Derçûyiyên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî: Li dijî asîmîlasyonê dersa kurdî hilbijêrin

Ji derçûyiyên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî Şevîn Çakirê diyar kir û got: ”Derçûyiyên beşa kurdî heqê keda xwe nastînin û ji ber vê jî berê xwe didin karên din, mixabin wan mecbûr dihêlin ku berê xwe bidin kareke din. Her weha Mahmût Ceylan jî bang li malbatan kir û got ”Em di kîjan mijarê de li hev nekin jî, divê li dijî asîmîlasyonê em bikaribin bibin yek.”

Derçûyiyên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ji bo dersên hilbijarî û asimilasyona li dijî kurdî bang kurdan kirin û ji malbatên kurd xwestin li zimanê xwedî derkevin.

Wezareta Perwerdeyê bi daxuyaniyekê diyaribû ku li dibistanên navîn (polên 5,6,7 û 8an) proseya dersa hilbijarî destpê kiriye û wê heta 12ê sibatê bidome. Li gorî daxuyaniyê ger ji bo derseke hilbijarî polek bê vekirin divê herî kêm 10 xwendekar wê dersê hilbijêrin û piştî ku hat hilbijartin eger dersdarên wê dersê li dibistanê peyda nebin, Wezareta Perwerdeyê an wê ji dibistaneke din dersdaran erkdar bike an jî wê bi dersdarên biheq dixebitin re li hev bike û wan erkdar bike.

Şevin Çakır a ku yek ji derçûyiyên beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ye, wisa behsa çîroka xwe a vê beşê dike; ”Di çaxê pola dawî a lîseyê de dema ji bo xwe beşekê hilbijêrim, leqay beşa kurdî hatim, wekî her ciwanê kurd ku haya wan ji beşa kurdî heye min jî xwest bixwînim lê mixabin her malbat ji bo beşa kurdî piştgirî nadin zarokên xwe û heta gelek caran rê jî li ber wan digirin. Yên min jî ewilî  ji ber rewşa sîyasî ya kurdî û ji ber bêkarîya vê beşê nexwestin bixwînim. Lê dîsa jî ber ku mêyla min her diçû ser xwendina beşa kurdî min qerar da ziman û edebîyata xwe bi awayeke rêkûpêktir hîn bibim.”

Derçûyên kurdî neçar dibin karên din bikin

Çakır a ku dibêje ”Rewşa vî welatî ji hêla hemû beşên ku xwendekarên wê li benda peywirdarkirinê ne gelekî xirab e lê mixabin ya kurdî di nav wan de ya herî xirab e” û wisa behsa xemgîniya xwe dike: ”Dema min nû dest bi xwendekariya vê beşê kirî rewşa peywirdarkirinan qet hêvî nedida min . Salê ji bo kurmancî du heb û ji bo zazakî tenê yek heb mamoste dihatin peywirdarkirin. Wê demê ji bo pêşeroja beşê zehf xemgîn dibûm û zora min diçû” Çakır derbarê peywirdarkirina 50 dersdaran de got: ”Herçiqasî ev hejmar ne bi dilê me be jî di nav xwendekaran de bû sedema heviyeke mezin”

Çakır, derbarê rewşa derçûyiyên ziman û wêjeya kurdî de diyar kir ku ”derçûyiyên vê beşê heqê keda xwe nastînin û ji ber vê jî berê xwe didin karên din, mixabin wan mecbûr dihêlin ku berê xwe bidin kareke din. Rewşa derçûyên beşê kêm zêde dişibin hev, yan beşek nû dixwînin yan jî kareke cûda dikin bo aborîya xwe. Lê piranîya derçûyên beşê herî kêm du beş xwendine, yan berîya beşa kurdî xwendine û hatine yan jî pîştî beş qedandine mecbûr mane alternatîfek ji xwe re ava bikin û berê xwe dane xwendina beşeke din.”

”Malbat nayên agahdarkirin”

Çakır balê dikşîne ser girîngî û pêwîstiya kampanyayan û van kampanyayan bi vî awayî dinirxîne: ”Dersên kurdî yên hilbijarî mixabin nayên hilbijartin, vê ne ku xwendekar an malbat dikin. Ev pêvajo bi temamî destê rêvebirên dibistanan de ye lewma gelek malbat derbarê vî heqî de nayên agahdarkirin yan jî mixabin rêvebir hewce nabînin. Lewma ev kampanya ji bo malbat bên agahdarkirin gelek baş û hewce ne.”

Çakır li ser tirs û xofa ku li ser kurdî hatiye avakirin de jî axivî û got: ”Malbat dibe ku bitirsin lê ev heq hatiye dayîn; ev tişteke fermî ye. Zanîngehan de weke beş heye û mamoste jî karmendên dewletê ne. Lê li ser tirsa rêvebiran nikarim tişek bibêjim bi min tirsek vala ye eger ku ev ji dil jî tirs be.”

Ji bo dengvedan û pêşvebirina vî mafî de Çakır got: ”Di serî de divê her kes bizanibe ku li dibistanan de dersa kurdî heye û hilbijartina vî dersî heqê wan e çimkî gelek kes nizanin ku derseke wisa heye.”

Çakır wisa bang li kurdan kir : ”Ji piçûkan bigrin heta mezinan em hemû di bin asîmîlasyoneke dijwar de dijîn û em tev dizanin ku rewş her ber bi nebaşîyê ve diçe. Lewma ez dixwazim bi taybetî ji dêûbavan re bêjim ku divê zimanê me tenê wek zimanê malê nemîne êdî divê di her qadê de em bikarbînin çimkî em çiqasî zimanê xwe bi malê sînordar bikin wê ewqasî qels bibe.”

”Ji rêvebirên dibistanan re dibêjin bila dersa kurdî neyê hilbijartin”

Mahmut Ceylanê ku ew jî yek ji derçûyiyên beşa Zimanê Kurdî ye û ji mecbûrî di înşeatan de xebitiye û niha jî şivantiyê dike wisa behsa çîroka xwe dike: ”Berîya serlêdanên zanîngehan xelas bibe min dît ku pûanê min têrî beşa Ziman û Edebiyata Kurdî dike min yekser qerar da û ji xwe re got eger bêkar bînim jî hêja ye ku ez bixwînim.”

Ceylan, pişt re bal kişand ser rewşa hevalên xwe ên beşê û got: ”Rewşa min û wan wek hevdu ye, hinek ji wan çûn derveyî welêt Ewrûpa û Amerîkayê. Jiyana wan ya li wir jî ne pir baş e lê pereyekî baş qezenç dikin, li wir heqê keda xwe distînin.”

Ceylan ji bo çalakiyên ku bi salane bi fedakariyeke mezin tên domandin de got: ”Gelekî baş bû çimkî bûn dengê dilê me, lê ez dîsa jî kêm dibînim û rexneya xwe li siyasetmedarên me dikim ku ew di van kampanyayan de hinekî sist tevdigerin.”

Ceylan, derbarê tevgerên rêvebiriya dibistanan de îdia kir ku: ”Bi rastî gelek rêvebiran ji me re  digotin ku Wezerate Perwerdeya ji me re dibêjin bila dersa kurdî neyê hilbijartin, ango tirs dixistin dilê rêvebir û kesên ku dixwestin polên kurdî vebin lewma gelek dêûbav haya wan ji dersa Kurdî çênabe, nahêlin çêbibe.”

û wiha bang li dêûbavan kir: ”Em di kîjan mijarê de li hev nekin jî, divê li dijî asîmîlasyonê  em bikaribin bibin yek çimkî zimanê biyan wê ji her alîyî ve li me neyê wek Celadet Alî Bedirxanî jî gotiye; ”Zimanên biyanî çek û kincen me ne, lê zimanê Kurdî laş û çermê me ye!”

Derbarê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî de

Ji sala 2011ê ve beşa Ziman û Edebîyata Kurdî ya lîsansê li zanîngehên Mardîn Artukluyê   Muş Alparslan û Bîngolê vebûne û heta niha herî kêm 1500 derçûyiyên lîsansa beşa Kurdî hene lê digel vê yekê jî heta niha hejmara dersdarên ku ji hêla wezareta perwerdeyê ve hatî peywirdarkirin tenê 132 kes in, ji van 132an jî 50ê wê ji peywirdarkirina serdema 2022-2023an pêk tên beriya vê serdemê dersdarên ku dihatin peywirdarkirin an yek bûn an jî dido bûn.

Di bin banê ”ziman û zaravayên zindî” yên dersên hilbijarî de kurmancî û zazakî jî cîh digrin. Serdema 2022-2023an a perwerdeyê bi saya bangewazî û kampanyayên dersdar, aktîvîst, nivîskar, hunermend, rêxistinên sivîl, partiyên siyasî û bi sedan dildar û xwebexşên kurdî dersa kurdî eleqeyeke mezin dît, li gorî daneyan 23 hezar xwendekaran ji bo dersa kurmancî û zazakî serî li rêvebiriya dibistana xwe dane. 

Ev kampanya û bangewazî çiqasî bûbin sedema eleqeyeke mezin jî proseya dersên hilbijarî bêkontrol û guhdêrî têne meşandin çimkî wezareta perwerdeyê bi temamî dersên hilbijarî ji însiyatîfa rêvebiriya dibistanan re dihêle û ev jî bi xwe re kêşe û problemên mezin tîne. Problema herî mezin kêm peywirdarkirina dersdaran e û ya din jî  ji ber polîtîkayên krîmînalîzekirina kurdî tirsa rêvebirên dibistanan û dêûbavan e. 

(AY-BN)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *