Di civata Kurd de karê raçandinê

Jêdera bawerî, hunermendî û tevaya çandê, estetîk û bedewîya vana, jîyan û pêwendîyên civakê yên aborî, civakî û dîrokî ne. Di hundir hilberîna pîşeyî de, estetîk û bedewîya temamê çanda wê civakê bi hev tê kelandin û di hundir hev tê neqişandin.

 

Gelê Kurd, yek ji wan gelên Mezopotamya yên herî kevn û cîwarbûyî ne. Loma di her warî de xwedîyê bermayî û kevneşopîya şaristaniya Mezopotamya ya bi hezarsalan ku di kûrahîya dîrokê re hetanî îro dawerivîye. Loma di her qada çanda Kurdistanê de, ev şop û nîşanên dîrokî yên kevnar bi hêsanî tên dîtin. Li Kurdistanê, kêsim û metoda hilberînê, pergal û ambûrên hilberînê, form û motîfên ku berhemên hunerî dixemilîne, xwedîyê taybetîyên dîrokî ne.

Ji bo ku kolonyalîstan aborîya Kurdistanê mîna aborîyek talanê bi karanîn û destûr nedan ku li Kurdistanê endustrîya kapîtalîst geş bibe, bûn eger ku bermayîyên aborî û endûstrîya berî kapîtalîzmê hetanî îro hebûna xwe berdewam bike. Lê tevlî vêna, em baş dizanin ku îro bi her awayî bazara kapîtalîst li Kurdistanê serwer e. Berî ku bazara sermîyandarî li Kurdistanê serwer bibe û malên endustrîya tekstîlê ya malê, li gorî pêtivîyên wê malê hilberîn dikir. Lê bermayiyên vê endustrîya kevnar ku maye, îro bi armanca bazara kapîtalîst û bi piranî hinek jî mîna berhemên tûrîstîk dihilberîne.

Em vegerin ser egerên çêbûna vê endustrîyê û berhemên wê:

Di dîroka mirovahîyê de, di demajoya şivanî û cotkarîyê de, civakê li gorî pêtivîyên xwe berhimandina tekstîlê jî li şaxê hilberîna xwe zêde kir. Ji bo mirov xwe ji sermê an germê biparêze, jê re şal û şapik, mîntan, kiras an goreyên rîs pêwîst bûn; koçer jî ji bo biçin zozan û wargehan ji wan re konên mû ku wan ji ba û baranê, sar û sermê biparêze pêwîst bû; ji bo li mal li ser rûnên û rakevin an di xwe werkin xalî û xalîçe, merş(astir), tej û kulav pêwîst bûn; ji bo ku zad û qût, qirqaf û feraxên xwe têde biparêzin an pê bar bikin, pêwîstî bi têr, ferd, tûr, eba û werîsan hebû; ji bo ser kulînan û nivînan, pêş taq û penceran, sifre û bin xwarinê berr pêwîst bû. Ji bo hûnandin û raçandina mû û hirîyê pêwîstî bi pergal û ambûrên bi hezarsalan hatîye keşifkirin û ketîye formek vebirrî û bi tecrûba xebitandina wan hebû.

Baş tê zanîn ku di her gund, bajar û kolanên Kurdistanê de, gelek malên Kurd hîna jî xwedîyê pergal û dezgehên culhdarî û lebûdîyê ne; xwedîyê şehên mû, teşî û dennên boyaxa xwezayî ne. Gellek malên Kurd, kut û rewtên tevnên wan li ser kulînên wan di bin nivînan de veşartî ne.

Jixwe parçên tevnê piranî ji daran çê dibe; ji kut, stûn, gurd, sêpî, bevş, masûr, pîj û şûrik çê dibe. Tenê kerkît û kêrik, an sîxik, derzî û şûjin hesin e.

Her jin an pîra Kurd ji zarotîya xwe de hunermend û pêşekarak xwezayi ye. di mala Kurd de, her keç û bûka Kurd jî şagirtek hunermendîyê ye. Her keç û bûk, ji bo cêz û xemla mala xwe, yek ji karê wan jî çêkirina tentene û nexşên cûrbecûr û rengareng in. Di berr û xalîçên xwe de û di nexşên ser caw de jinên Kurd rengên zînde bi kar tînin. Bi motîfên geometrîk, bi wêneyên gul û kulîlkan, teyr û teban, bi ahenga rengan dineqişînin û dixemilînin. Lê di nav van nexşan de wêneyên pîrozwer, mîna ro, teyrê tawiz û şahmeran di giranîyê de ne. Hunermendîya pîşeyî, di jîyana gelê Kurd de ewçend cihekî girîng disitend ku dibû egerê yarî, pesn û metelokan. Keç û jinek bêkêr an ji karekî bi huner re nebe, bi metelokek werê tê şermezarkirin:

“Ji tevn û teşîyê re na welleh, ji masûran re hagelleh!”

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir