Bedirxan EPOZDEMIR
Kurd, bi tîrk hev rexne dikin û heqaret dikin.
Gelekê wan jî xwedan berpirsîyarî nînin.
Aşê xwe dihêrin û destên wan di bin kevir de nîne.
Ya sosrettir çîye? Doza Kurdistaneke serbixwe dikin. Ji derveyê xwe herkes şaş heta bi hêsayî tawanbar dikin.
Xelk ava dike, em xira dikin. Xelk yekitîya xwe avadike em her tişt berevacî dikin.
Dek, dolap, fesadî û tevlîhevî karê welatparêzan nîne. Gotinên vala û pûç xizmet nakin ji tevgera welatparêz û demoqrat ra.
Siyaset gerek xwedan wate û kalîte bî.
Siyasetmedarên me gerek ferqêk bixine navbeyna xwe û siyaseta zordara.
Li metropolan xazel xwendin hêsa ye.
Fermo welat bendewarê we ye.
Xêra xwe ku hun nikarin ava bikin, qet nebî xira nekin.
Û êşa herî giran; hingî ku em dijatîya hev dikin, seda yek dijî dagirkeran dernakevin.
Birayên ezîz, ewên alema seyah ji xwe ra xistine star û armanç, ji kerema xwe ra piçek hêsa bin, etîk bin, hinek jî niqteyên hevbeş binine holê.
Kîn û edawetê belav nekin.
Hinek jî rê bidine evîn û rêzdarîyê.
Ji kereme xwe ra hinek van bicerbînin.
Hezkirin, kilîda hemû pirsgirêka nê.


