PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê): Em dagirkirina Kerkûkê ya di 16yê octobrê de rûreş dikin

Roja 16yê octobr a 2017an , Kerkûk ji alîyê Heşdî Şahbî û Artêşa Iraqê ve careke din hatedagir kirin. Beşeke ji Kurdan îxanet li îradeya gelê Kurdistanê kirin û di dagir kirinê de jiHeşdî Şahbî re bûn alîkar. Ji bo dagir kirina Kerkûkê Dewletên Îran û Tirkîyeyê bi plan û stratejîyên xwe, bi her awayî piştgirî û alîkarîya Heşdî Şahbî û Bexdayê kirin. Emerîka û Brîtanya çavên xwe ji êrîşê û ji dagirkirinê re girtin.

Di referandûma serxwebûnê de, li gel hemû tehdît, zext û ablûkayên heyî ji %80 beşdarên ji Kerkûkê, ji %93yê beşdarên ji hemû Başurê Kurdistanê ji serxwebûnê re gotin‘’belê’’ . Dagir kirina Kerkûkê, tune hesibandin û binpê kirina îradeya meşrû û demokratîkya gelê Kerkûkê û ya hemû gelê Başûre Kurdistanê ye.

Piştî dagir kirina Kerkûkê, mixabin navçeyên mijara madeya 140î gişt, ango ji %45ê axaBaşûrê Kurdistanê careke din hate dagir kirin.

Heşdî Şahbî û Artêşa Iraqê , qîma xwe bi neanîn û bi êrîşa Pirdê, Sihêla û Zûmarêxwestin ji Hewlêrê heta Zaxo Kurdistanê dagir bikin û hemû destkeftiyên federalî ji holêrakin. ev plana dagirkeran bi berxwedana pêşmergeyên qehreman hate pûç kirin.

Helbete ku di dagir kirina Kerkûkê , Şingalê û navçeyên din yên Başûrê Kurdistanê de degelek pirsên bersîv manej hene. tu sebep nikare binpê kirina îradeya gelê me Başûrê Kurdistanê tune bihesibîne, tu kes nikare van dagirkirinan ‘’meşrû û yasayî’’ pênasebike.

Dagir kirina Kerkûkê, beşeke ji plana dagirkerina hemû axa Başûrê Kurdistanê ye, beşeke jiholê rakirina hemû destkeftîyên federalî yên Herêma Kurdistanê ye, beşeke ji sîyaseta tunehesibandina îradeya referandûma serxwebûnê ye.

Gelê me Başûrê Kurdistanê gelek caran tûşî enfal, jenosîd, qetlîam û îxanetan ye. gava ku destên xwe dane hevdu, gava tifaqa xwe ya netewî, niştimanî pêk anîne , di 11yê Adara 1970yê de otonomî; di 1991ê de rizgar kirina Hewlêr, Silêmanîye û Dihokê; di 2005ê de di Qanûna Esasî ya Iraqê de federalî bi dest xistine. Em di bawerîyê de ne ku, xwîna bideh hezaran şehîdên Kurdistanê vala neçe û bi yekgirtin û tifaqa gelê me û partîyên BaşûrêKurdistanê Kerkûk û hemû axa Başûre Kurdistanê ji destê dagirkeran ve rizgar kirin, îradeya serxwebûnê bi cîh kirin.

Di yekemîn salvegera dagir kirina Kerkûkê de, em dagirkirina Kerkûk û Şingal û ya hemû axaKurdistanê rûreş dikin. Em ew Kurdên ku di dagirkirinê de rol lihîstine şermezar dikin, dîrok yekê ji bîr neke. ev kesan di eslê xwe de di vîcdanê gelê Kurd û Kurdistanê de hatine ceza kirin û bi yekgirtin û tifaqa netewî, niştimanî û bi rizgar kirina hemû axa BaşûrêKurdistanê û di şerdên minasîb de bi îlan kirina serxwebûnê bêne mehkûm kirin.

Dîroka Kurdistanê û tecrûbeyên heyî nîşan daye ku, di meseleyên navxweyî de sebir û hişmendiya netewî û niştimanî dermanê gelek êş û birîn û nexweşîyan e. Em di bawerîyêde ne û hêvî dikin ku, xuşk û birayên me yên Başûrê Kurdistanê carê ji birîn û êş û pirsgirêkên xwe re bi hişmendîyeke netewî û bi rêyên guftûgoyan rêyên çareserîyê peyda bikin.Plan û stratejîyên xêrnexwazan yên têkder, bi stratejî û tifaqa niştimanî bêne pûçkirin.

Em dibêjin îro wazifeya dîrokî ya hemû partîyên sîyasî yên Başûrê Kurdistanê ew e ku, lidestkeftîyên federalî yên Herêma Kurdistanê xwedî derkevin, li îradeya referandûmaserxwebûne xwedî derkevin.

Em bangî Emerîka, Brîtanya, Rûsya û dewletên cîhanê dikin da ku, ji bo bicîh anîna destûrafederalî û parastina destkeftîyên Herêma Kurdistanê rola xwe bilihîzin û rêzê li îradeya meşrûû demokratîk ya gelê Kurdistanê bigirin.

16.10.2018

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *