TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî!

Ji roja ku PKK şerê çekdarî destpê kirîye û heta niha çi ji kurdan stend û çi bi kurdan da qezenc kirin?

Ezê hêla PKK, ya ku çi zerar daye doza Kurd û Kurdistanê derxim guftûgoyê:

-Di şerê çekdarî yê ku PKK di 37 salan de meşandîyede, nêzî 150 hezar Kurd hatine kujtin!

-PKK, enerjîyek mezin a kurdan ya 37 salan li dora xwe kom kir û ev enerjî, di warekî dijminane de bikar anî. Zanayên Kurdan, sîyasetmedar û serokeşîrên kurdan, maldarên kurdan, xwende û rewşenbîrên kurdan, gundîyên kurdan kir hedefa xwe û terorîze kir. Yên ku di nav refên PKK de cîh negirt û beşdarî kerwanê wan nebû, xist hedefa xwe. Li wan xist, tehdît kir û kujt!

-Di vî şerî de 4 hezar û 500 gund hatine valakirin û şewitandin…

-12 milîyon Kurd, Kurdistanê terk kirine û li metropolên tirkan raserî asîmîlasyonê, êrîşên nîjadperestî û karesatên xerab bûne. Beşek ji van jî li cîhanê bûn penaber.

-PKK, dîyaspora Kurd pir bi xerabî bikar anî û nehîşt, ku dîyasporayek bi rêk û pêk ji kurdan re derkeve holê û Kurd li dîyaspora bibin xwedî dezgeh.

-Di pêvajoka vî şerî de 17 hezar Kurd, bi destê hêzên reş hatin kujtin. Piranîyên kûjerên van bûyeran, PKK`yîyên ku radestî dewleta tirk bibûn û ji dewleta tirkan re dixebitîn.

-PKK, di 2yê meha 11. 2015 de bi mebesta „xweserîya Demokratîk“, „şerê Xendekan“ dest pê kir û di „şerê xendekan“de; li Şirnex, Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Gever, Farqîn, Licê ; bi mebesta „xweserîya demokratîk“, malên kurdan bi serserê wan de hilweşîyan. Nêzî 6 hezan ciwanên Kurd di van xendekan de hatin qetilkirin. Bi rojan cesedên kurdan li kuçan bê xwedî man. Derfetek mezin da dewleta tirk, ku hemû şaredarîyên di destê wan de, radestî dewleta tirk bibin.

Ji bona karesatên „şerê xendekan PKK, ne lêborîna xwe ji miletê Kurd xwest û ne jî bibîr anî! Di hundurê salekê de ji hafiza kurdan derxist, wek ku, ew bahoz nehat serê kurdan di „şerê xendekan“ de.

-PKK, li Başûrê Roavayê Kurdistanê, îradeya kurdên Başûrê Roavayê Kurdistanê ji destê wan derxist. Yên ku ev zilma PKK qebûl nekirin, hatin kujtin, hatin revandin, hatin zîndan kirin û welatê bav û kalên xwe terk kirin.

-Berpirsên partîyên kurdan, ji Başûrê Roavayê Kurdistanê derxistin û ofîsên partîyên wan hatin şewitandin. Li vî beşê Kurdistanê bi destê PKK, Ala Kurdistanê, ku bi xwîna cangorîyên Kurdistanê hatibû xemilandin, binpê bû. Her kes li vî beşê Kurdistanê bi „bijî serok Apo“ rûnişt û rabû. Bi helwestek yekalî û dîktatorî civat hat dîzayn kirin.

-PKK, her roj, bi xwepêşandanan, alên PKK û afîşên A. Ocalan li hidûdê Tirkîyê bilind kirin û Tirkîye vexwendin Başûrê Roavayê Kurdistanê.

-Ji Efrîn, Hezaz, Cereblûs, Girê Spî, heta Serê Kanîyê; 480 Km. axa Kurdistanê radestî dewleta tirk kirin.

-Ev deverên ku radestî tirkan bûn, bi destê tirkan û hêzên tundrew, hemû raserî guhertinek demografîk bûn. Dewleta tirk, ereb li wir bicîh kirin. Bi alîkarîya hêzên tundrew dest dirêjî mal û namûsa kurdan bû. Li ser vê axa Kurdan, hejmara kurdan 80 ji % bû. Niha daketîye 20 ji % serjimarê!

-2,5 milîyon Kurd li ser axa Roavayê Kurdistanê niştecî bûn. Niha ev hejmar daketîye 800 hezarî. Ji vê hejmarê jî, 500 hezar di kampan de; bê nan, bê av û bê elektrîk û derman in, bi pirsgirêkan ve rû bi rû dijîn.

-PKK, li ser navê „biratîya gelan“ ji jêra Sûrîyê 4 milîyon ereb anîne û di malên kurdan de bicîh kirine. Niha nifûsa vê herêmê % ji 20an Kurd mane. Yani, piranîyê niştîyên seranserê axa Başûrêroavayê Kurdistanê bûne ereb!

-Dema ku DAÎŞ êrîş anî ser Kurd û Kurdistanê; artêşa İraqê çekên xwe ji DAÎŞ re hişt û Şingal, Mûsil jî di nav de, hemû herêmên li gor madeya 140, ku li hêvîya referandûmê bûn radestî DAÎŞ kir.

-Rojek li ser vê rastîyê medya PKK du xet nivîs dernexist û ev rastî neanî ziman.

-Ji hêla din de jî PKK, li gor xwestin û stratejîya Îran û Tirkîyê, jinek şandibû Şingal û wek pepûkan digot; „pêşmerge şer nake, pêşmerge direve, xayîn pêşmerge..Gerila şer dike..gerila Şingal rizgar kir!“

Eynî PKK wê demê, ji kesayetên Ewrûpa û yên parlementoya Ewrûpa re name dişandin, li parlamentoya Ewrûpa protesto dikirin û digotin;

„çeka nedin kurdan, nedin Barzanîyan, nedin pêşmergan, ew nizanin şer bikin. Wê çekên xwe bifroşin DAÎŞ!“

-PKK, piştî ku Roavayê Başûrê Kurdistanê ji kurdan vala kir, niha berê tirkan daye Başûrê Kurdistanê. Gav bi gav Başûr têt dagîrkirin.

-Niha Şingal; di destê Haşdî Şabî û PKK de ye. 350 hezar Kurdên Êzdî di kampan de dijîn û ji ber hebûna PKK û Heşdî Şabî û tehdîda Tirkîyê, ev 7 sal e nikarin vegerin ser cîh û warên xwe. PKK zarokên wan direvîne û bê riza malbatên Êzdîyan zarokên wan ji xwe re dike şervan û dide kujtin.

-PKK, statûya Başûrê Kurdistanê, hikûmeta Herêma Kurdistanê, parlementoya Kurdistanê, asayîş û dadwerîya Kurdistanê nasnake. Li vî beşê Kurdistanê axa wan ji wan re qedexe dike û dikûje, kurdkujîyê dike.

-PKK êrîşan tîne ser hêzên Pêşmergan. Rêyên wan mayîn dike, kemînan datîne pêşîya pêşmergan û bi Qenasan dikuje û birîndar dike.

-Borîyên nefta Kurdistanê diteqîne û zerarê dide aborîya Herêma Kurdistanê. Bi qutkirina risqê dahatên kurdan, li Başûrê Kurdistanê Kurdan tehdît dike.

-Kurdên başûr û li Herêma Şingal zarokên kurdan, karmendên kurdan direvîne, zîndan dike û dike leşker ji xwe re, dide kujtin.!

Qaşo hunermendên kurdan,

Qaşo sîyasetmedarên kurdan, rewşenbîrên kurdan, nivîskarên kurdan hîn jî dibêjin „şerê bikakujî“!

Kî kê dikûje?

Kî êrîş dike û kî van malwêranîyan nabîne?

Kî bi sebir tehamûl dike?

Divê em destê xwe deynin ser vîcdanê xwe û rastîyan bêjin!

Ewqas fêhmkorî nabe û em nikarin rastîyê ser û bin bikin. Em, wek kurdperweran, welathezan, eger li dijî Kurdkujîya ku li henber kurdan têt kirin, helwestê daneynin û rastîyê nebînin, em vîcdanê xwe wenda dikin. Kî kurdan dikuje û dide kujtin, divê em Kurdkujan li ber derîyê wan şermezar bikin.

Hevserokê qaşo Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso ji medyaya xwe re dibêje;

„dewleta Tirkiyê ya dagirker hewl dide Başûrê Kurdistanê dagir bike“(!) Lê zimanê Xerîb Hiso nagere, ku bêje helwesta PKK, serwerîya herêma Kurdistanê dixe bin tehlûkê.

-PKK, eynî mîsyon li seranserê Başûrê Roavyê Kurdistanê jî meşand û seranserê axa B.Roavayê Kurdistanê hat dagirkirin?

-Divîya bû Xerîb Hiso û Tev-dem; ev rastî bidîta, ku bê bi vexwenda PKK, çawa ew axa B.Roavayê Kurdistanê hat dagirkirin û ew tiştên li jor yek bi yek hat serê wan?

Hevserokê qaşo Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso didomîne;

Tirkîye dixwaze; „destkeftiyên kurdan têk bibe û Tirkiyê hewl dide partiyên kurdî tev li êrişên xwe bike.“(!)

Helbet dema ku beşek ji rêveberên kurdên B.Roavayê Kurdistanê, bi destê PKK malwêranîya ku li Başûrê Roavayê Kurdistanê hat serê wan nebîne, mebest ne pejirandina kurdkujîya PKK be; wê çima şîretan li rêveberên hikûmeta Herêma Kurdistanê bike?

Gelo Xerîb Hiso dikare bêje; „me li Başûrê Rojavayê Kurdistanê Kurd kujtin, girtin, xistin bin asaqan û zîndan kir! Me beşek ji kurdên Roavayê Kurdistanê kir dijminên Başûrê Kurdistanê û PKK ev emir dida me?“ (!)

-Dema ku Kurdên Roavayê Kurdistanê nebînin, bê bi destê PKK, çawa îradeya wan, li wî beşî hat binpê kirin û ket destê PKK; tê wateya mafê wan, ku aqil bidin Başûrê Kurdistanê jî ji dest dane û ew derfet, vîcdan wenda kirine!

Kurdên ku bi PKK re tevdigerin û berjewendîyên wan li gel PKK ne, mejî û hestên kurdewarî, wîcdan bi wan re nemaye. PKK êrîşî ser Pêşmergan dike û ew dibêjin;

zexteke mezin li PDKê bikin, da ku dev ji hevkariya xwe ya di êrişên dagirkeriya Tirkiyê berde.“(!)

Lê devê wan nagere ku bêjin; „PKK, êdî besse kurdkujî, besse kurdwêranî“!

Ma li Başûrê Roavayê Kurdistanê PDK hebû, ku tirk ketin wir û mala kurdan wêran bû?

Ma PDK êrîşan tîne ser „gerîlayên PKK û her dikûje“ ku hûn dibêjin;

“Şerê navxweyî ji êrişên Tirkiyê xetertir e û dijmin hewl dide vê siyasetê bide meşandin. Divê PDKê ne li kêleka dijmin be û ji bo yekitiya kurdî amade be.” (!) Di virde jî bi mebesta, „PDK li kêleka dijmin e“(!) hûn kirin û kiryarên PKK vedişêrin. Hûn ne durust in. Yên ku tên cangorî kirin pêşmergên Kurdistanê ne û yên ku dikujin jî PKKyi ne. Çima hûn rastîyê ser û bin dikin?

Bi dijminatîya Başûrê Kurdistanê, bi kujtina parêzvanên Kurdistanê û bi tehdîda ser axa azad û hikûmeta meşrû ya Herêma Kurdistanê PKK, têkçûna xwe, di wîcdanê kurdan de hêdî hêdî ava dike!

Ji roja ku serkirdeyên Başûrê Kurdistanê, şerê Kurd Bi Kurd re qedexe kirine û heta niha PDK, çend caran êrîş anîye ser PKK?

Çend „gerîlayên PKK“ bi destê pêşmergan hatine kujtin?

Lê bi sedan mînak û kurdkujîyên PKK hene li ser axa Herêma Kurdistanê!

Heger PDK êrîş ne anîbe ser PKK; hûn sîyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û nivîskar, çima devê we nagere ku hûn bêjin; „PKK besse.. Besse kurdkujî ya te!“

PKK, mala kurdan xerakir û tenê têkçûn, kujtin û talan, wenda kirin kir nesîbê Kurdan.

PKK, şeref û xîreta kurdan bi serkevtinên dijminên Kurd û Kurdistanê re binpê kir. Îradeya miletê Kurd, binpê kir û têkçûn li Kurdistanê meşrû kir.

-PKK, deh qat bandora asîmîlasyonê, dejenerasyonê li Bakurê Kurdistanê geş kir û hemû enerjîya netewî xerc kir. Di vê çerxa dîrokê de Bakûrê Kurdistanê têkbir, bê parastin hişt, bê per û bask kir.

Di 37 salîya şerê çekdarî de, Kurdan çi wenda kir û çi qezenc kir?

Min li jor hêla wendakirinê nivîsî. Hûn jî bersîva serkevtinên PKK bidin min!

17.06.2021

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *