Sistema Federalî li Belçikayê

Siddik BOZARSLAN

Mîsaleka balkêş jî Belçiqa ye. Navê Belçikayê, ji navê herêma ”Galya Belgica” hatîye ku romayîyan lê danîye. Bi navê Belçikayê li herêmê civatek an neteweyek tune ye. Belçika cara ewil di 1790î da bi navê ”Dewletên Yekbûyîyê Belçika”yê bûye dewleteka serbixwe û di 1794an da ketîye bin dagirkerîya Fransayê. Pêvajoya piştî dagirkerîya Fransayê, Belçika demeke dirêj di bin îdereya Fransa, Hollanda, Almanya û Avusturyayê da maye.

Mezinîya erdê Belçikayê, tenê 30.513 kilometre çarkoşe ye û nufûsa wê qasî 10 milyonî ye. %89yê nufûsê katolik e. Belçika heta salên 1962yan welatên Zaire, Brundi û Ruandayê kirîye kolonîyên xwe û ew jî wek dewleteka kolonyalist hukum li ser wan kirîye. Du civatên sereke yên mezin wek civatên neteweyî Belçikayê pêk tînin ku ew flaman û volan in. Volan, fransî diaxifin û flaman jî flamanî û hollandî diaxifin. Li herêma volan civateka biçûk jî heye ku bi almanî diaxifin. Flamanî %59yê nufûsa tevayî teşkil dike, volan jî %40ê nufûsê ye û yên almanî diaxifin jî %1 e.

Di 1873yan da li Belçikayê yasayek derçûye û li gora wê yasayê zimanên fransî û flamanî di Mahkemeyên Cezayê da hatine bikaranîn. Li ser esasê ”Yasaya Wekhevîyê” di 1898an da karanîna biryarname û yasayan bi wan du zimanan pêk hat. Di 1932yan da qanûna ziman çêbû û bi wê qanûnê prensibên ”yek zimanî” jibo esasên herêmî qebûl bû ku li gora wê, zimanê ku di herêmêk da tê karanîn, jibo wê herêmê ew ziman dibe ”yek ziman”. Ev yasa, di 1962- 63yan da bi hin guhertinan careke dî hat qebûlkirin ku li gora guhertinên nû bi tevayî çar herêmên ziman hatin tespîtkirin ku herêmek jibo duzimanî û sê herêm jî jibo yekzimanî hatin qebûlkirin û ew di maddeya 4. a Destûra 1993yan da cî girt.

Belçika ku berê li gora esasê navendî dihat îdarekirin; bi guhertinên destûrî yên 1970, 1980, 1988- 89 û 1993yan pêve dûzennameya dewletê derbasî Sistema Federalîyê bû. Naverokên hin maddeyên destûrê, wek numûne hûn dikarin li jêr bixwînin:

Madde 1: Belçika, dewleteka federalî ye ku ji herêman û civatan pêk hatîye. Madde 2: Belçika, ji sê civatan pêk hatîye ku almanî, flamanî û fransî diaxifin. Madde 3: Belçika, ji sê herêman pêk hatîye ku ew Volan, Flaman û Bruksel in. Madde 4: Belçika, ji çar herêmên zimên pêk hatîye; almanî, fransî, hollandî (flamanî) û paytext Bruksela duzimanî.

Li gora maddeya 4an, sînorên herêmên zimên bi rêya yasayê dikare biguhere, lê ev jî bi destûrdayîna piranîyê: ji sisêyan diduyê nufûsa wê herêma zimên mimkun dibe. Bi awayeka dî; gruba zimanekî bi tena serê xwe nikare vê biryarê bide.

Organên federalî yên navendî û organên herêmî digel hev rêveberîya hukumranîya Dewleta Federal a Belçikayê ava dikin.Berpirsîyarî û vatinîyên yasayê û rêveberîyê, bi şirîkatîyê tê karanîn. Eger em bi awayeka dî bidin zanîn, civatên neteweyî ku mebesta gotinê ne, meclisên wan ên herêmî hene û di meclisa navendî da jî tên temsîlkirin.

Ji bil serokwezîr, hemî endamên hukumetê, li gora lihevhatinê ji flaman û volanan pêk tên ku jimarên wan jî wek hev in. Belçika, xwedîyê organên navenda federalî ye ku vatinîya yasayê û rêveberîyê pêk tîne. Selahîyeta yasayê, bi şirîkatî tê xebitandin ku ji qral, senatoyê û meclisê pêk tê. Meclis ji 150 kesan pêk tê ku ew ji 21 herêmên hilbijartinê, bi awayê sistema rasteqîn û nispî tên hilbijartin. Senato, ji 71 kesan pêk tê û li wir pirsên ku li herêman rûdidin ra çareserîyê dibînin. Hin Endamên Senatoyê ji alîyê herêmên Flaman, Volan û Brukselê ve tên hilbijartin û hin jî tên destnîşankirin (ango tayînkirin).

Wek ku li jor bi kurtayî min sistema federalî ya Belçikayê jibo we hêjayan raxist meydanê; li gora prensibên federasyonê, hemî civatên neteweyî dikarin vatinî û berpirsîyarîyên xwe hem di organên herêmî da û hem di organên navendî da bînin şûnê û digel wê ew dikarin van karên xwe di organekî da jî bikin yek ku ew jî di destûrê da hatîye xuyakirin. Mîsal, digel ku temsîlbûna Volanan hem di meclisa navendî (hukumet) da û hem di meclisa herêmî da heye; Flamanan van maf û berpirsîyarîyên xwe yên di du organan da kirine yek. Yanî bi tabîreka dî tenê meclisek û hukumeteke wan heye. Civata alman, ji ber ku îmkanên wan ên rêxistinkirina herêmî tune; ew xwedîyê maf in ku berpirsîyarî û vatinîya xwe ya herêmî di organa herêma Volanan da bînin cî, yanî dewrê wan bikin.

Wek ku me cewherên sistema federalî ya Belçikayê bi xetên qalind dît; civatên neteweyî yên cuda, şolên xwe di nav wê sistemê da çareser kirine; bê ku ”xetera parçebûnê” çêbe. Bi hêsayî mirov dikare bêje ku risma Belçikayê ya giştî jibo sistema federalîyê; ji herêmên otonom ên Spanyayê û ji Eyaletên Almanya Federal zêdetir xwedîyê selahîyetan e.

Li merkeza Belçikayê, Broya bi zamanên flamanî û fransî heye; lê yên flamanî qet naxwazin fransî biaxifin. Ji ber ku ew prensibê flamanî esas digrin. Mîsaleka balkêş jî jibo Bosna û Serbîyan em dibînin. Dema bosnayî û serbî ji hev veqetîyan; serbîyan nexewstin bi bosnayîyan ra bi zimanê wan biaxifin û loma wan bi ingilizî qise kirin, ji ber ku ev jibo wan prensibeke esasî bû.

Bi çend hevokan be jî ez dixwazim piçek behsa İtalya û İngilztanê jî bikim û bi vî awayî vî beşî bi dawî bînim. Tê zanîn ku li İtalyayê civatên neteweyî ku li cîyên cuda dijîn, ew li herêmên otonom hemî mafên xwe bi kartînin û alayên wan jî di nav da bi awayeke azad mafên xwe yên neteweyî û demokratik dixebitînin.

Kêm zêde heman mafên neteweyî jibo gelneteweyên ku li welatê Galê û İskoçyayê û Giravên İrlandayê yên Bakur dijîn, di nav yekîtîya İngilztanê da wan mafan bi azadî dixebitînin. Ewana, bi navên xwe yên neteweyî beşdarîya pêşbirkên sporê dibin, alayên xwe dadilqînin û ji hemî mafên neteweyî fêdeyê dibînin. (Kmnd r. 171- 175)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir