BERDEWAMÎYA ŞAŞÎYAN Bİ XWE RE PELİŞANDİNA RASTÎYAN TÎNE!

Di dema em xwendevan bûn, di ezmûna dibîstanan de digotin: “çar şaşî rastîyekî dipelişîne/dibe.” Ji ber ku rastî kem û zêrînbûn, em zêdetir li ser bersîv û pirsan radiwestîyan û me bi baldarî bersîva xwe dineqand. Ji bo rastîyên me nepelişin, kêm nebin, pirsên me nizanibû an jî em tênedigihîştin, me bersîva wan nedida. Lewra rastîyên me kêm û zêrînbûn. Her şaşîyek, zirar dida rastî û performansa azmûna me. Ji bo em nexesirin-zirar nebînin mecbûr bûn bi baldarî tevbigerin.

Li gor têgihiştin û bawerîya min, jîyan jî dibîstaneke domdar e. Mirov ji dema qêrîna destpêkê, heta ku nefes dayîna dawî, di nav ezmûnên jîyanê  de, bi rastî û şaşîyên xwe re mijûl dibe.  Di nav grafîka serkeftin û têkçûnê de, ev rastî û şaşî her tim barê mirov sivik an jî giran dikin. Muhakeme, muqayese, muhasebe û rûbirûbûna bi xwe re, encamên ezmûnê radixe ber çavan. 

Di warê bazirganî û sîyasetê de jî, ev pîvanên hanê dereca serkeftinê dîyar dike. Lê mixabin, pirî caran em dibînin ku ev pîvanên hanê, di qada sîyaseta Kurd de, beramberê xwe nabîne. Sedem û asasê wê tevlîhevîyê çîye, pirî caran mirov di dema bersîvdayinê de dixetime.  Mirov rewş, sosyolojî û dêrûnîya civatê kêm zêde fam dike, têdigihije sedem û bingeh çi ne: Bersîva çima? Ji bo çi? Sebeb û sipartekan, kêm zêde dikare îfade bike!

Di warê sîyaseta Kurdî de, mixabin ev pîvan û qaîdeyên ezmûnê  têr nake û li hemberî bersîvên rasteqîn lawaz dimîne. Heta niha di ezmûna sîyasetê de, rabirdû û pêşeroja me, bi hevra pelişandîye û hê jî dipelişîne.

Berpirs û aktorên wan deman, di destpêkê de bêdengîyek kûr pejirandin. Pişt re em dibînin ku li hemberî rexne, gilî û gazinan, stratejîya “parastina herî baş êrîşkirin e” pejirandine û ji bilî xwe, herkes bi gunehkarîyê tawanbar kirine û hêjî dikin. Vê helwestê, bi şêweyekî din didomînin. Gelek caran em bûne şahid ku bi sîya xwe re şer dikin.

Ez carna van helwestan  dişibînim karê paleyîyê. Weke kesên tirpan di dest de, çî tê ber tirpana wan, diweşîne-lêdide. Dem hatîye ev têr nekirîye, dest bi tawanbarî û dijîtîyek bê wate kirine. Di heman deman de, cîhê ser govendîyê bi kesî re parve nekirine. Ew egoya “ez û ez” her çûye bi hestên dijmîntîyê germ bûye, di nav kûraya demê de, ber be girêneka tenêbûnê ve herikîye. Kêmasî û şaşîyên xwe, bi dijberên xwe ve îzah kirine. Pirî caran, bi nîyet xwendin û erka pejirandinê, xwe weke noter dîtine. Şaşî û kêmasîyên xwe, binpalas kirine, lê yên hemberî xwe afîşe kirine! Ev mezîyet û helwestên xwe, her tim weke cûdahîyek, weke taybetîyek dîtine. Ji bilî nêrîn û şîroveyên xwe tu carî pêwîstîya gohdarkirina yên hemberî xwe nedîtine û nabînin jî.

Dîyalogek yek alî, xwendinek yek alî, gohdarkirinek yek alî, têgihiştinek yek alî, her diçe weke nexweşîyek derûnî rê li ber hevdû famkirinê digire û di xetimîne.

Gelo sebeb çine? Çima em naxwazin neynikê li xwe bigirin? Em li hevdu gohdar nakin, lê şerê hev dikin. Em nivîsên hevdû naxwînin, lê bersîva hev didin! Em hevdû fam nakin, nîyeta hevdû dixwînin. Em bi hevre kar nakin, lê em hevdû dorpêç dikin. Gelo qet kêmasîyên me tune ne? 

Em piştgirî û alîkarîya hevdû nakin, lê lidijî hev rê li ber astengî û xirabîyan vedikin. Em pir zû dikarin ked û hûqûqa nav xwe binpê bikin. Her ku diçe, em hevdu dorpeç dikin û rê li ber dîyalog û têgihîştinek medenî digirin. Ev dêrûnî, her diçe bandorek gelek xirab bi xwe re tîne. Enerjî û têkoşîna em li dijî dijmînê xwe xerc bikin, em wê enerjîyê li hemberî hev xerc dikin. Pirî caran, helwestên dorpêçkirin û nîyet xwendinê, dibe  weke karekî afîşekirinê. Ev jî derîyê dîyologê, li hevdu gohdarkirin û famkirinê digire. Pişt re gilî û gazin destpêdikin.

Di pêvajoya pandemîyê (Covîd-19) de, li ser tora medyaya civakî, me carek din dît ku dêrûnîya ezmûnê, her diçe  hejmara şaşîyan zêde dike; lê rastîyên me jî bi xwe re dipelişîne û dibe. Ger em xwe ji vê dêrûnîyê azad nekin, bi rastî pirêza ku em li pişt xwe bihelin, wê wêneyek xirab radestî nifşên nû bike. Rojbaş Kurdistan!15-05-2021 Amed

Cano Amedî

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *