Yekkirina zimanê kurdî jibo nivîsînê

Siddik BOZARSLAN

Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê Zimanê Kurdî (kurmancî û zazakî) li hemberî asimilasyona ku sedsal e didome û kurdî nebûye zimanê resmî û perwerdeyê; ew li hemberî xetereke mezin maye û roj bi roj ev xeter mezintir dibe. Mixabin di vî sed salê pratika kurdên siyasî da jî pêşveçûnek bi dest neketîye. Eger tabîr di cîyê xwe da be, piranîya sîyasetmedarên kurd ên bakurî jî di vî 50-60 salî da bûne alîkarê asimilasyona Sistema Ankarayê. Ji ber ku piranîya van sîyasetmedaran zêde qîmet û rûmetê nedane  zimanê xwe û giranîyê dane zimanê tirkî; em bixwazin nexwazin di vê pratikê da xizmeta asimilasyonê kirine û li hemberê Sistema Ankarayê bûne karikator. Ev karikarorî di warê sîyasî da jî xwe nîşan daye.

Dema li derek zimanek nebe zimanê resmî û bazarê ku rojane were bikaranîn; ew ziman li ber xeterê ye û mehkûmê mirinê ye. Rewşa kurdî jî li Bakurê Kudistanê di rewşeke weha  xeternak da maye û ev pêvajoya pişaftinê (asimilasyonê- helandinê) berdewam e.

Ji vir sed sal berê jî hin nivîskar, ronakbîr, xwendekar û sîyasetmedarên kurd giringîyek dane zimanê kurdî û ev xwe di rûpelên Kovara Jîn da jî nîşan daye. ”Zimanê Kurdî û xebata li ser wî, wê demê jî di bernama welatevîn û neteweevînên kurd da maddeka giring pêkanîye. Ev yek, ji hin nivîsarên kovara ”Jîn” bi awayekî eşkera û berçav kifş dibe. Giringîya ziman û giringîyên xebata li ser ziman, di belavoka Komela Kurd jibo Belavkirina Zanînê û Weşanan (Kurd Tamim-i Maarif ve Neşrîyat Cemîyetî) da weha hatîye numandin:

”Dibêjin ku berata heq û îstîhqaqa neteweyan, hebûna tarîxê ye û hebûna zimanekî wisa ye ku beranberê cereyana demê be; yanî hebûna sazgehên neteweyî ye. Tenê ev in ku ji mirov ra dibin kaxidê huwîyetê û nîşana destûra ku  mirov dikare bi wê têkeve wî xanîyê heq û emanê yê ku edaletê belav dike. Bê ku em îddîayên cahilkî û dersînor bikin, divê ku em li xwe bên mikurê ku ji vî alî ve kêmayîya Kurdîtîyê mezin e û dilêşîn e”. (Eslê vê belavokê Tirkî ye û M. Emîn Bozarslan wê wergerandîye Kurmancîya îroyîn)

Di belavokê da paşê hatîye ragihandin ku temamkirina vê kêmayîyê û dagirtina vê valahîyê ne tiştekî bêmikûn e; bi xîret û xebatê, di demeka ne dîrêj da mimkun e ku ev kêmayî bê temamkirin û ev valayî bê dagirtin. Paşê weha gazinc hatîye kirin:

”Di van deman da ku neteweyên dî dûwayî li xebata xwe ya li ser vê axa pîr anîne û dest bi xebata li ser asîmanan kirine, tiştekî dilêşîn e ku mirov hêj bi ziman û sererastkirina ziman û wekhevkirina ziman  xerîk be; lewra ziman, di hîmê medenîyeta mirovîyê da kevirê pêşîn e.” (. KMND r. 171- 175 37. Jîn, Jimare 10, r.1011)

Çawa ku me li jor jî gotibû, xebata li ser zimanê kurdî û amadekirina ferhengeka neteweyî, yek ji maddên bernama komelê bûye.

Kurdîyê Bedlîsî (Xelîl Xiyalî) jî şola zimanê kurdî û xebata li ser wî girtîye destê xwe, di wî babetî da du nivîsarên hêja nivîsîne; di wan nivîsaran da jibo xebata li ser zimanê kurdî bernameyek û metodekî zanistî danîye. Wî, di nivîsara xwe ya pêşîn da şola hebûna zarên Kurdî yên cure-cure girtîye destê xwe û di wî babetî da weha nivîsîye.:

”Gelo mimkun e ku zimanekî yekbûyî bê qebûlkirin? Digel ku ev şol xebateka timî û demeka dirêj dixwaze jî, welama vê pirsê bi kurtî ´belê´ ye. Madem ku wisa ye, îcar em kurd bi çi awayî dikarin bibin xwedîyê zimanekî yekbûyî? Ez kesna dinasim ku hebûna zarên cure-cure di kurdî da, jibo gîhana vê amancê wek ritmek qebûl dikin. Lê ew dixapin û pirr di rû da difikirin. Zarên cure-cure ne ku dibin ritim; lê jibo zimanê me kaneka peyvikan a bêdûwayî ne û nîmetek in. Pisporekî ku rîya îstîfadê bibîne, dikare ji zaran mefayên bêdûwayî bi dest xe. Yek jî, ev bûyer ne ku tenê di nava me kurdan da heye; ew neteweyên ku xwedîyên zimanên têkûztirîn û dewlemendtirîn in, digel ku bi sedsalan demên wan ên bêjeyî jî hebûne; di nava wan da hê jî zarên (patoîs) wisa hene ku wek berê dijîn û tên peyivîn. Di nava wan da zarin hene ku ji alîyê piranîya peyvikan ve jorda li zimanê giştî û bêjeyî dinêrin; zarin jî hene ku ji alîyê xwedîyên zarên dî ve qet nayên famkirin. Lê cudayîya zarên me, hema hema ji guhartina tîpan û dengan îbaret e. Li gora vê yekê, zar dikarin li nava kîtleyên heqê jîyana xwe biparêzin; lê digel vê parastinê jî, ez wisa bawer dikim ku mirov dikare zimanekî yekbûyî û bêjeyî pêkbîne ku ew bibe malê giştî.” (Jîn, jimare 14, r.13-14)

Nivîskar di nivîsara xwe ya diduyan da jî daye zanîn ku xebata li ser zimanê kurdî divê ku bi awayekî ciddî û bi berpirsîyarî bê meşandin; jibo ku ew xebat berdar bibe, divê ku berê hazirî bê kirin û bernameka zanistî bê amadekirin. Paşê li ser kan û serçavîya ziman weha gotîye:

”Bingehokek heye ku bi awayekî giştî hatîye qebûlkirin. Ew jî ev e: Zimanê rastîn û safî ew ziman e ku kîtleya nexwendî ya wî neteweyî, xasma pîrejinên wî pê dipeyîvin. Li gora vê bingehokê, ez dixwazim ku, awa û peyvikên ku kîtleya nexwendî ew bijartine, di têkûzkirina ziman da ew bingeh bên girtin. Ew, serçavî û xizneka rastîn in. Eger em bikarin têdadîyên wê serçavîya bibereket bi destê xwe xin û materyalê ku bi destê me dikeve em bikarin li gora bingehokên zanistî yên dûwayîn wan rêz û saz bikin, ez dikarim bê dudilî îddîa bikim ku, em´ê di demeka kurt da bibin xwedîyê zimanekî nivîsînê û peyivînê ku dê ji pirê zimanên Rojhilat ên îroyîn dewlementir be.”

Nivîskar paşê li ser rê û awayên xebata li ser ziman û awayên îstîfadekirina ji wan kan û serçavîyan dîtinên xwe nivîsîne; di wî babetî da bernameyek pêşkêş kirîye. Yek ji maddên wê bernamê jî ew bûye ku, di bunya Komela Kurd jibo Belavkirina Zanînê û Weşanan da, qomîteka timî bi navê ”Qomîta Ziman” (Dil Encûmenî) bê sazkirin û ew qomîte sirf li ser zimanê Kurdî bixebite. Wî, awa û şîweyê xebata wê qomîtê jî di bernama xwe da kifş kirîye. Ew bername ji neh maddên sereke û deh maddên şaxîn pêkhatîye. (Jîn, jimare 15, r. 11-18, M. E. Bozarslan tirkîya wê wergerandîye kurdî.)

Lê belê, gelek mixabin ku ew bername jî wek hemî xebatên dî yên wê demê li ser kaxid maye; welatevînên Kurd jibo pêkanîna wê jî mecal û fersend nedîtine.

Bi rastî ew bername wisa ye ku, îro jî mirov dikare bi hin guhartinên biçûk, wê, jibo xebata li ser zimanê Kurdî wek bernameka hevdem û zanistî qebûl bike û xebata li ser ziman li gora wê sererast bike.

Wê demê rêzimaneka Kurdî jî derketîye. Navê wê ”Muqeddîmet´ul Îrfan” bûye. Lê nivîskarê wê ne kifş e. Di çend jimareyên Jînê da derketina wê hatîye ragihandin û ji xwendevanan ra tewsîye hatîye kirin.  Ji alîyekî dî ve, di Jîn´ê da alfaba kurdî jî bi tîpên erebî hatîye nivîsîn. Di wê alfabê da dengên ku di zimanê kurdî da hene  yeka-yek bi tîpên erebî hatine numandin û jibo her yekê  ji wan jî peyvikek wek numûne hatîye nîşandan. Ew alfabe jî di çend jimareyên kovarê da derketîye.” (Jîn, Cild I, r. 74-76)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *