Xwendekar nikarin dersa Kirmanckî hilbijêrin!

 Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê di hinek formên dersa bijarte de ku ji dibistanan re şandiye cih nedaye Kurdî û li ser sîstemê jî cih nedaye Zazakî.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serlêdana hilbijartina dersên bijarte yên ku di sala perwerdeyê ya 2024-2025an de li dibistanên amadeyî bên dayîn 30ê Kanûna Paşînê de dest pê kir.

Serlêdanên ji bo dersên zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî dê heta 12ê Sibatê berdewam bikin.

Cih nedan Zazakî

Xwendekarên polên 5, 6, 7 û 8an dikarin heta 12 Sibatê dikarin zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî wekî dersa bijarte hilbijêrin.

Lê di formên dersa bijarte de ku Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê ji dibistanan re şandiye cih nedaye vebijêrka zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî.

Herwiha ji ber ku li ser sîstemê jî cih nedane vebijêrka Zazakî, îdareyên dibistanan nikarin xwendekarên ku Zazakî hilbijartine li ser sîstemê zêde bikin û daxwaza pirtûkên dersên Zazakî bikin.

Ev yek tê wê wateyê ku xwendekar nikarin Zazakî hilbijêrin.

Di hinek formên dersa bijarte de jî tenê îbareya Zimanên Zindî cih digire.

Li kêleka îbareyê bi reqema 4, hejmara zaravayan dide nîşandan lê belê hûrgiliyên 4 zaravayan cih nagirin.

Ji ber ku nayê zanîn di vê vebijêrkê de kîjan ziman û zarave hene, xwendekar jî zehmetiyê dikişînin û nizanin çi hilbijirêrin.

Dersa bijarte

Li gorî daxuyaniya Birêveberiya Giştî ya Perwerdeya Bingehîn a Wezareta Perwerdeya Tirkiyeyê eger herî kêm 10 xwendekar dersa Kurdî hilbijêrin, dê dersa Kurdî li dibistanan were dayîn.

Di salên derbasbûyî de yek ji astengiyên li pêşiya dersên bijarte yên Kurdî nebûna mamosteyan wekî hincet dihat nîşandan.

Li gorî daxuyaniya wezaretê eger li dibistanekê dersek were hilbijartin û mamosteyê wê dersê li wê dibistanê tinebe, dê ji dibistaneke din mamoste bê dabînkirin. Eger ev jî ne pêkan be dê mamosteyek bi pere were erkdarkirin.

Xwendekarên polên 5, 6, 7 û 8an dikarin heta 12 Sibatê bi rêya online an nivîskî serî li dersên Kurdî bidin û hilbijêrin û li ser sîstema e-okulê bê tomarkirin.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *