REWŞA KURDISTANA BAKUR Û VATINÎYA TEVGERA KURD

Weke ku herkes dizane, ji salên 1980 an û virde hêzên Kurd yên ji dervî PKK, bi giranî bi êrîşên dewleta tirk û yên PKK hatin eciqandin û tasfîyekirin. Loma meydan ji dewletê û PKK re ma. Li gorî bername û armanca PKK ya ku ji derketina PKK ya şanogehê û heta ku Apo li dewleta xwe ya Kemalîst vegerîya, diviyabû ku di pêşkêşîya bîr û bawerîya îdeolojîya karkeran, heta serxwebûna Kurdistanê, bêrawestan û bênavbên şerê çekdarî bihata meşandin; piştî rizgarkirina Kurdistanê, wê erd li gundîya bihata belavkirin û şoreşek demokratîk çêbiba û bi yekîtîya her çar perçeyên Kurdistanê wê dewletek Kurd ya sosyalîst bihata avakirin. Her kes an rêxistina ku ji dervî vê program û armancê, federasyon û otonomî bixwestana, an bigotina ne wextê şer e, an jî em bi şêwakî din tekoşîna xwe bimeşînin, li gorî Apo û partîya wî, ew xayin bûn, ji rizgarkirina gelê Kurd re asteng bûn û diviyabû ewana derhal ji holê bihatana rakirin. Ev jî ne bes bû, li gorî belavoka avabûna PKK, herkes û hêzên dixwest Kurdistan rizgar bibe, çi biparêze bila biparêze, diviyabû beşdarî PKK bibe û di bin seroktîya Apo de tevbigere, an na ew jî asteng û xayin bûn, bi çi awayî dibe, divîyabû ew jî ji holê bihatina rakirin. Kes û rêxistinên ku ji vê fermana Apo re serî pêl nekir, bi îşkence, movikên dest û ling şikenandin, poz û guh jêkirin, mil û ling gulekirin û şikandin, dev tije gulekirin hatin ceza kirin. Ev kiryarina, ne li bakur, bi taybetî li Kurdisatana binxetê ya Bakurê Rojava û li parçeyên din jî pêk anîn.

Gava ku em li vê dîmenê dinerin, ji alî gelê Kurd ve, du tişt bala meriv dikişîne: yek jê PKK, hêz û alternatîfên dervî xwe, bi çavsorî, dijwarî û hovîtî ji holê radike, çavê gel ditirsêne û herkesî dixe bin gef û xofê; ya din jî, bi bername û armancek, li gorî wê demê ku ji alî herkesî mafê gelê Kurd û rast bê dîtin derket holê. Lê têkilî, ehlaq û tevger ne li gorî çand û tevgera civata Kurd bû, bêtir wek ya dewleta mêtinkar bû, ew jî li gorî rastîya Apo ye!!

Li vir divê em behsa polîtîkayên dewleta tirk ya eşkere jî bikin: weke ji alî hemû welatperweran de tê zanîn, dewleta Kemalîst, hertim mafê gelê Kurd, înkar û qedexe kiriye. Her livandin û tevgera mafxwestina gelê Kurd, bi îşkence, zîndan û qirkirin eciqandîye. Loma tekoşîna gelê Kurd zorgayî îlegalîte û şerê çekdarî kiriye. Ji bo ku tevgera gelê Kurd teng û marjînal bihêle, an her serhildanê wek tevgerek eşqîya û terorîst rê bide, him li hember gelê tirk û him jî li hemberî dinyayê, êrîşkirin û qirkirina gelê Kurd û rizgarkarên wê mafedar derxe, ev li hesabê komara tirk ya şakî û terorîst hatîye, vê rewşa bizanîn plan kirîye; û mixabin ji ber rewşa gel ya bi şûnde û ji ber nezanîn û kêmanîya rêvebir û rêxistinên Kurd, em her tim ketine vê dafik û kemîna nêçîrvanên ax û av û dewlemendîya gelê Kurdistanê!

Dewlet hey me dikuje, lê çima em’ê kuştina xwe jê re hêsan û erzan bikin. Divê ji niha û pê de, em parîyekî girs bin, ku zû bi zû di qirika dijmin re berjêr neçe xwarê û postê me jê re buha were. Divê em eşkere derkevin hember dijminê xwe û eşkere mafê xwe wek gel û netewayekê bixwazin. Divê bi çekên dijminê xwe em pê re şer bikin: divê li ser zemînek li gorî qanûnên navnetewî meşrû em tekoşîna xwe ji nû de geş bikin û bimeşînin. Gava ku em partîyên legal ku li gorî qanûnîyet û kêfa dijmin vekin û bimeşînin, di warê mafstendinê de tu ferqa wê û tiştê ku me li jor got ji hev tune ye. Divê li ser zemînek meşrû, em hemû qanûnên di eleyhê mafê gelê me de, îhlal bikin û dijmin zorgayî mafnasînê bikin. Divê em rêxistinîya îlegal û çalakîyên çekdarî jî red nekin; lê divê ev ne li zerara doza gelê Kurd û li gorî kiryar û helwesta dijmin bi kar bê û bimeşe.

Îro pisgirêka herî girîng yek jê jî, ketina Tirkîye yaYE ye:

Heger di vê rewşê de dewleta  tirk, ku gelê Kurd ji hemû mafên xwe bêpar, têkeve hundir Yekîtîya Ewropa, Kurdistan rasterê dibe mêtingeha Ewropa û mafbidestxistina gelê Kurd gelek zortir dibe. Loma heta ku mafê gelê kurd yê netewî çareser nebe, divê em li hemberî ketina Tirkî ya YE derkevin. Ger ku di vê rewşê de, dewleta Tirkî têkeve hundir yekîtîya Ewropa, xwanêye ku tekoşîna me ya netewî derbek mezin dixwe û dikeve tengasîyekê. Loma divê em bi însîyatîfên xwe têkevin hundir tekoşînê, meşîn û pêşandanan bikin û xebata xwe ya lobîyan xurt bikin. Divê li Kurdistanê jî bi lez gav bên avêtin…

Ji bo gelê Kurd rewşa herî girîng, yek jê jî, rewşa Kurdistana Başûr e. Tê gehîştin ku dijminê me, ji me bêtir di cudahîya rewşa Kurdistana Başûr de ye. Ew mafên ku gelê Kurd, li Kurdistana Başûr, îro bi dest xistiye, ji bo ku gelê Kurd parçeyên din jî, mafên siyasî, çandî û netewî bidestbixe, bingeh û mînakek grîng e. Loma neyarê gelê Kurd hemû û bi taybetî jî dewleta tirk ya mêtinkar, li fersendekê digere ku Kurdistana Federal ji holê rake.

Loma her berpirsiyarê Tirk yê sîyasî û leşkerî, herroj di preskonferansekê de diqîrin û dibên; “Li ‘Kuzey Irak’ otorîte boşlugu hey e; ji wê derê terorîst êrîşî me dikin; loma divê em xwe biparêzin.” Tam di vê qonaxa girîng de, PKK bi daxwaza dewleta Tirk û bi dîrektîfa Apo, dest bi şerê çekdarî yê bi derewa kir. Ez dibêm yê bi derewa, çimkî gava daxwaza Kurdistanek Otonom, Federal an Serbixwe nekin, çima wê PKK şer bike. Apo dibê, li wir bi destê Emrîka û Brîtanya, li Rojhelata Navîn, Israîlek nû ava dibe; divê em destûr nedin vê dewletê û ji zilamên xwe yên çekdar re divê; “Êrîşî wan axeyên Barzanî û Talebanî bikin û nehêlin dewletek Kurd ava bikin.”

Gelî Kurdên welatperwer, divê em Kurdistana Başûr ya Federal, wek rohnîya çavê xwe biparêzin. Heta ku di warê navnetewî de baş rûnê, divê em balkêş bin û tu zerarê negihîninê. Kes an hêzek ku bixwaze dewleta Başûrê Kûrdistan ya Federal ji holê rabe, ew dijminê gelê Kurd e û heger bi eslê xwe Kurd be jî, ew xayin e. Divê em yekîtîya hêzên Kurdistana Başûr biparêzin.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir