Pirtûka Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî  “Bo Dîrokê”…

Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi navê “Bo dîrokê” pirtûkek bi soranî nivîsand. Pişt re ew pirtûka bi kurmancîya latînî hat çap kirin. Çapa pirtûkê ji aliyê weşanxaneya Avesta de pêk hat. Avestayê  pirtûk bi destê jina hêja Songul Keskînê diyarî min jî kir. Ez ji wan re sipasdar im ku him ew pirtûka çap kirine û him jî pirtûk diyarî min jî kirine.

 Ez dixwazin li ser pirtûka Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî  çend têbiniyan û şiroveyan pêşkêş bikim.

 1-Ez di destpêkê dibêjim ku pirtûka Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî “Bo Dîrokê”, pirtûkeke dîrokî û hêja ye. Dema ji bona dîrokê hatiye nivîsandin, aşkere ye ku ji bona kurdan hatiye nivîsandin ku ew ji ceribandinên wî û ji dîroka Başûrê Kurdistanê û Barzanîyan sûd werbigrin, ders bigirin, şirove bikin û bigihîjin encamekê.

 2-Pirtûk wek min di destêpêkê de jî dîyar kir, soranî hatîye nivîsandin. Ji aliyê birêz Arif Zêrevan ve hatiye wergerandin a kurmanciya latînî. Sipas ji Kek Arif Zêrevan re ku ev pirûka pêşkêşî kurdên Bakûrê Kurdistanê jî kir.

 3-Pirtûk ji alîyê weşanxaneya Avesta ve hat weşandin. Li Stenbolê û çapxaneya Berdanê çap bûye. Sipas ji bona xwedîyê Weşanxaneya Avestayê Evdillah Keskîn ku ev pirtûka hêja çapkirîye.

 4-Pirtûk, ji 265 rûpelan pêk tê. Di pirtûkê de gelek beş hene.

Wek:

a)Pêşgotin,

b)Dabeşbûna Kurdistanê,

c)Şoreşa îlonê,

d)Plana jiholêrakirin û asîmîlekirina miletê kurd li Iraqê,

e)Serhildan,

f)Konferansa opozîsyona Iraqê û roxiyana rejîma berê,

g)Şerê Daişê,

h)Bêhêvîbûna kurdan ji Iraqa nû,

i)Serdana bo Emerîkayê,

î)Serdana bo Baxdayê,

j)Biryara pêkanîna referandûmê,

k)Reaksîyon û givaştinên nêvdewletî,

l)Civîna Sihêlan,

m)Miletî dengê xwe da,

n)Reaksîyona hikûmeta Iraqê,

o)Şazdehê oktoberê,

p)Gotina dawiyê,

r)Servehî,

s)Deklarasyona siyasî ya garantîkirina,

ş)Mafên pêkhatiyên neteweyî û dînî yên Kurdistanê,

t)Deklarasyona prensîpên qanûna-esasî,

û)Belge,

u)Endeks,

v)Nexşe…

 

5-Pêşgotina pirtûkê, ji aliyê nivîskarê pirtûkê birêz Mesûd Barzanî ve hatiye nivîsandin. Di pêşgotinê de nêrînên hatine pêşkêş kirin. Gelek girîng in.

Di dawîya pêşgotinê de tê gotin ku: “Aya kurd dixwazin di bin vê neheqî û kerasetê de wekî dûvelang bimînin yan daxwaza serxwebûnê dikin? Di 25-ê îlona 2017-ê de miletê Kurdistanê bi awayekê aştiyane dengê xwe aşkere kir û wî dengê rewa biserketin bi dest ve anî. Reaksîyona Iraqê, ya dewletên cîran û ya civata navdewletî li hemberî dengê aştiyane yê xelkê Kurdistanê zalimane bû û ji prensîpên mirovahîyê û pêkvejiyanê dûr bû. Wisa diyar bû hemî alî li ser wê yekê bi israr bûn ko divêt êşên miletê Kurdistanê û jîyana digel eqliyeta înkarker berdewam be, ji ber berjewendîyên wan wisa dixwest.” (R.18)

Ev nêrînên birêz Mesûd Barzanî dîyar dikin ku referandûma serxwebûna kurdistanê di jiyana wî û jiyana neteweya kurd de gelek girîng e. Encama referandûmê bawerîya wî li hemberî Kurdistaniyan û neteweya kurd zêdetir kiriye.

Wek tê zanîn, min jî gelek caran nivîsandiye, referandûma serxwebûna Kurdistanê ji bona hemû kurdan û kurdên hemû parçayên Kurdistanê jî girîng bû. Gaveke cûda ya nûjen û dîrokî bû.

Referandûma serxwebûna Kurdistanê demokratîkbûn û hevdemîya neteweya kurd û Kurdistanîyan jî diyar kir.

Lê nivîskarê pirtukê, wek serokê Kurdistanê û pêşengê referandûmê ji helwesta civata navdewletî û gelek dewletên rojava û neteweyên yekgirtî û dewletên cîran diyar e gelek êşîyaye. Bi taybetî dewletên soz dabûn, ew bêbawer kiriye.

Referandum, wek xebatek demokratîk û aştîyane, encamê wê ji bona ku ji alîyê Dewletên Rojava û Neteweyên Yekgirtî ve nehatîye parastin, ew rexnegir e.

 6-Di beşa “Dabeşbûna Kurdistanê” de, agahdarîyên gelek hêja û girîng bi uslûbeke cûda û bi belgeyên girîng tên dayin.

 7-Di beşa “Damezrandina Dewleta Iraqê û Şoreşa Îlonê” de jî, gelek agahdarîyên tên zanîn, lê bi şiroveke din û wek kesekî di nav pêvajoyê de, bi awayekî din pêşkêş dike.

 Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî diyar dike ku di sala 1958an de guhertina desthilatdarî  li Iraqê û heman salê vegera Serokê Efsanewî û Neteweyî Mele Mistefa Barzanî ji bona Iraqê derfeteke mezin bû. Lê ew derfeta baş bir kar nehat. Bi bandora kesên nîjadperest mafên di qanûna-esasî de ji bona kurdan hatibûn qebûl kirin, cî bi cî nebû. Li hemberî Kurdistanê êrîşekî leşkerî û mezin dest pê kir. Li hemberî vê êrîşê kurdan jî xwe û welatê xwe parastin. Şoreşa Neteweyî ya Îlonê dest pê kir.

 Birêz Mesûd Barzanî dibêje ku “Şoreşa Îlonê şoreşeke Kurdistanî, lê di heman demê de iraqî jî bû. Slogana serekî ya şoreşê Demokrasî bo Iraqê, otonomî bo Kurdistanê!’ bû.Şoreşa Îlonê bûbû penagehek jî bo kesên têkoşer û xebatgêr yên Iraqî. Di hemî tarîxa şoreşê de yek carê tenê jî kiryareka teqandin û xwînrijandinê li hemberı xelkê sivîl nehat pêkanîn. Hemî xebata cenabê Barzanî ew bû ko di dema şerî, agirbestê û rewşên ne-şer ne-aştîyê de rê li ber şerî û xwînrijandinê bêt girtin.” (R.30)8-

Ev nêrînên Birêz Mesûd Barzanî jî diyar dike ku Tevgera Başûrê Kurdistanê, PDKê, Serok Mele Mistefa Barzanî teror di têkoşîna neteweyî de red û heram kiriye. Ew çanda pişt re jî hatîye domandin. Serokê Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî jî ev awayê xebatê ji bona xwe kiriye bingeh.

 8-Birêz Mesûd Barzanî, di derbarê encama Şoreşa Neteweyî ya Îlonê de wisa dibêje: “Bidestketîya herî mezin ya şoreşa îlonê, peymana yanzdehê adara sala 1970-yê bû ko di navbêna Barzanîyê nemir û Sedam Hisenî de hat îmza kirin. Vê pêngavê miletê kurd derbasî qunaxeke nû ya jîyana siyasî kir. Bi wê peymanê kurdên  vê beşa Kurdistanê li ser axa xwe gehiştin hinek ji mafên xwe  yên neteweyî û qanûnî….” (R.34)

 9-Lê hezar mixabin ew mafan, piştî sala 1975-an ji kurdan hat girtin. Otonomîya Kurdistanê hat rûxandin. Kurdistan jinûve hat dagîrkirin. Ji holêrakirina kurdan dest pê kir. Serokê Kurdistanê, di pirtûka xwe de dûrûdirêj ji vê pêvajoyê jî bi gelek belgeyan qal dike.

 10- Serokê Kurdistanê Mesûd Bazranî, di pirtûka xwe de, ji Serhildana milî ya Gulanê û serhildanên sivîl jî bi wayekî fireh qal dike.

 11-Encam: Di pirtûkê de, wekî din, beşên gelek girîng hene. Bi taybetî jî di pirtûkê de, di navbeyna rûpela 117-an û 171-an de xaleke gelek girîng heye. Ev jî beşa di derbarê Qanûna Esasî de nêrînên balkêş in. Divê mitleqa bê xwendin.

Ez dibêjim ku ev pirtûka, ji bona kurdan dikare bibe “Pirtûka li ber destên Kurdan.”

 Diyarbekîr, 18. 06. 2021        

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir