Kurdistan!

Şeyhmus ÖZZENGİN

Piştî hilbijartinên dewleta Ferel a İraq, li Kurdistanê alozîyan rû da. Destek reş ji her hêlê de van alozîyan tev dide. Dixwaze îradeya ku di hilbijartinan de derketîye holê têk bibe. Ev dest; li Bexda ye û ji Bexda bi DAÎŞ re, bi beşek ji Haşdî Şabî, bi tirkan re, bi farisan re, bi beşek ji kurdan re tevdigere. Her ku diçe êrîş û alozîyan geş dike.

Vî destî, ev demeke DAÎŞ xistîye dewrê û dest bi êrîşan dike. Bi metodek sîstematîk, li herêmên ji dervê desthilatdarîya Herêma Kurdistanê, êrîşan tîne ser sengerên Pêşmergan û pêşmergên Kurdistanê zaîyatan didin. Di demek kurt de, nêzî 16 pêşmerge, kesên medenî cangorî bûn. Ev dîyar e, ku Îran û Tirkîyê nahêlin li ser axa Kurdistanê û Bexda lihevhatinên bingehîn birêve biçin. Tehdîda hêza kontra ya nîjadperestên tirkan (Devlet Bahçelî) ku dibêje:

„..yên ku li ser statûya Kerkûk pîlanan çêdikin û dixwazin welatê Tirkmenan radestî pêşmergan bikin, divê aqlê xwe bînin serê xwe!“(!) Dîyare ku ev îşareta êrîşan bi xwe ye.

Ev deh roj in, ji medya em van nûçeyên ku me xemgîn dike û dilê me dax dide dixwînin:

„..grûpeke Pêşmerge ket kemîna çekdarên DAIŞê û di encamê de 7 Pêşmerge şehîd bûn.“

„Çekdarên DAIŞê êrişî gundê Xidirce yê li herêma Qereçûx a ser bi Mexmûrê ve kirin û di encamê de 9 Pêşmerge û 3 sivîl şehîd bûn û 4 Pêşmerge û sivîlek jî birîndar bûn.“

Dîyare ku destekî dijminane ketîye dewrê û bingeha êrîşên hîn mezintir hazir dike.

Bi dû hev de sê êrîş hatin ser Pêşmergên Kurdistanê û di hersê êrîşan de jî pêşmergan cangorî da. Gelo ev bêtedbîrîya hêzên pêşmergan e?

Yan jî li van deveran DAÎŞ ji Pêşmergan bihêztir e?

Çima her êrîş û alozî ji van deverên ji dervê desthilatdarîya herêma Kurdistanê tên ser pêşmergan?

Berê DAÎŞ êrîş dibir ser artêşa İraqê, çima piştî hilbijartinên İraqê berê êrîşên DAÎŞ ket ser pêşmergan?

Ev herêm qaşo di bin desthilatdarîya hêzên İraq a Federel de ye. Çima İraq rê dide van êrîş û alozîyan?

Em dikarin pirsên xwe pir bikin. Lê divê em li bersîva pirsekê bigerin ku ew bersîva hemû pirsan e.

İraq dewletek xwedî serwerî ye an na?

Bi raya min, ev 18 sal e ku hewlên İraqek bi hêz û xwedî serwerî têt dan. Hin Emerîka û hin jî piştî êrîşên DAÎŞ, hatina hêzên hevpeymanan li İraqê û herêmê, armancên wan ne zelal û ne jî serkevtî ne. Ji dêlva neşterê li pirsgirêkan bixin û li çareserîyek bingehîn bigerin, tenê rewşê îdare dikin û demê dirêj dikin!

Çima ev aktorên navdewletî û bihêz, li dij Kurdistanek serbixwe û bihêz in?

Hin Emerîka û hin jî hêzên hevpeymanan pir baş dizanin Ku Kurdistanek serbixwe bêt avakirin, wê li herêmê hemû pirsgirêk bên çareserkirin. Lê ev rastî li hesabê wan nayê. Baş dizanin ku di herêmê de ji dervî kurdan wê herkes li henber hewla avakirina dewleta kurdan derkevin. Ev jî metirsîyeke wendakirina berjewendîyên bi van dewletên dijberê Kurdistanek serbixwe re tîne ji van aktoran re. Di herêmê de ji dervî Îsraîl, her dewlet û hêz dijminê avakirina dewleta Kurdistanê ye. Ji bona ku ev rastî ser û bin bibe, divêtî bi piştgirîyek ji dil û xurt heye. Ev jî NATO ye, NY ye, Emerîka ye û YE ye. Di virde jî perçe perçe xuyakirina hêzên sîyasî yên kurdan tenê sebebek neyênî ye. Lê ne sebeba yekem e. Sebeba yekem berjewendî ne. Eger, aktorên cîhanê biryara avakirina dewletek kurdistanî bidin, dikarin hemû sebebên neyênî, vegerînin astek erênî. Kengî bixwazin, ku li herêmê dawî bi teror û alozîyan were, wê dûmayîka vê hewlê jî bêt.

İraq dewletek hilweşîya ye û tiştê mayî ketîye destê hêzên partîzanî, hêzên tundrew, gendelîperest. Herkes, her hewlê ji bona berjewendîyên xwe bikar tîne û ji vê hemahengîyê jî dewletek federal dernakeve. Hin Emerîka, hin NATO, hin hêzên Hevpeymanan di vê astê de îqna ne. Ev hêz, tenê bingeha êrîş û alozîyan diparêzin û kengî bixwazin bi aramîya herêmê dilîzin û birînan pêş me dikin. Lê çareserîyek bingehîn jî taloq dikin.

Divê aktorên herêma Kurdistanê van rastîyan bibînin. Stratejîya xwe tenê li gor avakirina dewletek federel a İraqê û di wir de li çareserîyê negerin. Divê dev ji „iraqek xurt wê kurdistanê jî xurt bike“(!) berdin. Ev xeyal ji xeyala Kurdistanek serbixwe hîn zahmetir û hîn pirtir bi problem e.

Çareserîya pêşîlêgirtina alozî û terorê, ne di İraq ek xurt de,

di Kurdistan ek azad de ye.

03.12.2021

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir