Bêvîzyonî û statuparêziya sinifa Siyasî ya Bakurê Kurdistanê…

Îbrahîm GUÇLU

Li Kurdistanê parçabûn bû sedem ku tevgera milî di şertên xwezayî de bimeşe. Li her beşekî Kurdistanê gorî şertên desthilatdariyên cûda, aborî, civakî, siyasî tevgera milî hat meşandin. Loma jî pêvajoya tevgera milî li her beşekê cûda bû û di demên cûda de serhildanên milî  pêk hatin.

Dîsa di şertên her parçeyeke Kurdistanê de avakirina rêxistin û partiyên cûda hatin rojevê. Sinifa siyasî ya Kurdistanê jî, gorî van şertan û di  şertên kolonî de çêbûn. Loma jî sinifa siyasî ya Kurdistanê him di nav civata kurd de çêbûn, him jî ji derveyî civat û neteweya kurd çêbûn.

Beriya Peymana Lozanê Kurdistan yek beşek bû. Tevger û serhildanên milî di van şertan de dihatin meşandin. Serhildana Şêx Abdûlselam Barzanî, ji derveyî beşa Rojhelata Kurdistanê ji bona hemû Kurdistanê bû.

Rêxistina (Cemîyeta) Tealî ya Kurdistanê, ji hemû siyasetvan û kesên rizgarîxwaz yên Kurdistanê hatibûn ava kirin. Ev rêxistina li Stenbolê ava bû. Lê xwe li hemû Kurdistanê rêdixist. Bi taybetî jî ji aliyê sinifên karbidest û rêvebir ve dihat meşandin. Wek kategorîk sinifeke siyasî jî ava nebibû. Sinifeke gelek rengîn û xwezayî û civakî bû.

Lê piştî ku PDK a Îranê û Iraqê ava bû, bi wateya hevdem sinifa siyasî ya Kurdistanê çê bû.

 

LI BAKÛRÊ KURDISTANÊ Dİ DEMA NÛ DE SINIFA SIYASÎ YA NIFŞA YEKEMÎN QEREKTEREKE NÛ QEZENÇ KİR…

Li Bakurê Kurdistanê karbidest û rêvebirên Kurdistanê piştî serhildanan şikest  xwarin û êdî nikarîn ku ji Tevgera Milî ya Kurdistanê re pêşengî û serokatî bikin.

Loma demekî dirêj li Bakûrê Kurdistanê ji tevgereke milî qal nehat kirin, li Bakûrê Kurdistanê  sinifa siyasî jî çênebû.

Li Bakûrê Kurdistanê piştî salên 70yî ku Tevgera milî gav bi gav ji aliyê rêxistinên cûda ve hat meşandin, sinifeke siyasî jî di nav pêvajoyê de qewimî. Bi taybetî jî vê pêvajoyê di sala 1965an de bi avabûna PDKTê dest pê kir, di sala 1969an de bi DDKOyan û Partiya Demokrat ya Kurdistanê li Tirkiyeyê domand. Piştî sala 1974an xûrttir bû û rengekî nû qezenç kir. Sinifa siyasî wek kategoriyekê derket qada têkoşîna milî.

Li Bakurê Kurdistan, ji demên bihurî cudatir û bi qerektereke nû sinifa siyasî pêş ket Lewra tê zanîn ku sinifa siyasî ya dema serhildanên Kurdistanê ji serok eşîran, mîran, axayan, şêxan, ji rewşenbîrên edetî yên mûhafazakar pêk hatibûn. Dema ku Rêxistina Tealî ya Kurd û Rêxistin û Komîteya Îstîklal a Kurdistanê, Xoybûn bê şirove kirin,ev yeka bi gelek hêsanî tê tespît kirin.

Serokatiya wê demê di medreseyan de bi zimanê kurdî hatibûn perwerde kirin. Loma raste rast ji nav Gelê Kurdistanê derketibûn û nêzikî gelê kurd bûn.

Nifşa Yekemîn ya Sinifa siyasî ya Bakurê Kurdistanê, ji xwendevan û ji burjûwaziyê biçûk ava bû. Ev sinifa siyasî di dibistanê Dewleta Tirk de perwerde bû. Loma jî  zêdetir di bin tesîra Kemalîzmê û Tevgera çep ya Tirk de çêbû.

Ev sinifa siyasî jakoben, ji gel dûr bû, dijminê nasyonalîstên muhafazaka bûn.  Lê dîsa jî bi gel re pêwendiyeke xûrt çêkirin. Ji nav wan serok û serokatiya derketibû, bersîva hevcedariyta Tevgera Milî ya Bakurê Kurdistanê bi awayekî  didan. Qedroyên siyasî yên welatparêz jî bi awayekî gor demê bûn. Loma jî, ji bona ku Tevgera Milî Ya Bakurê Kurdistanê ava bibe rolekî baş lêhistin.

Ev serok, serokatî, qedroyên siyasî, derfet dîtin û wîzyoner bûn ku rêxistinên Tevgereke Milî ya Bakurê Kurdistanê bi qewimînin ava bikin.

Di encamê de vê sinifa siyasî, tevgereke kîtlewî ya xûrt ya milî ava kir. Ev tevgera milî û rêxisinên ava bibûn, bi piranî ji bona Dewleta Kurdistanê xebat dikirin. Bi gelê Kurdistanê re dema têkilî û pêwendî çêkirin jî, ev armanca xwe vekirî ji wan re digotin. Ev nerînên xwe di qereqolên dewletê û dadgehên dewletê de dianîn ser zimên.

Dewlet ji vê tevgerê û serokatiyê tirsiya, li hemberî vê tevgerê planên mezin yên qirêj çêkirin. Bi destê dewletê avabûna PKKê, projeyeke  mezin bû ji bona tasfiyekirina Tevgera Milî ya Bakurê Kurdistanê.

Di encamê de ev sinifa siyasî di nav pêvajoyê de hat tasfiye kirin.

Ciyê ev sinifa siyasî tijî nebû. Nifşeke nû ya sinifa siyasî qewimî. Ez ev sinifa siyasî re dibêjim, Nifşa Duyemîn ya Sinifa Siyasî. Ev sinifa jî, bi her awayî paşvemayî ye, bi gelê Kurdistanê re jî xwediyê têkiliyekê ne xwezayî û xurt e.

Ew nifşa duyemîn ya sinifa siyasî xwediyê taybetiyên pozîtîf nîne.

 

NIFŞA DUYEMÎN YA SINIFA SIYASÎ LI BAKÛRÊ KURDISTANÊ XWEDIYÊ KÊMŞIÛRA MILÎ YE: Sinifa siyasî ya milî ya kurd ya di dema nêzik de li Tirkiyeyê û li Bakurê Kurdistanê ne di şertên xwezayî û azad de, di şertên zulim û zehmetiyê û qedexe de çêbû. Loma jî di şiûra wê ya milî de kêmasiyek hebû. Lê dîsa jî sinifa siyasî xwediyê kelecaniyeke mezin bû. Hezar mixabin nifşa duyemın ya sinifa siyasî ya Bakurê Kurdistanê ji aliyê şiûra milî ve xwediyê kêmasiyeke mezin e. Ji avakirina dewleta Kurdistanê dur e. Hedefa wê nifşê ne zelal e.    

 

NIFŞA DUYEMÎN YA SINIFA SIYASÎ NE TÊKOŞER Û NE RİZGARÎXWAZÊN MİLÎ NE: Nifşa Yekemîn ya sinifa siyasî ya kurd, têkoşer bû, rizgarîxwaz, dewletparêz, şoreşger û radîqal bû. Hezar mixabin nifşa duyemîn ya sinifa siyasî li Bakûrê Kurdistanê pasîfîst e. Ne şoreşger e. Ji hedefa dewleta Kurdistanê gelek dur e. Ev nifşa li bendeyê ku ji derve de Kurdistan ava bibe, ew jî bibin berpirsiyarên dewletê.

 

NIFŞA DUYEMÎN YA SINIFA SIYASÎ YA BAKURÊ KURDISTANÊ STATUPARÊZ Û BUROKRAT E: Nifşa yekemîn ya sinifa siyasî li Bakûrê Kurdistanê, li dijî statuya dewleta Tirk û civata edetî bû. Loma jî guhertinxwez û reformxwaz bû. Her daîm pêşve diçûn. Gel jî, ji wan re piştgirî dikir. Di hemandem de gelparêz û gelevîn bûn. Nifşa Duyemîn ya sinifa siyasî ya Bakûrê Kurdistanê, statuparêz û burokrat in. Ji gel dur in. Bi gel ve têkiliya wan gelek qels e. Loma jî xwe naguherînin, aktîf nabin, reformxwaz nînin.

 

NIFŞA DUYEMÎN YA SINIFA SIYASÎ YA BAKÛRÊ KURDISTANÊ NE HEVDEM E Û GOR DEMÊ TEVNAGERE: Nifşa Yekemîn ya Sinifa Siyasî ya Kurdistanê, gor demê bû, hevdem bû. Gor demê xwediyê fikir û felsefeyê bû. Loma jî gor demê tevdigeriyan, hêzeke mezin çê kirin. Li ser dewletê tesîreke mezin çê kirin. Di nav gel de jî xwediyê rûmetekê bûn. Nifşa Duyemîn ya sinifa siyasî, ne hevdem e. Di demên bihûrî de û di dehlîza dîroka sedsala 20an de dijîn. Di şertên Dema Şerê Sar de ne. Loma xwediyê fikir û siyaset afirandinê nîne.. Bandoreke wan li ser dewleta Tirk û gelê Kurdistanê tune ye. Loma jî gelek bi hêsanî ji PKKê re dibin dûvik. Siyaseta nû nafirînin.. Bi fikrê kevn yên ku di laşê wan de bi cî bûne û vulgar in, siyasetê dimeşîne. Siyaseta wan zindî nîne. Rêxistinên vê sinifê jî geşlek xwezayî ye ku ne gor demê ne.

 

NIFŞA DUYEMÎN YA SINIFA SIYASÎ YA BAKÛRÊ KURDISTANÊ NEZAN E Û XWEDIYÊ CERIBANDINÊ JÎ NÎNE. LÊ NAXZWAZE KU Jİ CERIBANDINA DERS DERXE Û FÊR JÎ BIBE: Pirsa Kurdistanê, pirseke gelek girîng e, pirsa çarenivîsiya neteweya kurd e. Pirsa serxwebûn û Azadiya Kurdistanê ye. Dewleta Kurdistanê ava kirine. Têkoşîna neteweya kurd ya milî, xebateke dîrokî û durdirêj e.  Ji aliyê cerabandinê de jî, xwediyê dewlemendiyekê ye. Pirsa Kurdistanê û Tevgera milî ceribandin û zanyarî dixwaze. Hezar mixabin Nifşa Duyemîn ya Sinifa Siyasî ya Bakurê Kurdistanê ji vê zanyariyê bêpar e. Xwediyê ceribandinê jî nîne. Hezar mixabin naxwaze fêr bibe û ji ceribandina Tevgera Milî ya Kurdistanê jî ders derxe.

 

NIFŞA DUYEMÎN YA SINIFA SIYASÎ YA BAKURÊ KURDİSTANÊ XWEDİYÊ NE ŞIÛRA GİŞTÎ, GELERî, MILÎ YE. XWEDIYÊ ŞIÛRA GRÛPÇITÎ Û PARTÎCITÎ YE: Pirsa Kurd û Kurdistan pirseke milî ye. Pirsa rizgarîxwazî û dewlet avakirinê ye. Ev tê wê wateyê ku doza Kurd û Kurdistanê, doza hemû kurdan, kurdistaniyan, hemû çîn û tebeqeyên Kurdistanê, fikrên cuda, ol û mezhebên li Kurdistanê ne. Ji bona doza kurd û Kurdistanê meşandin, zihniyete fireh, nûjen, demokratîk, plural fikirandin pêwîst e. Hezar mixabin Nifşa Duyemîn ya Sınıfa Siyasî ji vê zihniyetê dur e. Zihniyeta grûbçitî û particitî ji bona vê sinifê, li pêş Kurdistanê û neteweya kurd e.

 

NIFŞA DUYEMÎN YA SINIFA SIYASÎ NE DEMOKRAT Û AZAD E. DÛVİK E Û BÊ WÎZYON E: Ji bona ku serxwebûn û azadiya Kurdistanê pêk bê, sinifeke siyasî ya demokrat û azad pêwîst e. Hezar mixabin sinifa siyasî ne azad e, ji PKKê re dûvik e. Gelo dûvik dikarin welatekî û neteweyekî azad bikin.. Ew ne mumkin e. Sinifa Siyasî ya Bakurê Kurdistanê jî, ji bona ku ne demokrat û azad e, nikera tevgereke milî ya demokrat û azad jî ava bike.

Lê sinifa siyasîya Bakurê Kurdistanê vê rastiyan jî qebûl nake. Loma jî, ji derdê vê sinifê re derman dîtin gelek zehmet e.  Şik tune ye ev sinifa siyasî dê bi vê nexweşiya xwe zêdetir zerar bide Doza Kurd û Kurdistanê.

Diyarbekîr, 25.05.2024

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *