Di dema ku germeke dijwar li bajarên Tirkiyeyê û herêmê dixe, zozanên bilind û golên cemidî…
Categorie: Nûçe
Pete Hegseth û Elî Zeydî behsa rola Pêşmergeyan kir
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth, li avahiya wezaretê (Pentagon) li gel Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî civiya. Hegseth li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û eşkere kir ku ew li Pentagonê bi Zeydî re rûniştiye. Çekdanîna milîsên alîgirên Îranê Hegseth di daxuyaniya xwe de bal kişand li ser serweriya Îraqê û anî zimên: “Ji bo kûrkirina hevbeşiya me, divê Îraq serweriya xwe biparêze û wan milîsên alîgirên Îranê bê çek bike ku vê biharê berpirsyarê zêdetirî 600î êrişên li ser karmendên Amerîkayê bûn.” Rola Pêşmergeyan û hêzên ewlehiyê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê destnîşan kir ku Amerîka li bendê ye ku hêzên ewlehiyê yên Îraqê, di nav de Pêşmerge û hêzên din ên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê, di têkoşîna li dijî DAIŞê de pêşengiyê bikin û li pey çû: “Îraqeke aram rê li ber hevkariyeke xurt a bazirganî û parastinê vedike.” Divê were bibîranîn ku Serokê Amerîkayê Donald Trump jî bi Zeydî re li Koşka Spî civiyabû.
Zeydî: Hêzên Amerîkayê dê di 30ê Îlonê de ji Îraqê vekişin
Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî li Koçka Spî ragehand ku serdana wî bo Amerîkayê bi armanca ragehandina…
Amerîkayê li Îranê bi dehan cih bombebaran kirin
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan pêleke nû ya êrişan li ser Îranê bi dawî kiriye û li derdora Tengava Hurmizê û herêmên qeraxê yên Îranê bi dehan xalên leşkerî kirine hedef. Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, operasyon 14ê Tîrmehê saet 22:00yan (bi dema Amerîkayê) bi dawî bûye. CENTCOM diyar kir ku balafirên şer, dron û keştiyên şer ên Amerîkayê di operasyoneke 7 saetan de cihên mûşek û dronan, şiyana deryayî û pergalên parastina qeraxê yên Îranê bi kirine hedef. Dorpêça deryayî ya li ser benderan CENTCOMê diyar kir ku armanca êrişan lawazkirina şiyana Îranê ye da ku metirsiyê li ser keştiyên bazirganiyê û karmendên deryayî yên sivîl e çêneke. Amerîkayê ragihandibû ku wan dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê ducare daye destpêkirin. Li gorî daxuyaniyê, vê dorpêç 14ê Tîrmehê demjimêr 16:00an dest pê kiriye. CENTCOMê got ku “Hêzên Amerîkayê di amadebaşiyê de ne, ji bo bikaranîna hêza kujende amade ne û ji bo bicihkirina fermanên Fermandarê Giştî amade ne.” Li Îlamê li tesîseke avê hat xistin Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê tesîseke hilberîna avê bûye hedefa 3 mûşekan. Di nûçeyê de hat gotin, “Li nêzîkî gundekî navçeya Mûsiyanê ya parêzgeha Îlamê, tesîseke ava vexwarinê ji aliyê dijmin ve bi 3 mûşekan bû hedef” lê li ser encamên êrişê agahiyên pirtir nehatin dayîn. Gefên Donald Trump Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku êrişên li ser Îranê dê di rojên pêşiya me de berdewam bikin û gurtir bibin. Trump hişyarî da ku eger birêvebiriya Tehranê venegere ser maseya dan û standinê, ew dê ji hefteya bê û pê ve santralên elektrîkê û pirên Îranê jî bikin hedef. Îranê serî li Neteweyên Yekbûyî da Îranê bi rêya nameyekê ji Neteweyên Yekbûyî re Amerîka bi binpêkirina Peymana Îslamabadê ya ku bi navbeynkariya Pakistanê hatibû îmzekirin û kirina “sûcên şer” tohmetbar kir.…
Ji bo petrola Kurdistanê peymaneke nû hat îmzekirin
Wezîrê Petrolê yê Îraqê Basim Mihemed Xizeyr ragihand ku di navbera Hewlêr, Bexda û şirketên petrolê de peymaneke sêalî hatiye îmzekirin da ku petrola Herêma Kurdistanê tenê bi rêya SOMOyê were hinartin. Birêvebirê Buroya Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde li ser pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re yên di sektora petrolê de û şirketên Amerîkayê pirs ji Wezîrê Petrolê yê Îraqê kir. Wezîrê Petrolê yê Îraqê yê ku niha bi Serokwezîrê Îraqê re li Amerîkayê ye got: “Me di navbera Herêma Kurdistanê, Wezareta Petrolê û şirketên ku li Îraqê dixebitin de peymaneke sêalî îmze kir. Ew peyman rê dide ku petrol tenê bi rêya şirketa SOMOyê û bi mekanîzmaya SOMOyê were hinartin.” Basim Mihemed Xizeyr destnîşan kir ku niha dan û standinên wan ên li gel şirketên navneteweyî didomin û anî zimên: “Ji bo zêdekirina şiyana hilberîna wan qadên ku li Herêma Kurdistanê ne, em li gel şirketên navneteweyî di nav dan û standinan de ne da ku hinartina petrolê zêde bibe.” Wezîrê Petrolê yê Îraqê eşkere kir ku hinek ji wan şirketên ku li Herêma Kurdistanê dixebitin, li qadên din ên Îraqê jî veberhênanê dikin û got: “Hinek şirketên veberhênanê derfet bi dest xistiye. Wekî şirketa HKNê ya Amerîkayê ku dê li ser qada Hemrînê li gel Îraqê peymanê îmze bike.” “Şirket hevparên me ne” Basim Mihemed Xizeyr piştgiriya hikûmeta Îraqê ya ji bo şirketên biyanî ducare kir û got: “Em piştgiriyê didin hemû şirketên ku li Îraqê dixebitin, çi Amerîkayî bin çi Ewropayî bin yan jî şirketên din bin. Em wan şirketên ku di sektora petrol û gazê de dixebitin, wekî hevparên xwe dibînin.” (Rûdaw)
Daxuyaniya Desteya Kargêrî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi Boneyê Qedexekirina Spaha Pasdaran ji aliyê Dewleta Brîtanyayê ve
Roja duşemê, 22’yê Pûşpera 1405’an a Rojî (13’yê Tîrmeha 2026’an a Zayînî), dewleta Brîtanyayê di gaveke…
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Wezareta Veguhastin û Gihandinê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku SpaceXê ji bo pêşkêşkirina xizmeta înternetê ya Starlinkê ya li herêmê serî li wan daye. Hat ragihandin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi kêfxweşî pêşwaziya vê pêngavê kiriye. Li gorî daxuyaniya Wezareta Veguhastin û Gihandinê ya Herêma Kurdistanê, SpaceXê destpêka meha Hezîranê ji bo ku xizmeta Starlinkê li Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî pêşkêş bike serlêdana xwe kiriye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî hevdîtinên online 30ê Hezîranê rayedarên SpaceXê û şandeyeke pêwendîdar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hev civiyane. Şertên teknîkî û hiqûqî hatin gotûbêjkirin Wezareta Veguhastin û Gihandinê destnîşan kir ku di civînê de kar û barên SpaceXê û rêkarên ku dê werin bicihanîn hatine gotûbêjkirin. Her wiha şertên teknîkî û hiqûqî yên hikûmet û wezaretê yên ku berjewendiyên welatiyan diparêzin ji şirketê re hatine ragihandin. Wezaretê anî ziman ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi erênî serlêdana SpaceXê pêşwazî kiriye û xizmeta înternetê ya ku dê bi rêya Starlinkê were pêşkêşkirin ji bo herêmê girîng dibîne. Li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Birêvebirê Giştî yê Poste û Gihandinê, Serokê Daîreya Hiqûqê, Birêvebirê Ofîsa Taybet a Wezaretê û nûnerê Dîwana Encumena Wezîran beşdarî civînê bûn. Li ser navê SpaceXê jî Berpirsê Rojhilata Navîn û rayedarê berpirsê pêvajoyên lîsansê yê şirketê amade bûn. “Dê di xizmetên înternetê de cihêrengiyê çêbike” Di daxuyaniya wezaretê de hat eşkerekirin ku SpaceX yek ji şirketên pêşeng ên teknolojiya gihandinê yên cîhanê ye. Her wiha hat diyarkirin ku piştî temamkirina amadehiyên teknîkî yên pêwîst, pêşkêşkirina xizmeta Starlinkê ya li Herêma Kurdistanê dê ji bo cihêrengkirina xizmetên înternetê bibe gaveke girîng. SpaceXa ku sala 2002yan ji aliyê Elon Musk ve hatiye damezirandin, kar û barên xwe wekî şîrketeke taybet a biçûk a roketan dest pê kiribû. Îro SpaceX di qada teknolojiyên fezayê de bûye yek ji şirketên herî mezin. Tora înternetê ya şirketê Starlink, bi zêdetirî 8 hezar peykî di nizmiya cîhanê de cih digire û li gelek welatên cîhanê xizmeta înternetê pêşkêş dike.…
Şaredariya Amedê ‘Kargeha Nanê Gel’ vekir: Rojane 100 hezar nan
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kargeheke mezin a Nanê Gel vekir û di vê kargehê de dê rojane ji 40 hezarî heta 100 hezar nan bê pêjandin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê nan bi erzanî bifiroşe xelkê Amedê. Li bazar û marketan nanekî somun bi 15 lîreyên Tirkî ye û tê çaverêkirin ku şaredarî ji 10 lîreyan erzantir bifiroşe. Armanca şaredariyê ew e ku malbatên feqîr karibin bi hêsanî nan bikirin. Ev kargeh li Amedê yekem û li bajarên Bakurê Kurdistanê jî duyemîn kargeha mezin a nanpêjiyê ye. Şaredarî vê kargehê wekî “Kargeha Nanê Gel” bi nav dike. Taybetiya vê kargehê ew e ku bêyî destlêdanê hevîr distirê, teşe dide nan, xeta ser nan çêdike û dipêje. Di dawiyê de jî bi sîstema xwe ya hênikkirinê vî nanî sar dike. Li gorî berpirsên Kargeha Nanê Gel, dê li vê kargehê rojane ji 40 hezarî heta 100 hezar nan bê pêjandin û li xelkê were belavkirin. “Em dê li gorî daxwazê nan zêde bikin” Berpirsê Kargeha Nanê Gel Mustafa Emra diyar kir ku ew dê li gorî daxwazê nanê xwe zêde bikin û got: “Niha 40 xalên me hene. Em dê ji her xalekê re hezar nanî bişînin lê hinek cih hene dibe ku hezar nan bixwazin, hinek cih hene belkî hezar û 200 nanî bixwazin, hinek cih hene belkî 2 hezar nan bê firotin. Di nava vê mehê de dê diyar bibe, em dê vardiyeya xwe li gorî daxwazan eyar bikin.” Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun ji ber avakirina kargeha nanpêjiyê ji hemû Amediyan kêfxweştir e. Dogan Hatun di hilbijartinan de soza avakirina Kargeha Nanê Gel dabû û niha soza xwe bi cih aniye. Dogan Hatun destnîşan kir ku ew bi xizaniyê dizanin û anî ziman:…
Baroya Rihayê: Bila termê Seîdê Kurdî li gora wî were vegerandin
Baroya Rihayê bi bîr anî ku gora Bedîuzeman Seîdê Kurdî piştî derbeya 1960î hatiye vekirin û termê wî birine cihekî ne diyar û xwest ku termê “winda” were dîtin û li gora wî ya li Rihayê were vegerandin. Baroya Rihayê bi sedema salvegera 66an a derxistina termê Bedîuzeman Seîdê Kurdî ya ji gora wî (12ê Tîrmeha 1960î) daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Seîdê Kurdî 23yê Adara 1960î li Rihayê koça dawî kiriye û li hewşa Mizgefta Xelîl-ur Rehmanê hatibû binaxkirin. Lê belê piştî binaxkirinê bi 111 rojan, birêvebiriya derbeya 27ê Gulanê gora wî vekiiyer û termê wî biriye cihekî ku heta niha nayê zanîn. “Riha dê bibe navenda Kurdîtiyê” Baroyê diyar ku birêvebiriya derbeyê ya wê demê li dijî binaxkirina Seîdê Kurdî ya li Rihayê bû. Daxuyaniyê bal kişand ser civîna Kabîneyê ya 20ê Hezîrana 1960î û diyar ku Serokê Komîteya Yekîtiya Niştimanî Cemal Gursel bi fikar gotiye, “Sibe dê Riha bibe navenda Kurdîtiyê” û wî xwestiye ku term were veguhastin. Daxwaznameya bi darê zorê Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku birêvebiriya derbeyê pişt re bi zorê daxwaznameyek bi Evdilmecîd Nursiyê birayê Seîdê Kurdî daye îmzekirin. Her çend di qeydên fermî de hatibe gotin ku term li Ispartayê hatiye binaxkirin jî hîn çarenivîsa termê wî ne diyar e. Baroya Rihayê ragihand ku ew ji sala 2017an ve ji bo eşkerekirina çarenivîsa termê Seîdê Kurdî hewldanên îdarî û dadî didomînin. Piştî ku rêyên hiqûqa navxweyî bi dawî bûne, wan du caran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî daye. “Sûcê li dijî mirovahiyê ye” Baroyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir: “Vekirina gora rehmetî Seîdê Kurdî ya ji aliyê derbekaran ve û desteserkirina termê wî, sûcekî eşkere yê mirovahiyê ye û binpêkirineke giran a mafê parastina gorê ye.” Baroya Rihayê xwest ku termê “winda” li Rihayê were vegerandin û destnîşan kir ku ew dê di ser astên niştimanî û navneteweyî de dozê bişopînin. Di dawiya daxuyaniyê de Bedîuzeman Seîdê Kurdî bi rehmet hat bibîranîn û “zihniyeta faşîst” a berpirsyarê windakirina termê wî hat şermezarkirin.…
ALMANYA – Li Bremenê 248 xwendekar dersa Kurdî dibînin
Hikûmeta Herêma Bremenê ya Almanyayê li ser pirseke parlamentoyê ya derbarê dersên Kurdî de daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniyê, niha li 8 dibistanan 248 xwendekar dersa Kurdî dibînin û dê bi hevkariya Yekmalê ji bo mamosteyan bernameyeke nû ya perwerdeyê dest pê bike. Parlamentoya Herêma Bremenê (Bremische Burgerschaft) li ser pêşniyara Fraksiyona Partiya Keskan (Bündnis 90/Die Grunen) derbarê rewş û paşeroja perwerdeya Kurdî de pirs ji Parlamentoya Bremenê kirin. Parlamentoyê 7ê Tîrmeha 2026an bersiv da van pirsan û amara xwendekaran û planên xwe yên ji bo paşerojê eşkere kirin. Li 8 dibistanan 248 xwendekar Parlamentoya Bremenê ragihand ku niha li seranserê eyaletê li 8 dibistanan dersa zimanê zikmakî yê Kurdî tê dayîn. Ev dibistan hemû li navenda bajarê Bremenê ne. Li gorî amaran, niha 248 xwendekar beşdarî dersên Kurdî dibin. Parlamentoyê da zanîn ku di 5 salên dawî de hejmara xwendekaran bi giştî wekî hev maye û qet kêm nebûye: Sala xwendinê ya 2019-2020î: 238 xwendekar Sala xwendinê ya 2021-2022yan: 237 xwendekar Sala xwendinê ya 2022-2023yan: 239 xwendekar Sala xwendinê ya 2023-2024an: 245 xwendekar Sala xwendinê ya 2024-2025an: 246 xwendekar Sala xwendinê ya 2025-2026an: 248 xwendekar Hevkariya bi Yekmalê re û perwerdeya mamosteyan…
CENTCOM: Dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê ji nû ve dest pê kir
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku li ser fermana serokê welêt hêzên wan dest bi dorpêçê dikin. Ev dorpêç li ser wan keştiyan e ku diçin benderên Îranê yan jî ji wan benderan derdikevin. Biryara dorpêçê îşev dikeve pratîkê Îro saet 23:00yan bi dema Hewlêrê (16:00 bi dema rojhilatê Amerîkayê), biryara CENTCOMê dikeve pratîkê. Hêzên Amerîkayê dê dorpêçê deynin ser wan keştiyên ku ber bi bender û herêmên beravê yên Îranê ve diçin yan jî ji wan deran vedigerin. CENTCOMê li ser mijarê got: “Artêşa Amerîkayê dê piştgiriya çûn û hatina keştiyên li rêreyên avî yên herêmê bidomîne. Ev yek ji bo hemû wan keştiyan e ku sînorên dorpêçê bin pê nakin.” Di qonaxa yekem de çi bûbû? Destpêkirina vê dorpêça deryayî ya Amerîkayê piştî qonaxa yekem tê. Qonaxa yekem ji 13ê Nîsanê heta 18ê Hezîrana îsal berdewam kir. Di dema qonaxa yekem de, hêzên CENTCOMê berê zêdetirî 140 keştiyan guherand. Wan 9 keştiyên ku sînor bin pê kiribûn jî ji kar xistin. Her wiha wan destûr da zêdetirî 50 keştiyên bazirganiyê yên ku alîkariyên mirovî vediguhastin da ku di nav dorpêçê re derbas bibin. Banga li deryavanan Rayedarên Amerîkayê hişyariyê didin keştiyan ku çavdêriya belavokên taybet ên ji bo deryavanan bikin.…
Trump: Em dê ji bo derbasbûna ji Hurmizê ji sedî 20 bacê wergirin
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Tengava Hurmizê vekirî ye û dê vekirî bimîne. Trump diyar kir ku ew dorpêçeke nû datînin ser Îranê û Amerîka dê ji wan barên ku di tengavê re derbas dibin ji sedî 20 bacê wergire. Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê daxuyaniyek belav kir. Trump di daxuyaniya xwe de behsa rewşa Tengava Hurmizê kir û peyamên girîng dan. “Dorpêça Îranê dest pê dike” Donald Trump eşkere kir ku ew dorpêçê datînin ser Îranê û wiha axivî: “Tengava Hurmizê vekirî ye û dê vekirî bimîne, bi Îranê re yan jî bêyî Îranê. Em ‘Dorpêça Îranê’ ji nû ve pêk tînin.” Trump destnîşan kir ku ev dorpêç tenê rê li ber keştiyên Îranê yan jî kiryarên wan digire da ku derbas nebin. Li gorî gotina Trump, dê hemû welatên din karibin bi awayekî adil û vekirî tengavê bi kar bînin. “Parastvanê Tengava Hurmizê” Serokê Amerîkayê Donald Trump da zanîn ku dê Amerîka ji niha û pê ve wekî “Parastvanê Tengava Hurmizê” were naskirin û wiha pê de çû: “Wekî parastvanekî û ji bo dadperweriyê, ji bo hemû xerciyên pêwîst ên dabînkirina ewlehî û asayîşa vê devera herî aloz a cîhanê, em dê ji sedî 20ê hemû barên ku tên veguhastin wekî tezmînat wergirin.” Trump di dawiya daxuyaniya xwe de eşkere kir ku ev pêvajo dê yekser dest pê bike û ji bo baldariya li ser vê mijarê spasiya raya giştî kir. (Rûdaw)
Brîtanya Supaya Pasdaran a Îranê dixe lîsteya terorê
Hikûmeta Brîtanyayê îro duşemê bi awayekî fermî ragihand ku ew dê Supaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê bixe lîsteya terorê. Ev gav dê aloziyên dîplomatîk ên di navbera London û Tehranê de gurtir bike. Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê ragihand, “Her cure piştgiriya ji bo Supaya Pasdaran tê qedexekirin.” Ev biryar piştî çendîn salên nakokî û duberî yên siyasî yên li navxweys Brîtanyayê hat. Wateya vê biryarê qedexekirina fermî ya Supaya Pasdaran e. Ji niha û pê ve her cure hevkariya ji bo Supaya Pasdaran dê wekî tawan were dîtin. Rêxistinên din jî hatin qedexekirin Brîtanyayê ji xeynî Supaya Pasdaran, biryar da ku “Tevgera Îslamî ya Hevalên Rast” (IMCR) jî qedexe bike ku girêdayî Supaya Qudsê ye. Ew rêxistin bi pêkanîna çendîn êrişên li ser Cihûyên li nav axa Brîtanyayê tê tometbarkirin. Her wiha “Birêvebiriya Îstixbarata Sereke” (GRU) ku şaxeke navneteweyî ya îstixbarata leşkerî ya Rûsyayê ye, xistin heman lîsteyê. Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê di daxuyaniyekê de eşkere kir: “Wezîrê Karên Navxwe piştî hûrbûna li ser hemû belgeyan, gihîşt wê encamê ku hincetên temam hene ku ev alî tevlî çalakiyên gefxwarinê yên hêzên derve bûne. Ji ber vê yekê, ev pêngav ji bo parastina ewlehî û berjewendiyên Keyaniya Yekbûyî (UK) pêwîst bûn.” Gef û êrişên sîber Hikûmeta Brîtanyayê eşkere kir ku biryara qedexekirina Supaya Pasdaran piştî tevlîbûna wan a di çendîn gefên li nav axa welatê wan de hatiye dayîn. Pîlana sûîqesta du rojnamegerên kanala Îran Internationalê û pêkanîna çendîn êrişên sîber ên li ser saziyên Brîtanyayê beşek ji wan gefan in.…
EFRÎN – Tirkiye ji gundê Basilê vekişiya, hînek gundî vegeriyan
Hinek ji malbatên gundê Basilê yê Efrînê îro vegeriyan gundê xwe. Çavkaniyeke taybet a ji Basilê ji Rûdawê re got ku îro bêhtirî 100 malbatî vegeriyane gund. Çavkaniya ku hinek wêneyên nav gund jî ji Rûdawê re şandine, diyar kir ku hêzên Tirkiyeyê doh êvarê bi tevahî ji baregeha xwe ya leşkerî ya li nav gund vekişiyane. Piştî vê vekişînê rê li ber gundiyan hatiye vekirin da ku vegerin malên xwe. Ji sala 2018an ve baregeheke leşkerî ya hêzên Tirkiyeyê li nav gund hebû û vegera şêniyên gund bi tevahî hatibû qedexekirin. Di heman demê de, Ehmed Şêxoyê ji gundê Şêxûrza Jorîn doh Rûdawê re gotibû ku hêzên Tirkiyeyê gundî agahdar kirine ku ew dê ji gundê Şêxûrzê vekişin û şêniyên Şêxûrza Jorîn êdî dê karibin vegerin malên xwe. Ji bilî gundên Şêxûrza Jorîn û Basilê, vegera niştecihên gundên Cilbirê, Gobilê, Dêrwîş û Gundê Çiyê jî ji ber hebûna baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê hatibû qedexekirin. (Rûdaw)
Zarokên Ezidî kiribûn kole, heta hetayê dê di girtîgehê de bimîne
Dadgeha Bilind a Herêmî ya li bajarê Munîhê yê Almanyayê, cezayê girtîgehê yê heta hetayê li mêrekî Îraqî birî û 9 sal û nîv cezayê girtîgehê li hevjîna wî birî. Ew her du kes endamên DAIŞê bûn. Wan bi salan du keçên Kurd ên Êzidî kiribûn kole, şkence li wan kiribû û destdirêjî li wan kiribû. Li gorî daxuyaniya dadgehê û Serdozgeriya Federal a Almanyayê, tohmetbar Tiwana H.yê 43 salî (bi nasnavê Ebû Ebdulah) û hevjîna wî Asya R.ya 29 salî ne. Van her du kesên zewicî di navbera salên 2015 û 2017an de li wan herêmên Îraq û Sûriyeyê yên ku di bin desthilata DAIŞê de bûn, keçikeke 5 salî û pişt re jî keçikeke 12 salî yên Kurd ên Êzidî wekî kole li cem xwe girtin. Kar û kiryarên nemirovî Di darizandinê de derket holê ku her du zarok neçar mane karên navmalê bikin. Bîr û baweriyên DAIŞê bi zorê li wan hatine ferzkirin. Serdozgeriyê diyar kir ku Tiwana gelek caran destdirêjî li her du keçan kiriye. Hevjîna wî Asya R. jî hem li berê ne girtiye hem jî ode ji bo wan amade kiriye. Wê her wiha berî destdirêjiyê makyaj ji bo yekê ji keçan kiriye. Şêwazên şkenceyê Ji xeynî destdirêjiyê, keçik rûbirûyî şkenceyên giran ên fîzîkî bûne. Dadgehê eşkere kir ku mêr bi melkesê li keçika mezin xistiye. Jinê jî ava kelandî bi ser destên keçika biçûk de rijandiye. Wekî ceza gelek caran keçik neçar kirine ku demeke dirêj li ser yek lingî bisekinin. Dema ku dawiya sala 2017an DAIŞ bi bin ket, ev jin û mêr ji Sûriyeyê reviyan lê wan keçên Kurd ên Êzidî azad nekirin. Wan keçik radestî çekdarên din ên DAIŞê kirin. Her du tohmetbar hatin girtin Çend salan bi şûn de, Nîsana 2024an hêzên ewlehiyê yên Almanyayê ew jin li bajarê Regensburgê û ew mêr jî li herêma Rothê desteser kirin. Parêzerê jinê îdia kir ku miwekîla wî bi zorê hatiye zewicandin û pêwendiya wê bi DAIŞê re tune bûye. Lê piştî darizandineke ku salek û nîvan ajot, dadgehê her du kes bi tohmeta komkujî, sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer mehkûm kirin.…
Îranê dîsa êrişî baregeha PAKê kir
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand ku Îranê serê vê sibehê sisê dronan êrişî yekê ji baregehên wan ên leşkerî kiriye. Piştî operasyonên nû yên Amerîkayê yên li nav Îranê, di navbera Tehran û Washingtonê de alozî pirtir bûye. Baskê leşkerî yê PAKê di daxuyaniyeke xwe de diyar kir: “Rejîma Îranê li ser hev sisê êrişên bi dronan birin ser baregeha Pêşmergeyan a Artêşa Niştimanî ya Kurdistanê.” PAKê li ser hebûn a nebûna zererên canî yan jî yên madî hîn ti agahî belav nekirine. Îranê heta niha berpirsyariya van êrişan negirtiye ser xwe. Tê zanîn ku PAK tenê li parêzgeha Hewlêrê çalak e. PAK û partiyên din ên mixalefeta Kurdên Rojhilatê Kurdistanê yên ku li Herêma Kurdistanê bi cih bûne, ji destpêka şer û vir ve bi sedan caran rastî êrişên bi dron û mûşekan hatine. Operasyona nû ya Amerîkayê Amerîkayê îro ragihand ku wan pêleke nû ya êrişan birirye ser Îranê. Artêşa Îranê jî ragihand ku wan gelek baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Urdin, Behreyn û Kuweytê bombebaran kirine. CENTCOMê di daxuyaniya xwe de li ser operasyonê ev agahî dan: “Hêzên CENTCOMê bi balafirên şer, wesayîtên deryayî û dronan li pergalên parastina asmanî, qadên radaran ên li qeraxên deryayê, şiyana mûşek û dronan û botên biçûk ên Îranê xist.” (Rûdaw)
Dadweriya Îraqê bi hevahengî ligel Herêma Kurdistanê bi sedan kîlogramên zêr desteserkirin
Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê ragehand ku di çarçoveya bizavên vegerandina samana giştî û lêkolîna…
Yekîtiya Ewropayê ji bo Îraqê hişyarî da: Metirsiya aloziyên navxweyî heye
Berpirsa Siyaseta Derve û Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallasê ragihand ku Îraq ji bo wan cihê dilgiraniyeke mezin e. Kallasê hişyarî da ku her cure aloziya li Tengava Hurmizê, li Îraqê metirsiya peydabûna aloziyên navxweyî çêdike. Me li Brukselê li ser xelasbûna erkê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) yê li Îraq û Herêma Kurdistanê û paşeroja herêmê pirs ji Kaja Kallasê kir. Kallasê di bersiva xwe de bal kişand ser metirsiyên li ser aramiya welêt û got: “Îraq ji bo me cihê dilgiraniyeke mezin e, bi taybetî jî wan bûyerên ku li Îran û Tengava Hurmiz diqewimin.” Têkiliya aborî û aramiya navxweyî Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê behsa girêdayîbûna aboriya Îraqê ya bi rêyên avê kir û anî zimên: “Divê em vê yekê zanibin ku dahata hikûmeta Îraqê ya ji bo dabînkirina xizmetguzariyan, pişta xwe dispêre hinartina petrolê ya bi rêya Tengava Hurmizê. Lewma eger nikaribin wan xizmetguzariyan dabîn bikin, metirsiya peydabûna alozî û pevçûnên navxweyî tê pêş. Ji ber vê yekê em li gel berpirsên Îraqê di pêwendiyê de ne da ku em zanibin ka em dê çi bikin çimkî ev ji bo me û hevalbendên me yên herêmî cihê dilgiraniyê ye.” Zeydî diçe Washingtonê Erkê Hevpeymaniya Navneteweyî yê li Îraq û Herêma Kurdistanê îlona pêşiya bi dawî dibe û hîn ne zelal e bê ma dê were dirêjkirin yan na. Di vê navberê de Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî îro diçe Washingtonê. “Ewlehî û pêwendiyên her du welatan” mijareke sereke ya dan û standinên bi îdareya Amerîkayê re ye. (Rûdaw)
Amerîkayê pêgehên navxweya Îranê bombebaran kirin: Elektrîka Ehwazê bi temamî hat birîn
Artêşa Amerîkayê ragehand ku pêeleka nû ya êrîşên xwe bo ser bi dehan pêgehên li navxweya…
Kerkûkî: Ew parlamenterên boykot kiriye beranberî Xudê û gel tawanbar in
Berpirsê Têkiliyên Giştî yê PDKê rexneyên tund li wan parlamenteran girtin ên ku rûniştinên parlamentoyê boykot…