Divê hemû kurd û erebên federalîzmê diparêzin deng bidin PDKê…

Îbrahîm GUÇLU 

Di İlona 2017an de li çar beşên Kurdistanê û hemû kurdên li dinyayê de kelecanîyeke mezin hebû. Xebateke siyasî û civakî ya xûrt hebû. Sedema wê kelecanîyê Referandûma Serxwebûna Kurdistanê bû. Her kurdek kelecan bû ku di derbarê qedera xwe dê biryareke girîng bide. Ew biryara jî di 25ê îlonê hat wergirtin. Kurdan biryar da ku dewleta xwe ya serbixwe ava bikin. Hemû Kurdistanîyan jî ev biryara erê kiribûn.

Wek tê zanîn piştî gelek danûstandina biryar hat girtin ku di 10.10.2021 an de li Dewleta Federal ya Iraqê hilbijartin dê pêk bê. Di îlonê de ji bona hilbijartina giştî ya Dewleta Federal ya Iraqê li Kurdistanê xebat xurt bû. Bi taybetî çûna PDKê ya Kerkukê, Şengal-Mûsûlê, Maxmûr, Xaneqînê xebat ji bona hilbijartinê germtir kir. Lewra çûna PDKê ya wan deveran gelek girîng û dîrokî bû. Lewra tê zanîn ku berîya çar salan bi piştgirîya xiyanetkarên kurd Kerkûk û ev bajaran, bi destên dewleta Federal ya Iraqê hatibû dagîrkirin.

Loma ev hilbijartina ji bona Kurdistanê û neteweya Kurd gelek girîng e. Di heman dem de ji bona PDKê jî gelek girîng e. Divê hemû kurd bi kelecanîya rêferandûma serxwebûna Kurdistanê di hilbijartinê de xebat bikin. Hemû partî û namzatên wan şev û roj xebat bikin ku di parlamentoya federal de hêzeke mezin çê bikin. Di biryar girtinên parlamentoyê de xwedîyê roleke mezin bin.

Hîç şik tune ye ku di demokrasîyan de hilbijartin ji bona ku gel xwe bi xwe rêve bibe gelek girîng e. Li Dewleta Federe ya Kurdistanê, di sala 1992an de pêvajoya hilbijartinê dest pê kir. Heta vê qonaxê jî hilbijartin tên li darxistin. Loma jî her dem Kurdistan bi îradeya gel tê birêvebirin. Li Kurdistanê rejîma demokrasiyê tê meşandin. Li Kurdistanê demokrasiyeke gelek pir reng û plural pêş dikeve. Li Dewleta Federal ya Iraqê, piştî sala 2005an pêvajoya hilbijartinê dest pê kir. Lê ji bona ku Ereb xwedîyê çandeke demokratî nînin, pêşketina demokrasiyê gelek bi zehmetî dimeşe û federalîzm tê xemitandin.  

Loma jî li Kurdistanê Rêferandûma Serxwebûnê hat li darxistin.

Hilbijartina îsal (10.102021) jî ji bona dewleta federal û ji bona Dewleta Federe ya Kurdistanê gelek girîng e. Loma jî divê Kurd bi kelecanîya Referandûmê xebata hilbijartinê bimeşînin.

Lê ji bona ku ev hilbijartina girîng e, divê hemû kurd dengê xwe bidin PDKê.

Lewra PDKê dikare Dewleta federe ya Kurdistanê bi xurtî biparêze û li hemberî xêrnexwazan raweste. Li dijî PKKê, Haşdi Şabî û rêxistinên din yên terorîst, dagirker, faşîst, neyasayî ku dixwazin Dewleta Federe ya Kurdistanê xirab bikin, PDKê dikare li hemberî wan raweste. Rêxistinên din yên Kurdistanê, di siyaseta xwe ya Dewleta Federe ya Kurdistanê de, ne serrast û têkûz in. PKKê, di nav wan de, dikare siyasetên xwe yên qirêj bimeşîne. Nûha jî dimeşîne.

PDKê xwedîyê jiyanake dirêj e. 75 sal in ku ava bûye. PDKê bi destê qadroyeke jêhatî û çalak, xwedîyê tecrûbeya neteweyî hatîye meşandin.

Damezrîner û rêvebirên PDKê û bi taybetî Serok Mele Mistefa Barzanî, damezrîner û serleşkerê Dewleta Mehabad ya Kurdistanê ne.

PDKê, pêşenga Şoreşa Neteweyî ya Îlonê ye. Damezrînera Ortonomîya Kurdistanê (11ê Adara 1970yî) ye.

Pêşenga Şoreşa Neteweyî ya Gûlanê ye.

Damezrînera Dewleta Federe ya Kurdistanê ye. Di heman dem de garantora Dewleta Federe ya Kurdistanê ye.

Berîya hilbijartinê, çûna PDKê ya Kerkukê, Şengal-Mûsûlê, Xaniqînê, Mexmûrê gaveke gelek girîng e. Ji bona yekîtîya Kurdistanê gaveke dîrokî ye. Heger PDKê, di hilbijartinê de xurt derkeve, wê demê yekîtîya Kurdistanê û rizgarkirina ew deverên hatine degîrkirin, gelek hêsan dibe.

PDKê, xwedîyê xebateke dûr û dirêj û pîroz û serkeftî ya rizgarîxwaz e.

PDKê û Serokê Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî, xwedîyê armanca Dewleta Serbixwe ne.

PDKê û Serok Birêz Mesûd Bazranî xwedîyê armanca Dewleta Kurdistanê ne. Loma jî ji rêferandûma serxwebûna Kurdistanê re bi xurtî xewedî derketin, pêşengî kirin, encama rêferandûmê  jî gelek baş bû.

PDKê, qedroyên wê û Serok Mesûd Bazranî xwedîyê hêz û teqete ku encama rêferandûma serxwebûna Kurdistanê pêk bînin. Di qonaxa piştî hilbijartinê de ev mijara dê bibe mijareke stratejik.

Piştî hilbijartinê, di navbeyna Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Dewletsa Federal ya Iraqê de dê bazarên mezin biqewimin. Dema ku PDKê xûrt ji hilbijartinê derkeve, ev bazara li ser navê kurdan xurttir tê meaşandin.

PDKê û Serok Barzanî, li dinyayê xwedîyê qimeteke mezin û piştgirîyeke xurt in.

Loma ez dibêjim ku divê hemû kurd dengên xwe bidin PDKê. PDKê bi pir parlamenteran beşdarî parlemantoya federal bibe. Ev di heman dem de xizmetî yekrêzîya kurdan jî dike.

                                           ******

Wek tê zanîn, dema ku Rejîna Baasê hîn li herêmên Ereban û beşekî Kurdistanê desthilatdar bû, li beşekî mezin Kürdistanê jî PDKê û YNKê desthilatdar bûn. Li Herêma Azad a Kurdistanê desthilatdar bûn. Herdu partiyan, li Kurdistanê, pêvajoya demokrasiya federal dest pê kirin. De facto sîstema federalî îlan kirin. Gor sîstema federal ya demokrat jî Kurdistan ava kirin.

Dikarim bibêjim ku li Kurdistanê pêvajoya sîstema federal, berîya Iraqê û herêmên Ereban dest pêkir.

PiÅŸtî ku rejîma Baasê bi destê Emerîka û hevalbendên wê hat rûxandin, gelek aÅŸkere dewleta nû ya Iraqê, bi çi model û sîstemê ava bibe, hate rojevê. Emerîkayê dixwast ku Iraqê û Kurdistanê bike 18 eyalet. Ev bi awayekî dihat wê wateyê ku Iraq û Kurdistan dê parçe bibe. Celal Talabanî – YNKê jî ji ev projeya Emerîkayê erê got.

PDK û Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, li dijî vê projeyê sîstema eyaletê derket. Sîstema federal ya hevbeşîya milet û li ser welatên neteweyê cûda parast:

 Di encamê de, nerîn û stratejîya PDKê û Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî hat erê kirin. Di sala 2005an de bi rêferandûmê makezagona dewleta federal hat pejirandin.

Loma ez dibêjim ku divê erebên federalîzma rasteqîne û demokrat diparêzin jî deng bidin PDKê. Lewra PDKê garantiya sîstema federal e. Di jiyana dewleta federal û Kurdistanê de jî ev yeka bi her awayî li meydanê ye û xuya dike.

Diyarbekîr, 24.09. 2021

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *