Ahmet Guneştekin! Bibe Kurdê xwe, nebe pergala destê dijmin!

Åžeyhmus OZZENGIN

Huner karek pîroz e. Min di jîyana xwe de her qîmet daye hunerê. Ji ber ku di jîyana civakî de huner, cîhekî girîng digire. Huner ji me kurdan re lazim e. Ji ber yên ku bixwazin civatê bihonin, di nav hest û ramanên civatê de, hest û ramanên estetîk bicîh bikin, ew bi wêje û hunerê re eleqeder dibin. Jîngeha sîyasetê pir sert e, yên ku bi bandora xwe wê nerm jî dike huner e.

Her hunermend, divê pêşî bibe hunermendê miletê xwe. Dûvre dikare hewlên derbaskirina navsînoran heq bike û bibe rûmeta miletê xwe, di qada navnetewî de. Heger meriv, bê ku bibe hunermendê miletê xwe, di xizmeta dijmin û neyaran keve, ew, wê zerarê bide miletê xwe.

Ahmet Guneştekin, yek ji wan kesa ye. Berî ku bibe Kurd, berî ku bibe kurdê xwe, berî ku bibe hunermendê miletê xwe, hewla derbaskirina sînoran daye xwe. Keftar, gur û wawîk li dora xwe kom kirîye û anîye Amûdê. Bûye gula destê kujerên miletê me, bûye gula destê kemalîstan û li ser tabûtên me destê xwe dirêjî wan kemalîstên (wek Ekrem İmamoglu, Meral Akşener, Muhittin Bocek ) ku li orta Amedê posterê Kemal Atatürkê dest bi xwîn dîyarîyî HDP kirin, îmza xwe avêt bin kujtina 17 hezar kurdan û pirtûkên kurdî, zimanê Kurdî qedexe kir.

Ji kurdan re huner lazim e. Ji kurdan re hafiza lazime. Ji kurdan re hunermendên bi hêz jî lazimin. Lê ew hunermendê ku ji nav kurdan derkeve û bibe desmala destê govendkêşên tirkayetîyê li Kurdistanê, ew zerarê dide Kurd û Kurdistanê. Bihêzbûna wî zerarê dide Kurd û Kurdistanê. Cîhê wî di hêwana kurdan de tine ye.

Di kuçên Amedê de, di seranserê Kurdistanê de, di navbera hafiza dewletê û hafiza miletê Kurd de şerekî dijwar heye. Ev şer, şerê di navbera dagirkaran û Kurdistanê de ye. Yek dixwaze zû bi zû hafiza kurdan bide ji bîrkirin, yek jî şerê xwe bi her pergalî dimeşîne ku hafiza xwe zînde bihêle.

Ahmet Guneştekin, di vî şerî de, li cem dewletê cîh girtîye. Dema em li yên ku li kêleka Ahmet Guneştekin cîh girtine dinêrin:

1-Ekrem îmamoglu çeleng şandibû pêşangehê. Ekrem İmamoğlu: Li ser pişta kurdan bû serokê Şahredarîya Stenbolê. Dema hat Amedê, posterê Mustefa Kemal ê dest bi xwîn dîyarîyî HDP kir. Bi vî rengî, mesaj da kurdan. Ekrem îmamogulu hafiza dewletê temsîl dike.

2-Meral Akşener Çeleng şandibû pêşengehê: Kurd divê hafiza xwe nû bikin. Meral Akşener yek ji wan kujerê 17 hezar kurdan e. Meral Akşener, yek ji wan kesan e ku dijminê Kurd, zimanê Kurdî û Kurdistanê ye. Hafiza dewletê temsîl dike.

3-Muhittin Bocek, serokê Şahredarîya Antalya, çeleng şandîye Pêşengehê. Muhittin Bocek, ew kesê ku di fuara pirtûkan a Antalya de pirtûkên Kurdî qedexe kiribû. Muhittin Bocek, aklê dewletê temsîl dike.

4-Di pêşengehê de, li gel Ahmed Guneştekin, aklê dewletê, hafiza dewletê cîh girtibû.

Li gor van esasan dema em li Ahmet Guneştekin, li yên ku piştgirî dane vê pêşengehê û armancên wan dinêrin, em pir rehet dikarin bêjin ku, ev projeyek dewletê ye. Yek ji lingê projeya dewletê a entegrasyonê ye. Yek ji lingê êrîşkarîya dewletê a ser kurdan e û Ahmet Guneştekin bûye pergalek ji van projeyan re.

20.10.2021

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *