Li gora Destûra TBMM her kes tirk e!

Siddik BOZARSLAN

Hewce nîne ku em li ser vatinî û berpirsîyarîyên meclisên dewletan bi hûrgilî rawestin. Wek li gelek dewletan hatîye dîtin; hemî partiyên dewletê di wexteke dîyarkirî da (3-4-5 salan da carek) diçin hilbijartinê û parlamenterên wê dewletê tên hilbijartin û li meclisa xwe dicivin û jibo rêvebirina meclisê dabeşkirina kar di nav xwe da dikin. Wek prensip, vatinî û berpirsîyarî didin partiya ku herî zêde deng wergirtîye ku serokwezîrê hukumetê were nîşankirin û hilbijartin. Kesê/î ku were pêşnîyarkirin, ji xwe ra hukumetek çêdike, bernameyeka kar dide pêşîya xwe û ew hukumet dengdana erê ji meclisê distîne û dest bi karê xwe dike.

Meclis li gora pêdivî û rewşa xwe, dema hewce be qanûnên nû çêdike ango hin qanûnên heyî betal dike. Dema hewce be, ji dewleta xwe ra serokdewletek hildibijêre. Li gora pêwistîyê heman meclis dikare destûreka nû çêke û wê bibe referandumê.  Heman meclis dikare jibo rêvebirî û pêkanîna edlayîyê di çarçoveya destûr û qanûnan da şikil bide organa dadwerîyê û wd. Bi kurtayî, hemî karên rêvebirîya dewletê li wê meclisê şikil distînin û ji alîyê meclisê tên îdarekirin. Bi gotineka dî meclis, organa herî mezin a wê dewletê ye. Ji ber ku meclis û destûr (Qanûna Esasî-Serqanûn) du lihevhatinên esasî ne jibo her dewletê û her civata ku lê dijî. Her tiştên rêvebirîya dewletek, li gora wan lihevhatinan dimeşe û hatîye meşandinê. Loma li vir bi kurtayî be jî pêwistî pê heye ku em behsa destûra tirk bikin ku jibo kurdan çî ye.

Li vir ez dixwazim ewil li ser Destûra  Komara Tirkiyê ku li ser hîmê înkar, qedexekirin û tunekirina neteweyê kurd û hemî neteweyên dî ava bûye, bi xetên qalind rawestim. Wek tê dîtinê, dewleta tirk li ser bingehê nejadperestî (nîjadperestî) û kolonyalîzmê hatîye avakirin. Nejadperestîya tirk, di radeya hovîtîyê (barbari) da ye ku li cîhanê em nikarin rastê numûneyên weha bên. Bi awayeka dî nejadperestî, li nik Sistema Ankarayê, gelek sivik û hindik dimîne. Wek em pê dizanin di şola nejadperestîyê da inkarkirin û qedexekirin tune, qebûlkirin heye; lê digel qebûlkirinê jî cudayî heye. Di beşeka dî da min behsa mejadperestîya Başûrê Afrikayê kirîye ku di raya giştî ya cîhanê da ew wek Aparthaid tê naskirin; li wir jî înkarkirina gelên cuda tunebû û tenî cîyêwazî hebû.

Şola (pirsa) kolonyalizmê jî bi hin numûneyan ez dê li ser rawestim. Wek mamosteyê hêja İsmail Beşikçi di wextên cuda da û di gelek nivîsarên xwe da gelek caran nîşan kirîye; Kurdistan kolonî jî nîne. Ji ber ku kolonî, statuyek e û Kurdistan ne xwedîyê statuyekê ye û loma ji statuya kolonîyê jî pir pir paştatir e. Digel vê rastîyê jî ez dê di tevayîya nivîsaran da Kurdistanê wek kolonî û dagirkerên Kurdistanê jî wek kolonyalist bi nav bikim ku xwendevan, divê  vê rastîyê ji ber çavan dûr nexin. Lê li vir ez dê ewil li ser şikilstandina dewleta tirk rawestim. Loma di vî derbarî da ez pêwist dibînim ku behsa çend madeyên destûrê û qanûnên dî yên înkarkirin û qedexekirinê bikim ku hemî jî bi hev va girêdayî ne.

Destûrên ku heta nûha li Tirkiyeyê hatine çêkirin; bi naverokên xwe bîhna hovîtîyê û nejadperestîyê ji wan tên. Wek numûne, ez dikarim destûrên 1961 û 1982yan nîşan bidim. Di beşên despêkê yên destûrên 1961-1982yan da çardeh (14) car gotina tirk hatine nivîsîn. Di heman destûran da; ”… esasê necudabûnê ya hebûna welat û dewleta tirk”, ”… ewladên tirk ên aşiqê demokrasîyê”,  ”… menfeatên neteweyê tirk”, ”… hebûna dewleta tirk a muqaddes”, ”… bê qeyd û şert serwerî ya neteweyê tirk e”, ”… yekparetîya welat û neteweyê tirk” û gelek nîşankirinên dî hene ku ez naxwazim wan zêde dirêj bikim. Hemî van nîşandeyan wek prensip û şoreşên Atatirk hatine qebûlkirin ku her yek ji wan wek slogan û şîar tên bikaranîn. Van nîşandeyên ku bihna hovîtî û nejadperestîyê jê tên, serçavîya xwe ji bingehê şoreş û prensipên Atatirk girtine ku hîmê wan di avakirina Komara Tirk da (1923) hatine avêtin.

Hê di despêka avakirina salên komarê da slogan û şîarên wek; ”Çi bextewarî ji wan ra ku dibêjin ew tirk in!”, ”Tirkek ercîyayê cîhanê ye!”, ”Tirk pesnê xwe bide, bixebite, ji xwe bawer be!” û wd. ku ji alîyê Atatirk ve hatine pesendkirin (ecibandin) û şikil dane ideolojiya dewletê û ew bûne politika fermî (resmî) ya dewleta tirk. Çend maddeyên destûrê, ez li jêr pêşkêşî we hêjayan dikim.

Destûr Madde 81: ”Endamên Meclisa Neteweyî ya Mezin a Tirkîyê (TBMM), dema dest bi kar dikin wek li jêr sond dixwin”:

”Ez li pêşberî neteweyê tirk ê mezin bi namûs û şerefa xwe sond dixwim ku; serxwebûn û hebûna dewletê, yekparetîya neparçebûyî ya welat û neteweyî, bêşert û merc serwerîya (serdestîya) neteweyî biparêzim, mezintirîya huqûqî, bi girêdayê komara laîk û demokratik û şoreş û prensipê Atatirk bimînim; refah û hizûra (rehetî) civatê, di nav nêrîna edalet û hevkarîya neteweyî da ku hemî kes ji amanca mafên însên û azadîyên bingehî fêdeyê(kelk) werbigre û bi sedeqet girêdayê destûrê be. ” 

Wek mirov di vê maddeya destûrê da jî bi awayeke vekirî û zelal dibîne; Nejadperestîya Sistema Tirkîyeyê (Ankarayê) li ser hîmê Destûra Tirk û Organa Dewleta Tirk a herî mezin, TBMM ava bûye. Loma parlamenterên ku ji herêmên xwe tên hilbijartinê, pêwist e ewil vê sonda nejadperestîyê bixwînin da ku parlamenterîya wan bê qebûlkirin. Bi tabîreka dî ewil divê ew eslên xwe înkar bikin û tirkbûna xwe qebûl bikin ku li cîhanê ev biçûkxistin û heqareteka herî mezin e jibo însanan û însanîtîyê.

Di metnê maddeya sondxwarinê da wek tê dîtin; hin hevok jibo Sistema Ankarayê bûne wek şîar û slogan her wek; ”… neteweyê tirk ê mezin…”, “…yekparetîya neparçebûyî ya welat û neteweyî,..” , “… bi girêdayî … şoreş û prensipên Atatirk…”, van hemî sloganan wek helqeyên zencîrek bi hev ra girêdayî ne û hev temam dikin. Bi slogana ”… neteweyê tirk ê mezin…”,  tê xwestin ku neteweyê tirk, neteweyeke mezin e, bilind e. Bi vê sloganê, teoriya nejadî û neteweyê bilind an mezin tê parastinê ku ji vir 500 sal berê ev fikrê nejadperestîyê ji alîyê aktorên siyasî û kargêrîyên cuda ku di demên firotina koleyan da dest pêkirine û hatine parastin.

”Çi bextewarî ji wan ra ku dibêjin ew tirk in!”, ”Tirkek ercîyayê cîhanê ye!”, ”Tirk pesnê xwe bide, bixebite, ji xwe bawer be!” şîar û sloganên nejadperestî û faşistîyê ne ku ji despêka avakirina Komara Tirkîyeyê ve, tên parastin û li dibistanan her roj bi şagirtan hatine ezberkirin. Mîmarê van şîarên faşistîyê û nejadperestîyê M. Kemal Atatirk  bi xwe ye. Bi tabîreka dî, van sloganan li ser hîmê “şoreş û prensipên Atatirk” şîn bûne û şikil standine.

Destûr Madde 2: ”Komara Tirkîyeyê jibo hizûra civatê, hevkarîya neteweyî û girêdayê neteweevînîya Atatirk e…” dibêje. (pêşnîyarkirina guhertina vê madeyê jî qedexe ye.)

Destûr Madde 3: ”Dewleta Tirk, tevayîyeka ku bi netewe û welatê xwe ve nayê parçekirin. Zimanê wê tirkî ye. Şiklê alaya wê di qanûnê da hatîye xuyakirin, alaya sor e ku stêrka hîva sipî lê ye. Merşa (Sirûd) Neteweyî ”Merşa Îstîklalê (serxwebûnê)” ye. Paytext (serbajar) Ankara ye. ” (Pêşnîyarkirina guhertina wê jî qedexe ye.)

Madde 66:  ”Hemî kesên ku bi hevwelatîyê ve girêdayê Dewleta Tirk e, ew tirk e. Zarûkê/a bavekî tirk ango dayîkeka tirk, tirk e…”

Madde 42: ”Ji bilî tirkî çi ziman, di avahîyên perwerde û hînkirinê da wek zimanên dayîkê ji hevwelatîyên tirk ra nayê hînkirin û perwerdekirin…”

Li gora Qanûna Partiyên Sîyasî, jibo partiyek bikaribe beşdarîya hilbijartinan bibe, maddeya 36an weha dibêje:

“Jibo ku partiyên sîyasî bikaribin beşdarîya hilbijartinan bibin, divê şeş meh berîya roja ray avêtinê bi hindikayî di nîvê hemî bajaran da rêxistina xwe pêk anîbe û kongreyên xwe yên mezin çêkiribe, an jî di TBMM da gruba wê hebe, şert e. Jibo pêkanîna rêxistina bajarek, pêwist e ku navenda qezayê jî di nav da ji sisêyan yekê qezayan da rêxistina xwe ava kiribe.”

Wek di vê maddeyê da aşkera bûye, partîyek nikare di herêmeke nîşankirî da rêxistin çêke û xebatên xwe bi wê herêmê sînordar bike. Lê li hemî welatên Yekîtîya Ewrupayê, partîyên herêmî hene û li gora taybetmendîyên xwe yên herêmî ew dikarin di herêmên xwe da rêxistinên xwe ava bikin û ji herêmên xwe parlamenter derxin jibo meclisa navendî. Ev jî yek şertê demokrasîyê ye

Dîsa li gora Qanûna Partîyên Sîyasî maddeya 82yan :

“Partîyên sîyasî, nikarin xebatên herêmî jibo amanca neteweevînîyê bi kar bînin ku ev jibo tevayîya welatê ku nayê parçekirin. Ew nikarin jibo wê xebat bikin.”

Wek mîsal, li gora vê maddeyê, ew partîyên ku li Eyaleta Bavyerayê ya Almanyayê xebitîne û bûne şirîkê hukumetê, li Tirkîyê nikarin vî karî bimeşînin.

Maddeya 31ê ya Qanûna Partîyên Sîyasî weha dibêje:

“Rêxistina (teşkîlata) Navendî (merkezî) ya partîyan, li navenda bajarê Ankarayê ye.” 

Ne hewceye mirov nîşan bike ku li gora vê maddeyê, hemî partîyên sîyasî mecbûr in ku kongreyên xwe yên giştî (mezin) li Ankarayê çêkin. Ev jî nîşaneka dî ye ku sistema Ankarayê çiqas ji demokrasîyê dûr e.

Maddeya 81/a jî weha dibêje:

“Li ser welatê Komara Tirkîyeyê, ferqîyeta neteweyî an olî, kulturî an mezhebî an nejadî û zimanî çênabe ku bê gotin ku hindiknetewe hene.“

Yanî Sistema Ankarayê çawa bixwaze, her kes, hemî partî mecbûr in wek Ankarayê bifikirin û balkêş e ku ji dîroka Komara Tirk vir ve, heta nuha neh car di sistema hilbijartinan da guhartin çêbûne; digel van hemî guhartinan jî heta nuha tu sistemeke demokratik jibo hilbijartinan û jibo partiyên siyasî çênebûye. Ji ber ku nehelkirina şola kurd û Kurdistanê di çarçoveyeka demokratik da, semedê esasî ye ku demokrasî neyê Tirkiyeyê û sistemeka demokratik jibo hilbijartin û partîyên sîyasî jî wê tu car çareser nebe. Sala 2018an li Meclisa Tirk hin biryar hatin sitandin ku ew kesên ku gotina Kurdistanê bi karbîne; hem cezayê pere dide û hem jî nikare di runiştinên meclisê da beşdarî bike.

Gelek girîng e ku em jibo kurdan li vê şolê bi hûrgilî binêrin û li ser rawestin. Berî her tiştî kurdên ku vê sondê xwarine û sistema Ankarayê meşrû dîtine û qebûl kirine; ew bûne helqeyeka vê sistemê ya hovîtîyê. Bi vî awayî hem mesaj dane neteweyê xwe û hem mesaj dane raya giştîya tirk û navneteweyî ku di şexsîyeta Ankarayê da dewleta tirk ya wan e jî. Bi vî awayî ew qerta ku Kemalistan li Lozanê xebitandin ku ”dewleta tirk, tirk û kurdan temsîl dike” û di encamê da ew bi serketin û em bênasname û bêstatu ji sistema Ankarayê ra bûn koleyên bênav. Loma aktorên sîyasî yên kurd ku wê sistemê meşrû dîtine û qebûl kirine, di çarçoveya huqûqa tirk da ew jî bûne tirk. Bi tabîreka dî ew huwîyeta  xwe ya kurdbûnê teslîmê Sistema Ankarayê kirine û bi vî awayî kurdevînîya xwe wenda kirine. Bi gotineka dî yên wê sondê dixwin, ewil hebûna nasnameya xwe ya neteweyî înkar dikin û dibin tirk û bi sondxwarinê jî wê dipejirînin. Ev jî li dinyayê jibo her însanî ku ne tirk e, heqareteka herî mezin e.

Pir vekirî ye ku di çarçoveya navdewletî da jî qerta hebûna neteweyê kurd û mafên wan ên neteweyî û demokratik, bi destên kurdên sîyasî bi xwe hatîye teslîmkirin jibo sistema Ankarayê û ev jî têkoşîna neteweyê me ya heqîyê qels xistîye, bêpişt hiştîye. Em qebûl bikin, nekin ev realiteyek e. Bi vê realiteya heyî, huqûqa navneteweyî jî maf daye dewleta tirk ku huqûqa xwe ya hundûrî biparêze. Pirêzeya (pratika) sed salê dewleta tirk ku bi deh caran qetlîam li ser gelê me kirîye, li ortê ye; her tim raya navdewletî gotine ku ew gelşên hundûrîn ên dewleta tirk in û wd…

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir