Em êrîşa ser Pêşmergeyên Kurdistan şermezar dikin!

                         Tevgera Demokratik a Kurdistan – TEVGER
Kürdistan Demokratik Hareketi – TEVGER
Kurdistan Demokratische Bewegung – TEVGER
Democratic Movement of Kurdistan – TEVGER


Kiryarên PKKê li Kurdistana Başûr û berbe dagîrkirina Kurdistana  Başûr ji alîyê dewleta Tirkîyê ve her ku diçe rewşa Kurdistanê aloztir dike.

Em Tevgera Demokratîka Kurdistan (Tevger), sersaxî ji Hukumeta Herêma Kurdistanê re, ji Wezareta Pêşmerge re, ji malbatên van şehîdan re dixwazin. Hêvîdarin ji Yezdanê dilovan wan bibexşîne û bi bihişta xwe şad bike. Em di leztirîn dem de xweşî ji pêşmergeyên birîndar re dixwazin.

Ji alîyek ve zordarîya PKK û ji alîyê din ve êrîşên leşkerî yên Tirkîyê seranserê  navçeyên sînorî yên Kurdistana Başûr ber bi rûxandin û kavilkirinê de dibe. Gund bi tevayî vala dibin, Kurd ji cîh û warên xwe koçber dibin, bi haweyek perîşan, bê debar li navçeyên din belav dibin.

Dewleta Federal ya Kurdistanê,  ji ber egerên pêşîlênegirtina êrîşên PKK li dijî Pêşmergeyên Kurdistanê, tevî hawar û fîgana vî xelkê navçeyê jî bi bênfireyî xwe li hember vê malkambaxîyê radigire.

Mixabin PKK her ku diçe cîyê xwe li navçeyê firehtir dike, guhnade desthilatdarîya Kurdistanê, pê li serwerîya Hukumeta Kurdistanê dike û di ser de jî êrîşên hêzên ewlekarêya Kurdistanê dike.

Ev jî metirsîya şer û pevçûnên navbera PKK û Pêşmergeyên Kurdistanê bilindtir dike. Vê kemîn û êrîşa dawî ya PKKê li dijê Pêşmergeyên Kurdistanê,  şehîdkirina pênc (5) pêşmerge û birîndarkirina şeş (6) pêşmergeyan metirsî mezintir kirîye.

Em vê buyera malkambax bi dijwarî şermezar dikin. Ev karekî rûreşî ye, vekirî xizmeta ji mêtinkaranre ye. Em hêvîdarin vê rewşa aloz, aloztir nebe, xwîna kurdan bi destên kurdan neyê rijandin!

Em daxwaz ji raya giştî, ji hêzên hevpeyman û dewleta Iraqê dikin ku demlidest li dijî van êrîşan helwest bigirin, ji serwerîya Hukumeta Herêma Kurdistanê re piştgirbin, rê li ber dagîrî û erîşên dewletên mêtinkar bigirin. Da ku pêşîya şer û pevçûnên li dijî herêma Kurdistanê bê girtin. Kurdên navçeyê  jî ji perîşanîya koçberîyan rizgar bibin û bizîvirin warên xwe, bikaribin bi azadî û aramî debara zarokên xwe bikin.

Dorpêça siyasî, aborî û leşkerî ya ku li ser Herêma Kurdistana Federal heye, ji xwe rewş dijwar kirîye. Dijwartirkirina rewşa kurdistanê, tenê xizmetkarîya mêtinkaran e.

6 Temûz 2021

Tevgera Demokrat̨ka Kurdistan РTEVGER

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *