Bloomberg: ABD, İran’ın nükleer dosyasını BM Güvenlik Konseyi’ne taşımaya hazırlanıyor
ABD’nin, İran’ın nükleer yükümlülüklerine uymadığı gerekçesiyle ülkenin dosyasını Birleşmiş Milletler Güvenlik Konseyi’ne taşıma girişiminde bulunduğu bildirildi.…
İran: Hürmüz Boğazı anlaşması yakında imzalanacak
İran’ın üst düzey bir güvenlik yetkilisi pazar günü yaptığı açıklamada, ülkesinin Hürmüz Boğazı’nda yeni bir denizcilik…
İlham Ahmed’den Kürtçe eğitim tepkisi: Bugünkü durum öncekinden daha geri
Rojavalı Kürt siyasetçi ve uzun yıllar Özerk Yönetim’in dış ilişkilerinde görev alan İlham Ahmed, İlke TV’de…
Avan Cemal: Ez dixwazim cîhan asta karê Kurdan bibîne
Lîstikvana fîlmê “Eger Jinek Te Bikuje Tu Naçî Bihuştê” Avan Cemalê li Venedîkê got, “Ez dixwazim cîhan asta karê Kurdan bibîne.” Avan Cemala ji Silêmaniyê xewneke xwişka xwe pêk tîne. Ew îro derdikeve ser xalîçeya sor a festîvala herî kevn û navdar a sînemaya cîhanê. Avan Cemal stêrka fîlmê “Eger Jinek Te Bikuje Tu Naçî Bihuştê” ye. Li otêleke luks a Venedîkê, tîma markaya Giorgio Armani kincên wê yên ji bo xalîçeya sor amade kir. Avan Cemal di fîlmê de bi tivingeke nîşangiriyê rola Pêşmergeyeke jin a qehreman dilîze ku li dijî DAIŞê şer dike. Avan Cemal a lîstikvana sereke ya fîlmê ji Rûdawê re got: “Dilê min gelekî xweş e û ez gelekî kelecanî me. Ez dixwazim Kurd encama vê xebatê bibînin. Zarokên Kurdan ev kar kiriye û ez dixwazim bizanin di çi astekê de ye.” Lîstikvanê Norwecî jî di fîlmê de ye Lîstikvanê Norwecî Torbjorn Harrê ku bi rola xwe ya di rêzefîlma “Vikings”ê de tê naskirin, vê carê bûye stêrka vê fîlma Kurdî. Lîstikvanê fîlmê Torbjorn Harr li ser tevlîbûna xwe ya di fîlmê de got: “Bê guman, min berê navê Pêşmergeyan bihîstibû. Çîroka jinên Pêşmerge li Norwecê jî dihat axaftin lê min zêde li ser wê nedizanî. Lê dema ku derhêner Helkewt bi kûrahî qala wê ji min re kir, wê demê min biryar da ku bibim beşek ji vegotina vê çîrokê.” Sînematograferê fîlmê John Erling Fredriksen e. Wî di kişandina fîlmê de qumaşê cil û bergên jinên Kurd di lenseya kameraya xwe de bi kar aniye. John Erling Fredriksen li ser vê yekê ev agahî dan:…
Rusya Dışişleri Bakanı: Almanlar yine savaş istiyor
Rusya Devlet Televizyon ve Radyo Kurumu’na (VGTRK) konuşan Lavrov, Almanya’nın Rusya’ya yönelik sergilediği yaklaşımı değerlendirdi. Almanya’nın…
DSG’den Şam’a 200 milyon dolarlık silah ve ekipman devri
Demokratik Suriye Güçleri’nin (DSG), Suriye yönetimiyle vardığı mutabakat kapsamında silah ve askerî ekipman teslimatına başladığı bildirildi.…
Irak’ta silahların kontrolü için müzakereler sonuçsuz kaldı
Irak’ta devlet dışı silahların kontrol altına alınmasına ilişkin tartışmalar sürerken, Şii Koordinasyon Çerçevesi tarafından oluşturulan üçlü…
Komele: Bi 3 dronan êrişî kampa me ya li Sûrdaşê hat kirin
Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê ragihand ku serê sibeha îro bi 3 dronan êrişî kampa malbatên Komeleyê ya li Sûrdaşê hatiye kirin. Berpirsê Pêwendiyan ê Komeleyê Elî Rencberî da zanîn ku êriş vê sibehê saet 04:40î pêk hatiye. Rencberî li ser zerer û ziyanên êrişê got “Xweşbextane ti ziyanên canî nînîn û malbat û hevalên me baş in lê ziyanên madî çêbûne.” “Ji bilî jin û zarokan ti kes li wê derê nîne” Elî Rencberî diyar kir ku ev êriş li ser hev tên kirin û anî zimên: “Ev êriş di demekê de tên kirin ku li wî cihî ji bilî jin, zarok û xelkê sivîl, ti baregeha leşkerî yan partiyî nîne.” Li aliyê din, Endamê Serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Emced Husên Penahî jî da zanîn ku ji ber êrişê hejmareke baregeh û xaniyan şewitîne lê bi saya amadebaşî û tedbîrên parastinê, Pêşmergeyên Komeleyê kariye xwe biparêzin. “108 caran bi mûşek û dronan êriş hat kirin” Penahî destnîşan kir ku ev êriş di çarçoveya wan êrişên Komara Îslamî ya Îranê de ne ku li dijî baregeh û navendên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê didomin. Li gorî gotina Emced Penahî, ji destpêka şerê navbera Amerîka û Îranê ve heta niha, baregeh û kampên wan 108 caran bi mûşek û dronan hatine armanckirin. (RN)
Doğubayazıt Newroz’u Davası, hukuki değil, siyasi, doğrudan Kürd millet karşıtı bir davadır…
İbrahim GÜÇLÜ Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS), Newroz’u, özüne uygun olarak 2024 ve 2025 tarihlerinde Doğubayazıt’ta ve…
Heyeta HAK-PARê Li Amedê Serdana PWKyê Kir
Heyeta HAK-PARê Li Amedê Seredana PWKyê Kir Heyeta Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) ku ji Serokê…
VİCDANİ MUTABAKAT …
Yusel AVŞAR Türkiye’nin bugün ihtiyaç duyduğu en önemli üç kavramı var. Ancak gerçek bir toplumsal ve…
Reuters: Îranê tenê ji bo du mehên din benzîn û şewat heye
Ajansa nûçeyan a “Reuters” pêka zaniyariyên çavkaniyek cihê bawerê a Îranê ragihandiye ku, ji ber şerê…
Encûmena Bilind a Îslamî: Êdî ti hincet ji bo hebûna komên çekdar li Iraqê namîne
Encûmena Bilind a Îslamî ragihand, piştî bidawîhatina proseya kontrolkirina çekan ji aliyê dewletê ve, ti hincet…
CENTCOMê binavbûna keştiyeke petrolê ya Îranê ragihand
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan keştiya petrolê ya bi navê “MT Kilo”…
Artêşa Pasdaran a Îranê li Tengava Hurmizê li belema Amerîkayê xist
Hêza Deryayî ya Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku wan li Tengava Hurmizê li belemeke Amerîkayê ya bêmirov xistiye. Birêvebiriya Pêwendiyên Giştî yên Artêşa Pasdaran a Îranê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku belemeke bêmirov a hêzên Amerîkayê ji aliyê Hêza Deryayî ya Artêşa Pasdaran ve rastî êrişê hatiye. Li gorî daxuyaniyê, ew belem “bi niyeta derbasbûna herêma parastî ya Tengava Hurmizê bûye.” Di daxuyaniyê de hat gotin ku Tengava Hurmizê wekî “rêyeke avê ya stratejîk” di bin birêvebirî û kontrola Îranê de ye. Artêşa Pasdaran a Îranê hişyarî da û got, “Em dê bi tundî bersivê bidin tevgerên hêzên Amerîkayê.” Birêvebiriya Pêwendiyên Giştî yên Artêşa Pasdaran a Îranê her wiha da zanîn ku hemû liv û tevger û gavên hêzên Amerîkayê di bin çavdêriya hûr a Hêza Deryayî de ne. Aloziya li herêmê berdewam dike Ev daxuyanî di demekê de tê ku aloziyên li Tengava Hurmizê berdewam dikin. Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) doh ragihandibû ku wan li 3 keştiyên petrolê yên Artêşa Pasdaran xistiye. Amerîkayê ev êriş piştî wê yekê pêk anî ku Îranê bi mûşekan li 2 keştiyên şer ên Amerîkayê yên li herêmê xistibû.(RN)
Li zanîngehên Bakurê Kurdistanê çend xwendekaran beşa Kurdî hilbijart?
Li gorî lêkolîneke Rûdawê, îsal li 6 zanîngehên Bakurê Kurdistanê 448 xwendekar li beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ya di qonaxên cuda yên lîsans, master û doktorayê de bi cih bûne. Mamosteyê Beşa Kurdî yê Zanîngeha Mûşê Dr. Nevzat Emînoglu ji Rûdawê re ragihand ku îsal ji ber pêvajoya çareseriyê û avhewaya nerm a siyasî daxwaza xwendekaran a li ser beşên Kurdî zêde bûye. Mamosteyê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Mêrdînê Kenanê Nado jî ji Rûdawê re got ku ya girîng ew e hikûmet di warê ziman de pêngavên şênber biavêje û çavê xwendekarên beşên Kurdî jî li van gavan e. Serdema 2026-2027an a xwendinê ji 21ê vê mehê û pê ve li zanîngehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dest pê dike. Xwendekaran êdî beşên xwe hilbijartine û li benda wê rojê ne. Çavê Kurdan û xemxwirên Kurdî li beşa Ziman û Edebiyata Kurdî bû ka îsal çend xwendekaran ew beş hilbijartine û lê bi cih bûne. Niha li 6 zanîngehên Bakurê Kurdistanê yên Mêrdîn, Mûş, Amed, Çewlîg, Dêrsim û Wanê perwerdeya Kurdî bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî tê dayîn. Ev perwerde di warê akademîk û di qonaxên lîsans, mastera bi tez û bê tez û doktorayê de ye. Kesên ku li van beşan bi cih dibin û temam dikin dibin mamoste. Tora Medyayî ya Rûdawê bi serok û berpirsên beşên Kurdî yên wan her 6 zanîngehan re axivî û amarên îsal ên xwendekarên ku li wan beşan bi cih bûne berhev kirin. Li gorî amaran, îsal daxwazeke zêde li ser beşên Kurdî yên zanîngehan hebûye û bi giştî 448 kes di qonaxên lîsans, master û doktorayê de bi cih bûne. Hema bêje hemû kontenjanên ku ji bo beşên Kurdî hatibûn veqetandin tije bûne. Xwendekar beşên Kurdî bi hez û kelecaneke zêde hildibijêrin lê ya girîng ew e ku bên tayînkirin. Mamosteyê Ziman û Edebiyata Kurdî yê Zanîngeha Mûşê Dr. Nevzat Emînoglu li ser pêvajoya xwendina Kurdî ya li zanîngehan ji Rûdawê re axivî û got ku îsal ji ber pêvajoya çareseriyê û avhewaya nerm a siyasî daxwaza xwendekaran a li ser beşên Kurdî zêde bûye. Emînoglu tekez kir, ji bo ku moral û motîvasyona xwendekarên ku ev beş hilbijartine bilind be û berdewamiyê pê bidin, girîng e ku Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê jî li gorî avhewaya heyî hejmareke zêdetir a mamosteyan tayîn bike. Mamosteyê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî yê Zanîngeha Mûşê bi bîr xist ku Wezareta Perwerdeyê di salên dawî de herî zêde 4 heta 5 mamosteyan, carinan jî 2 mamosteyan tayîn dike. Wî tekez kir ku ev yek jî bandoreke neyînî li xwendekarên ku beş hilbijartine dike. Mamosteyê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Mêrdînê Kenanê Nado jî ji Rûdawê re diyar kir ku her çi qas her sal kontenjanên beşên lîsansê yên zanîngeha wan tijî dibin jî xwendekarên ku bi cih dibin zêde berdewam nakin. Kenanê Nado got:…
Spor Kürt Boksör Agît Kabayel Bochum Altın Kitabı’na Adını Yazdırdı
WBC Ağır Sıklet Dünya Şampiyonu Kürt boksör Agit Kabayel, Almanya’nın Bochum kentinde düzenlenen özel törenle karşılandı.…
Encamnameya Duyemîn Kongreya PWKyê / PWK 2. Kongresi Sonuç Bildirgesi
Encamnameya Duyemîn Kongreya PWKyê: Îro Li Bakurê Kurdistanê Avakirina Tifaqeke Neteweyî Wazîfe û Pêwîstîyeke Dîrokî Ye…
Li Qamişloyê xwendekaran dibistan boykot kir: ‘Ziman nasnameya me ye’
Li Rojavayê Kurdistanê zenga dibistanan bi nerazîbûneke tund lê da. Xwendekarên dibistana Şehîd Jîr a li bajarê Qamişloyê, li dijî biryara kêmkirina waneyên zimanê Kurdî serî hilda û polên xwendinê boykot kirin. Xwendekaran di daxuyaniyekê de ragihand ku ew biryara hikûmeta Sûriyeyê ya ji bo terxankirina tenê 3 saetan ji bo zimanê Kurdî wekî “bêdadî û biçûkxistina nasnameyê” dibînin. Ew tekez dikin ku heta zimanê Kurdî li Sûriyeyê wekî zimanekî fermî û duyem neyê naskirin, ew dê venegerin ser dersên xwe. Biryara Şamê hat redkirin Xwendekarên dibistana Şehîd Jîr a li Qamişloyê, bi daxuyaniyeke girseyî biryara nû ya perwerdeyê ya li ser zimanê Kurdî bi temamî red kir. Xwendekarên ku xwe wekî “leheng û ciwanên berxwedêr ên civakê” pênase dikin diyar kir ku ev biryar neheqiyeke eşkere ye li dijî miletê Kurd û mafên wan ên perwerdeyê naparêze. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ziman ne tenê waneyek e lê deng û nasnameya milet e. Xwendekaran pirsî û got, “Ma nasnameya me di 3 saetan de tê parastin?” Wan ragihand ku ew ne li dijî fêrbûna zimanên biyanî ne lê li dijî kêmkirina mafê zimanê dayîkê ne û qebûl nakin ku Kurdî bibe zimanekî “vebijêrk”. ‘Bêziman jiyan nabe’ Xwesteka sereke ya xwendekaran ew e ku zimanê Kurdî li Sûriyeyê bibe zimanekî fermî û li kêleka zimanê Erebî di hemû qonaxên perwerdeyê de cih bigire. Xwendekaran bi dirûşma “Bêziman jiyan nabe” peyameke tund da rayedaran û got: “Xwendekarek ji vê derê derbasî refan nabe û heta ku ev biryar neyê betalkirin, em dê li ser rêya têkoşînê xwestekên xwe bînin zimên.” Ev çalakî nîşana rû bi rû mayîneke nû ye di navbera nifşê nû yê Rojavayê Kurdistanê û sîstema perwerdeyê ya ku Sûriyeyê hewl dide bisepîne. Xwendekar tekez dikin ku ew bi zimanê xwe dîrokê dinivîsînin û ji bo parastina çanda xwe amade ne di her şert û mercî de têkoşînê berdewam bikin.…