Bûyerên Sariqamîşê- 4

Siddik BOZARSLAN

Nameyên ku Y. Kamil Bedirxan û Abdurrezak ji giregirên kurdan ra rêkirine!

Li herêma Wanê dema di 1915an da Ermen û kurdan hev qir dikirin, rusan ji Abdurrezak Bedirxan ra pêşnîyaz dikin da ku ew here herêma Botanê. Abdurrezak digel mamê xwe Yusuf Kamil Bedirxan, ji hin giregirên kurdan ra nameyan rêdikin da ku ew li ser navê osmanîyan li dijî rusan şer nekin. Tê zanîn ku van nameyan ji Reîsê Eşîra Haydaran Kor Huseyîn Paşa, Serokê Eşîra Pencînarê ya Garzanê Cemîlê  Çeto, Serokê Eşîra Xoytê Hacî Musa Beg, Şêx Zîyaeddîn (Şêx Hezret), Şêx Mahmudê Zoqeydê, Şêx Abdulbakî Kufrevî û Mihemedê Elîyê Unusê Sasonî ra hatine şandin. Lê hemîyan bersivên neyênî dane û wek me di nivîsareka dî da dîtibû tevayê wan di bin fermana osmanîyan da li dijî rusan şer kirine.

Abdurrezak li gundê Xomarê girêdayê Wanê bi hin giregirên kurdan ra wek Serokê Eşîra Axlanan Hamîd Gorandeştê, Erdal Begê Xêşêtê û Serokê Eşîra Gravî Hecî Mehmed Axa civînek çêdikin. Di civînê da li ser têkilîyên kurd û ermenan, kurd û rusan û tohmetên ku hukumeta tirk jibo Abdurrezak avêtine meydanê, hatine rawestandin. Abdurrezak di encama civînê da nameyek (mirov dikare bêje manifestoyek jî) nivîsîye û wê bi rîya Şêx Xalid û Evdal Begê ji eşîrên Botan û Berwarî (Xaşkêrê) ra û bi rîya Elî Axayê Dêhlêlîyê ji Eşîrên Gravî (Gravya) û Ertûşî (Erdoşya) rêkirîye. Name weha ye:

”Çawa ku kalê min fermandarê we bû, ez jî bi eynê esasan dixwazim we ji bindestî û serwerîya Dewleta Osmanî rizgar bikim. Ji ber ku fermandarîya wan li dijê heqîyê ye. Hewildanên min ên digel rusan, wek ku tirk dibêjin, nîne. Ez xwedî gurur im ku welatê xwe nakim qurbana rusan. Semedê ku em digel rusan in, çekên wan ji xwe ra kirine amanc ku Romîyan biqewitîne û li dijî zorbarîya wan e. Jibo ermenan jî ez vêya bêjim:  Divê em ji rêvebirîya ermenên dervayê Wanê netirsin. Bi taybetî divê em ji ermenên Botanê netirsin; ew di bin tesîra me da ne. Em daxwazên wan (yanê Eşîra Gravî ku berê doza şerîetê kiribû) ên şerîetê jî qebûl nakin., ji ber ku ez qet naxwazim xisar bigihîje wan (ermenan)” (Abdurrezak Bedirxan, eynê eser, r.68)

Bi îmzeya raporeka Wekîlê Walîyê Bedlîsê Memduh ku di 15yê gulana 1916an da rêkirîye Wezareta Hundûrî, fam dibe ku Y. Kamil Bedirxan, 2 nameyên bi erebî û 2 nameyên bi tirkî tevayî 4 name ji giregirên kurdan ra rêkirîye. Van nameyan ji herêma Bedlîsê ji Şêx Zîyaeddîn, ji Şêx Alaeddîn, ji Wekîlê Kaymakam Halef Efendî û ji Hecî Musayê Mutkêyî ra hatine şandin û wesîqeyên wê demê nîşan didin ku ew şêx û serokên eşîran bi dewletê ra xizmet kirine û loma wan nameyan dane berpirsê dewletê yê Bedlîsê. Dîsa li gora belgeyan, nameyên Abdurrezak û mamê wî jibo serokeşîr û kesayetên dînî hatine şandin, heta havîna 1916an berdewam kirine. Kamil Bedirxan di 31ê temûza 1916an da daye xuyakirin ku li herêmên Erux, Şirnex û Perwarîyê dê hukumeteka kurdî were avakirin û pêwistîya piştgirîya giregirên kurd pê heye. Lê ev jî bêencam maye. Dîsa Wekîlê Walîyê Bedlîsê Memduh, wê nameya Bedirxan bi dest xistîye û di 7ê tebaxa 1916an da ji Wezîrê Hundûrî ra rêkirîye.

Nameyek jî ku Abdurrezak û mamê wî Kamil Bedirxan şandine giregirê kurd, Serokê Eşîra Haydaran Kor Huseyîn Paşa ye. K. Huseyîn Paşa, li xwe mikur hatîye ku wî şaşîyeke mezin kirîye ku bersiveka weha daye Kamil Bedirxan. Bersiva wi li jêr e:

”Eger tu kurê Bedirxan Paşa bûya, tu dê eskerên gawir rênekirina ser namûsa îslamîyetê. Ez bawerî dikim ku tu zarûkê ermen î. Dayîka te, tu ji ermenekî pîç girtîye.” (Kemal Süphandağ, Hamidiye Alayları, Ağrı Direnişi ve Zilan Katliamı, Pêrî Y. 2002, s. 289)

Balkêş e ku Kor Huseyîn Paşa, di 1916an da dema Koçberîya Kurdan despêkir, ew jî hat surgûnkirin. Dîsa balkêş e ku di 1918an da jibo qirkirina ermenan, hukumetê ew paşve anî herêmê û li dijî ermenan da şerkirin. Ji wan numûneyan jî balkêştir ew e ku piştî serhildana Şêx Seîd ya 1925an da ew careka dî jibo Antalyayê tê surgûnkirin û ji wir jî tê rêkirin jibo Kayserîyê. Kor Huseyîn Paşa, ji surgûna Kayserîyê bazdide Surîyeyê û li wir poşmanîya xwe dîyar dike ku yek ji wan şahîdan Cegerxwîn e. Seydayê nemir Cegerxwîn di derbarê poşmanîya K. Huseyîn Paşa da weha dibêje:

“Kor Huseyîn Paşayê Heyderî û Hecî Musa Begê Xwetî, digel malbatên xwe ji Tirkîyeyê revîyan û hatin Amûdê. Em çend car digel hev runiştin û sohbet kirin. Wî her tiştî eşkera eşkera axifî. Hin tiştên gotî, bi rastî tesîr li ser min kir. Wî, ´Seyda min gelek kes kuşt, gelek şeliandinan çêkir´ gotibû. ´Lê bersiva ku min dabû nameya Kamil Beg, zimanê ku min li dijî wî xebitandibû, qet ji bîr nakim. Li hemberî wî ez xwe pir gunehkar hîs dikim.´ Wî weha digot û li serê xwe dixist û porên xwe dikêşand. Wî bi destên xwe li serê xwe dixist û ´Ulan Huseyîn, Ulan Kor!..´ digot û heyfa xwe bi xwe dianî. ´Li dinya dî ez dê çi bersiv bidim Kamil Begê?´ Carna hesreta dilê xwe dikêşand: ´Xwezîya min di saxîtîya xwe da careka dî Heyderan bidîtîya…´” (Cegerxwîn Hayat Hikayem, s. 54- 55)

Divê mirov bide xuyakirin ku kesên ku li Suriyeyê Kor Huseyîn Paşa dîtine, ew ji her kesî ra behsa vê poşmanîya xwe kirîye ku me ji qelema seydayê gorbihişt guhast vir. K. Huseyîn Paşa, ji derdora xwe ra ´Ezê li axretê, çi bêjime Kamil Beg…tifkin rûyê min.´ dubare kirîye. Gelek zelal e ku piştî hew qas xisar û malwêranîya kurdan, yên ku ji wê sistema hovîtîyê ra xizmetê kirine, ew çi qas poşmanîyên xwe bidin zanîn û ´Me mala xwe bi destê xwe xirab kir û wd…” bêjin jî, tu qîmeta wan gotinan namîne û ji birînên me yên heyî ra nabin derman…

Tê gotin ku piştî demek ku Kor Huseyîn Paşa li Surîye dimîne; digel hin xismên xwe  derbasî herêma Barzan dibin û dibin mêvanê Şêx Ahmed Barzanî. Di buhara 1929an da K. Huseyîn Paşa digel kurê xwe Abdullah, xwarzê xwe Ahmedê Zero û kurê Hecî Musa Beg, Medenî û du zilamên Medenî ji herêma Barzan dikevin rê ku herin alîkarîya serhildana Agrîyê bikin. Birayê Hecî Musa Nuh Beg, li nik Şêx Ahmed Barzanî dimîne. Li ser sînorê Îran û Îraqê dema ew bêhnvedana rawestandinê didin; kurê Hecî Musa Beg Medenî û du zilamên xwe, Kor Huseyîn Paşa û kurê wî Abdullah û xwarzê wî Ahmedê Zero bi gulebaranê dikujin. Wer xuya dibe ku ev bûyera kuştinê di nav pilaneka lihevhatî da qewimîye û loma piştî kuştina wan Medenî dizivire Turkîyeyê û teslîm dibe. Piştî vê bûyerê Şêx Ahmed Barzanî lêkolînek dike û li gora wê tespît dibe ku birayê Hecî Musa Nuh Beg bi tirkan ra lihevhatinek çêkirîye di encamê da Kor Huseyîn Paşa û zilamên xwe hatine kuştin. Loma Şêx Ahmed Barzanî, Nuh Begê îdam dike. Medenî jî di 1962yan da li Muşê ji alîyê xismekî Kor Huseyîn Paşa ve tê kuştin.

Evdirrehmanê Alîyê Unis yê Sasonî jî yek ji wan kesan bûye ku nameya Aburrezak û Kamil Bedirxan sitandîye. Dema ew li Surîyeyê bûye, di civatek da weha gotîye:

”Name, ketibû destê birayê min Mihemed jî. Em digel hev çûn ba Cemîlê Çeto. Me nameyê xwend. Ew kenîya. ”Yahu, eynê name ji min ra jî hat, lê ez nizanim çi bersiv bidim. Ez bi serê bavê xwe sond dixwim ku, eger Şêx Mahmudê Zoqeydê erê nebêje, ev kar çênabe.” got. Em her sê çûn ba şêx û rewşê axifîn. Şêx ”piçek min tenê bihêlin ku ez li ser bifikirim” got. Nîv seet paşê wî bersîvê da: ”Wellah Cemîl, ez heftê salî me. Piştî vî emrî ez nikarim namûsa musulmanan bixim bin pîyên rusan. Eger hûn welatek ava dikin, kerem bikin çêkin, min têkilê wê mekin.” Piştî ku em ji mala şêx derketin Cemîl; ”Eger Şêx Mahmud nebêje erê, jinên me jî me naxin nav nivînan.” Li ser vê rewşê em zivirîn malên xwe û me rewşê jibîr kir.” (Cegerxwîn, eynê eser, r. 55)

Nuqteyeka balkêş jî ev e ku piştî Şoreşa Oktobrê li Rusyayê, ´Hukumeta Komunist´ dixwaze Abdurrezak erdê Rusyayê biterkîne.  Wezareta Derve ya Osmanî jî di 22yê gulana 1917an da ji Wîlayeta Musulê ra nivîseka bi şîfre rêdike. Di nivîsê da dide xuyakirin ku Abdurrezak hatîye bexşandin, ev teblîxat divê jê ra bê dayîn û ew dikare di bin ´ewlekarîyê´ da bi awayeke serbest were Stanbolê. Piştî gelek bûyeran Abdurrezak di 1918an da li Musulê ji alîyê ÎTCyê ve bi jehrî tê kuştin. Wek encam  li ortê ye, hukumeta Stanbolê bi dek dolaban canbazîyek kirîye jibo Abdurrezak da ku wî têxin kemînek û bikujin.

 

 

 

 

 

 

 

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *