Jibo pêşveçûna civakî rola ronakbîran girîng e!

Siddik BOZARSLAN

Di hemî civatan da (kevnar, koledar, feodal û kapitalist) jibo pêşveçûna civatî rola ronakbîran gelek girîng bûye. Mirov dema li dîroka mirovatîyê hûr dibe; mirov dibîne ku li cîhanê û di her serdemê da rewşenbîrên wê civatê derketine holê û jibo hişyarkirina civata xwe fikrên xwe gotine û rastê gelek astengan jî hatine û hin ji wan jî di vê xebatê da canê xwe ji dest dane. Bi tabîreka dî di ronîkirina  civatê da gelek ronakbîr, rewşenbîr bedelên mezin dane û hin ji wan bûne cangorîyên civata xwe û welatê xwe.

Ez pêwist dibînim ku bi kurtayî be jî piçek behsa civatan bikim. Wek tê zanîn di dîroka mirovatîyê da Civata Kevnar (îptîdayî, prîmîtîf) ewilîn cî û warên mirovan e ku bi awayeke xwezayî hemî kes digel hev jîyane. Di Sazûmana Kevnar da çîn û tebeqeyên serdest û bindest tunebûne. Bi awayeka dî feqîr û dewlemend tunebûne. Hemî endamên civatê li gora hêz û zanebûn û zîrekîya xwe di nav xebata domandina jîyana xwe da cî girtine. Kalemêr û pîrejinên civatê; jiber tecrûbeyên xwe yên jîyanê ji civatên xwe ra rêbirîyê kirine.  Aletên çêkirinê û çinandinê, malên her kesî/ê bûne. Loma ji vê sazûmana kevnar ra Komunizma Kevnar jî tê gotin.

Di sazûmana koledarîyê da têkilîyên navbera kole û koledaran (efendîyan); di çarçoveya disiplinek da û li ser fikirandinek sistemek hatîye avakirin û li gora wê sistemê jî  li ser xeta wê sistemê hin kaîde (prensib) hatine çêkirin ku ew hemî digel hev bûne sazûmanek û ev jî bûye semedê domandina bi hezarsalan. Loma car caran serhildanên koleyan çêbûne; lê wan serhildanan bi xwînê hatine pelçiqandin. Lê di wê têkoşîna man û nemanê da fikir û hestên edlayîyê û azadîyê jî roj bi roj geş bûne û ew zemînek (bingehek) çêkirîye ku Dînên Yekxwedayî çêbûne. Lê ev sistema koledaran piştî qonaxeke nû ku pêşveçûna aletên  çêkirin û çandinîyê gihaye radeyek ku çîna feodalan derketîye holê û menfeeta wan û koleyan di nuqtayek da gihane hev. Di wê qonaxê da rola oldaran jî bi awayeke heyînî çêbûye, lê ev heya radeyek bûye. Ev rewş bi taybetî di  Dînên Musewî û Îsewîyan da û heya radeyek jî di Îslamê da xwe nîşanê me daye.

Giringiya ronayîbûnê

Di derbarê bizava ronayîbûnê da dîtinên İmmanuel Kant (1724-1804) giring in û di navberê da 350 sal jî derbas bibe, ev dîtin jibo dema me jî ronayîya xwe diparêze û loma dirêj be jî ez wê metnê li jêr pêşkêşî we hêjayan dikim da ku neslên nû jê fêdeyê werbigrin. Min, metna tirkî wergerand bo kurmancî. Ji İmmanuel Kant pirsîne da ku ronayîbûn çîye. Di derbarê bizava ronayîbûnê da ew weha bersiv dide:

”Ronayîbûn, rewşeke însên e ku ew bi îradeya hin kesên dî ketîye nav sucdarîyê, ji ber ku nikaribûye bi aqilmendîya xwe tevbigere; însên ku bi îradeya xwe ya azad dixwaze ji wê rewşê rizgar bibe. Bi tabîreka dî, semedê bêkamilbûna însên, ne ku bêaqilîya însên bûye; ew negirtîye ber çav ku îradeya xwe bikar bîne. Loma hevoka ”Cesareta karanîna aqilê xwe nîşan bide!”  (mç) jibo ronayîbûnê bûye parola esasî.

Xweza (tabîet), ji mêjve ye ku mirovan ji girêdana rêbirîya kesekî bîyanî rizgar kirîye, lê piranîya mirovan (kes-însan) di seranserê jîyana xwe da kamil nebûne û mane. Ji ber ku ew tilar û tirsonek in; ji ber ku nekamilbûn pir hêsa ye. ”Eger ji bedêla min, kitêbeka min a fikirandinê hebe, ji bedêla wijdana min keşîşekî min hebe, hekîmeke min hebe ku perhîza min bibêje, êdî tu pêwistî namîne ku ez têkevim nav zehmetîyan.” (mç) Wekî dî, piranîya mirovan, gavavêtineke ber bi kamilbûnê ve tişteke zehmet, heta bi talûke (xeter) dibînin. Jibo wê ye ku kesên serwêris (wasî) ku xwedî hûner in da ku wan dişopînin û hunermendîya xwe nîşan didin. Ewil ew (wasî), lawirên (heywanên) ku birêvedibin dikin ebdal, wan afirandinên bêdeng ku di cîyê girtî da ne, qedexe dikin ku derkevin derve; paşê jî ji wan ra dibêjin, eger tek u tek bimeşin wê bela were serê wan. Her çiqas ev xeter ne zêde mezin e; yên ku wê xeterê bigire ber çav, piştî carek du car bikevin erdê jî paşê dikarin bi tena serê xwe bimeşin; lê numûneyeke weha dikare bide tirsandinê, ev jî dê pêşî li ceribandinên dî bigire.

Di însên da bêkamilbûn, bûye tişteke xwezayî; ji wê rizgarbûn pir zehmet e. Wekî dî qanûn, mewzuat, bi berdewamî kamilbûnê radiwestîne, ji ber van sedeman e ku gelek hindik mirov mane ku ji bêkamilbûnê xilas bibin û bi bîrubawerî bikaribin bimeşin. Lê her tim çend kes hene ku bifikirin,  serbixwe bibin. Van kesan, ewil dê nîrê bindestîyê ji ser xwe rakin, dê paşê jî bi cewhera însên, fikirandina serbixwe jibo însên bibe vatinîyek (wezîfeyek) ku wê bigihîne derdoran.

Jibo ronayîbûnê, ji bil azadîyê pêwistî bi tişteke dî tune. Jibo wê jî tiştê pêdivî hebe, azadîyên ku herî kêm bê xisar e. Li pêşberî raya giştî bi awayeke vekirî karanîna azadîyê ye ya bi her awayî. Lê çi heye ku di çar alîyan da  ”nefikirin” tê qîrandin: serbaz, ”Nefikire, talîma xwe bike”, keşîş (keşe), ”Nefikire, bawerî pêbîne”, qolçî,”Nefikire, bide” dibêje. Lê li pêşberî rayagiştî bi karanîna fikrê, yanê kesekî/a wek însaneke zana bi karanîna aqilê xwe li pêşîya xwendoxên xwe divê serbest bibe. Ronayîbûn, bi vî awayî dikare pêk were.

Tu sazîyek nikare peymanek çêke ku li pêşîya ronayîbûna cinsên însên bibe asteng. Çu mafê pêvajoyek tune ku peyman çêke da ku li pêşîya zanyarîyên demê were girtin û jibo derbasî pêşedemê nebe ango geşbûyîn û pêştaçûna wê were astengkirin, welê dê bibe cinayetek li hemberî xulqandina însên.  Belam ev li dijî pêşveçûna tabîeta însên e.” (Prof. Dr. Macit Gökberk, Aydınlanma Felsefesi, Atatürk ve Devrimleri, Cem Y. İst.)

Bawerî û Zanîn                                                                                                                                ”Tiştên ku em pê nizanin, tiştên ku jibo xapînê û xapandinê herî zêde kêrhatî ne. Carek, însên tiştên ku nabîne, her ji ber çi be, bi hêsayî pê bawer dike; paşê jî jibo ku em hîn nebûne li ser tiştan bifikirin, biaxifin,  em li hemberî wan bi hêsayî nikarin rawestin. Jibo wê ye ku însên, bi tiştê ku herî hindik pê dizane, herî zêde pê bawerî tîne. Yên ku ji me ra çîrokan  dixwînin, pir hêsa diaxifin; alşimistan, kahinan, huqûqzanan, falkeran, doktoran û wd: eger ez netirsîbam, hinekên dî jî dikaribûm li wan zêde  bikira. Mesela hin kesên ku ji daxwazên Xwedê ra nûnertîyê dikin, hene; xwe bi awayek nîşan didin ku ew bi semedên her bûyerî dizanin. Tiştên ku Xwedê kirîye û sira îradeya (vîna) wî ya gewre ku veşartîye, xwedêgiravî  wan tiştan dibînin. Tiştên diqewimin ku ew hev nagirin, geh bi vî alî ve û geh bi wî alî ve direvin, yek ji rojhilat tê û yek ji rojava tê; van tiştan wan zilaman nawestînin. Dîsa her tiştên ku dizanin, dixwînin, bi heman qelemî ve reş û sipî dinivîsin û disekinin.” (Michel de Montaigne, Denemeler, Türkçesi Sebahattin Eyuboğlu, Cem Y. İstanbul )

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir