Divê statuya  kurdî (kurmancî- zazakî) bi huqûqê were parastin!

Xanim û zilamên berêz!

Li gelek welatan ziman û kultûrên cuda hene û ew di bin sîwana qanûn û destûran da hatine parastin û wek zimanên fermî, kultûrên fermî jîyana xwe domandine, xurt û geş bûne û ev rastî nebûne sedem ku ew welat werin parçekirin. Lê mixabin ev rastîya gelek welatan, dema li Tirkîyê jibo zimanê kurdî û parastina wê di nav çarçoveya huqûqek da were rojevê; hema bêje jibo hemî partîyên li ser hukum in an di opozisyonê (muxalefetê) da ne, dibe sedemên tirsê û ewlekarîyê ku ev şaşîyeka mezin e. Ev, encamên politika înkar û qedexekirinê ye.

Wek hûn jî dizanin li Tirkîyê di nîsana 1924an da destûrek hatîye qebûlkirin û li gora wê destûrê li qadên ku ji xelkê ra vekirî ne, axiftina kurdî hatîye qedexekirin. Bi tabîreka dî, nêzîkî sed sal e ku kurdî qedexe ye û loma li ber xetera mirinê maye.

Rêxistina Çandê, Îlmê û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), di 1999an da biryar dabû ku her sal 21ê sibatê wek ”Roja Zimanê Dayîkê yê Navberneteweyî” bê pîrozkirin û ev roj, cara ewil di 2000î da hat pîrozkirin. Qedexekirina kurdî, di çarçoveya UNESCO û gelek dezgahên dî wek NY (Neteweyên Yekbûyî) da jî sûcê mirovatîyê ye ku wek linguistic genocide (qirkirina ziman) tê binavkirin. Li gora wê rapora UNESCOyê, li Tirkîyê zimanê kurdî jî li ber xetera mirinê ye.

Di maddeyên 1-3 yên Bildirgeya mafên mirovî yên giştî yên NY da  weha hatîye nivîsîn:

”Hemî mirov di warê heysîyet û mafan da wekhev in û azad tên dinyayê. Ew xwedîyê heman aqil û wijdanê ne û li hemberî hev di nav dîtina birayetîyê da divê hewil bidin. Jîyan, azadî û ewletîya şexsî, mafê her mirovî ye.” Tirkîya wê jî weha ye:

”Tüm insanlar özgür, onur ve haklar bakımından eşit doğarlar. Akıl ve vicdana sahiptirler ve birbirlerine karşı kardeşlik anlayışı içinde hareket etmelidirler. Yaşam, özgürlük ve şahsın güvenliği her insanın hakkıdır.” (BM insan hakları evrensel bil. Md. 1-3)

Politika înkar û qedexekirina li ser zimanan, li gora gelek Ayetên Qur´ana Pîroz jî guneh û sûceke mezin e. Em dixwazin tenî yek ji wan Ayetan li jêr pêşkêş bikin:

Sûreyê Hucuratê 49, Ayet 13: ”Gelî mirovan! Me we, wek jin û mêrek afirand. Me hûn kirin milliyet û qebîle da ku hûn hev nas bikin. Li cem Xwedê yê herî bi qîmet ew kes e ku xwe diparêze. ..”

Tirkîya wê jî weha ye: ”Ey insanlar! Biz sizleri bir erkek ve bir dişiden yarattık. Birbirinizi tanıyasınız diye sizi uluslara ve oymaklara ayırdık. Kuşkusuz Allah katında sizin en değerliniz, O´na karşı en fazla sorumluluk bilinci taşıyanınızdır. …”

Xanim û zilamên berêz!

Recep Tayyip Erdoğan, Serekê Partîya Refahê (PR) yê Bajarê Stanbolê (nuha serekcumhûrê Tirkîyê û serekê AKP ye), di derbarê kurdî da raporek amade kirîye û di 18.12.1991an da pêşwazîyê Serekê Giştî yê PR Necmettin Erbakan kirîye; çend rêzên wê raporê weha ne:

”Divê em îdeolojiya resmî bi dengeke bilind binirxînin û bi awayê zelal û vekirî bêjin ku ew li Tirkîyê 75 sal e ku di mijara kurdî da di çarçoveya înkarê, asimilekirinê û tedayê da hewil daye…”; ”Kurdî ku kurd pê diaxifin, zimanekî serbixwe ye ku têkilîyê wî bi tirkî ra tune ye…”

Di pêvajoya 1991ê virve hin astengên li pêşîya kurdî hatin rakirin û di çarçoveya weşangerî û perwerdeyê da hin gav hatin avêtin. Mîsal weşanên TRT-6 (TRT Kurdî), li hin zanîngehan perwerdeya beşê kurdî vebûn, li wan deran Lîsansa Kurdî û Teza Doktorayê ya Kurdî hatin pêkanîn, li dibistanan jibo şagirtan Dersa Kurdî wek derseka bijarte hat qebûlkirin û wd. Bêguman pêkanîna van mafan tiştên heyînî ne, lê jibo kurdî di nav çarçoveya huqûqê da bibe resmî û were parastin, ne bes in.

Partîyên wek DEVA û GELECEK, di bernameyên xwe da cî dane perwerdeya bi zimanê kurdî. Guman nîne ku ev jibo wan partîyan pêşveçûnek e. Ev dê jibo pêşerojê bibe sedemê çêkirina perspektifeke têkuz ku di bin parastina huqûqek da were bicîkirin.

Ev politika înkar û qedexekirinê li ser ziman û kultûra kurdî; li gora pîvanên Qur´anê û dezgahên navberneteweyî hem eybeke mezin e û hem jî suceke mirovatîyê ye. Loma em ji we tika dikin ku carek be jî dema hûn vê pêşnîyaza me bixwînin, ji kerema xwe ra qasî 5-10 deqîqeyan xwe wek kurd qebûl bikin û muhasebeya wijdanên xwe di çarçoveya etikê da binirxînin. Ji ber ku pêwist e Tirkîye di destûr û qanûnên xwe da guhartinan çêke û zimanê kurdî têxe bin parastina huqûqek ku ji bin wê eybê û sucdarîyê rizgar bibe. Jibo vê sererastkirinê ji hemî partîyan ra berpirsîyarîyeke dîrokî dikeve.

Bi hêvîya ku encamên heyînî derkevin holê û ji vê pirsê ra çareserî were dîtin, em silav û rêzgirtinên xwe yên birayetîyê pêşkêşî we dikin.

Navên me ku vê pêşnîyazê pêşkêş dikin, vane li jêr in:

…. 2023/Dîyarbakir

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê)

PSK (Partîya Sosyalista Kurdistanê)

TDK-TEVGER (Tevgera Demokratika Kurdistanê)

Jêrenot:

Ez Siddîq Bozarslan wek birayekî we, vê pêşnîyaza xwe wek reşbelekek pêşkêşî cenabên we dikim. Hûn wek sêqolî ji xwe ra metnek (tirkî-kurmancî-zazakî) amade bikin, hêvîdar im ev teslax jibo we bibe alîkar. Ji ber ku navenda we li Amedê ye divê hûn bi wê metnê, xwe bigihîn ber hemî rêxistinên ku li Amedê hene (wek kluba sporê, komel û sendîkayên esnaf, memur, karker, abûqad, muhendis, doktor, sanatkar, platform, partî û rêxistinên sîyasî, çandî û wd…) û pêşnîyaza xwe pêşkêş bikin û wexteke mequl (wek du hefte) bidin wan da ku ew bersiv bidin we. Jibo karên we hêsatir bimeşe hûn divê navnîşanên xwe yên teknikî (e-mail) jî bidin wan ku bi we ra têkilîyên bersivdayînê bidin û van karan divê hûn bixin bin protokolek û di encamê da îhtîmala herî xirab, eger hûn bersiveke erênî ji tu alîyan nestînin; wê çaxê wek sêqolî hûn dê pêşnîyaza xwe bibin Ankarê teslîmê alîyên îktîdarê û muxalefetê bikin.

Ev xebat jibo we dê bibe hewildaneke dîrokî. Divê em ji bîr nekin ku ev hewildana jibo zimanê kurdî, dê bibe hewildaneka ku sedsal dereng maye ku bapîrên me keys û firsend nedîtine da ku wê pêkbînin.

Digel silavên biratîyê ez ji we ra serkeftinê dixwazim û sala nû li we û malbatên we û li hemî kurdan pîroz dikim.

29.12.2022/ Swed/ Siddîq Bozarslan

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Leave a Reply

Your email address will not be published.