DI ÇANDA GELÊ KURD DE KEVNEŞOPÎYA DAWET Û ŞAHÎYA ZEWACÊ

Li Kurdistanê, dawet û dîlan bi gelemperî ji bo markirinê, sunet û kirîvantîyê û li hevhatin(aşitî)a dijminahî û dozên xwînê tên li darxistin.

Bi taybetî li Berrîya Mêrdînê, ji bo ku malbatek lawê xwe bizewicîne, pêşî qasidekî dişîne mala namzeta bûkê; qasid, daxwaza mala namzetê zavê, ya danîna mervantîya bi hevgirêdana jin û mêran, ji malxwêyê malê re vedike. Malxwê jî, bi kevanî, ferdên malê an lêzimên xwe dişêwire û raya wan distîne. Heger tu asteng tune be û bi erênîya herkesî be, bersîvek erênî dide.

Roja ku wê xwazgînî biçin xwestina bûkê, him mala bûkê û him jî ya zavê tevdîra xwe dikin. Mala bûkê, li gor karinî û hejmara xwazgînîya mîh, berx an elok û mirîşkan serjê dikin û xwarina xwe amade dikin. Bûk jî, (berî bîst-sîh salî, paç ûkirasê bi hûçik û mîntan, lê aniha kincên hîn sade û modern li xwe dike) çi xemil û xêza wê ku heye bi ser bejin û bala xwe de berdide; bi misk, kil û amber an lewento, parfum û makyajê xwe dixemilîne û li bendî xwazgînîya radiweste.

Zava jî xwe kur dike, xwe dişo û vedişo, taximek cil li bejin û bala xwe dike, bi dê, bav û mirovên xwe yên zîrek û çavnas re berê xwe didin mala bûkê.

Piştî silav û xêrhatinê xwazgînî rûdinên. Pêşî bi xwestina namzetê zavê ya avê re, namzeta bûkê jê re avê tîne. Piştre bûk ji xwazgînîyan re, li ser tepsîyekê berê çay, pişt re qehwê tîne, yek bi yek li ber wan digerîne. Hemû xwazgînî baş bala xwe didin dev û rû, bejin û bal, kêsim û fesal û bi rêveçûna bûkê. Ne tenê çavdêrîya bûkê, herweha ya mal û malbata bûkê jî dikin. Li hundir xênî dinerin, bi pirs û galegalan, di derbarê hev de agahdar dibin. Piştî xwarinê dîsa namzeta bûkê, çayê li ber xwazgînîya digerîne. Berî ku daxwaz û biryara xwe ji malxwê re bêjin, mala zavê wî derdixin der, raya wî distînin. Xwazgînî jî civînokan dikin û bi hev dişêwirin. Ku hemfikir bin û bersîva wan erênî be, daxwaza mervantîya herdu malbatan û zewaca ciwanên xwe diyar dikin, na neyênî be, dibên em’ê biçin, piştre ji we re biryara xwe diyar bikin.

Demek berê, berdêlî an bi qelen zewicandin di giranîyê de bû, lê îro rewş hinekî hatîye guhertin. Bi taybetî pêşveçûna tevgera Kurd ya netewî û beşdarîya jinan ya tekoşînê û pêşveçûna têkelîyên aborî yê kapîtalîzmê, bandûrek mezin li ser rewşa kevneşopîya civaka Kurd ya zewacê kiriye. Êdî daxwaza qîz xortan bêtir li ber çav tê girtin. Gava ku keç û kur hev biecibînin û dil bidin hev, êdî tiştên din pir nabin asteng. Êdî mîna ku bazara firotina pez û dewaran bê kirin, kes nema dixwazin bi qelen keçên xwe bifiroşin. Loma îro bi giranî malbata bûkê ji ya zavê re dibê:

-Kara keça me bi diê wê bikin û wê siwar bikin!

Lê ev daxwaz, barekî giran dide ser mala zavê. Mala bûkê, ji mala zavê dixwazin ku ji bûkê re zêr, xanî û hemû alavên malekê, mîna taximek paldank, sarinc, cilşo, tv, saeta muzîkê, firne, taximê mobîlya û hwd. bikirin. Lê rewşa mala zavê ya malî nebaş be, van xercana kêm dikin, an li hev par dikin.

Berî bi bîst-sîh salî û wê de, malên ku rewşa wan baş ba, hîn di dema qîzanîyê de ji keçên xwe re xişil û ciyêz emade dikirin: li gorî hêza xwe zêr dikirîn, kulavên serrûniştinê, bedlek dudo nivîn, berr, xalîçe, merş û ferd çêdikirin. Gava bûk ji mala mêr, bihata (zeyê) mala bavê xwe, noginek(çêlek) an çend mîh û bizin didanê. Lê kîz biçiwa mêr, ji hemû mal û milkê mala bavê xwe bêpar dima. Hîna jî li gelek deveran, kes mîrata bavê xwe ji birên xwe nastîne; sitendina mîratê li gorî qanûnên eşîrî, wek şermezarîyekê dibînin.

Gava ku du malbat keçên xwe berdêlî bidin hev, herdû alî jî wek hev kara keça xwe dikin. Ev zewac ya herî erzan e: Pirranî mirovên hev û malbatên xizan vî şêweyê zewacê dibijêr in. Lê carina bavekî 40-50 an 60-70 salî, keça xwe ya 14-15 salî ji xwe re dike berdêlî, dide kalekî mîna xwe û keça wî ya wek a xwe ciwan jî ji xwe re tîne.

Lê gava qelen û xelat bên birîn, kara bûkê li mala bavê dikeve. Bavê bûkê li gorî ûjdanê xwe, çi ji qîza xwe re bikire-nekire ew dizane. Kara aziba, diyarî an pere ji ap û xwîşkên bûkê re, paçê misrî, mîntanekî bi qeytan û kirasek jî wek xelata bûkê jî li mala zavê dikeve. Mala bûkê jî ji zavê re bedlekî qumaş distînin.

Piştî birrîna qelen, şerbet û nîşanîya bûk û zavê çêdikin. Nîşan li mala bûkê tê çêkirin. Lêzimên bûk û zavê tev tên vexwendin. Mala zavê alavên xwarinê dibin mala bûkê, ji berbûyan re xwarinê çêdikin. Wê gavê berbû, li ber bilûr, erbane, kemançe(rebab), saz an def û zirnê govendê digirin û dîlanê dikin. Ji xeynî def û zirnê, li ber hemû ensturmanên din, dilok û stranên cûrbecûr tên gotin. Gelek caran jî li hundir, dengbêj distrên.

Pıştî ku berbû xwarina xwe dixwin, bûk û zave li ba hev didin rûniştandin. Birê zavê, li ser tepsiyekê du hingulîskên bi herdu hêlên qurdêlekê ve girêdayî û du kasikên şerbetê tîne. Birê zafê gulîskên wan dixe tilîyên wan, qurdêlê bi meqesê jê dike, bûk û zave, her yek qurtekê li şerbeta xwe dixin û kasikên xwe bi hev diguherin û şerbeta xwe vedixwin. Wê gavê berbû jî dest bi vexwarina şerbetê dike. Li navê sênîyek fereh datînin; ji bûk û zavê re berbû çi xelat anîbin, yek bi yek diyarîya xwe datînin ser sênîyê; yek jî li ber radiweste, kê çi anîbe, bi dengê bilind navê wê/wî kesî dibê û diyarîya wan dide nasîn. Hinek zêr û pere, hinek kinc, qumaş û sol didin. Tenê pere para zavê, yên din tev para bûkê ne. Piştre herkes diçe malaxwe.

Berî ku biçin bûkê siwar bikin, li gorî karinîya mala zavê, heftak an du roj vexwendina berbûyan dikin, dest bi dawet û şahîyê dikin. Berbû li ber saz, def û zurne an koma muzîkê govend û dîlanê digirin.

Li herêma me, berî 30-40 salî, jin û mêr bi giranî cilên otantîk û netewî li xwe dikirin. Keç û jinan paçên misrî û çitare, kirasên hûçik û delingên dirêj û fereh, bi xetên rengîn û mîntan li xwe dikirin. Qîzan tenê hirbiyên Helebî û Mûsilî li xwe dikirin, jinan kitan û hirbî, pîrejinan şahrê Kesrewanî didan serê xwe. Yên ciwan xişil û zêr, dêmik(eyûn) û hîvik(hilal), gerden, bazin, guhar, xirxal li serî, dest û lingên xwe dikirin. Piştên rîs yên bi gulikên rengîn didan nava xwe. Mêran hinek destmalên melkezêt, egal û fîstan, hinan şerwel, qutik û êlek li xwe dikirin û diketin dawet û dîlanê. Mîna îro jî, wê demê keç û xort, jin û mêr, pîrejin û kal bêasteng diketin destên hev û bi hev re govend digerandin. Çi hunerên keç û xortan hebû, di govend û dîlan de rê didan. Loma gelek xort û keç di wan govend û dîlanan de dihat ecibandin û dilê wan diket hev. Lê îro ew cilên gelêrî, dewsa xwe ji cilên modern an nîvmodern re hîştiye. Lê dawet û dîlan her berdewam e.

Bi gelemperî dîlana giranî û delîlo tê lîstin. Tevlî van lîstikana bişaro, qimilo, gîzo, bablekan û çarpîne jî tê lîstin.

Carina di nîvê govendê de bav, dê, kal, pîrik, xweh, xaltîk an metika zavê bi tena xwe direqisin.

Rojek berî siwarkirina bûkê, hinek berbû li mala zave mesefek hine çêdikin û diçin mala bûkê. Mûma dikin nav hinê, jin û keç li dora bûkê direqisin, dilok û sitrana dibên, dilîrînin û li çepikan didin. Berbû dixwazin destê bûkê hine bikin, lê pêşî ji bo xelata hinê bûk destê xwe venake, gava ku zêrekî dixin kefa destê bûkê, bûk destûra hinekirinê dide. Piştre berbû ji mala bûkê re dibên:

“Em sibehê di filan saetê de tên siwarkirina bûkê!”

Di saeta ku biryar dane, dema berê bi hespan, lê îro bi otomobîlan berê xwe didin mala bûkê. Ku bi berdêlî be li cîhekî ku di navbeyna herdû malabatan de, bûkan bi hev diguherin.

Berî ku berbû bên, bûk xwe dişo û vedişo, bi alîkarîya çend jinên ji mala zavê jî tên, paç û kiras, mîntan xişil û zêrên wê lê dikin û wê dixemilînin. Mala bavê bûkê, pere dixin binê sola wê. Çi bîhnên xweş heye, bi bûkê werdikin. Ebak(pelerînek) şîfon(bi giranî ji rengên şîn, sor û mor) davê ser serê wê û xêliyek tenik ya mor davêjin ser rûyê wê. Lê îro ev bermayî jî hatiye guhertin: êdî bûk, bûkanîyê sipî û modern li xwe dike.

Berbû li mala bûkê govendê digerînin. Mala zavê, xelata apê zavê devançakê didin. Xweha bûkê jî xelata ser sindoqa bûkê distîne û azib karek an perê wê distînin û piştre bûka xwe di navbêna du jinan de siwar dikin. Wê gavê malbat û gundîyên bûkê, arvan davên ser berbûyan û ji paşiyê de bi dizî, bişkulên darvekirî bi berbûyan ve vedikin. Gava berbû bi rê dikevin, jin tev bi yek dengî dilîrînin û mêr çek û selehên xwe bi jor vedikin û diteqînin. Hinek berbû ji dibên:

“Me da we kapeka salekê, me bir kevanîya malekê!”

Lê gava bûkê siwar dikin, bi taybetî berbû dixwazin tiştekî bêqîmet ji mala bûkê bidizin. Loma mala bûkê li her tiştên xwe mikateye. Tiştê dizîyê çendîn bênîrxbe jî, gava mala bûkê lê hayî bibe, bi misogerî wê tiştê xwe ji wan bisitîne. Lê ku nebînin, wî tiştî li mala zavê li ber lingê bûkê dişikînin.

Mala bûkê ji bo çavdêrî û peyitandin(îspat)a keçanîya bûkê, jinek jêhatî bi keça xwe re dişîne mala zavê.

Dema bûk tê ber derî, heta ku dîyarîya xwe negire danakeve. Mala zavê henekan bi bûkê dikin û jê re dibên:

“Me beranekî sor daye te, ma hîn tu çi ji me dixwaze!?”

Piştre kî çiqas pere bide bûkê, ku bûk razî nebe, danakeve, ji jina ku pê re hatiye dipirsin, bê ka bûk çi dixwaze, wê razî dikin û dadixin.

Zave li ser xanî, li jora derîyê ku wê bûk tê re derbas bibe dipê.

Dêya zavê şerbikekî ku şekir tê de dide destê bûkê, zava jî li ser xênî, kevirên hûr, şekir û perên hûr davêje ser serê bûkê. Bûkê derbasî hundir dikin. Piştî bûkê didin rûniştandin, jin xwe di ber hev radikin ku sola bûkê derxin û perê di solê de, mîna xelata bûkê ji xwe re bigirin. Piştî deranîna solê, pitikek pêçayî, bi taybetî kur didin himbêza bûkê, bûk xelatekê dixe ber pêçeka pitikê; ji bo ku berê wê yên pêşî kur be. Xortek jî pênûs an saeta zavê dibin ji bûkê re, bûk xelata wî jî didê. Kevanîya ku xwarina dawetê çêkiriye, hesk û textê hûrkirinê dibe ji bûkê re, bûk dîyarîya wê jî dide. Ev diyarî û edetna giş, wateyên wan yên mîstîk, eşayirî û serwerîya mêr ya li ser jinê hey e.

Mala zavê ji sibehê de amadeyîya nanê berbûyan dike. Li gorî hejmara berbûyan, mala zavê li gorî karinîya xwe berx, mîh an nogin(çêlek) serjêdikin, birinc, savar û tirşikê çê dikin. Berbû rûdinên nanê xwe dixwin, mala zavê ji qumaş, qutik û goran xelatên vexwendîyan didin wan û wan bi rê dikin. Gava berbû bela dibe tev divê:

“Dawet ferikî, berbû hetikî!”

Wê gavê berber tînin dest bi kurkirina zavê dike. Heval û cîranên zave, ji bo berber peran bi berdilka ser sînga zavê vedikin.

Êvarî melê tînin û mara bûk û zavê dibirin û diçin beledîyê mara xwe ya fermî dibirin.

Hevalzave(saxdiç), ji zavê û bûkê re xwarin û çerezan amade dike û şîretan li zavê dike.

Dibe sibe, mala zavê xwarinê çêdikin, ji bo ser rûsipîtiya bûkê bangî jin û pîrejinên cîranan dikin. Kevnê keçanîyê yên bi xwîn şanî jinan didin; jin jî her yek diyarîyekê dide bûkê; bûk jî her yekê destmalek û cotek gore didê.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir