Bi 8 zimana `Lîstika Hînbûna Gotinên Kurdî`

Ferhat Baysal yê ji Mêrdînê ku li Belçîka dijî li ser webê lîstikek bi gotinê Kurdî ya bi 8 zimana çêkir. Ferhat Baysal`ê lîstika bi navê “Peyvên Kurdî” çêkirîye dibê: “min gelek dixwest ku Kurdî di warê dijîtal pêşkeve û di nav zimanên dunyayê cîhê xwe bistîne! Bi vê projeyê mirovên bîyanî  Kurdî nas dikin. Vêna min gelek bextewar dike!”  

Nûçeya Ferhat Yaşar bixwînin: Ferhat Yaşarfyasar@gazeteduvar.com.tr

Lîstika ‘Peyvên Kurdî’ bi zaravayê Kurmancî û bi tîpên latînî ye. Ji bo kesên bixwazin derbarê dîrok, ziman û çanda Kurdî de peyvan hîn bibin, hilbijêrka zimanê din jî di nava lîstikê de heye. Ji bilî Kurdî, Tirkî, Inglîzî, Elmanî, Fransî, Spanî, Îtalî û bi zimanê Rûsî tê lîstin.

Lîstik ji peyvên Kurdî pêk tê. Heya niha 30 hezar peyv hatine bar kirin û wê her biçe, peyvên zêdetir lê bên barkirin. Endazyar Ferhat Baysal niha li gundekî Belçîkayê dijî, Baysal diyar kir wî vê lîstikê nû çêkiriye û dixwaze gelek berhemên bi vî awayî yên xizmetê ji çand û zimanê Kurdî re bike. Baysal beriya niha lîsikên bi navê ‘Pirs’ jî weşandibû.

JI BO HER DÎTINA PEYVAN PÛAN TÊ DAÎN

Ferhat Baysal têkildarî şêwazê bikaranîna lîstikê van agahiyan da, Aplîkasyona ‘Peyvên Kurdî’ ji gelek zimanan pêk tê. Her zimanek ji gelek astan pêk tê. Heya astek neqede astên din qufilkirî dimînin. Dema mirov astan diqedîne, mirov dibe xwediyê jeton û pûanan. Ji bo her dîtina peyvan pûan tê daîn. Weke din di hûndirê aplîkasyonê de dide ku lîstikvan fêrî Kurdî bibe.

Yên ku dixwazin Kurdiya xwe pêş bixin dikarin bi lîstikan pêşbixin, di dawiya listikê de zimanê Kurdî bêtir tê hînbûyîn. Dikarin bi zimanên din jî bilîzin û fêrî gelek peyvan bibin. Di navê de beşa îstatîstîk û encama pêşbirkêyê jî heye ku lîstikvan û kesên beşdar dikarin bi hêsanî bigihijin agahiyên derbarê lîstika xwe û yên din de.

Li gorî zanyariyên ku Ferhat Baysal daye, lîstik nû hatiye barkirin û heya niha li ser Play Story gelek şîrove û gelek barkirin hatine kirin.

DU SALAN DI GIRTÎGEHÊ DE HATIYE GIRTIN

 Ferhat Baysal li Stenbolê mezin bûye û ev nêzîka 4 salin li gundekî sînorê Belçika û Luxemurgê dijî. Baysal ji ber sedemên polîktik çû ye Belçîkayê. Niha li wir mahkûmekî polîtik e û nikare vegere Tirkiyê. Ji ber ku beriya niha 2 salan di Girtigeha Edirne ya F Tipi de hatibû girtin.

‘JI DIZAYNÊ HEZ DIKIM’

Baysal dibêje niha li vir derfetên min pir zêde hene. Ji ber vê sedemê bêtir dikarim projeyên xwe pêk bînim. Jixwe ji zarokatiya xwe heya roja me bi karê nivîsbariya kompîterê re mijûl dibim. Lê ev 3-4 salên ku li Belçikayê diçim perwerdehiyê û di ber de jî karê xwe dikim. Ji bilî vê yekê ji dizaynê pir hez dikim, dizayna dijital beşeke ku pir jê hez dikim. Dema ku ez nivîsbariya aplîaksyonan diqedînim dizayna aplîkasyonê jî bixwe çêdikim.

‘HETA DESTÊ MIN WERE EZÊ PROJEYÊN DERBARÊ KURDÎ ZÊDE BIKIM’

Baysal wiha behsa xebata xwe dike: “Bala min pir li ser Kurdî heye. Ji ber ku zimanê min ê dayikê bi Kurdî ye. Lê cihê niha lê dijîm jî cihekî wek bajêrê ku jê dayik bûm e pirzimaniyê. Li cihê ku dijîm Elmanî, Fransî, Flamanî, Ingilîzî, Luxemburgî û pir zimanên din tên axaftin. Ev jî li ser min bandorek çêkir ku lîstikeke bi 8 zimanan amade bikim. Û pir dixwazim Kurdî di aliyê dijîtal de pêş bikeve û di nav van zimanan de cihê xwe bigre. Niha bi vê projeyê gelek kesên xerib jî yê bi Kurdî agahdar bibin. Ev yek min pir kêfxweş dike û heya ji destê min were ez ê projeyên bi vî rengî yên di derbarê Kurdî de zêde bikim.”

Nûçe bi Tirkî:

8 dilde ‘Kürtçe Sözcük Öğrenme Oyunu’ geliştirdi: Yabancı insanlar Kürtçeyle tanışıyorlar

Belçika’da yaşayan Mardinli Ferhat Baysal 8 dilde yeni bir oyun geliştirdi. ‘Peyvên Kurdî’ adıyla geliştirdiği uygulama için Ferhat Baysal, “Kürtçenin dijital alanda ilerlemesini ve dünya dilleri arasında yer almasını çok istiyordum. Bu projeyle yabancı insanlar Kürtçeyle tanışıyorlar. Bu beni çok mutlu ediyor” diyor.

Ferhat Baysal’ın geliştirdiği Kürtçe dijital oyun olan ‘Peyvên Kurdî'(Kürtçe Sözcük), Kürtçe başta olmak üzere 8 farklı dil ile Google Play mağazasında yerini aldı. ‘Kürtçe Sözcük Öğrenme Oyunu’ başlığı ile yayınlanan oyun ilk günden büyük ilgi ile karşılandı. Baysal daha önce ‘Pirs'(soru) oyununu da geliştirmişti.

Belçika’da bilgisayar mühendisliğini okuyan Baysal aynı zamanda oyunlar tasarlayarak Google Play mağazalarına yüklüyor. Baysal, Kürtçenin öğrenilmesi için geliştirdiği oyuna şimdiye kadar 30 bin kelime yükledi. Öte yandan Kürtçe kelimeler yüklenmeye devam edilecek.

‘Kürtçe Sözcük Öğrenme Oyunu’ birçok seviyeden oluşuyor. Bir seviye bittikten sonra oyuncular hem puan hem jetonlar kazanıyor. Doğru cevabı bulanlar puan kazanıyor. Böylece Kürtçe öğrenme daha eğlenceli hale geliyor. Kürtçesini geliştirmek isteyenler içinde büyük bir fırsat olarak görülüyor. Oyunun sonunda Kürtçenin hangi aşamaya geldiği de öğrenilebiliyor.

Oyun tüm akıllı android işletim sistemine sahip telefonlardan ve tabletlerden indirilip oynanabilecek şekilde tasarlandı. Okuma yazma bilen herkese hitap eden oyun, eğlenerek öğretme yöntemi ile Kürtçe dilini öğretmeyi hedefliyor.

2 YIL HAPİS CEZASI

Ferhat Baysal

Ferhat Baysal

Belçika’da birçok imkana sahip olduğunu belirten Baysal şunları söyledi: “Burada benim birçok imkanım var. Bu nedenle projelerimi hayata geçirebiliyorum. Çocukluğumdan beri yazılımla ilgileniyordum. Yaklaşık 4 yıldır Belçika’da hem eğitim alıyorum hem işimi yapıyorum. Aplikasyonların yazılımlarını bitirdikten sonra onların düzenlemesini de yapıyorum.”

‘BU PROJE SAYESİNDE YABANCI İNSANLAR KÜRTÇEYLE TANIŞIYORLAR’

Kürtçe için çalışmalarının devam edeceğini söyleyen Baysal; “Kürtçeyle çok ilgileniyorum çünkü benim anadilim Kürtçe. Şu an yaşadığım yer doğduğum Mardin gibi çok dillidir. Yaşadığım yerde Almanca, Fransızca, Flamenkçe ve İngilizce konuşuluyor. Yaşadığım yerde bu dillerin konuşulası beni 8 dil de bir oyun geliştirmeye itti. Kürtçenin dijital alanda ilerlemesini ve dünya dilleri arasında yer almasını çok istiyordum. Bu proje sayesinde yabancı insanlar Kürtçeyle tanışıyorlar. Bu beni çok mutlu ediyor. Kürtçe için buna benzer projeleri elimden geldiği kadarıyla yapacağım” dedi.

Lînka aplîkasyona ‘Peyvên Kurdî’:

Video: https://youtu.be/Spku9UZtzHY

https://www.gazeteduvar.com.tr/8-dilde-kurtce-sozcuk-ogrenme-oyunu-gelistirdi-yabanci-insanlar-kurtceyle-tanisiyorlar-haber-1512004

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *