Wênegir û Derhêner Şûeyib Aldig li Cherbourgê hate veşartin

Wênegir û Derhêner Kurd Şûeyib Adlig li bajarê Chergourgê yê Fransayê, li sirgûnê, di 21ê gulanê de, di 68 saliya xwe de, ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawîn kiribû. Îro (24ê gulanê) bi amadebûna endamên malbata xwe û hevalên xwe dîsa Cherbourg-en-Cotentin, li goristana/cimetière des Ragotins bi axê hate sipartin.

Şûeyib Adlig di 1956ê de, li bajarê Batmanê çêbûbû. Di 18 saliya xwe de têkiliya wî bi sînemavanê mezin Yilmaz Guney re çê dibe. Ev têkilî badoreke mezin li ser jiyana wî ya têkoşerî û profesyonelî dike û di nav ekiba fîlmên Guney ên weke Endîşe (1974), Kerî (1979) û Rê (1980) de cîh digre. Bi vê wesîleyê ji wênegirî û sînemayê hes dike. Di 1979ê de, fîlmekî belgeyî li ser mercên xebatê yên karkerên çandiniya tûtinê li Kurdistanê çêdike ku dewlet dest datêne ser û fîlm qedexe dike.

Piştî darbeya 1980ê ji ber çalakiyên xwe yên siyasî ji doza DDKDê tê girtin û piştî ku tê berdan 10 sal ceza dixwe. Ji ber vê di 1984ê de derdikeve derve û tê li Fransayê dibe penaberê siyasî. Li vir jî karê xwe yê wênegiriyê didomîne û li bajarên weke Parîs, Rouen, Cherbourg û gelek cihên din pêşangeyan pêk têne. Paşê wêneyên xwe di du albuman de weke pirtûk binavê Kurd, bermayên mirovayetiyê (2002) û Hêviya çap dikee. Çend dokumanter û fîlman jî dertîne ku « Dema nêrgizan » yek j iwan e û li Kurdistana başûr hatiye pêkanîn.

Şûeyib Adlig yek ji hevkarên nêzîk ê Enstîtuya kurdî ya Parîsê ye ku arşîva xwe beriya ku biçe ser dilovaniya xwe jê re hişt. Ew di nav diyasporaya kurdî ya Fransa û Ewrûpayê de û nav dostên gelê kurd ên fransiz de jî dihate nas kirin û hes kirin.

Li ser gora wî, Xanima wî, Nûnerê KRG û li ser navê DIAKURDê, Keya Îzol axivî. Keya Îzol got, « Îro, em weke malbat, heval û dostên hevalê xwe yê nêzîk hatine ku jê xatir bixwazin. Em xemgînin ji ber ku xwediyê malê êdî ne li jiyanê ye. Nivîskar, hunermend, derhêner Suayîp Adlig evîndarê welatê xwe bû. Ew heta nefesa xwe ya dawîn jî di xizmeta gelê xwe de bû û wî gelek berhemên hêja li pey xwe hiştin. Sûeyib, Festîvala kurdî ya li Cherbourgê, ku di sala 2000ê de pên anî şanî me dabû ku ew kesekî çiqas taybet û xeyalên wî mezin in. Wî her derên bajarê Cherbourgê bi alayên kurdî xemilandibû û gelek çalakî pêk anîn. Merivekî dilsoz û xebatkar bû. Em ê hevalê xwe yê hêja ti car jibîr nekin! »

Hêjayî gotinê ye ku di seremoniya veşartina wî de, li gel endamên malbata wî, li ser navê Enstîtuya kurdî ya Parîsê, Prof. Dr. Salih Akin, li ser navê PWKê Ihsan Aydin, Faysal Taşkiran û hevalên wî Wehbî Aydin û Ahmed Zîrek jî amade bûn û tacegulîne danîn.

Yaqûb Karademir
Rûpela Nû, Cherbourg

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *