Ermenistanê 3yê Tebaxê wekî ‘Roja Bibîranîna Komkujiya Êzidiyan’ ragihand

Parlamentoya Ermenistanê 3yê Tebaxê wekî “Roja Bibîranîna Komkujiya Êzidiyan” ragihand.

Li gorî nûçeya Armenpressê, Parlamentoya Ermenistanê bi 88 dengan projeyasaya pêkanîna guhertinê di “Rojên Cejnê û Bibîranînên Ermenistanê” de pesend kir.

Parlamenterê Partiya Peymana Sivîl ê Êzidî Rustem Bekoyan pêşniyara guherînê di yasaya Rojên Cejnê û Bibîranînên Ermenistanê de kiribû û ew pêşkêşî Parlamentoya Ermenistanê kiribû.

Rustem Bekoyan da zanîn ku dive komkujiya li hemberî Êzidiyan hatiye kirin ji aliyê raya giştî ya Ermenistanê û hemû mirovahiyê ve bê zanîn.

Rustem Bekoyan amaje bi wê yekê jî kir ku Komkujiya Êzidiyan di van salên dawî de ji aliyê bi dehan welat û Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî jî ve wekî komkujî hatiye naskirin.

Parlamentoya Ermenistanê êrişa DAIŞê ya 3yê Tebaxa 2014an a li Şingalê û kuştin û revandina Kurdên Êzidî wekî “komkujî” qebûl kiribû.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *