmen Sohrabî, Hinara Tajdin, Boniye Suad Cegerxwîn, Yildiz Çakar, Venus Faiq, Mizgîn Hesko, Behar Hisênî. (Navên wan li gor rêza alfabeya Yewnanî hatine nivîsandin) Bazîdî antolojî diyarî Rewşen Bedîrxanê kiriye û di destpêkê de cih daye wê û dibêje: “ Çîroka jiyana Rewşen Bedirxanê, jineke pêşeng di ronakbîriya neteweyî ya Kurd de, di bin sernavê ‘Zarokê Sirgûnan’ de hatiye vegotin û ev antolojî ji bo bîranîna wê hatiye veqetandin.” Tevî hemî derengî û ser û tevliheviya entelektuelîzma Kurdan jî, xebatên edebî û çandî yên li derveyî Kurdistanê girîn in û pêwîst e her kes piştgiriyê bide berhemên li diyasporayê. Ne tenê kombûn, daxuyanî, mîtîng û festîvalên partîzanî; lazim e wergerên ji edebiyata welat û li derveyî welat tên kirin, di navbera rewşenbîrên me û cihanê de wek diplomasiya çandî bên teşwîqkirin. Lewma antolojiya ku Cemîl Turan Bazîdî, amade kiriye ji bo min jî mijara spasiyê ye. Bi taybetî antolojiya jinên Kurd û wergera zimanê Yewnanî ne helwesteke piçûk e ku mirov li ser nesekine. Li Yewnanistanê Kurd gelek in û wek gotina Akademîsyen Murad Issiyê ku li wir kar dike: “Ji Skenderê Mezin û vir ve di nav 2000 salên derbasbûyî de, di navbera her du civakan de ji ber hinek sedeman têkilî pir caran qut bûne.” Ev antolojî piştî gelek nakokî, qutbûnên siyasî û pêşdarazên ji bo raya Yewnanî yan jî wek silavekê ye ji Kurdistana modern re. Lewra jinên Kurd ji her kesî bêtir xwedî xeyal û daxwazên welatekî serbixwe û dostaniya bi dewlet û miletên qedîm re ne. Wek gotina Cemîl Turan Bazîdî, “Kinên Kurd manîfestoyeke jiyanê didin” û ew ji dixwazin cihê xwe di edebiyata cîhanê de bigirin û azad binivîsin. (RN)
Serok Barzanî: Divê doza gelê Kurdistanê bi rêya aştiyane were çareserkirin
Serok Mesûd Barzanî endamê Parlamentoya Almanyayê Serdar Yuksel pêşwazî kir û bal kişand ser çareseriya aştiyane ya doza gelê Kurdistanê. Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê bi parlamenterê Almanyayê Serdar Yuksel re hevdîtinek kir. Serok Barzanî kêfxweşiya xwe anî zimên ku ciwanekî Kurd di navendên siyasî û parlamentoya Almanyayê de xwedî rol e. Serok Barzanî her wiha ji bo hewlên wî yên di warên cuda de destxweşî lê kir û bi taybetî bal kişand ser hewlên wî yên ji bo parastina doza Kurdan û penaberên li Almanyayê. Çareseriya bi rêya diyalogê Serok Barzanî behsa bingehên xebata rizgariya gelê Kurdistanê kir û diyar kir ku divê li Rojhilata Navîn doza gelê Kurdistanê bi rêyên aştiyane, bi diyalog û bi awayekî modern were çareserkirin. Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Serdar Yuksel jî qedirê rola dîrokî ya Serok Barzanî aniye zimên. Yuksel bal kişand ser rola Serok Barzanî ya di xebata azadiyê de, têkoşîna li dijî terorê û piştgiriya ji bo doza Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê. Yuksel diyar kir ku li Almanyayê û gelek cihên din ên cîhanê ji bo mafên gelê Kurdistanê piştgiriyeke mezin heye. Serdar Yuksel tecrubeya Herêma Kurdistanê wekî tecrubeyeke bi qîmet pênase kir û destnîşan kir ku pêdiviya wê bi piştgiriya navneteweyî heye. Wî her wiha behsa rola Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ya di alîkariya koçber û lêqewimiyan de kir. Di civînê de “rewşa siyasî, rûdanên dawî yên li herêmê û gefên terorê” jî hatin nirxandin. (RN)
Rêwîtiya Kurdan a ber bi Serê Kaniyê ve dest pê kir
Karwanê yekem ê koçberên ji Serê Kaniyê piştî 7 salan dest vedigere ax û warê xwe. Ev ji sala 2019an ve, dema êrişa li ser Serê Kaniyê û Girê Spî koçber bûbûn. Wan di kamp û xaniyên bi kirê yên li Hisîçayê (Hesekê) de jiyana xwe derbas dikir. Peymana vegerê û garantiyên ewlehiyê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê ragihand ku piştî dan û standinên li gel aliyên pêwendîdar, hikûmeta demkî û parêzgarê Hisîçayê biryar daye ku komên çekdar ji malên welatiyan derxin. Her wiha ji bo parastina can û malê koçberan garantî hatine dayîn lê heta niha ti koçberên Kurd venegeriyabûn malên xwe. Astengên li pêşiya vegerê Li gorî agahiyan, hejmara koçberên ji Serê Kaniyê nêzîkî 12 hezar û 500 malbatan e ku dike nêzîkî 72 hezar kesan. Tîma serokatiya Sûriyeyê berê li ser vê mijarê ji Rûdawê re ragihandibû ku hebûna mayîn û teqemeniyan bûye sedema derengketina vê pêvajoyê. Endamê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Ciwan Îso ji Rûdawê re da zanîn ku îro nêzîkî 500 malbatan bi rê dikevin. Lê belê kesên ku vedigerin diyar dikin ku hîn Erebên hawirde di malên wan de ne û ew nizanin dê li kû derê bi cih bibin. “Divê malên xelkê werin valakirin” Ciwan Îso li ser vê mijarê got: “Divê malên xelkê bi temamî werin valakirin û kesên ku ji derve hatine ji Serê Kaniyê derkevin. Em bi hêvî ne ku her kes vegere cih û warê xwe.” Bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê 9ê Çiriya Pêşîna 2019an ketin bin destê Tirkiye û komên çekdar. Ji ber vê yekê ji sedî 87ê xelkê Serê Kaniyê anku nêzîkî 200 hezar kesan koçber bûn.…
Hevpeyvîn bi Hewraman Elî Tewfîq
Silav û rêzên min ji bo we. Rêber Hebûn Di çarçoveya amadekirina pirtûkeke lêkolînê de li…
Türkiye’den Ukrayna’ya 283 milyon dolarlık silah satışı
Ukrayna’nın Türkiye’den, 70 adet ATACMS füzesini de içeren ABD üretimi topçu silahlarından oluşan büyük bir paket silah…
Hürmüz Boğazı krizi: İran ABD’den tazminat istiyor
ABD ile İran arasındaki savaşın sona ermesine yönelik diplomatik çabalar devam ederken Tahran, Hürmüz Boğazı’nın açılması için…
Nêçîrvan Barzanî û Parlamenterê Almanyayê Serdar Yuksel civiyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Parlamenterê Kurd ê Parlamentoya Almanyayê (Bundestag) Serdar Yuksel li Hewlêrê li hev civiyan. Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser vê civîna îro daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê de spasiya hikûmet û Parlamentoya Almanyayê kiriye. Nêçîrvan Barzanî anî zimên ku Almanyayê di rojên dijwar û di şerê li dijî terorê de piştgirî daye Herêma Kurdistanê. Spasiya Serdar Yuksel kir Serokê Herêma Kurdistanê her wiha bi taybetî spasiya Serdar Yuksel jî kir. Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Yuksel ji bo Herêma Kurdistanê di hemû waran de roleke girîng lîstiye û wî ev rola Parlamenterê Almanyayê bilind nirxand. “Rola Nêçîrvan Barzanî bibandor e” Li aliyê din, Endamê Parlamentoya Almanyayê Serdar Yuksel jî ji ber hevdîtinê û wê pêşwaziya germ kêfxweşiya xwe anî zimên. Yuksel rola Serokê Herêma Kurdistanê ya li hundir û derveyî Kurdistanê bilind nirxand. Wî destnîşan kir ku rola Nêçîrvan Barzanî ya ji bo parastina pêgeha Herêma Kurdistanê, aştî û aramiya herêmê gelekî bibandor e. Di beşeke din a civînê de jî li ser rûdanên dawî yên herêmê û xurtkirina têkiliyên Almanyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hat axaftin. (RN)
Analîz û Metna Kilama Dewrêşê Evdî
Ji bo Ronîkirina Cewherê Berxwedan, Rûmet û Miletheziya Civaka Êzdî di Wêjeya Devkî de Lêkolîn…
Meseleya Îcarkirina Dergehên Lalişa Nûranî û Wijdana Civakî
Ji bo geşkirin û pêşxistina hişmendiya civakî û olî ya civaka me ya Êzdî, belgekirin û…
Îranê şertên xwe yên vekirina Tengava Hurmizê eşkere kirin
Îranê ji bo vekirina Tengava Hurmizê çend şert dan Amerîkayê. Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Mihemed Baqir Zulqadir li ser vekirina Tengava Hurmizê daxuyanî da. Mihemed Baqir Zulqadir diyar kir ku divê Amerîka helwesta xwe ya li hemberî Îranê biguherîne û got: “Divê şer li hemû eniyan bi dawî bibe, Amerîka hêzên xwe yên li nêzîkî Îranê vekişîne û zererên şer bi temamî qerebû bike.” “Heger Amerîka helwesta xwe neguherîne tengav venabe” Zulkadir got, heger Amerîka helwesta xwe neguherîne Tengava Hurmizê venabe. Di nav şertên Îranê de ew heye ku Amerîka dev ji gefên li ser Îranê berde û bêrêziya li hemberî pîroziyên Îranê biqede. Zulqadir her wiha xwest ku şerê li hemû eniyên li Libnan, Filîstîn, Yemen û Îraqê bi temamî biqede. Rayedarê Îranî diyar kir, divê Amerîka dorpêça deryayî rake û hêzên xwe yên leşkerî yên li nêzîkî Îranê vekişîne. “Ti carî tawîz nayê dayîn” Tehran her wiha daxwaz dike ku pereyên cemidandî yên Îranê werin berdan. Her wiha tê xwestin ku hemû cezayên aborî yên li ser welêt werin rakirin û zererên ku ji ber şer gihîştine Îranê werin qerebûkirin. Zulqadir anî zimên ku Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê dê di pêvajoyên şer û dan û standinan de “ti carî” tawîzê ji van şertan nede. Çima Tengava Hurmizê girîng e? Îranê beriya şerê ku 40 rojan ajot jî gefa girtina Tengava Hurmizê xwaribû. Di dema şer de jî mayînên deryayî danîbûn û tengav girtibû.…
Ji ber gotinên wî yên li ser Madeya 140î giliyê Parêzgarê Kerkûkê kir
Welatiyekî Kerkûkê çû Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê û giliyê Parêzgarê Kerkûkê Mihemed Seman bike. Sedema vê yekê ew e ku Mihemed Seman di hevpeyvîneke televîzyonî de li dijî destûrîbûna Madeya 140î derketiye. Şêniyê Kerkûkê Diyar Ebdulrezaqê ku giliyê Mihemed Seman kiriye ji Rûdawê re axivî û got: “Madeya 140î madeyeke destûrî ye û ji sedî 78ê gelê Îraqê di pêvajoyeke demokratîk de deng daye wê.” Diyar Ebdurezaq diyar kir ku li bajarekî wekî Kerkûkê daxuyaniyên bi vî awayî êrişa li Destûra Îraqê ye û pê de çû: “Ev daxuyanî dibin sedema derketina aloziyê di navbera pêkhateyan de û têkdana aştiya civakî.” Ebdurezaq amaje bi wê yekê jî kir ku Mihemed Seman bi xwe li gorî wê Destûrê bûye parêzgar ku niha li dijî wê derdikeve û anî ziman: “Heta niha min parêzerek wekî wekîl diyar nekiriye lê eger pêwîst bike, ji bo biserxistina giliyê li dadgeha federal ez dê parêzerekî bigirim.” Parêzgar çi gotibû? Parêzgarê Kerkûkê û Serokê Eniya Tirkmenan Mihemed Seman di hevpeyvînekê de li gel kanala fermî ya Îraqê ku şeva 4ê Tebaxê hat weşandin de axivîbû. Seman ragihandibû ku “xeletiya herî mezin a stratejîk a dewleta Îraqê ya piştî sala 2003yan a li hemberî Kerkûkê, danîna Madeya 140î bûye.” Madeya 140î ya Destûra Îraqê taybet e bi çareserkirina pirsgirêka herêmên nakok û jinavbirina şopên guhertina demografîk û pêvajoya Erebkirinê ku rejîma berê kiriye. Mihemed Seman di wê bernameyê de gotibû: “Me di dema xwe de wekî pêkhateya Tirkmenan ew destûr red kir, çimkî em di wê baweriyê de bûn ku madeyên bi wî awayî dê di paşerojê de pirsgirêkan derxînin.” Madeya 140î di çarçoveya Destûra Îraqê de deng li ser hat dayîn ku qonaxên tezmînkirin, asayîkirin û serjimêriyê li xwe digire. Diviyabû heta 31ê Kanûna Paşîn a 2007an ev made bi temamî bihata bicihanîn.…
Irkçı saldırı ardından tutuklanan Furkan Oğlak tahliye edildi
Amed’den Kastamonu’ya çalışmaya giderken ırkçı saldırıya uğrayan ardından da tutuklanan 18 yaşındaki Furkan Oğlak tahliye edildi.…
Dilşad Şihab: Ti metirsiyeke ewlehiyê ya taybet li ser Herêma Kurdistanê nîne
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad ŞIhab ragihand, tevî şer û krîzên li Rojhilata Navîn, ti metirsiyeke…