”Ker çima bi tirkî nazire!”

Siddik BOZARSLAN

”Di salên 1930yan da, piştê ku dîktatorê Selanikî Kemal Paşa zimanê kurdî di bajarên Kurdistana Jorîn da wek zimanê peyvînê jî qedexe kirîye, rojek ji rojan gundîyekî Stewrî li kerê xwe siwar bûye, satilek mast jî daye ber xwe û çûye Stewrê. Li wir satila mastê xwe bi pênc qurişan firotîye û qasek ji xwe ra di sûkê da gerîyaye.

Demek, çima zira kerê wî nehatîye! Kerê, wek ku li ser bêderên gund be, dest pê kirîye û heta ku dengê wî derketîye gotîye ´zirrr´ û ´zirrr´, bi kêfa dilê xwe zirîyaye. Mêrik ji ber zirîna kerê xwe şerm kirîye û jibo ku wî huskut bike, çova xwe girtîye û gotîye ´terp´ û ´rep´ lê xistîye. Ji alîyek ve jî bi kurdî qîrîyaye ser û çêrê wî kirîye.

Tam di wê gavê da çima polêsek jî di wir ra derbas nebûye û dengê çêrên mêrik ên bi kurdî nebihîstîye! Hema ew girtîye û rast birîye qereqolê û li wir ji qomsêr ra gotîye ku wî di sûkê da bi kurdî çêrê kerê xwe kirîye. Qomsêr ji ber wê yekê hem qîrîyaye ser mêrik, hem jî ji ber çêrkirina wî ya bi kurdî pênc quriş ceza jê standîye. Bi wî awayî, ew pênc qurişên ku mêrik wê rojê ji firotina satila mastê xwe qazanc kirine, ji destê wî çûne.

Mêrik bi berîka vala ji qereqolê derketîye û rast çûye ber daîra qaymeqam. Li wir paye (çavnêrî kirîye) heta ku qaymeqam di wextê betlana nîvroyê da ji daîrê derketîye û berê xwe daye malê, da ku here firavîn bixwe. Hingê mêrik çova xwe girtîye û dîsa gotîye ´terp´ û ´rep´ kerê xwe daye ber çovan û lê xistîye. Qaymeqam meraq kirîye ku çima li kerê xwe dixe û bi wê meraqê çûye, li ber wî rawestaye û bi alîkarîya wergêrekî kurdîzan û tirkîzan jê pirsîye ku çima wisa kerê xwe dide ber çovan. Mêrik gotîye:

”Ez dixwazim kerê min bi tirkî bizire, lê ew serhişkî dike û bi kurdî dizire! Ez jî jibo ku wî huskut bikim bi kurdî diqîrim ser û çêrê wî dikim, vêca polês tên û min digrin dibin qereqolê û ceza ji min distînin! Ji rûyê vî kerê mîrat, îro diravên mastê min gişt ji destê min çûn û ez rût bûm! Madem ku ji rûyê wî polês ceza didin min, ew jî heq dike ku ez ceza bidim wî û lê xim!”

Qaymeqam zilamekî fama bûye. Qasek fikirîye, fikirîye, paşê ji mêrik ra weha gotîye:

”Bes li kerê xwe xe, xebîneta kerê te ye! Ji ber ku zimanê kurdî di bajaran da bi fermana hukumetê hatîye qedexekirin, ez nikarim destûr bidim te ku tu bi kurdî çêrê kerê xwe bikî! Lê belê ez dikarim destûr bidim kerê te ku bi kurdî bizire; lewra hukumetê zirîna keran bi kurdî qedexe nekirîye! Ji îro pê ve dema kerê te di sûkê da bi kurdî bizire, êdî lê mexe û bi kurdî çêrê wî meke, bihêle bila bizire! Hingê polês jî dê te negirin û ceza ji te nestînin, diravên te jî dê ji destê te neçin!” (M. Emîn Bozarslan, Kemal Paşa weledê kê ye?, Weşanxana Deng, 1993 Swed, r. 41-42)

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *