Îsmaîl Beşîkçî rêya rast pêş Kurdan dike

Xidir ÛSO

Îsmaîl Beşîkçî, pêşî wek mirovekî bi bext li Kurdan rasthat û nas kir; piştre jî wek sosyolog û heta şoreşgêr li ser jîyana Kurdan tez amade kir û lêkolîn kir.

Ji bo ku rêvebirîya Tirk, qanûn û sîyaseta xwe li ser tunebûn û tunekirina gelê Kurd avakiribû, li ser civata Kurd lêkolînkirin, tez amadekirin, bahsa rewşa gelê Kurd kirin qedexe û sûc bû. Loma kesekî dest bi karekî wanî kiriba, bê îradeya xwe dibû xwedîyê helwestek dijî dewleta Tirk û dibû elemanekî sîyasî.

Ji bo ku Beşîkçî li dijî qanûn û sîyaseta Komara Tirk ya Kemalîst derket, hebûn û mafê gelê Kurd parast, seranserê jîyana wî, di mahkeme û hepisxaneyên dewleta Tirk de derbas bû; ji alî karbidestên dewletê beramberî her şêwe heqaret, dijmîn, îşkence û kiryarên nemirovane hat; zedtir ji 17 salan hat zîndankirin!

Beşîkçî, êdî ne mîna Tirk yan Kurdekî, mîna zanyarekî civaknas û mirovperwer daqûlî doza Kurd bû. Sedem û şêweyên dagîrkirin, parkirin û perçekirina Kurdistanê, sûcê cîhana emperyalîst û helwesta dewletên Ewropa û Yekîtîya Netewan, zordarî û qetlîam û hevkarîya her çar mêtinkaran, bi awakî zanyarî, dîrokî û sîyasî eşkere kir.

Beşîkçî, li gor zanyarîya civaknasî, wek her neteweyê, mafê neteweya Kurd jî bi awakî heqî û huqûqî dest nîşan kir, li dijî tunekirina gelê Kurd sekinî, mafê neteweya Kurd yê serxwebûn û dewletbûnê parast. Ji bo tekoşîna rizgarîya neteweya Kurd, di derbarê helwesta sîyasetvan, rewşenbîr û hunermendên Kurd, sîyaseta tevger û partîyên Kurd, her tim pêşniyar, analîz û rexneyên xwe pêşkêş kir.

Ji bo ku Beşîkçî bi metodên zaniyarî tahlîl û tespîta dîyarde û bûyeran dike, zêde li ser nîyet û planên veşartî nasekine; loma jî carcaran kare tespîtên şaş jî bike.

Dema pkk derket qada tevgera sîyaseta Kurd, helbet di derbarê xwe de, ji bo analîzek rastbîn ji civatnasekî re gelek alav şanî da. Şerê bi eşîretan re, provokasyon û kuştinên nav xwe û dijminantî û êrîşkirina hemû rêxistinên Kurd û Tirk gelek îşaretên xirab rêdida. Lê çepîtîya wê, parastina serxwebûn û yekîtîya her çar perçên Kurdistanê û piştî rûxandina cunta leşkerî, destpêkirina şerê çekdarî û beşdarkirina jina Kurd ya rêxistinî, sîyasî û şer, mîna bi mîlyonan Kurdan, li Îsmaîl Beşîkçî jî bandorek kir û bi pkk xapîya û demekê bi erenî lê nerî.

Dema Beşîkçî, erênî li pkk dinêrî, pkk û alîgirên xwe rûmeta wî digirtin û pesnê wî didan; lê Beşîkçî bala xwe dayê ku pkk rûmet nade ziman û çanda Kurdî, devji hemû armancên netewî berdaye û dest bi parastina tezên Kemalîzmê kirîye, li her çar peçên Kurdistanê bi neyarên Kurdan re hevkarîyê dike, Kurdan dikuje, vekirî devji armanca serxwebûn û yekîtîya Kurd û Kurdistanê berada, loma rexne li pkk girt, êdî li Beşîkçî wek neyar nêrîn û derew lê kirin…

Ev du hefteyên dawîn pkk şeş pêşmerge şehîd kir, şeş birîndar û du serbazê pêşmerge jî revand. Beşek ji xaka Kurdistanê ku bi xwîna hezaran şehîdan hatîye rizgarkirin, pkk dagîr kirîye, gelê xwecî ya diqewirîne, yan bi bac û xeracê ve girêdide; yên wek daxwaza wan tevnegere jî digrin, îşkence dikin û dikujin. Yên alakarîya wan dikin jî ji alî dewleta tirk ve tê bombebarankirin.

Niha jî gav bi gav ji ber leşkerê dewleta tirk xwe didin alî û leşkerê tirk li dûv wan qereqolan datîne û xaka Başûrê Kurdistanê hêdî hêdî dagîr dikin. Bi yek taktîkê Efrîn û Serêkanîyê teslîmî tirkan kirin! Lê ji alî din ve di nava Bakurê Kurdistanê yan Tirkî de, çalakîyek pkk ya cidî nayê dîtin. Bihustek erd jî rizgar nekirîye! Ji xwe armancek wê ya rizgarkirina Kurdistanê jî tune ye! Armanca xwe ya asasî wek “demokratîzekirina Turkîye û dewletên herêmê” dîyar dike! Ya eşkere ev e ku bi her awayî tunekirin û zerardayîna gelê Kurd e.

Sebeba şerê pkk yê dawîn bi pêşmerge re jî: pêşmerge xwest rê li ber dagîrîya leşkerê tirk bigire, lê pkk destûr nade ku pêşmerge xaka xwe bipareze!

Ev jî planê ku Yalçin Kûçik û Apo pêşkêşî dewleta tirk dike, tîne bîra meriv! Yalçin Kûçik dibêje: “ya wê Turkîye erd wenda bike û biçûk bibe û yan wê erd bi dest bixe û mezin bibe!” Apo dibêje: “hûn nikarin mudaxeleyî nav dewleta bikin, lê em karin, bihêlin em ji we re taşeronî bikin! Destûr bidin min, ez nehêlim ew axê Berzanî û Telebanî Îsraîla dudoyan çêkin!”

Ji bo ku Beşîkçî van planan teşhîr dike û mafê neteweya Kurd yê rewa dipareze, pkk û kurtêlxurên xwe êrîşî Beşîkçî dikin.

Beşîkçî çi dibê: “Ji bo êrîşkirina pêşmerge, tu bingehek meşrû ya pkk ku xwe bisipêrê tune ye. Ev tê wateya ku pkk, Rêvebirîya Herêma Kurdistan û statuya wê nasnake; heta tê wateya ku dixwaze wê birûxîne. Îro nîzama dijî Kurd ya navnetewî dewam dike. Nîzama dijî Kurd ya herêmî, bi hemû şîyana xwe berdewam e. Di vê konaxê de, êrîşên pkk li dijî pêşmerge, wek beşek ji nîzama heremê ya dijî Kurd divê bê hesibandin. Nîzama dijî Kurd ya navnetewî, di salên 1920an bû egera veqetandin, perçekirin û parvekirina Kurdistanê. Di 1950yî jî li heremê nîzama dijî Kurd geş û bihêz bû.

“Îro dewletên ku Kurd û Kurdistan perçe kirine, veqetandine û parve kirine tev li dijî avabûna dewleta Kurd e. Li dijbûna dewleta Kurd ji alî pkk ve, ev hewldanek li berjewendîyên dewletên herêmê ye. Ev hemû dewlet, avakirina dewleta Erebên Filistîn diparêzin, teşwîq dikin. Pkk jî dewletbûna Erebên Filistînî diparêze. Pkk jî dewletbûna Erebên Filîstînî teşwîq dike, lê li dijî dewletbûna Kurd dertê.

“Ji bo ku pdk Kurdistanê dixwaze, ji bo dewleta Kurd avabibe hewldan rêdide, pkk êrîşî pdk dike. Divê helwesta (pkk ya) referandûma 25 Îlon 2017 û piştre qewimandina (îxaneta) 16 Cotmeh 2017 neyê jibîrkirin.

“Ahmet Turk dibê: `enîya nîjadperest, ji bo ku Kurd bêhn nestînin serî li her rêyê didin, lê temenê vê sîyasetê ne dirêj e`; lê ji Mesûd Berzanî re dibê: `te gotîye; `Kurd wê carek din êdî li birayê xwe qet çekê nekişîne!` Ahmet Turk vê gotina Mesûd Berzanî di bîra wî tîne, baş e. Lê ev çend mehên dawîn, bûyerên ku diqewimin divê em ji bîrnekin û bi bîrbînin. Pkk bi plan, keşif û kemînan êrîşî pêşmerge dike û pêşmergeyan şehîd dike. Lê di daxuyanîya Ahmet Turk ya dirêj de, di vê derbarê de hevokek bi tenê heta yek gotin jî tune ye. Ev helwesta Ahmet Turk gelekî ecêb e…”*

Sed sal berê eşîret, malbat û şêxên di bin kontrola dewleta mêtinkar de hebûn, Kurdên nezan ku bi wan ve girêdayî, li dijî doza Kurd xebitandin û dan kuştin û neteweya Kurd xistin gorê! Îro bi navê pkk, bi piştgirîya sîyasetvan, “rewşenbîr û hunermend”ên naylon û firotî, zarokên Kurd di ber berjwendîyên mêtinkaran de tên kuştin û êrîşî hêvîyên Gelê Kurd dikin!..

Îsmaîl Beşîkçî rûçikê Turk û Kurd yê sipî ye! Îsmaîl Beşîkçî bext(wîjdan)ê mirovahîyê ye!

* https://www.nerinaazad.cc/tr/news/life/politics/ismail-besikci-ahmet-turkun-mesud-barzaniye-sozunu-hatirlatmasi-guzel-ama

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *