Jİ BO XEWN Û XEYALÊN HEMÛ ŞEHÎDÊN KURDÎSTANÊ ERÊ!!!

Siyasetmedar û nivîskar Cano Amedî brsiva Rojevakurd da û got:Li Başûrê Kurdîstanê, di bin serokatîya birêz Mesûd Barzanî de, xebat û hewldanên pêkanîna referandûmê didome. Di şert û mercên îro de, derfetên zêrîn derketîye holê.

 

PİRS:Devera Rojhilata Naverast ber bi guhertinên mezin diçe û divê demê de serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî xebatên xwe yên ji bo encamdana referandumê û avakirina dewleta serbixwe ya Kurdistanî çir kirine. Gelo helwesta we li hember pirojeyê serokê Kurdistanê, avakirina dewletek serbixwe çiye?  Hûn xebatên serok Barzanî yên ji bo damezrandina dewleta Kurdistanê çewa dinirxînin?”

Cano Amedî:

Jİ BO XEWN Û XEYALÊN HEMÛ ŞEHÎDÊN KURDÎSTANÊ  ERÊ!!!

Dîroka Kurdîstanê têra xwe dîrokek bi êş û bi xwîn e. Wekî em baş dizanin erdnîgarîya Kurdîstanê di hemû deman de bûye wargeha êrîşên dagîrkerî û kolonyal.

Civata Kurd di hemû deman de, di nav golên xwînê de, ji bo êş û hêvîyên xwe, li ser şopa hewldanên azadî û serxwebûnê meşîyaye û ala berxwedanê jî herdem dest guhertîye.

Çîya û deştên Kurdîstanê bi xwîna pakrewan û dilsozên bênav hatine avdan. Her bihostek axa Kurdîstanê, bûye wargeha şehîdekî Kurdîstanê.  Ev axa pîroz, îro jî di bin êrîşên dagîrkeran de, dinale û li benda bijîşk û dermankirên xwe ye.

Kurdîstan welatekî kolonî yê navneteweyî û perçebûyî ye. Neyarên Kurdîstanê bi sedsalan e, gelê Kurd ji mafên xwe yên neteweyî, demokratîk, çandî û mirovî bêpar hiştine.

Çewa axa Kurdîstanê hatîye dabeşkirin, raman û hêvîyên civata Kurd jî hatîye dabeşkirin.  Ev sîyaseta dagîrkerî  bi Peymana Qesrî-Şîrîn ji sala 1639 an destpêdike û heta niha didome û her diçe li xwe şirîkan zêde dike. Gelê Kurd di heman deman de, li gor derfet û mercên xwe, li dijî sîyaseta dagîrker û kolonyal rawestîyaye û tekoşîn daye û wê her dem jî bitekoşe.

Gelê Kurd her demê, li dijî êrîşên hovane, li ser erdnegarîya xwe xwestîye bi şêweyek aştîyane bijî, lê mixabin dijmînên gelê Kurd, rêya aştîyê girtine û her  dem êrîş li pey êrîşan zêde kirine.

Dem dem fersendên zêrîn derketîye holê. Lê belê, ji ber ku civata Kurd  baş ne bi rêxistinî bû û ne jî xwedî projeyek netewî bû, weke netewên din nebû xwedî dewlet û nebû desthilatdarê welatê xwe.  Piştî şerê cîhanê yê yekem û duyem negihîşt “hespê felekê”  ku lê siwar be!

Îro carek din derfetên zêrîn derketine holê û carek din “hespê felekê” hatîye ber derîyê gelê Kurd. Gelê Kurd bi biryarek dîrokî re rûbirû ye. Ya weke her netewên din, gelê Kurd jî “Wê bibe xwedîyê çarenûsa xwe” an jî carek din sed sal li benda hespê felekê bisekine! 

Li Başûrê Kurdîstanê, di bin serokatîya birêz Mesûd Barzanî de, xebat û hewldanên pêkanîna referandûmê didome. Di şert û mercên îro de, derfetên zêrîn derketîye holê.

Têkoşîn û  Pakrewanîya pêşmerge û şervanên Kurdîstanê, li Cîhanê deng vedaye. Raya giştî û ûjdanê mirovahîyê, mafê dewletbûna gelê Kurd êdî weke mafekî xwezayî û derengmayî qebûl dike. Şertên derva û yên hundir ji bo îlankirina serxwebûna Kurdîstanê, di cîh de ye. Ev maf, mafekî demokratîk û mafekî mirovahî ye.

Divê gelê Kurd, di bin tu bandorekê de nemîne û di bin şert û mercên azad de mafê xwe xwezayî û rewa bi cîh bîne.  Biryar û îrada gelê Kurd çewa dibe? Kîjan îhtîmal derdikevin holê, ev tiştekî cuda ye. Di vî warî de, gelê Kurd, dikare li gor şert û mercên têdaye tevbigere û li gor pêwîstîya encam û îhtimalên derkevin holê cûda binîrxîne. Berîya her tiştî divê tu bandor û îpotekek an bertekek li ser îradeya gelê Kurd tune be. Mafê tu dewletê, tu hêz û qewetê tune ye destdirêjîya biryara gelê Kurd bike. Lewra, mafê dewletbûna Kurdîstanê, doz û daxwazek gellekî yê meşrû, xwezayî  û dîrokî ye. Tu hêz nikare daxwazên gelê Kurd binpê bike.

Li gor bawerî û dîtina min, bertek û metirsîyên li pêş îlankirina serxwebûna Kurdîstanê, dewletên dagîrker û destdirêjîya wan e!

Astengîyên herî mezin, problemên navxoyî û bêasoya rêxistinên Kurdîstanê ye.

Berçavkên îdeolojîk û rêxistinî, neyartîya malbatî û herêmî, berjewendîyên şexsî û hîzbî rê li ber asoyek netewî digire.

Berjewendîyên netewî, di bin sîya “dijîtî”yê de, di bin sîya neyartîya rêxistinî de, di fetise.

Ev sîyaset û projeyên gemarî ji alîyê dewletên dagîrker ve hatîne amadekirin û bi destê  hinek xêrnexwazan ve tê meşandin. Ew xernexwazên hanê, rojekê neçûne sengeran, li enîya şer, di nav  peşmergeyan de cîh negirtine. Îro di bin fermandarî û kordînatorîya Qasim Silêmanî de, li dijî refarandûmê, li dijî serxwebûna Kurdîstanê bi Nurî Malîkî re şirîkatîyê dikin. Ez bawerim  ev rûreşîya hanê wê di nav rûpelên dîrokê de cîh bigire. Di pêşerojê de, ev rûreşî û dijîtî ji alîyên gelê Kurd ve wê bê şermezar kirin.

Hêvî û daxwaza gelê Kurd ew e ku rojekî zûtirîn, partî û rêxistinên Kurd biryara serxwebûna Kurdîstanê bigirin û xewnên hezar salan bi cîh bînin. Ev erkek mîrovahî ye, erkek netewî ye û erkek rêxistinî ye.

Di vê pêvajoyê de, pêwendî û piştgirîya nav hêzên Kurdîstanî gelek girîng e! Bi taybetî di nav hêz, partî, rêxistin û rewşênbîrên hemû perçên Kurdistanê de, lê bi taybetî jî li Başûrê Kurdîstanê siyasetek hevpar û lihevkirî gelek pêwîst e!

Li ser bingeha xetek netewî û berjewendîyên Kurdistanî, pêwîstîya me bi hev heye. Ji bo pêkanîna referandûmek azad û demokratîk, divê hemû berjewendîyên hîzbî deynin alîyekî û li ser sîyasetek netewî û lihevkirî tevbigerin.

Di vê babetê de ez xebat, hewldan û têkoşîna Serokê Herêma Kurdistanê ya Federal birêz Mesûd Barzanî ji dil û can pîroz dikim û piştgirî didim wan hewldanên pîroz!

Ji bo referandûm û avakirina  dewletek serbixwe, qelenê Kurdistanê çi dibe, divê bê dayîn. Em hemû weke neferekî xîzmetkarê gelê Kurdîstanê, ji bo wî qelenî amade ne! Em li doza xwe û li xewn û hêvîyên bapîrên xwe xwedî derdikevin.

Ji ber vê yekê, divê tu hêz, partî, siyasetmedar û rewşenbîrên kurd, li hemberî fesad û kurmên darê bêdeng û bêhelwest nemînin. Ev erkek dîrokî û netewî ye!

Herweha divê hemû rewşenbîr, sîyasetmedar, partî, rêxistin, hêz, derûdor, kesayet, evîndar û dilsozên doza Kurdîstanê, di pêvajoya îro de, bi can û mal piştgirîya referandûma Kurdîstanê bikin.

Divê em baş bizanibin ku destkeftîyek, pêşketinek li perçeyekî Kurdîstanê, ji bo perçên din jî wê bibe mînakek û derfetên nû derxe holê. Serxwebûna Başûrê Kurdistanê, ji bo serxwebûn û azadîya beşên din jî wê bibe pêngavek dîrokî!

Em baş dizanin ku îro li başûrê Kurdîstanê gelek problem û pirsgirekên civakî, sîyasî, darayî û ewlekarîyê hene. Kurdîstan seranser di bin êrîş û zilma dagîrkerên hovane de ye, berxwedanek dîrokî nîşan dide.

Pirsgirekên îdarî û rêxistinî, pêvajoya dahatûya Kurdîstanê xistîye bin bandora xwe û rê li ber çareserîyê xetimandîye. Dîsa jî tevî hemû kêmasî û probleman, parastina destkeftinên Başûrê Kurdistanê û piştgirîya ji bo referandûm û avakirana dewleteke serbixwe ya Başûrê Kurdistanê erkek welatparêzî û netewî ye!

Tu kes, tu hêz û tu qewet nikare xwe ji erkên netewî, ji wezîfe û pêwîstîyên welatparêzîyê dûr bixe.

Di pêvajoya îroyin de, pêwistîya gelê Kurd bi rexnên rasteqîn û çêkir, bi aqilekî netewî û hevpar hey e.  Ji bo vê jî berpirsîyarî û barê herî giran jî dikeve ser milê medyaya Kurdî. Ez hêvîdarim medyaya Kurdî bi rê û rêbazên rasteqîn, bi şêweyek nûjen û bawerîyek netewî bibe lokomotîfa refarandûma Kurdîstanê.

Ez carek din dûbare dikim û dibêjim ew Ala-Rengîn ku li Mahabadê şehîd Qazî Muhamed teslîmi serokê nemir Mele Mustafa Barzanî  kiribû, piştî meşek dûr û dirêj, wê di bin serokatîya birêz Mesûd Barzanî de, li seranserê cîhanê, weke sembola Kurdîstanê bê daliqandin!!

Ev mizgînîya li başûr xuya dike, wê rê li ber Bakûr, Rojhelat û Rojevayê Kurdîstanê jî  ronî bike!..

Ji bo we ev derfet daye min ku ez dîtin û ramanên xwe bi we re par dikim, carek din ji malpera  ROJEVAKURD re spas dikim.

Bi rêz û silavên biratîyê dem xweş….

27/09/2016

Cano Amedi

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *