Balkêşanek li ser van her du pirtûkên bi bandor

M Baran Boskan23.09.2021

Her yek  ji wan li ser buyer û kiryarên ku li ser me, li ser malbata me û gelê me bandor kirine , birînên kûr vekirine rawestîyaye û bi balkêşîyek zelal  hinek alîyên wan bobelatan tine ziman.

Yek jê pirtûka bi navê ‘‘Salên Şewatê‘‘ ye ku ji alîyê Xurşît Mîrzengî ve hatîye  nivisandin.

Salên Şewatê, bi mijara xweve balkêş e.  Herçend şewat bi serê xwe gotinek balkêş  be jî, lê giringîya vê  şewatê,  ji mijara wê ya rastîya kurte dîroka navçeyekê Kurdistanê  tê. Ji ber ku ez bi xwe jî yek ji şênîyê cîyê vê bûyera malkambax im,  bû egerê bandorek taybet jî  li ser min.

Mijara pirtûka Salên Şewatê, piştî şikandina serhildana Şêx Seîd, hinek serkêşên serhildanê nayên desteserkirin û li navçeyê têkoşîna xwe didomînin.  Salên Şewatê bi giranî li ser jîyan û kiryarên Şêx Fexrîyê Mala Bokarkê ku yek ji serkêşê serhildana Şêx Seîd e û piştî şikandina Serhildanê, li wê navçeya bûyerên navabera  Hezro, Silîva, Qulp û Licê têkoşîna xwe didomandin kirîye mijar. Şêx Fexrî, heta niha jî,  li navçeyê bi dilgermî qehremanîyên wî  di nava xelkê de wek efsane tên gotin.

Beşek mijarê li ser çol û çem û çiyayên gundê min, yê  cîyê zaroktîya min bi xwe ye. Min ji zaroktîya xwe ve gelek caran, ji devên kal û pîrên derdora  xwe serpêhatîyên vê bûyerê guhdar kiribûn. Gava Xurşîd Mîrzengî, teksta reşnivîsa vê pirtûkê ji bona di berçav re buhurandina wê da min û min bi hûrgilî dest bi xwendina wê kir, ew gotin û serpêhatîyên kal û pîran ku min berê guhdarî kiribûn bi xemgînîyek mezin dubare di  mêjîyê min de jîndarbûn.

Salên Şewatê, bi kurdîyek zelal hatîye nivisîn. Lêkolînek pir baş li ser cî û warên wan bûyerên salên şewatê hatîye kirin.  Navên kesan, navên gundan, navên şax û çiya û gelîyan bi rastî û zelal hatine rêzkirin. Bûyer kiryar ji devên çavdêrên demê yan jî  guhdarên demê baş hatine sehkirin.

Salên Şewatê, wê hovîtî û zordarîya mêtinkaran pir baş radixe ber çavên xwendekaran. Wan desthilatdarên mêtinkar, çawa bi dijminayî gundîyan tevî sewalan li hev dicivandin, çawa bi kom îşkence dikrin, qirdikirin û dişewitandin. Çawa gundên Kurdistanê bi haweyekî hovane di hatin şewitandin, kavilkirin.

Salên Şewatê ne tenê bûyerên şewatê, îşkence, zordarî û hovîtîyên navçeyê tine berçavan, pêre rastîyên dîlên kurdan li zindana Amedê jî radixe berçavan.

SalênŞewatê tevî  van kiryarên mêtinkaran yên hovane, yek ji birînên bêderman jî rewşa koçberkirinên kurdan, êş  û zordarîyên li ser wan jî bi zelalî vedike.  Desthilatdarên tirkan çawa  bi hovane, jin û qîzên serkêşên me, yên koçberkirîyên me, di nava malên xwe de, ji xwe re dikirin qerwaş û kole….

Pirtûkek vekirî balkêş û hêjaye ku her kurd bixwîne…

 

Pirtûka din jî Saatın İçindeki Sır e

Pirtûk ji alîyê Salih Dundar ve hatîyen ivîsandin.

Ev pirtûk jî bi dîtin û jîyana xwe ve, bi serpêhatî lêkolînên xwe ve, rewşa honandina PKK ku bandorek mezin li ser têkilîyên malbat, merivatî, dostanî rêzgirtinîya civakî kirîye û wê tarûmar kirîye radixe berçavan.

Salih Dundar, di nav malbatek dîndar û welatparêz de mezin dibe. Malbat ji ber çalakîyên xwe yên welatparêzî û bandora şerê çekdarî ya PKK nêzikî li PKK dikin û tevî refê wê dibin. Piştre ji ber van çalakîyan ew tevî malbata xwe koçberê Hollanda dibe û li wir cîwar dibe. Salih jî li Hollanda xwendina xwe didomîne.

Salih piştî tevakirina zanîngehê, di dema xwendina mastir de, dikeve bin bandora propagandeya PKK û dev ji xwendina xwe ya mastir berdide û bi xewn û xeyalên têkoşîna serxwebûna welatê xwe, berê xwe dide Tirkîyê û di Navenda Mezopotamyayê de dest bi xebata xwe dike.

Salih piştî demekê tê girtin û ji endametîya PKK ceza digire.. Ew di zindanê de, di nav kadroyên PKK yên cûrbicûr de dijî.  Di vê jîyana girtîgehan de, ji nêzîk ve dibe şahidê gelek buyer û haweyên xebat û tevgerên PKK.

Bûyerên ku li welat pêktên, kiryar û lênêrînên PKK ne li gor hêvî û armancên wî ne. PKK, propaganda ku dike û rûyê xwe yê ku nîşan dide, bi  tevger û kiryarên wê, lênêrîn û sîyaseta wê re li hev nake. Salih, bi van şahidîyên xwe, hêdî hêdî ji PKK sar dibe û dest bi lêpirsîna kiryarên PKK dike.

Salih, her ku diçe ji kiryar û xebatên PKK dûr dikeve. Ew wan bûyer û kiryarên ku ew bi xwe jiyaye  û dîtîye, tevî şîroveyên xwe, di pirtûkê de bi haweyek gelekî zelal  tine ziman. Salih, tevî  van bûyerên jîndar, li ser hinek bûyerên balkêş yên nav PKK jî  lêkolîn dike û tevî  şîroveyên xwe  li pirtûkê zêde dike.

Salih, tevî ku em gelek tiştên PKK dibihîzin û dizanin jî, şahidî û lêkolîn û serpêhatî û şîroveyên xwe ve gelek alîyên PKK zelaltir dike. Wek perwerdekirina kadroyên PKK, haweyên provakasyonan û propagandeyên wan, haweyên xapandina kesan û kişandina nav karên xwe, sistema rêxistinê û avakirina hîyerarşîya nav PKK, bi çavdêrîyek cuda vedikole û li ber çavan radixe.

Pirtûk bi zimanê tirkîyek zelal û sivik hatîye nivîsandin. Ji xwe ji ber ku jîyana nav  PKK bi tirkî ye, bûyerên ku bûne mijara pirtûkê bi tirkî ne; mijar bi zimanekî din weha vekirî nikribû bihata ziman.

Bi gotina Salih; PKK ji dewleta tirk pirtir û bi bandortir kurdan, bi dilgermî asîmîle dike!

Ji bona ku meriv PKK hinekî zelaltir nas bike hêjaye ku meriv vê pirtûkê bixwîne.

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *