Bîranînên Pêşmergeyekî bûn pirtûk: Li sê perçeyên Kurdistanê şer kiriye

 Bîranînên pêşmerge Ebdulbaqî Bamernî di pirtûkeke zêdeyî 500 rûpelî de hatin weşandin.

Ebdulbaqî Bamerniyê ku li sê perçeyên Kurdistanê şer kiriye, sala 1900î ji dayîk bûye û sala 1996an wefat kiriye.

Bîranînên Ebdulbaqî Bamernî di pirtûka “Ji Mehabadê Heta Hemrînê” de hatin belavkirin.

Navenda Koma Te pirtûka “Ji Mehabadê Heta Hemrînê” bi hevkariya Tora Medyayî ya Rûdawê çap kir.

Nasandina wê pirtûkê hat kirin

Nasandina wê pirtûkê duh Li Dihokê bi merasîmeke taybet ji aliyê “Navenda Koma Te” ve hat kirin.

Ji bilî malbata Ebdulbaqî Bamernî gelek nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedar jî beşdarî merasîmê bûn.

Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed di merasîmê de axivî.

“Her pêşmergeyekî Kurdistanê xwedî çîrokên gelekî mezin in”

Ako Mihemed bal kişand ser çîrokên balkêş ên Pêşmergeyên Kurdistanê û got:

Her pêşmergeyekî Kurdistanê û her şoreşgerekî Kurdistanê xwedî serpêhatî, çelengî û çîrokên gelekî mezin e.

Lê mixabin bi mirinê her yekî ji wan beşeke dîroka me bêyî ku bê tomarkirin diçe.

Ev karê îro yê tomarkirinê ji bo xebata Xwedêjêrazî Ebdulbaqî Bamernî hatiye kirin, divê ji hemû xebatkarên din re jî bên kirin.”

“Pirtûk bi rêya Rûdawê hat çapkirin”

Berpirsê Navenda Komat Te Rizgar Kêsteyî jî got:

“Dema bû wextê çapê cihekî ku ez naxwazim navê wî bidim, em xapandin.

Pirtûk gelekî xirap çap kir, me jî hemû şewitandin û careke din bi rêya Rûdawê me li Tehranê bi kalîteyeke baş çap kir.”

Havênê pirtûkê çend kasetên bideng bûn ku sala 1990î li Kampa Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê hatine tomarkirin.

Pêşmerge û parlamenterê berê Rêving Hîrorî jî derbarê tomarkirina dengê Ebdulbaqî Bamernî de got:

“Em çûn çar rojan li gel rûniştin. Me li bin çadirê di heyama çar rojan de şeş kaset û nîv ji dengî wî dagirtin.”

Kurê Ebdulbaqî Bamernî ku pirtûk amade kiriye, dengê wî ji kasetan veguhastiye ser kaxezan û li gel çend bîranîn din ên wî, kiriye pirtûkeke 500 rûpelî.

“Wekî ku bavê min niha li ba min e”

Kawe Ebdulbaqî jî got:

“Hezkiriyên dîrok û şoreşgeriya Kurdayetiyê îro li vê derê amade bûne, ev yek ji bo min diyayekê tîne.

Ev kîteb niha ketiye ber destê xwendevan û nifşê nû.

Dê ji bo wan diyar bibe ku kesên berî wan çawa xebat kiriye û xwe ji dijmin re neçemandiye.

Ez niha gelekî dilxweş im. Wextê ez dibînim min ev pirtûk amade kiriye her wekî ku bavê min niha li ba min be.”

Ebdulbaqî Bamernî li Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê şer kiriye.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *