Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Tuesday, March 19, 2019

ÇAND Û HUNER 

“Çand, li hemberî afirandinên xwezayî, hemû afirandinên mirova ne.”

Gava ku em vê lênerîna rast, hinekî bi berferehî vekin: çand, di warê aborî, sîyasî, hunerî, fîlozofî, huqûqî, zaniyarî û hwd. de hemû afirandinên civakî yên dîrokî ne.

Gava ku Marx, bi azîna materyalîzma dîrokî, analîza qanûnên avahîyên civakî dike, jêdera çandê avahîya bingehîn rêdide û wê mîna endamekî avahîya or dinîrxîne. Ji bo ku sazûmanek civakî bêt guhertin, her guhertina avahîya bingehîn, bi xwe re avahîya jor ya kevn jî diguherîne, li şûna wê, yeke li gorî xwe ji nû de ava dike.

Li gorî vê analîza Marx ya zaniyarîya civakî, bi guhertina sazûmana civakî re çand jî tê guhertin, yan li gorî berjewendîyên serwerên sazûmana nû tê reformkirin. Wê gavê em dikarin bêjin her sazûman, xwedîyê çandek “cuda”, yan yek guherandî ye. Lê divê neyê ji bîr kirin, her çandek nû(bûyî), di pêzanê çanda kevn de zîl dide.

Her neteweyek, xwedîyê demajoyek jîyana dîrokî, civatî û aborîyek taybet û cuda ye; loma taybetî û cudahîya çanda wê, ji yên neteweyên din hey e. Mîna ku têgeha “netewe” ku bi serwerîya sazûmana sermîyandarîyê re derketîye holê, her sazûman, li gorî pêşveçûn, guhertin û pêdivîyên xwe têgehên xwe jî diberhimîne. Gava ku em behsa çanda netewî bikin, em behsa ew çanda ku li cîhanê herî pêşde ketîye, yan ku tesîrê li herkesî dike û pêwîstîya her civakê pê hey e dikin.

Huner, hêza afirandina berhemên estetîkî ye. Pêkhatin û bûyerên li xwezayê û li nav civatê tên holê, ku li ser mirovan bandorekê dîyar dikin, her mirovekî ku bi pisporî û bîrbirinek taybetî, bi kompozîsyonek afirandêrî şîrove bike û bineqişîne, ku bi wê kompozîsyonê ji nû de li ser his û ramanên mirovan bandorek taybetî rê bide, ji vêya re berhemek hunerî tê gotin.

Weke ku ji wateya wê jî tê zanîn, çand, têgehek gelemperî ya hemû berhemên civakî yên dîrokî, sazûmanî, ramiyarî, zanîyarî, aborî û hunermendî ye. Têgeha çandê, tenê komek(birek) tiştên wekhev rave nake, gelek komên ji hev cuda û dûrî hev rave dike.

Huner, her çiqas pêwendîyên wê bi kom û mijarên din re hebe jî, bêtir taybetî, şexsî û ramyarî ye. Têgeha hunerê, birek tiştên tayê hev rave dike: mîna wêje, wêne, peyker, folklor û hwd.

Meriv nikare çandê mîna darekê û huner jî mîna şaxek darê rê bide. Encax mere kari çandê mîna daristanek ji gelek birên cûr bi cûr daran pêk hatîye, huner jî di wê daristanê de ne darekê, komek darên cuda lê ji yek sinifî pêk hatîye tê bide.

Li ser bergê gelek kovaran, “Kovara Çand û Zargotinî” tê nivîsandin. Hinek dibêjin ku; “Mîna ku çawa huner endamê çandê be, loma ne pêwîst e ku huner bi gotina çandê re bêt bikaranîn”. Ez jî dibêjim ku ev lênerîn rast be,wê gavê ji bo ku zargotin endamekî huner e, divê ne pêwîst be gotina zargotin jî bêt nivîsandin; tenê deynin “ Kovara Çandî”.

Li gorî min, heger li ser felsefe, zanistî, dîrok, zimanzanî û mijarên mîna vana neyê sekinandin, ne pêwîst e ku gotina “çandê” jî bête nivîsandin. “Zargotin” tenê bes e. Na, ji dervî zargotin, wê behsa mijarên huner yên din bên kirin, divê gotina huner jî bête nivîsandin.

Nerîna te