Jibîrkirina hestên netewî û serketina dewleta Tirk (II)

Merd Baran Boskan

Di jibîrkirina hest û helwesta neteweyîya kurd de du serketinên dewleta Tirk: Ya yekê di navbêna salên1923-1938 de ye. Ya dudoyan jî di navbêna salên1980-1992 yan de ye.

Ji bîrkirina duduwan:

Ji 1960î şûnda li gor guhertinên navneteweyî hêdî hêdî guhertin li Tirkîyê jî çê dibûn. Bandora şerê sar, avabûnên dewletên sosyalît, lêgeryana rêxistinên çepgir û sosyalîst geş dibûn. Gelek rewşenbîr û xwendevanên kurd, tevî çepgirên Tirkîyê, ketin nav çalakîyên avakirinên rêxistinên hevbeş. Gelek rewşenbîrên kurd di nav Partîya Karker ya Tirkîyê (TİP) de dest bi siyasetê kirin.

Di vê serdemê de, Seîd Elçî û tevî çend hevalên xwe yên welatparêz, bi navê Kurdistan, Partîya Demokrata Kurdistana Tirkîyê (PDK-T) avakirin. Ev him partîyek serbixwe û him jî bi navê Kurdistan bû destpêkek geş, balkêş û rêyek nû li ber kurdistanîyan vekir. Ev bû destpêka gengeşekirina navbera rêxistinîyên serbixwe û rêxistinîyên bi tirkan re hevbeş.

Salên 1968an, bi avabûnên komeleyên “Dogu Devrimci Kultur Ocaklari” (DDKO) yan gengeşeyên nav xwendekaran dijwartir bû.

Pirsa, Kurdistan welatekî mêtingeh e û Tirkîyê jî mêtankar e; gerek kurd xweser bi rêxistin bibin û têkoşîna rizgarîya welatê xwe bikin. Li alîyê din jî; lênêrînên dijê vê; gerek li Tirkîyê, Kurd û Tirk bi hevre birêxistin bibin, şoreşê pêkbînin; wê gavê, ji xwe pirsa kurd çareser dibe!

Bêguman, dewleta tirk ji bona demajoyê di bin kontrola xwe de bihêle, him rêxistin didan avakirin û him jî merivên xwe di nav rêxistinan de cîwar dikirin. Carnan provakasyon çêdikirin û wan berahev didan.

Zîndankirinên salên 1970yî, xwendevan û rewşenbîrên kurdan, di zîndanan de gihîştandin hev û  zîndan bûn cîyê munaqeşe û perwerdeyîya neteweyî. Ji alîyê kurdistanîyan ve, pirsa rêxistinîyê zelal bûbû:

Kurdistan, welatekî mêtingehek navnetewî ye; bêyî xwesteka xwe bi zorê bi çar perçeyan ve hatîye parvekirin. Gerek kurd serbixwe bi rêxistin bibin; têkoşîna serxwebûnê bidin û perçeyên welatê xwe bikin yek. Lê pirsgirêka rêxistinîyek çawa, dost û hevpar û piştgirên navxwe û derve, rêbazên têkoşînê, rewşa çînî û katên civakî, cîyê wan di nav têkoşînê de û hwd gengeşe dijwartir dikir.

Bi lêborîna 1974 an, girtîyên sîyasî jî azad bûn. Li gora bîrûbawerîyên xwe her alîyek xweser rêxistin avakirin, bi vî haweyî, gelek rêxistinên kurdan hatin avakirin.

Vê rewşê dewleta mêtinkar gelek ditirsand û wê gêjdikir. Her diçû rêxistinên kurdî firehtir, xwurttir dibûn. Bi provakasyon, lîstik û zordarîyan nikaribûn pêşî li tekoşînê bigirin. Ji ber vê jî bi navê kurdan partîyek nû  û bi rûyê xwe jî, ji hemûyan radîkaltir avakirin.

Navê wê, Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) bû. Vê partîyê, wek stratejî: serxwebûn û yekkirina perçeyên Kurdistanê dabû pêşîya xwe. Ew partîyek sosyalîst bû û wê kurdistanek sosyalîst ava bikira(!) Heta vê derê, ji rêxistinên heyî pir ne cudatir bû. Lê tiştekî balkêş hebû ku di nav armanc û têkoşîna vê partîyê de, karê wê yê demildest ev bû ku: ji bona xebata xwe bibe serî, ji bona van rêxistinên kurdî ku hene, gotin: “hemî xizmetkarên mêtinkeranin û pêwist e, weka devî û istirîyên nav erdan, pêşî werin paqijkirin ku em karibin têkoşîna xwe baştir pêşbixin.”

Di bin vê lênêrînê de PKK, êrîş bir ser hemû rêxistinên kurdistanî; kadro û hevalbendên wan şehîd kirin. Bi vê rêyê jî pêşîya geşbûn û firehbûna tekoşîna neteweyî ya kurd nedihat girtin û roj bi roj geştir dibû.

Vê tirs û lerza hanê, bû egerê derbeya leşkerî ya 12 îlona 1980 yî.

Mêtinkar, ewçend bi harî û hovîtî êrîş kirin ku rêxistinên li Tirkîyê û li Kurdistanê hebûn, tevde ji hev xistin. Di girtîgehan de cî neman. Hovîtî û îşkenceyên dikirin, bê hempa bû; lê zîndana Amedê taybet bû! Mînaka îşkence û hovîtîya lê hat kirin, li tu dera din tune bû! Tu sînor û pîvan, ji bona hovîtîya wê tune bû.

Vê rewşa, bû egera ji welat derketina bi hezaran kadroyên kurd. Piranîya rewşenbîr û rêveberên kurdan koçber bûn.

Piştî vê rewşê, di sala 1984 an de PKK dest bi şerê çekdarî kir. Ev şer, wek şerê serxwebûna Kurdistanê yê li dijî mêtinkarîyê hat diyarkirin.

Lê di vî şerî de jî alîyek giran û balkêş hebû: Ku Dewlet û PKK, li ser yek rêbazê bûn! Li pêşîya her kesekî kurdistanî, tenê û tenê du rê dihat hîştin; ya tuyê hevalê Tirkîyê bî ya tuyê hevalê PKK bî! (ku li dawîyê diyar bû ku her dû jî di bingehê xwe de yek rê bûn).

Dengê şer û bihevçûnê, ewçend dijwar bû ku dengekî din, lênêrînek din ne hat dîtin û ne jî hat bihîstin.

Her çend rêxistinên kurdistanî, ji cîyê xwe leqîyan, hinekên tevgerîyan ku rêxistinên xwe geş bikin jî bi girtin û kuştinan ve pêşî lê hat girtin. Kadroyên koçber bûbûn jî, ji ber tengasî, dijwarî, dûman û qêrîna şer, her ku diçû bihev diketin. Li ser tiştên piçûk jî ji hev diqetîyan; hevûdu gunehbar dikirin. Kadroyên li welat mabûn jî ya dinav Tirkîyê û PKK de par dibûn û li alîyekî cî digirtin. Yê din jî perdeyek qalind avêtin ser xwe û xwe li xew danîn.

Rêxistinên kurdî, pêşî cîhan ji ser Tirkîye û rêxistinên Tirkîye ve nasdikirin, heta radeyekê li gora propagandayên wan rûçik girtibûn. Cîhan, bi rûçikê wê yê xweristî nasnedikirin.

Kadroyên koçber, bi derketina xwe re rûbirûyî gelek pirsgirêkên nû bûn. Wan, li gor xwe tengasî dîtin û rûçikên têkilîyên cîhanê naskirin. Heta radeyekê, rastîya berjewendîyên dewleta dîtin.

Kadroyên kurdî jî ji alîyekî ve hevûdu gunehbar kirin û ketin pêsîra hevûdu û ji alîyekî din jî di bin bandora propagandayên ku “gerek rewşenbîr serbixwebin, bi rêxistinan ve girêdayî nebin” de man û ji rêxistinbûnîyê dûr ketin.

Piranîya kadroyên rêxistinên kurd, li Swêdê cîwar bûn. Dewlta Swêdê ya soyal demokrat, bi rastî di warê civakî de xwedîyê azadîyek balkêş bû. Rê li ber her haweyê honandina civakê vekerî û azad bû.  Vê azadîya civaka kurd ku li wê derê cîwar bûbû, bi haweyek demokratîk bi fermî naskirin, Her weha di warê ziman, çand, wêje, huner û hwd de, derfet û rêyên fire li ber kadroyên kurdî vekirin. Ji xwe kurdên heyî, bi giranî ji kadroyên rêxistinan pêkdihat. Ev bû egerê bingehîn ku ziman, çand, wêje , huner û hwd li koçberîyê bi haweyek lezgîn pêşkeve. Lê reva ji rêxistinîyê jî egerê lawazbûnîya rêxistinî ya kurdî bû.

Herçend di demên cuda cuda de, gelek xebatên hevkarî û yekîtîyan çêbûn jî demdirêj û serketî nebûn. Gelek komeleyên kurdî, li seranserê Ewropa vebûn; lê ji ber ku komele ne li gora pêwistîyên civaka kurdî, lê li gor berjewendîyên rêxistinên kurdî ku li wan deveran xebat dikirin, ew jî teng û kurtejîyan diman. Pir kêm komeleyên kurdî li piya man, lê ew jî her ku diçû rastî tengasîyên civakî dibûn û lawaz diman.

Li welat di nav wê deng û tofana şer û çekan de, bi milyonan kurd ji cî û warê xwe bûn, bi hezaran gund wêran bûn. Çiya û daristanê Kurdistanê hatin şewitandin. Kurdên ji cî û warên xwe bûyî, li kuçên metropolan ketin ber karên herî giran û erzan, ji ber birçîbûnî û bê mecalî ketin rêyên xirab. Kurd bûn mînaka civakî ya nebaş. Ji ber hawe û rûçikê şer, kurd bûn rûçikê terorîzmê.

Li gor dîyarkirinên alîyên şer; sî û pênc hezar kes di şer de hatin kuştin ku sî hezar jê kurdin. Li gora agadarîyê Komeleya Mafên Mirovan hivde hezar û pêncsed kuştîyên kujer nedîyar ku piranîya wan kesên ku ji rûçikên wan nediyar pêktên hene. Li gor diyarkirina Abdullah, panzde hezar kuştîyên înfaza navxweyî (dibêje: Ergenekona nav me ew kuştin) heye. Ji vana pirtir jî birîndarên şer, bûne hêşa civatê!

Vê rewşê ewçend dijwar bû ku têkilîya rêxistinên kurdî û civaka kurd li Kurdistanê qut kir. Li ser vê 1992 yan şûn de, dewletê û PKK dest bi kedîkirina gelê kurd kirin.

Gewde ji kurdan, partîyên nû yê Tirkîyê hatin ava kirin. Lê her şev di televizyonên Tirkîyê de, gengeşeyek li ser pirsa kurd dihat ekraran. Di van gengeşeyan de, rûçikê hevbeş kurdek ji kadroyên van partîyên gewde kurdî, tevlî gelek kemalîstan beşdarî bernameyan dibûn. Wan kemalîstan, ji her alî ve wê êrîşê endamê wê partîya gewde kurd bikira û bigotana: “hun perçe kirina Tirkîyê dixwazin, partîya cudaxwaz avadikin!..” Yê kurd jî wê bi kelecanî û stresek mezin, bi sonda keta ku: “em cudaxwaz nînin, partîyekî Tirkîyê ne, demokrasîya Tirkîyê armanc dikin û li dijî neheqîyên ser kurda derdikevin!”  Piranîya kurdan, li derve û li hundur, li ber televizyonan, bi van lênêranan dihatin bombebaran kirin!

Partî, li dû partîyê dihat girtin û yeke nû vedibû; lê senaryo û propaganda berdewam bû. Kedîkirin serketî bû. Li şûna  rêxistinîyên Kurdistanî, berevajî rêxistinîyê hevbeş û tirkîyeyî derxistin pêş!

Ji alîyê din ve, zimanê siyasetê li her deverê bi tirkî bû, di bin navê azadîya jinê de zimanê tirkî û gengeşeya siyasî ya bi tirkî, li nav hemî malên kurd hat belav kirin! Hêdî li malên kurd ziman, bi kêfxweşî û di bin navê azadî û pêşketinê de, bû tirkî. Dê û bav bi zarokên xwe re bi tirkî dipeyivin. Yanê kurdan bi kêfxweşî û di bin navê pêşketinîyê de, xwebexş, dest bi pişaftina xwe kirin.. Xwelî li serê xwe kirin!..

Abdullah, kî çi navî lêdike bira lê bike, (1998) hat girtin şûnde, vekirî dijîtîya dewletbûnîya kurdî kir . Hêdî dewlet xwestin, bû kevneperestî û şûndamayinî. Li şûna wê, demokratîzekirina dewletên mêtinkar bû stratejîya rast(!) Lê dîsa lihevnekirinek hebû; ji bona demokratkirina van dewletan, dîsa çek li dest şer hebû, ji bona demokratkirina van dewletên mêtinkar pêwistî bi rijandina xwîna kurdan hebû!!.

Kurd dîsa, ji hest û helwestên xwe yên neteweyî hatibûn dûrxistin û gêjkirin. Ew xebat û çalakîyên li koçberîyê, ew ziman, çand, wêje û hunera kurdî, li welat deng venedida!

Gulan 2021

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir