Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê yê Hewlêrê Feramerz Esedî ragihand ku di şerê dawî…
Categorie: Hevpeyvîn
Duzen Tekkal: Divê civaka Almanyayê zêdetir guh bide Kurdan
Duzen Tekkalê di hevpeyvîneke ligel Tora Medyayî ya Rûdawê de li ser bihêzbûna baskê rastgirê tund…
Brett McGurk ji Rûdawê re got: Ehmed Şer soz da ku mafên Kurdan têkevin destûrê
Nûnerê berê yê Amerîkayê yê ji bo kar û barên Rojhilata Navîn Brett McGurk ragihand ku…
Berdevkê CENTCOMê ji Rûdawê re got: Em dest ji herêmê bernadin
Berdevkê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) Tim Hawkins ji Rûdawê re ragihand ew dest ji…
Yektan Türkyılmaz: ‘Apocu yapı kendisini İsviçre gibi tanıtan bir Kuzey Kore’
Türkiye’de “Terörsüz Türkiye” adıyla yürütülen süreçte Meclis’te çerçeve yasanın kabul edilmesiyle yeni bir aşamaya geçilirken, sürecin…
İlham Ahmed’den Kürtçe eğitim tepkisi: Bugünkü durum öncekinden daha geri
Rojavalı Kürt siyasetçi ve uzun yıllar Özerk Yönetim’in dış ilişkilerinde görev alan İlham Ahmed, İlke TV’de…
Çetin Çeko: Kürtler Statü Talebini Yeniden Tartışmalı
Gazeteci ve yazar Çetin Çeko, Rojava’da değişen dengeleri, Şam yönetiminin Kürtlere yönelik tutumunu, ABD ve Türkiye’nin…
TAYBET – Mezlûm Ebdî dema bidawîbûna entegrasyona HSDyê eşkere kir
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser pêvajoya tevlîbûna HSDyê ya nav artêşa Sûriyeyê axivî û got, “Me planek daniye da ku em vê mehê pêvajoya tevlîbûnê bi temamî biqedînin.” Mezlûm Ebdî diyar kir ku peymana 29ê Kanûna Paşîn a îsal ne bi temamî li gorî dilê wan e lê tevî vê yekê jî ev peyman ji bo Kurdan di nav dewleta Sûriyeyê de pêgehekê çêdike û got: Rêkeftinên ku me bi hevdû re kirine hene. Di wan rêkeftinan de taybetmendiya herêma Kurdan hatiye qebûlkirin. Di aliyê îdarî de jî di aliyê leşkerî de jî û di gelek mijarên din de jî.” Rûdawê bi Mezlûm ebdî re hevpeyvînek kir û wî di hevpeyvînê de tekez kir ku ew dê ji bo serkeftina vê yekê her hewldanekê bide û got: “Şaşiya min a herî mezin ew bû ku min ji bo bicihanîna peymana 10ê Adarê ya bi dewleta Sûriyeyê re pir kêm hewl da. Ji bo vê yekê ez maf didim gelê me ku min rexne bike. Lê vê carê min soz daye. Her çend bi temamî li gorî dilê me nebe jî ez dê hemû derfetên xwe ji bo bicihanîna peymanê bi kar bînim. Armanca me rêgirtina li şer û peydakirina aramiyê ye. Em dê paşê têkoşîna xwe bidomînin.” Mezlûm Ebdî da zanîn ku ew di wê baweriyêde ye ku rewşa niha ji bo Pirsgirêka Kurdan derfeteke baş e û got: “Dema ku dewleta Sûriyeyê hat avakirin û serbixwe bû, Kurd ne parçeyekî wê dewletê bûn. Lê niha derfetek çêbûye ku Kurd bibin parçeyek ji avakirina vê dewletê.” Mezlûm Ebdî ji bo serkeftina Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku yekîtiya Kurdan ji her demê pêwîsttir e û tekez kir ku dê hewldanên wan ên di vî warî de bidomon. Fermandarê HSDyê her wiha eşkere kir ku niha ji her demê bêtir pêwîstiya wan bi piştgiriya Herêma Kurdistanê heye. Mezlûm Ebdî li ser perwerdeya bi Kurdî jî axivî û got, “Di dan û standinên me yên bi dewleta Sûriyeyê re de, mijara ziman xala yekem û sereke ya rojeva me ye. Ev 15 sal in Kurdî li Rojavayê Kurdistanê zimanê perwerdeyê ye. Em pê gihîştine asta zanîngehê. Ji ber vê yekê, em nikarin vegerin paş û Kurdiyê tenê wekî zimanekî bijarte qebûl bikin.” Wî destnîşan kir ku di hevdîtina wan a dawî ya bi Serokkomarê Sûriyeyê re de, di vî warî de bipêşketinek çêbûye. Mezlûm Ebdî behsa tekez kir ku Amerîka û Ewropayê xiyanet li gelê Kurd nekiriye û li ser vê yekê jî got: “Ez nikarim bibêjim ku wan xiyanet li me kir. Em, Amerîkayî û Ewropayî li gel hevdû eşkere bûn. Ew di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê de bi me re bûn.…
Ehmed Hîlalî: Ji ber bûyer û êrişên li Serê Kaniyê 13 kes hatin girtin
Alîkarê Parêzgarê Hisîçayê Ehmed Hîlalî ji Rûdawê re ragihand ku ji ber bûyer, alozî û êrişên ku vê dawiyê li bajarê Serê Kaniyê qewimîne, 13 kes hatine girtin û got ku lêgerîna li gumanbarên din berdewam dike. Ehmed Hîlalî destnîşan kir ku “Komên derqanûnî” vegera takekesî û bêkoordîne ya hinek welatiyan a li bajêr ji bo derxistina tevlihevî û êrişkirina ser welatî û saziyên hikûmetê bi kar aniye. Alîkarê Parêzgarê Hisîçayê da zanîn ku hêzên ewlehiyê yekser midaxele kiriye da ku rewşê kontrol bikin û li deverên ku alozî li wan derketine, hebûna xwe zêde kirine. Her wiha destnîşan kir ku rewş niha “aram” e û diyar kir ku kesên hatine girtin dê radestî dadgehê bên kirin. Ehmed Hîlalî daxuyand bernameya vegera koçberan a li Serê Kaniyê dê berdewam bike û ranaweste. Alîkarê Parêzgarê Hisîçayê Ehmed Hîlalî pirsên Rûdawê bersivandin: Rûdaw: Di bûyerên dawî de, bi taybetî li Serê Kaniyê çi qewimî û sedemên derketina van aloziyan çi bûn? Ehmed Hîlalî: Dewletê ji bo vegera koçberan a li Serê Kaniyê planeke birêxistin û bi qonax danîbû ku li ser bingeha vegera ewle û birêxistin bû da ku aramî û aştiya civakî misoger bike û di heman demê de dilgiraniyên ewlehiyê yên hemû aliyan li ber çavan bigire. Bi rastî, qonaxa yekem bi vegera bêhtirî 400 malbatan ji gundewarê Serê Kaniyê ya li gundên wan dest pê kir. Veger bi awayekî birêxistin û ewle pêk hat û ti pirsgirêk an bûyerên berbiçav nehatin tomarkirin. Ev jî piştrast dike ku vegera birêxistin û plankirî rêya rast a çareserkirina vê dosyayê ye. Di vê navberê de, hinek ji xelkê bajarê Serê Kaniyê bi awayekî takekesî û bêyî koordîneya pêşwext a bi aliyên pêwendîdar re, berê xwe da bajêr û hêzên ewlehiyê li gundên ku di qonaxa yekem a vegerê de bûn, bi cih bûbûn. Ev yek bû sedema êrişên li nav bajêr. Komên derqanûnî, di nav wan de yên ku wekî “Ciwanên Şoreşger” tên naskirin, ev bûyer ji bo derxistina tevliheviyê û êrişkirina ser welatî û saziyên hikûmetê bi kar anî ku ev yek li ser aştiya civakî û aramiyê bû gef. Rûdaw: Ji bo kontrolkirina bûyeran û rêlibergirtina li ducarebûna wan, aliyên ewlehiyê çi tedbîr standin? Gelo rewş bi tevahî vegeriya ser rewşa xwe ya asayî? Ehmed Hîlalî: Hêzên ewlehiyê rasterast midaxeleyî bûyeran kir û ji bo kontrolkirina tevliheviyê û rêlibergirtina berfirehbûna wê xebitîn. Her wiha, li deverên ku alozî li wan derketin, hebûna xwe ya ewlehiyê zêde kirin û li dû kesên ku di êrişan de cih girtiye digerin. Niha li parêzgehê hêzên ewlehiyê belav bûne, rewş aram e û aliyên pêwendîdar ji bo rêlibergirtina li ducarebûna van bûyeran û parastina welatî û saziyên giştî, tedbîrên pêwîst didomînin. Rûdaw: Li ser bûyerên êrişên li Serê Kaniyê çend kes hatine girtin û derbarê wan de çi tedbîrên yasayî hatine standin? Ehmed Hîlalî: Heta niha li ser bûyerên alozî û êrişan 13 kes hatine girtin û lêgerîna li gumanbarên din berdewam dike, di nav wan de yên ku êrişî saziyan kiriye û bêrêzî li hember ala û sembolên dewletê kiriye. Dê li gorî yasayê bi hemû girtiyan re miamele bê kirin û dê wan bişînin dadgehê da ku tedbîrên yasayî li dijî her kesê ku berpirsiyariya wî di êrişkirina ser welatî, sazî an têkdana ewlehiya giştî de were îsbatkirin, bên girtin. Rûdaw: Van bûyeran çawa bandor li bernameya vegera koçberan a li Serê Kaniyê kir? Gelo bername hatiye rawestandin? Ehmed Hîlalî: Ez bawer dikim girîng e ku em li vir zelal bikin ku vegera zêdetirî 400 malbatan a li gundên wan ji xwe bi awayekî serkeftî û bêyî tomarkirina ti pirsgirêkan pêk hatiye. Ev delîleke pratîk e ku plana vegera birêxistinkirî encamên erênî bi dest dixe. Bûyerên dawî dê li pêşiya bernameya vegerê nebin asteng çimkî mafê vegerê ji bo hemû welatiyên ku koçber bûne parastî ye û dewlet pêbend e ku vî mafî bi awayekî ku ewlehiya vegeriyayî û aramiya deverên ku li wan vedigerin misoger bike, pêk bîne. Lê divê veger di çarçoveya planeke zelal û bi koordîneya aliyên pêwendîdar de be da ku em karibin ewlehiya vegeriyayî û civaka herêmî bi hev re misoger bikin û ji her valahiyeke ewlehiyê ya ku dibe komên derqanûnî bi kar bînin, dûr bikevin. Rûdaw: Dê karwanê vegerê kengê dîsa dest pê bike û tê payîn ku di qonaxa bê de çend malbat vegerin? Ehmed Hîlalî: Veger ranaweste lê li gorî qonaxên plankirî yên ku realîteya ewlehî û meydanî li ber çavan digirin, pêk tê. Piştî serkeftina qonaxa yekem û vegera ewle ya zêdetirî 400 malbatan a li gundên xwe, em niha ji bo amadekirina qonaxên din dixebitin. Dema her qonaxê dê piştî temamkirina tedbîrên ewlehî û rêxistinî yên ku ewlehiya vegeriyayî misoger dikin, were ragihandin. Armanca me ew e ku veger hemû welatiyên ku neçarî koçberiyê bûne, li xwe bigire û ev pêvajo bi awayekî gav bi gav û birêxistin pêk were da ku aramiyê xurt bike û jiyana asayî li Serê Kaniyê û deverên din ên parêzgehê vegerîne.
Dr. Xalid Xalid: Hezar û 448 karmendên Rêveberiya Xweser peyman îmze kirin
Di çarçoveya peymana 29ê Kanûna Paşîn a 2026an de, pêngavên yekxistina sektora tenduristiyê li parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Birêvebirê Tenduristiyê yê Parêzgeha Hisîçayê Dr. Xalid Xalid li ser plansaziya bipêşvebirina binesaziya tenduristiyê û berfirehkirina xizmetguzariyên bijîşkî ji Rûdawê re axivî. Xalid Xalid da zanîn ku wan li parêzgeha Hisîçayê dest bi yekxistina sektora tenduristiyê kiriye. Bi gotina Xalid Xalid hezar û 448 karmendên Rêveberiya Xweser peymanên fermî îmze kirin. Wî da zanîn ku bawernameyên Zanîngeha Rojava ji bo sererastkirinê radestî wezaretê hatin kirin. Birêvebirê Saziya Tenduristiyê ya Hisîçayê her wiha eşker kir ku li Serê Kaniyê, Şedadê û Dêrikê kêmasiya bijîşkan heye. Dr. Xalid Xalid pirsên me ên li ser mijarê bersivandin: Rûdaw: Pêvajoya yekxistina sektora tenduristiyê li parêzgeha Hisîçayê gihiştiye kîjan astê û rêjeya serkeftinê heta niha çend e? Xalid Xalid: Bê guman ev mijara yekxistinê ye. Em dibe ku birêvebiriya yekem bin ku me nêzîkî 18ê Sibatê dest bi yekxistinê kiriye. Pêvajo yekxistineke saziyan e, ne tenê yekbûna kadroyan e. Ev pêvajoyeke hevgirtî ye ji bo yekxistina sektora tenduristiyê wekî binesaziyeke sazûmanî, ne tenê wekî binesaziyeke îdarî. Pêvajo bi tomarkirin û çêkirina daneyan ji bo karmendên ku di nav saziyên Rêveberiya Xweser de dixebitin û hîn li ser karê xwe ne dest pê kir. Ev pêvajo di mehên Nîsan û Gulanê de pêk hat, ew hatin tomarkirin û dateyeke berfireh ji bo bawername, dîroka ji dayîkbûnê û hemû tiştên girêdayî kar û barên wan ên taybet hat danîn. Her wiha, yekxistina hinek saziyên din ên girêdayî birêvebiriya Tenduristiyê jî li xwe girt. Helbet, li ser van dosyeyan zêdetirî civînekê di navbera Wezareta Pêşxistina Îdarî û birêz parêzgar û wezîrên pêwendîdar de çêbû. Di dawiyê de, ev nav ji nû ve hatin parzûnkirin ji bo gihîştina datayeke dawî. Hezar û 448 navên me hene ku mercên teknîkî, pîşeyî û yasayî ji aliyê cureya bawername û lîsansên ku wergirtine ve pêk tînin û 184 navên me hene ku pêdiviya wan bi temamkirina proseduran heye. Bi taybetî prosedurên erêkirina bawernameyê hene û ew di bin cîbicîkirinê de ye. Bê guman, ev yek li ser bawernameyên pola nehem û bekeloryayê (pola donzdehem) yên ku ji Rêveberiya Xweser wergirtine û her wiha bawernameyên Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Şerq e. Rûdaw: Di encamê de rêjeya serkeftinê ya di pêvajoya yekxistina sektora tenduristiyê de gihiştiye çendî? Xalid Xalid: Me pêvajoya tomarkirinê bi dawî anî û me dest bi peymanan kir. Peymanên sêşema borî dest pê kir, erêkirin ji bo peymana bi hezar û 448 navan re ji sektora tenduristiyê hat. Wan dest bi pêvajoya peymanê kirin ku ew pêvajo dawî ne ji bo pêvajoya yekxistina kar.…
Wezîrê Perwerdeyê: Li her dera Sûriyeyê dibistanên bi Kurdî vedibin
Wezîrê Perwerde û Xwendinê yê Sûriyeyê Mihemed Tirko got, “Li her dera Sûriyeyê dibistanên bi Kurdî vedibin.” Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Mihemed Tirko li Hewlêrê bû mêhvanê Dilbixwîn Dara. Mihemed Tirkoyê ku Kurdekî Efrînî ye bersiv da pirsên Dilbixwîn Dara yên li ser perwerde, sîstema xwendinê, mafên Kurdan û xwendina bi zimanê Kurdî. Mihemed Tirko bi eslê xwe xelkê Efrînê ye û niha li taxa Zorawayê ya Şamê dijî. Mihemed Tirko wî da zanîn ku dê li her dera Sûriyeyê dibistanên bi zimanê Kurdî vebin. Tirko eşkere kir ku ew li ser bernameyeke nû ya bi Kurdî dixebitin û birêvebirê bernameyên Sûriyeyê jî Kurd e. Her wiha wî destnîşan kir ku wan dîplomayên Rêveberiya Xweser nas kirine û 38 hezar mamosteyên deverên Kurdan tevlî wezaretê bûne. Mihemed Tirko destnîşan kir ku perwerde û dîplomayên lîse û zanîngehên Herêma Kurdistanê jî li Sûriyeyê bi fermî tên naskirin. Wî ragihand ku li Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê 338 hezar karmend hene. Tirko anî zimên ku meaşên mamosteyan ji 80 dolarî gihîştiye 400 dolarî. Wî ji bo penaberan jî spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir û got ku vegera penaberan a ji bo Sûriyeyê ne zehmet e. Wezîrê Kurd di hevpeyvînê de li ser perwerdeya bi zimanê Kurdî û guhertinên nû peyamên girîng dan: Rûdaw: Doktor, tu bi xêr hatî Herêma Kurdistanê Mihemed Tirko: Gelekî spas û şeva we bi xêr. Rûdaw: Ez kêfxweş im ku em li Hewlêrê hev dibînin, di eslê xwe de diviyabû me li Şamê gotûbêj bikira. Mihemed Tirko: Rast e, em li ser paşeroja Şamê gotûbêjê dikin.…
Osman Xunav: Yok Sayılan bir dilin tiyatrosunu yaptık
Sevgi Coşkun Koca “Bizim derdimiz dilimizdir” diyen Xunav, dili yalnızca korumanın değil, sanatla geliştirmenin de gerekli…
Ebdulah Ceşem: Em dê piştî rakirina mayînan dest bi vegerandina koçberan bikin
Birêvebirê Serê Kaniyê Ebdulah Ceşem li ser dema vegera koçberan û derketina Erebên hawirde ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got: “Dema ku vekirina rêyan û paqijkirina mayînan bi dawî bibe, em dê dest bi vegerandina koçberan bikin.” Bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê yek ji wan deverên herî diyar e ku di salên borî de rastî pêlên koçberiyê hatiye. Niha jî dosyeya vegera xelkê koçber, vegerandina aramiyê û xizmetguzariyan yek ji astengiyên herî mezin e. Ev hevpeyvîn agahiyan li ser rewşa bajêr a di warê ewlehî, îdarî û xizmetguzariyê de li xwe digire. Her wiha dosyeya koçberan, mafê vegera wan, astengiyên li pêşiya vegerê ku dosyeya xaniyan û paqijkirina mayînan jî di nav de ye û planên çalakkirina ducare ya sazî û fermangehên giştî tên gotûbêjkirin. Hevpeyvîna Birêvebirê Serê Kaniyê Ebdulah Ceşem ya bi Nalîn Hesenê re: Rûdaw: Hûn rewşa niha ya bajêr di warê ewlehî, xizmetguzarî û îdarî de çawa pênase dikin? Ebdulah Ceşem: Hûn bi xêr hatin û spas ji bo mêhvandariyê. Hikûmeta Sûriyeyê 28ê Sibatê bajarê Serê Kaniyê wergirt. Îdareya navçeyê û xebatkarên şaredariyê bi hemû şiyana xwe dixebitin. Di beşa paqijiyê de, 110 karker tevahiya hefteyê bajêr paqij dikin. Di beşa avê de, li vê navçeyê 72 bîr dixebitin ku hinek ji wan bi enerjiya rojê û hinek jî bi elektrîkê dixebitin. Rewş baş e û xizmetguzarî hene lê binesaziya Serê Kaniyê pêwîstî bi nûjenkirin û karekî mezin heye. Bi taybetî ku li derdora Hisîçayê di kampan de 12 hezar malbatên koçber hene û vegera wan pêwîstî bi başkirina binesaziyê heye da ku têra her kesî bike. Îro 12 hezar malbat ne hejmareke hêsan e, hejmareke mezin e û dibe ku hejmara wan bigihe 60 hezar kesî. Niha nifûsa vê navçeyê 130 hezar kes e. Eger 60 hezar kesên din jî werin, divê nan, av, binesazî û xizmetguzarî werin dabînkirin. Rûdaw: Gelo tenê mijara xizmetguzariyan astengiya sereke ya li pêşiya vegera xelkê ye yan sedemên din jî hene? Ebdulah Ceşem: Na. Mijara xizmetguzariyan di rêza duyem de ye lê girîng e. Mijara vegera koçberan a Serê Kaniyê û ji Serê Kaniyê aloz e. Di serî de girêdayî vekirina rêyan û paqijkirina mayînan e. Wezareta Parastinê zêdetirî mehekê ye li herêma ji rêya M4ê heta sînorê Tirkiyeyê mayînan paqij dike. Ew herêmeke mayînkirî û gelekî xeternak e. Eger ev mayîn neyên paqijkirin, sivîl nikarin derbas bibin. Ya duyem, li nav bajarê Serê Kaniyê bi xwe koçberên ji navçeyên din ên wekî Qamişlo, Hisîçayê û taxên Xiwêran û Ezîziyeyê hene. Em bi hevahengiya bi Şandeya Serokatiyê ya ku çavdêriya entegrasyonê dike re, hewl didin ku ew jî vegerin cihên xwe. Helbet hejmareke baş a koçberan vegeriyaye lê ne bi şêweyê karwanan, wekî kes. Rûdaw: Hejmara kesên ku vegeriyane navçeyên wekî Hisîçayê û hejmara koçberên Serê Kaniyê yên ku vegeriyane bajarê xwe çend e? Ebdulah Ceşem: Hejmareke teqez nîne ji ber ku veger berdewam dike lê amara dawî nîşan dide ku nêzîkî 300 malbat vegeriyane gundên wekî Şukriye, Ebdulselam û Mişrafeyê. Her wiha malbatên din jî vegeriyane navenda bajarê Serê Kaniyê. Bi giştî li gorî hejmara koçberan ev hejmar ne mezin e lê vegereke berdewam heye. Rûdaw: Dê kengî karwanên vegera xelkê Serê Kaniyê bi rê bikevin, wekî ku ji bo xelkê Efrînê çêbû? Gelo demeke diyarkirî heye ku dest pê bike? Ebdulah Ceşem: Dem girêdayî Şandeya Serokatiyê ye ku çavdêriya vegera koçberan dike. Wekî we dît, karwanên mezin çûn Efrînê. Li Serê Kaniyê dê pirsgirêk beş bi beş were çareserkirin. Pêşî, dema ku vekirina rêyan û paqijkirina mayînan bi dawî bibe, em dê dest bi vegerandina koçberên li Serê Kaniyê bikin û pişt re jî koçberên ku vedigerin wê derê bi cih bikin. Ev erk di stûyê Şandeya Serokatiyê de ye û ew bi awayekî çir li ser dixebitin. Rûdaw: Gelo mimkin e demeke nêzîk, di nav meh an hefteyan de were diyarkirin? Ebdulah Ceşem: Ev yek di pileya yekem de girêdayî leza Wezareta Parastinê ya di paqijkirina mayînan de ye. Zêdetirî mehekê ye ew dixebitin û nêzîkî ji sedî 40 heta 50yî yê karî qedandine. Eger wezaret bibêje ku rewş ewle ye, ez bawer im Şandeya Serokatiyê dê dest bi vegerandina koçberan bike.…
Prof. Dr. Salih Akın: Tek dilli devlet modeli ulus-devlet zihniyetin ürünüdür
Fransa Rouen Normandie Üniversitesi öğretim üyesi ve dilbilimci Prof. Dr. Salih Akın, Independent Türkçe’ye Kürtçenin standartlaşmasından…
Mihemed Sîdo: Em ji bo ku zimanê Kurdî bibe fermî hewl didin
Parlamenterê Efrînê Mihemed Sîdo li ser kar û xebatên xwe got, “Em hewl didin zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de bibe fermî.” Parlamenterê Efrînê yê di Parlamentoya Sûriyeyê de Mihemed Sîdo bû mêvanê Tora Medyayî ya Rûdawê û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin. Mihemed Sîdo bal kişand ser rewşa aloz a Efrîna Rojavayê Kurdistanê, binpêkariyên komên çekdar û daxwazên parlamenterên Kurd ên li Şamê. Parlamenterê Efrînê Mihemed Sîdo ku niha ji bo beşdariya xebatên parlamentoyê li Şamê ye, li ser vegera xelkê ya Efrînê û astengiyên li pêşiya wan agahiyên girîng dan. Mihemed Sîdo diyar kir ku heta niha nêzîkî 12 hezar û 500 malbatên Kurd vegeriyane ser axa xwe ya Efrînê lê belê, wî destnîşan kir ku vegera wan nayê wateya bidawîbûna êşên wan. Yek ji pirsgirêkên herî mezin ew e ku gelek malbat nikarin bikevin malên xwe, ji ber ku malên wan ji aliyê Erebên hawirde û komên çekdar ve hatine dagirkirin. Binpêkariyên komên çekdar Parlamenterê Efrînê bal kişand ser kiryarên komên çekdar ên li herêmê û got: “Binpêkarî didomin. Dizîna otomobîlan, destdanîna ser mal û milkên xelkê û revandina sivîlan a ji bo fîdyeyê hîn jî hene.” Mihemed Sîdo her wiha qala wê yekê kir ku hinek malbat ji bo ku malên xwe wergirin, neçar dimînin pereyan bidin wan kesên ku di malên wan de rûniştine. Sîdo diyar kir ku heta niha derdora hezar û 200 malbatên Erebên hawirde li Efrînê mane û piraniya wan Ereban ji parêzgehên rojhilatê Sûriyeyê ne. Daxwaza 12 parlamenterên Kurd: Zimanê Kurdî Mihemed Sîdo eşkere kir ku niha li Parlamentoya Sûriyeyê 12 parlamenterên Kurd hene û ew wekî blokekê hewl didin daxwazên gelê Kurd bînin ziman û got: “Yek ji armancên me yên sereke ew e ku zimanê Kurdî di Destûra nû ya Sûriyeyê de wekî zimanekî fermî li kêleka zimanê Erebî were qebûlkirin û li dibistanan were xwendin.” Sîdo diyar kir ku ew niha li Şamê amade ne ji bo hilbijartina serokatiya parlamentoyê û destpêkirina xebatên qanûnî. Wî hêvî xwest ku di vê gera nû de karibin xizmeta xelkê Efrînê bikin û zextê li hikûmetê bikin ku ewlehiya herêmê were parastin û binpêkariyên li dijî Kurdan bi dawî bibin.…
Pascal Confavreux: Em çavdêriya peymana di navbera Şam û HSDyê de dikin
Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Fransayê Pascal Confavreux li ser serdana Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron a Sûriyeyê û pêwendiyên her du welatan ji Rûdawê re axivî. Pascal Confavreux diyar kir ku Fransa piştgiriyê dide mafên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê û ew çavdêriya peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de dikin. Confavreux her wiha destnîşan kir ku divê hemû pêkhateyên Sûriyeyê di nav welêt de cihê xwe bibînin ku aramî pêk were. Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Fransayê Pascal Confavreux pirsên Nalîn Hesenê bersivandin: Rûdaw: Encamên herî girîng ên serdana Serokkomarê Fransayê ya Şamê çi bûn? Pascal Confavreux: Ez bawer dikim serdaneke dîrokî bû. Ji ber ku cara yekem bû serokekî Fransayê di 18 salên borî de diçe Sûriyeyê. Cara yekem bû ku serokdewletekî Ewropî û Rojavayî piştî rûxîna rejîma Beşar Esed çû serdana Sûriyeyê. Di bingehê de 3 armancên vê serdanê hebûn. Ya yekem, hatin û piştgiriya gelê Sûriyeyê bû. Ya duyem, bipêşxistina hevkariyên me yên ji aliyê ewlehiyê ve bû. Ya sêyem jî, hebûna komek ji şirket û veberhêneran ji bo piştgiriya bipêşxistina aborî ya welêt bû. Di her sê xalan de jî serkeftineke mezin bi dest xist. Rûdaw: Te behsa veberhênanê kir. Li gorî we rewşa niha ya Sûriyeyê ji bo veberhênanê guncav e? An bi rastî pêwîstî bi rewşeke destûrî heye ku hemû netewe, herêmên Sûriyeyê û pêkhateyên wekî Kurd, Durzî û Elewî di nava xwe de li hev bikin? Pascal Confavreux: Pirsgirêka ewlehiyê heye. Her wiha pirsgirêka lihevkirinê heye. Desthilatdarên Sûriyeyê baş ji vê yekê agahdar in û amade ne hevkariyê bikin û di vî warî de bi pêş ve biçin. Ev jî ew tişt e ku em li ser kar dikin û em amade ne bi wan re li ser bixebitin. Wekî mînak, yek ji ajansên me ya bi navê Expertise France ku şarezayiya Fransayê ya di warên cuda de peyda dike, bi Banka Navendî ya Sûriyeyê re li ser van pirsgirêkên wekî lihevkirinê kar dike. Rûdaw: Baş e, li gorî we ev derfeta veberhênanê bi taybetî ji bo welatên Ewropayê li Sûriyeyê heye, yan bi rastî derfet tenê ji bo Amerîka û welatên cîranên Sûriyeyê ye? Pascal Confavreux: Ew wêrankariya ku li Sûriyeyê piştî zêdetirî 10 salan ji şerê navxwe û piştî rejîma Beşar Esed çêbûye, gelekî mezin e. Pêwîstiyeke gelekî girîng bi veberhênanê çêdibe. Bê guman ev veberhênan dê di destpêkê de ji aliyê Sûriyeyiyan bi xwe û şirketên Sûriyeyî ve be. Lê eger bixwazin, bê guman şirketên Ewropayê û Fransayê dê alîkariya jinûveavakirinê aboriya Sûriyeyê bikin. Loma jî Serok Macron hejmarek ji birêvebirên cîbicîkar ên Fransiz bi xwe re anîbûn. Birêvebirên girîng ên Fransiz ên wekî Total an jî CMA CGM bi wî re bûn da ku beşdarî avakirina Sûriyeyê bibin. Rûdaw: Zêdetir di kîjan warî de Fransa dixwaze li Sûriyeyê veberhênanê bike? Pascal Confavreux: Bê guman dê di warên cuda de be, wekî enerjiyê. Lê veguhastin û binesazî jî ew warên cuda ne ku me dest bi karê tê de kiriye. Me çarçoveyeke girîng a hevkariya dualî îmze kiriye ku behsa hevkariya ewlekarî, çand û perwerdeyê jî dike. Lewma ev hemû ew xal in ku em kêfxweş dibin ku em li ser karê xwe bi desthilatdarên Sûriyeyê re berdewam bin. Peymana Şam û HSDyê Rûdaw: Werin em behsa helwesta Kurdan bikin. Gelo Kurdên Rojavayê Kurdistanê dikarin ji vê serdanê wiha fêm bikin ku ji niha û pê ve Fransa dê tenê bi Şamê re dan û standinan bike û guh nade Kurdan? Ji ber ku wekî hûn dizanin, di vê serdanê de Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ti berpirs û nûnerên Kurdan nedîtin. Pascal Confavreux: Serok Macron, her dem di vî warî de gelekî zelal bûye. Em bi hemû pêkhateyên cuda yên civaka Sûriyeyê re civiyan. Em piştgiriyê didin Sûriyeyeke xwedî serwerî û yekgirtî ku hemû pêkhateyan di nav xwe de bigire. Di rastiyê de, ev yekane rê ye ji bo parastina yekrêzî û hêza civaka Sûriyeyê û welatê Sûriyeyê. Wekî hûn dizanin, me piştgirî kiriye û di rastiyê de me ji piştgiriyê zêdetir kiriye ji bo peymana 30ê Kanûna Paşîn a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û desthilatdarên Sûriyeyê de. Ev peyman bê guman dê bibe hander ji bo parastina nasnameya Kurdî û her wiha tevlîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk di nav sîstema Sûriyeyê de. Em jî gelekî hez dikin ku şopandina cîbicîkirina vê peymanê bikin. Wezîr Barrot li Sûriyeyê bû û paşê di meha Sibatê de çû Kurdistanê ji bo şopandina cîbicîkirina vê peymana 30ê Kanûna Paşîn. Her wiha me 18ê Hezîranê li Parîsê pêşwazî li General Mezlûm kir. Rûdaw: Baş e, Fransa çavdêriya cîbicîkirina wê peymanê dike ku di navbera Şam û HSDyê de ye?…
Irak Başbakanı: Yolsuzluk yapan da devlet dışı silah taşıyan da hesap verecek
Irak Başbakanı Ali Zeydi, Şarku’l Avsat’a verdiği kapsamlı röportajda yolsuzlukla mücadele ve devlet otoritesinin güçlendirilmesine yönelik…
UNDP: Li Îraqê 150-450 milyar dolar winda ne
Nûnerê Bernameya Bipêşketinê ya Navneteweyî (UNDP) ji Rûdawê re ragihand ku ew piştgiriyê didin hewldanên hikûmeta Îraqê yên ji bo têkoşîna li dijî gendeliyê. Her wiha destnîşan kir ku nêzîkî 150 heta 450 milyar dolarî ji welêt hatiye derxistin yan jî li cihekî Îraqê ye ku nayê vegerandin. Nûnerê Bernameya Bipêşketinê ya Navneteweyî Titon Mitra li ser hewldanên hikûmeta Îraqê yên ji bo desteserkirina hinek berpirs û parlamenterên ku bi gendeliyê tên tohmetbarkirin ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Bê guman, em piştgiriyê didin hewldanên hikûmet, desthilata dadwerî û dezgehên pêkanîna qanûnê da ku bi awayekî bibandor dozên dijî gendeliyê bibin dadgehê. Ev ji bo Îraqê mijareke gelekî girîng e. Eger mirov li pîvanên navneteweyî yên gendeliyê binêre, mixabin Îraq di dawiya hemû wan pîvanan de ye. Texmînên pisporên navneteweyî û heta berpirsên hikûmetê jî destnîşan dikin ku dibe ji sedî 20ê pereyên giştî ji ber gendeliyê li ber avê biçe.” Doh hikûmeta Îraqê bi fermana Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ji bo desteserkirina çend gumanbaran operasyonek da destpêkirin. Heta niha 47 parlamenter û berpirsên niha û yên berê hatine desteserkirin. Nûnerê Bernameya Bipêşketinê ya Navneteweyî Titon Mitra pirsên me yên li ser mijarê bersivandin: Rûdaw: Peyama we ji bo hikûmet û gelê Îraqê ya li ser wê operasyona ku li dijî gendeliyê dest pê kiriye çi ye? Titon Mitra: Em niha ne di wê pêgehê de ne ku li ser dozên diyarkirî yan jî li ser wan kesên ku wê şevê hatine desteserkirin daxuyaniyê bidin. Li ser bingeha belgeyên qanûnî yan jî kesên hatine desteserkirin ti dîtina me ya taybet nîne. Ev zêdetir kar û barên ajansên pêkanîna qanûnê, desthilata dadwerî û pergala qanûnî ne. Rûdaw: Gelo hûn piştgiriyê didin wan hewldanên hikûmeta Îraqê yên ji bo têkoşîna li dijî gendeliyê ya bi rêkarên qanûnî? Titon Mitra: Belê, bê guman. Em piştgiriyê didin hewldanên hikûmet, desthilata dadwerî û dezgehên pêkanîna qanûnê da ku bi awayekî bibandor dozên dijî gendeliyê bibin dadgehê. Ev ji bo Îraqê mijareke gelekî girîng e. Eger mirov li pîvanên navneteweyî yên gendeliyê binêre, mixabin Îraq di dawiya hemû wan pîvanan de ye. Texmînên pisporên navneteweyî û heta berpirsên hikûmetê jî destnîşan dikin ku dibe ji sedî 20ê pereyên giştî ji ber gendeliyê li ber avê biçe. Li ser wê samana ku ji welêt hatiye derxistin yan jî li cihekî Îraqê ye û nayê vegerandin, ew dikare di navbera 150 heta 450 milyar dolarî de be. Ev ji aliyê bipêşketinê ve û ji bo gelê Îraqê zerereke mezin e.…
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Mehmet Kaya diyar kir ku hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê bi rêjeya ji sedî 42 û ya ji bo Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî bi rêjeya ji sedî 35 daketiye. Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya sedema vê yekê bi “sîstema nû ya bacê” û “girtina deriyên sînorî” ve girê da. Serokê Jûra Bazirganiyê ya Amedê bû mêvanê bultena Tora Medyayî ya Rûdawê û li ser mijarê pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin. Mehmet Kaya destnîşan kir ku Îraq her tim di rêza 5 welatên yekem ên hinardeya Tirkiyeyê de bûye lê niha ew bazarê ji welatên wekî Îmarat û Çînê re dihêlin. Kaya eşkere kir ku Tirkiye di hinardeya Îraq û Herêma Kurdistanê de ji rêza yekem daketiye rêza sêyem. Hevpeyvîna Mehmet Kaya ya bi Tora Medyayî ya Rûdawê re: Rûdaw: Sedema sereke ya kêmbûna hinardeya Amedê çi ye? Gelo berhemanîn kêm bûye yan pirsgirêkên gihandin û lojîstîkê hene? Mehmet Kaya: Bê guman dema em li amarên hinardekirinê yên 5 mehên destpêkê yên îsal ên Amedê dinêrin, hem ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê û hem jî ji bo Sûriyeyê daketineke berbiçav heye. Çend sedemên vê yekê hene lê yek ji sedemên sereke sîstema nû ya bacê ye ku tê bicihkirin e. Vê sîstemê bandoreke mezin li bazirganiya bi Îraq û Herêma Kurdistanê re kiriye. Em behsa daketina bi rêjeya ji sedî 42yan dikin, ango hinardeya me ya Îraqê nêzîkî nîvî kêm bûye. Ev yek ji bilî wan pirsgirêkên girêdayî berhemanîna li Tirkiyeyê, krîza aborî û bihabûna madeyên xav e ku pêşbazî zehmet kiriye. Di heman demê de sererastkirina bacê ya li Îraqê jî sedemeke bingehîn e. Kombûna van hemûyan îsal bûye sedema daketina hilberîna li herêmê û lawazbûna şiyana pêşbaziyê. Her wiha sîstema gumrikê ya ku tê bicihkirin, sedema herî mezin a daketina hinardeya Îraqê ye. Rûdaw: Hinardekirina Sûriyeyê jî kêm bûye. Sedem çi ye ku hinardeya we ya Sûriyeyê bi wê rêjeyê daketiye? Mehmet Kaya: Li ser Sûriyeyê rewş cuda ye. Dema em li hinardeya giştî ya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê dinêrin, em zêdebûneke berbiçav dibînin. Li gorî 5 mehên sala borî nêzîkî ji sedî 24 zêde bûye lê hinardeya Amedê bi rêjeya ji sedî 35 kêm bûye. Çend sedemên vê yekê hene, ya herî sereke ew e ku niha pêwendiyeke baş di navbera hikûmeta Tirkiyeyê û hikûmeta Sûriyeyê de çêbûye. Rast e amarên hinardeyê zêde bûne û pirsgirêkên Deriyê Cîlvegozuyê gav bi gav hatine çareserkirin lê ev tenê di berjewendiya şirketên rojavayê Tirkiyeyê de ye. Ji ber ku Deriyê Cîlvegozuyê nêzîkî 600 kîlometreyan ji Amedê dûr e. Em nikarin bi wê mesafeya zêde bi şirketên Konya, Mêrsîn û Edeneyê re pêşbaziyê bikin ku kel û pelan bifiroşin Sûriyeyê. Ji ber vê yekê me hevparên xwe yên bazirganiyê ji dest dane. Pirsgirêka sereke li vir lojîstîk e. Ji bo ku em kel û pelekî ji Amedê bişînin Sûriyeyê, divê em heta Cîlvegozuyê biçin. Ev di demekê de ye ku deriyên Nisêbîn, Şenyurt û Serê Kaniyê ku tenê 170 kîlometreyan ji me dûr in, girtî ne. Eger ev derî neyên vekirin, dê ev rêje zêdetir dakeve. Pirsgirêka deriyên sînorî…
Vê carê me digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK li ser rêketina 60 rojî ya di navbera Amerîka û Rejîma Îranê de hevpeyvîn encam daye
Hevpeyvîn: Mîrza Akar Hevpeyvînkar: Sîmîn Rûhanîzade 1- Komara Îslamî ya Îranê di lawaztirîn rewşa xwe de…