Li Bakurê Kurdistanê ji bona axevtina kurdî qempenya çima pêwîst e?

Îbrahîm GUÇLU

Qewimandina însana gelek kevn e, bi mîlyon salan tê terîf kirin.  Piştî  ku însan xûlûkîn an jî qewimîn,  li cî û erdnîgarên cihê qewimîn û jiyana xwe li wan ciyan û erdan û erdnîgarî domandin. Însanan cîhûwarên lê dijiyan di nav xwe de civat çêkirin û awayekî civakî jiyana xwe meşandin. Di destpêkê bi işaretan ji hevdû fahm dikirin û bi hev re didan û distandin. Bi hev re alîkarî dikirin û bi hev re afirandin çêkirin. Di nav pêvajoyê de bi awayekî mucerret civat û însanetî gihîştin merheleya ziman. Bi axevtinê ji hevdû fahm kirin. Ew ji bona însanetî bû qonaxeke girîng û dîrokî û nû.

Însanetiyê û civatan di nav pêvajoyeke dirêj de qarektereke nû qezenç kirin. Di çêbûna civatê de ziman rolekî gelek girîng û sereke lêhîst. Civat û gel di nav pêvajoyeke dîrokî û dirêj de gihîştin qonaxa netewebûnê. Netewe bi gelek hêjayiyên xwe yên dîrokî hatin nas kirin û terîf kirin. Di qonaxa netewebûnê de ziman girîngtir bû. Ziman, ji bona neteweyan bûn hêjayeke stratejîk. Heta mirov dikare bibêje ku netewe ziman e, ziman jî netewe ye. Ziman, edebiyadê û çandê û û civakîbûnê û pêwendiyên hevbeşbûnê û dîrokê çê dike. Jiyana civakî ya neteweyan xurttir û hevbeştir dike. Dema ku ziman dibe zimanê perwerdayê, wê demê netew di  nav xwe de û di nav navneteweyî de tê hûnandineke nû.

Kurdistan jî welatê kurdan e. Kurdistan li Rojhilata Navîn welatekî gelek kevn e. Netewebûna kurdan jî li ser axa Kurdistanê di pêvajoyeke dirêj de çêbû. Hezar mixabin Kurdistan di sala 1639-an de encama Peymana Qesrî Şîrînê bû dû beş û ket bin bandor û hikûmdarî û desthilatdariya 2 Împeratoriyan. Bi beşbûna yekemîn hêjayiyên neteweya kurd û zimanê kurdî jî ket bin du bandoran. Loma jî di nav xwe de kamil nebû û qels ket. Neteweya kurd jî hev dur ket.

Kurdistan û neteweya kurd di sedsala 20-an de dema ku encama Peymana Lozanê bû çar parçe û ket bin bandora çar dewletên nîjadperest û dewletên neteweyî yên Tirkan û Farisan û Ereban, hemû hêjayiyên  Kurd û Kurdistanê ketin bin xeteriyeke mezin. Ziman jî wek hebûn û hêjayiya  neteweya kurd ket bin xeteriyeke mezin.

Li her dewletek nîjadperest û kolonyalîst hêjayiyên neteweyî û zimanê kurdî bi awayekî ket bin xeteriyê û ji holêrakirinê.

Li Bakurê Kurdistanê hêjayiyên neteweyî û zimanê kurdî, di bin bandora Dewleta Kemalîst ya Kolonyalîst ya Tirk de ket bin xeteriya tunekirinê. Lewra Dewleta Tirk, piştî ku piştgiriya navneteweyî girt û hewcedariya wan bi kurdan nema, siyaseta dewletê û îdeolojiya fermi nebûna kurdan pejirandin. Hebûna neteweya Kurd hat înkar kirin. Wek siyaseta fermî ya dewletê, Tirkbûna Kurdan hat qebûl kirin.

Loma jî, ji bona ku Kurdan bikin Tirk û neteweya Kurd ji holê rakin, siyaseteke hişk ya  helandin û asîmîlasyoneke xurt meşandin. Hemû hêjayiyên neteweyî yên Kurd û Kurdistanê xesip kirin. Navê Kurdistanê qedexe kirin. Li Kurdistanê, navê welatên Kurdan kirin du herêm û navên bajar, bajerok, gundan, zozan û deştan, çiyan û çeman guhertin.

Dewleta Tirk îzin neda ku kurd navê kurdî li zarokên xwe bikin. Kurdî axevtin hat qedexe kirin, ew kesên kurdî axivîn hatin ceza kirin û hepis kirin.

Di destpêkê de ev siyaseta nîjadperest her çiqas bi zimanê kurdî perwerdayî qedexe kiribe jî li ser  axevtina kurdî bandoreke mezin çê nekir.

Mixabin piştî serhildanên neteweyî li Kurdistanê dema qetlîam û qirkirin çêbûn, zimanê kurdî di serî de hemû hêjayiyên neteweyî yên Kurdî û Kurdistanî ketin bin xeteriyeke mezin.      

Zarokên Kurdan di dibistanên Tirkan de bi Tirkî perwerde bûn û Kurdî axevtin qedexe bû. Gelek zarokên Kurdan yên xwenda an kurdî qet ne axevtin û bîra kirin, an jî kurdiya wan gelek qesl bû. Heta salên 70yî hejmara xwendavanan kêm bûn, loma jî li ser zimanê kurdî bandor kêm bû, Lê piştî salên 70yî û 80yî hejmara xwendavanên Kurd jî zêde bûn, zimanê kurdî ket bin xeteriyeke mezintir.

Kurdan ji tirsa cizayê peran û hepisê li bajaran li bazaran û li nav bajaran kurdî qise nekirin. Piştî demekê li bajaran kirîn û firotin bi giranî bi Tirkî hat meşandin.

Malabatan bi cîranên xwe re bi kurdî ne bi Tirkî dest axevtinê kirin.

Loma zimanê kurdî û axevtina zimanê kurdî gelek qels ket û li bajaran axevtin kêm bû.

Wek tê zanîn li gûndan bandora asîmîlasyon kêmtir bû. Hezar mixabin di van 30 salên dawî de xûrtbûn û zêdebuna dibistanên Tirk û xwendavên Kurd, telewîzyonan li gûundan jî Kurdî ket bin xeteriyeke mezin.

Lê li hemberî Dewleta Tirk ya tuneqebûlkirina neteweya kurd, ji bona tunekirina neteweya kurd ji holêrakirina ziman û hemû hêjayiyên neteweyî yên neteweya kurd; helwesteke neteweyî her demê pêwîst bûye. Di vê qonaxê de pêwisttir e.

Ji bona ku pêşiya siyaseta Dewleta Tirk ya tunekirina kurdan bê girtin, kurdî axevtin, kurdî xwendin û nivîsandin pêwîst e.

Ji bona ku bi zimanê kurdî perwerdebûn qedexe ye, divê axevtin, xwendin û nivîsandina kurdî pêwîst be. Divê rewşenbîr, siyasetvanên kurd, xwendvanên kurd qiymet û girîngiyê bidin xwendin û nivîûsandina kurdî.

Ji bona axevtina kurdî û xurtbûna hemû hêjayiyên kurdî di nav malabatan kurdî axevtin girîng e.

Axevtina cîran bi cîranan re bi kurdî girîng e.

Li bazarê kurdî axevtin gelek girîng e. Ew çanda kurd û û zimanê kurdî xurttir dike, qada axevtina zimanê kurdî fireh dike.

Malbatan jî him ji tirsa dewletê ya nîjadperest û an jî ji bona zarokên wan bi zimanê Tirkî serkeftî bin, îzin nedan ku zarokên wan Kurdî biaxivin. Dema ku malbatan ew yeka pêk anî, bi xwe jî ferî Tirkî bûn. Piştî nerheleyekê di nav malbatan de jî kurdî axevtin, kêm û gelek qels bû.

Ev xalên min anîn ser zimên her dem ji bona kudperweran, rêxistinên sivîl û siyasî yên kurdistanê çi legal û çi jî îllegal bûn armanc. Lê di vê armancê de serkeftin xurt nebû.

Divê ku kurdrpewer, siyasetvanên kurd, xwendevanên kurd, rêxistinên Kurd û Kurdistanê zêdetir xizmetî van armancan bikin.

Platforma Ciwanên Serbixwe yên Kurdistanê, ji bona axevtina kurdî dest bi qempenyekê kirine. Ev karekî pîroz e. Divê hemû kurdperwer û rêxistinên Kurd û Kurdistanê jî bi serê xwe û bi alîkariya Pltaforma Ciwanên Serbixwe yên Kurdistanê qempanya axevtina zimanê kurdî bimeşînin.

Diyarbekîr, 21. 04. 2024

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *