Xiyaneta 16ê Cotmehê: İşgala Kerkukê…

Îbrahîm GUÇLU 

Kurdistaniyan di hilbijartinê de cezake mezin dan xiyanetkarên 16ê Cotmehê. Dor hat desthilatdarîya Kurdistanê dê çi bike? 

Neteweya kurd, di dîroka xwe ya nêzik ya 80 salî de, bi sê xiyanetan re rû be rû bû.

Di van her sisê xıyanetan de du dewletên Kurdistanê hatin rûxandin û pêşîya avakirina dewletekê jî hat girtin.  

 Dewleta Mahabadê ya Kurdistanê di sala 1946an de encama xiyaneteke mezin hat rûxandin. Serokatîya Dewletê û Serokkomar Qadi Mihemed hatin derve kıirin. 

Di sala 1975an de, Otonomiya Kurdistanê encama xiyaneteke mezin hat rûxandin 

 Xiyaneta mezin ya dawî jî di 16ê Cotmeha 2017an de hat rojevê. 

Wek tê zanîn, di sala 2017an de ji bona kurdên her çar parçeyan û kurdên dinyayê du rojên dîrokî hatin rojevê.

 Rojek, di 25ê îlonê de hat rojevê, ev roja ji bona Kurdistanîyan roja şayîyê bû.

 Rojek jî, di 16ê Cotmehê 2018an de hat rojevê, ev roja jî,roja reş û tarî bû. Roja xiyanetê ye.

                                           ***** 

Meha îlonê, ji bona kurdan, hem meheke pîroz e û him jî meha êşê ye.

 Di meha îlonê de, li Kurdistanê du qewimandinên dîrokî û girîng hatin holê.

 Bûyera dîrokî ya yekemîn, di îlona 1961an de, bi Şoreşa Milî ya Îlonê, di bin pêşengîya Serok Mele Mistefa Barzanî û PDKê de dest pê kir. Encama vê şoreşa milî ya pîroz, Kurdistanîyan li Kurdistanê di çarçoveya otonomiyê de bûn desthilatdar û serwer. 

Piştî rûxandina Otonomiya Kurdistanê (1975), Şoreşa milî domand. Şerê Kendavê ya Yekemîn û Duyemîn di herêmê de û di Kurdistanê de guhertinên bingehîn anîn rojevê. Kurdistan bû herêmeke azad û federe. Bi piştgirîya Kurdistanê, di sala 2005an de Iraq jî bû dewleteke federal û Kurdistan bû dewleta federe.

 Hezar mixabin, ereb ji bona ku ji nîjadperestî û neteweperestîya teng xelas nebûn, ji bona dewleteke federal û demokrat xebat nekirin. Loma jî Serok Barzanî û desthilatdarîya Kurdistanê biryara serxwebûnê û dewleta Kurdistanê dan. Ji bona ku ev biryara bibe biryara Kurdistanîyan, biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê wergirtin.

 Referandûma serxwebûna Kurdistanê, di 25ê îlona 2017an de hat li darxistin. Li Kurdistanê, bi awayekî siyasî û demokratîk û aştîxwazî Şoreşa Milî ya Siyasî qewimî. Kurdistanîyan, ji %93 dengan, biryara dewle tavakirinê dan.

 Ev biryara, biryareke dîrokî bû. Roja Şoreşa Milî a Siyasî bû. Loma jî li hemû parçeyên Kurdistanê, di nav kurdên dinyayê de bû roja şahîyê. Lewra ji bona dewleta Kurdistanê rê vekir û pêvajoyê dest pê kir.

                                              *****

 Berîya Referandûma serxwebûna Kurdistanê, çar dewletên kolonyalîst, hêzên navneteweyî (di serî de jî Emerîkayê) ji referandûmê re ecizîya xwe diyar kirin. Gotin ku divê li Başûrê Kurdistanê Serok Barzanî û desthilatdariya Kurdistanê dev ji referandûma serxebûna Kurdistan ber din û referandûnê paşve bixin.

 Serok Barzanî û desthilatdariya Kurdistanê ev daxwazan qebûl nekirin, bi qerardarî referandûma serxwebûna Kurdistanê li darxistin. Kurdistanîyan jî rûyê wan spî kir, piştgirîya xwe li hemberî êrişên dewletên kolonyalîst û hêzên navneteweyî diyar kirin. 

Dema ku referandûma serxwebûna Kurdistanê bi serkeftî derbas bû û Kurdistanîyan biryaran dewletavakirinê dan, dewletên kolonyalîst gelek eciz bûn. Ji bona pêşeroja xwe tirsîyan. Ji bona pêşîya dewleta Kurdistanê bigrin, ketin nav hewildanên gelek qirêj û xeter. Planên xûrt çêkirin. Li Kurdistanê jî, ji bona xwe li heval û hevalbendan gerîyan û amade kirin.

 Ev amadekarîya dewletên kolonyalîst û hêzên navneteweyî, 20 rojan domand. Piştî 20 rojan, di 21ê Cotmeha 2017an êrîşa leşkerî dest pê kir. Grûba Xiyanetê ya di nav YNKê de, PKK û Goranê; hêzên navneteweyî Îngiltereyê û Emerîkayê ji dewletên kolonyalîst re piştgirî kirin, bûn sedem ku Kerkuk û gelek deverên Kurdistanê îşgal bibin..

 Serok Barzanî û desthilatdarîya Kurdistanê ji bona ku şerê navxwe dernekeve nikarîn şer bikin; pêşîya vê îşgalê bigrin; dest û lingên wan hatin girêdan. 

Ev roja, ji bona kurdan li her çar parçeyan bû roja şînê, bû roja reş û tarî. Xençer li dilê Kurdistanê û Kerkûkê hat xistin. Ji wê rojê vir ve dilê Kurdistanê xwîn der dibe. Kurdistanî, di nav şînê de ne. Heta ku Kerkûk ji îşgalê xelas nebe, Dewleta Kurdistanê ava nebe, ew şîna dê dom bike.

                                 *****

Hezar mixabin, piştî ku Kerkük hat îşgal kirn, xiyanetkar nehatin darizandin û ceza kirin. Vê yekê Kurdistanî zêdetir brîndar kirin. Ev brîndarîya her ku çû kûr bû û xwîn bû. Ew êşa hîn dom dike.

Di hilbijartina Iraqa Federal de (10.10.2021), encamên derketin holê, piçek dilê kurdistanîyan hênik kir û êşa wan piçek be jî kêm kir.

Ez gelek bi rehetî dikarim bibêjim ku rihê serxwebûnê û refêrandûmê, di hilbijartinê de qezenç kir. Kurdistanê û Kurdistanîyan qezenç kir. PDKê li Kurdistanê û cîwarên Kurdistanî bû partîya yekem.

Dijminên Kurd û Kurdistanê Îranê, PKK, Haşdî Şabî bi awayekî gelek xûrt wenda kir. Gelê me derseke mezin li Kurdistanê û li hemû deverên Kurdistanî, li Kerkûkê, li Sileymanîyê, li Misûlê, li Şengalê da Îran, Haşdî Şabî û PKKê. Bi taybetî jî derseke mezin da PKKê. Lewra namzetên PKKê, bi tevayî 1000 deng girtin. Li Şengalê derket holê ku PKK zûlumkar, biyanî, terorîst, dagırker e. Lewra PKK û Haşdî Şabi li Şengalê kotekek mezin xwarin. Li wir jî nikarîn parlamenteran derxin. PKKê digot ku “min Şengal rizgar kiriye” derket holê ku ev dereweke mezin ya PKKê ye. Ev rastîya dihat zanîn. Lê Kurdistanîyan û gelê me yên Êzîdî bi dengên derxist holê ku PKKê derewîn e. Ji PKKê re got ku “te li me zilum kir. Loma jî min deng neda te. Tu rêxistineke biyanî, dagirker, terorîst î, tu zarokên me direvînî, tu pêşmergeyên me dikûjî, tu ji gundîyên me xerac digrî, divê tu ji Şengalê derkevî”.

Ji Hikûmeta Federal û Kurdistanê re jî got ku “berîya vê salekê we peyman çêkir ku hûn Haşdî Şabî û PKKê ji Şengalê derxin. We nikarî derxin, lê me bi dengên xwe ew rezîl û ruswa kirin. Ne rewabûna wan derxiste holê.

YNK û Goran ji bona ku ji xeta neteweyî dûr ketin, li hemberî Dewleta Federe ya Kurdistanê vatinîyên xwe pêk neanîn, bi Îranê re bûn heval, bûn sedem ku Kerkûk dagir bibe, li dijî destwerdana PKKê û Haşdî Şabî derneketin, ji rewşa Şengalê re çavên xwe girtin, di dagîrkirina Kerkûkê de xwedîyê roleke girîng bûn, dixwazin ku Sileymaniyê ji Kurdistanê veqetînin, wenda kirin.

Goranê qet parlamenter dernexist. Piştî  encama xirab, berpirsiyarên Goranê dest ji kar berdan.

                                            *****

Kurdistanîyan li hemberî xiyanetkaran wezîfaya xwe di hilbijartinê de pêk anîn. Nuha dor ya Hikûmeta Kurdistanê ye. Divê ew wezîfeya xwe pêk bînin. Ji bona ku xiyanetkarên Kerkûkê pêvajoya hiqûqî bide dest pê kirin. Darizandina wan re derfet çêkin. Ji bona ku ew ceza bibin xebat bikin.

Xiyanetkarên Kerkûkê di van rojên dawî de jî xiyaneta xwe pêşxistin. Walîyê (parêzgehê) nûha li Kerkukê heye û dijminê kurdan e. ji bona wek parêzgeh bimîne peymanname îmze kirine! 

Diyarbekîr, 22. 10. 2021

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *